logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê

Bingeha zimanên malbata HindûEwrûpîyan Kurdistan e. Ji ber ku cara ewil çandinî, kedîkirina ajalan, şaristanî û gelek afirandinên sereke yê insanetiyê li Kurdistan dest pê kiriye; ziman û çanda Kurdî xwedî bingeheke xurt e û pir dewlemend e. Loma xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî, xwedîlêderketina dîroka insanetiyê ye.


Wêje
John

Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4) Wergera Ji Erebî: Menaf Osman Çîrokên Gelêrî
Koma Berhevkariyê 1 Nîsan 2023

John

Xecê Şen

Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî,  Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.
Xecê Şen 8 Tebax 2023

John

Rewşen Bedirxan

Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan). Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.
Koma Berhevkariyê 15 Tebax 2023

John

Heyder Omer

Nivîskar û lêkolînvan Heyder Omer, di sala 1952yî de li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye. Li gundê Kotana xwendina seretayî û ya navîn li bajarê Efrîn, navenda herêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, di sala 1970yî de jî lîsê bi dawî dike. Di sala 1974an de lîsansa wêje û zimanê Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirt, di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê wergirt, di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêjê û zimanê Erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kir.
Koma Berhevkariyê 17 Tebax 2023

John

Mîrza Metîn

Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî.
Mîrza Metîn 22 Tebax 2023

John

Bawer Rûken

Romanûs, çîroknûs, wergêr, cerebenûs Bawer Rûken, di sala 1985’an de li gundê Hacîlera Hewaga Ruhayê ji dayik bûye. Zankoya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê ya bi tez xwend û kuta kir. Di temenekî pir ciwan de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir. Cerebeyên wî yên wêjeyî di navbera salên 2009 û 2011an de di rojnemaya Azadiya Welat de hatin çapkirin; çîrokên wî yên pêşîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî, hat çapkirin. Di navbera salên 2011 û 2012an li Ruhayê di Radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya Kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di navbera kesên ku kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê derxistin de cih girt.
Jiyar Cîhanferd 24 Tebax 2023

John

Sayîme Xakpûr

Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê 6 Îlon 2023

John

Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)

Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir.
Koma Berhevkariyê 14 Îlon 2023

John

Abdulla Peşêw

Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata Kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertîya helbesta Kurdî dike. Abdulla Peşêw di sala 1946an de li gundê Bêrkotê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik dibe. "Abdulla" navê wî yê rastî û "Peşêw" jî naznavê wî yê hunerî ye. Bavê wî Şêx Mihemedê Umer melayê gundê Bêrkotê bûye û dema Peşêw du salî ye, diçe ber dilovanîya Xwedê. Ji ber vê zaroktîya wî bi dijwarî derbas dibe ku tu carî naxwaze wan rojan bi bîr bîne. Ji ber vê, dema dest bi xwendingeha Xalîdîyeyê dike li Hewlêrê di mala mamê xwe da dimîne. Piştî temamkirina xwendingeha navendî û lîseyê di sala 1969an de bawernameya peymangeha (enstîtu) mamostatîyê ya Hewlêrê bi dest dixe û wek mamosta tê wezîfedarkirin.
Koma Berhevkariyê 23 Îlon 2023

John

Mele Nûrûllahê Godîşkî

Mele Nûrûllahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ve ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nûrûllahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstîye di sala 1918an li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovanîya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne.
Koma Berhevkariyê 8 Çirîya Pêşî 2023

John

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya Dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin. Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendîye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye.
Occo Mahabad 11 Çirîya Pêşî 2023

John

Şikrîyê Bedlîsî

Şikrîyê Bedlîsî perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne, di ciwanîya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe li wan bajaran didomîne. Piştre dikeve bin xizmeta Mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrîyê Bedlîsî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye, ew bi muzîkê re jî eleqedar bûye û li tembûrê xistîye. Wekî din di werzîşê mîna siwarîyê, sobayê û tîr avêtinê de jî xurt bûye. Şikrîyê Bedlîsî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsîr û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.
Occo Mahabad 16 Çirîya Pêşî 2023

John

Zinar Soran

Nivîskarê Kurd Zinar Soran di 2yê Cotmeha 1955an de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatîye dinyayê. Zaroktîya wî di odeya gund û di nav civaka eşîrtîyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civaka Kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û çanda xwe ya Kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne...
Koma Berhevkariyê 18 Çirîya Pêşî 2023

John

Qedrî Cemîl Paşa

Qedrî Cemîl Paşa(Zinnar Silopî), di sala 1890, li Amedê ji dayik bû. Kurê Fuad Begê Cemîl Paşa ye. Xeynî Fûad Beg 10 kurên Cemîl Paşa yên din jî hebûn. Di nav maleke qalabalix û dewlemend de mezin bû. Zarokatîya xwe li Qonaxa Cemîl Paşa û bi perwerdeyeke têr û tesel derbas kiribû. Bi tevî heval û hemsalên xwe havînan li gundê Enbarê, zivistanê jî li nav Amedê diman. Di zarokatîya xwe de hem fêrî xwendin û nivîsandinê hem jî fêrî suwarîtîyê û leşkerîyê bû. Lê eleqeya wî zêde li ser pêwendîyên komelayetî bû. Apê wî Qasim Begî her çiqas qedexe dikir ku nerin nav odeya mezinan jî, wî tim hewl dida ku here odê û guhdarî li sohbetên mezinan bike...
Ebûbekir ÇELEBÎ 2 Çirîya Paşî 2023

John

Seîd Dêreşî

Seîd Dêreşî, sala 1955an li gundê Dêreşê yê qezaya Amêdiyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despêkê, Qur’an û Nûbihara Ehmedê Xanî û çend kitêbên din li nik melan xwendine. Paşî sala 1968an dest bi mekteba resmî ya bi navê (Me‘hedu’l-Îslamî) kiriye. Sala 1976an mekteba xwe bi dawî înaye. Sala 1982yan Koleja Şerî‘etê û Vekolînên Îslamî ya bi ser Zanîngeha Mustensiriyê ve, li Bexda bi dawî înaye.
Koma Berhevkariyê 23 Çileya Paşî 2024

John

Enwer Karahan

Enwer Karahan nivîskarekî Kurd e. Di sala 1964an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatîye dinyayê, Heta bi lîseyê li Dêrikê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir veneqetîyaye. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û heya niha li Swêdê dijî. Li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe peyde dike...
Koma Berhevkariyê 28 Tebax 2024

John

Alî Gurdilî

Civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî, di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatîye dinyayê. Piştî ku di sala 1980yan de bi hemû malbata xwe ve koçî bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zanîngeha Ege, Beşa Civaknasîyê û piştî çend salan zanîngehê diqedîne. Bi salan e di hinek warên zanistî û felsefî de dixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin...
Koma Berhevkariyê 30 Tebax 2024

John

Mehmet Çaglayan

Mehmet Çaglayan di sala 1923yan de li gundê Ardgunk ya bi ser parêzgeha Mûşê ve hatîye dinyayê. Zarokatîya xwe di medreseya bavê xwe Melle Mistefa Efendi de derbas kirîye. Çaglayanê ku yek ji hiqûqnasên herêmê yê qedirbilind bû, piştî ku demekê li cem bavê xwe xwendina Qur’an, ferheng, rêziman û hevoksazîyê kir, çû Medreseya Norşînê ya Bedlîsê. Li vir li ba şêx Taqîyeddîn û şêx Maşûq ders sitendîye. Piştî neh salan ji perwerdehiya giran a domdar, çûye çar salan leşkerî kirîye...
Koma Berhevkariyê 30 Tebax 2024

John

Mehmet Zahir Ertekîn

Nivîskar, mamoste Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekîn, sala 1976an li gundê Birkê ê bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye ku li ser girekî nola çîyayekî ye, hatîye dinyayê. Ev gund nêzî heftê kîlometreyî dûrî Amedê ye û di şevên tarî de çirûskên karebaya bajarê Amedê ji vî gundî xuya dibe. Kurê melayekî ye û di nava heyşt bira û xwişkekê de di rêza sêyem de ye. Roj û meha ku hatîye dinyayê nayê bîra dêya wî jî. Li gundê xwe dibistana seretayî xwendîye û paşê li Şemrexê dibistana navîn qedandîye...
Koma Berhevkariyê 31 Tebax 2024

John

Fexrîya Adsay

Nivîskar û wergêra Kurd Fexrîya Adsay, li Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve di sala 1971ê de hatiye dinyayê. Ji sala 1975an şûn de li Izmîrê mezin bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Îzmîrê xwendiye. Lîsansa xwe li Enqerê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (ODTÜ) di beşa dîrokê de qedandiye. Ji wir çûye Wanê ji bo mamostetiyê û dûra ji Wanê hatîye Amedê. Li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê di beşa sosyolojiyê de li ser Êzîdîyan û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li ser romana dîrokî ya Kurdî bi navê “Romana Kurdî (Kurmancî) Ya Dîrokî: Bîra Civakî û Nasname”  du master temam kirine...
Koma Berhevkariyê 1 Îlon 2024

John

Ezîzê Gerdenzerî

Ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs û wergêrê Kurd Ezîzê Gerdenzerî(Şalîko Amîryan), 28ê Cotmeha 1945’an li bajarê Tiblîsê (Gurcistanê) di malbeteke Êzȋdȋ yȇ penaber de, hatîye dinyȇ.  Di sala 1948’an de malbata wî vedigere Ermenîstanê. Zaroktî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (berê Cercerîs), navça Aragasotnê, derbas dibe. Gerdenzerî wiha behsa dema zarokatî û malbata xwe dike: “… Gund gundê çiyayî bû. Tebîet(siruşt) pir sert bû. Lawên gund, lawên çiyayî, pir dilsoz, xwedîxîret, rastgo, welatperwer, dengbêj û çîrokbêj bûn. Ez lawȇ wȇ civakȇ bȗm ku 72 caran rastȋ komkujiyȇ hatibȗ, lȇ zimanȇ xwe, edatȇn xwe, çanda xwe, wek ronahîya herdu çavȇn xwe parastibȗ. Min terbîye û telîmata xwe li wir stend. Ew terbîye û telîmat bû bingeha esasî di emirjîyana min de û mora xwe, tesîra xwe, li ser berhemên min hişt û heta niha dihêle...
Koma Berhevkariyê 2 Îlon 2024

Ev xal li bende we ye, hûn bixwazin bibin alîkar li vir bitikînin…