Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir. Mele Hesen du carî zewicîye; ji zewaca pêşîn Îmadeddîn, Mihemed Elî û Perîşanê çêbûne, ji zewaca didoyê jî Mahsûn û Nûredîn çêbûne.
Zaroktîya Îmaddedîn di dema salên xelayê da di nav feqîrî, tunebûnî û birçîtî da derbas bûye, di wan salan da gelek zehmetî kişandîye. Wî di pêvajoya Şerê Cîhanî yê Duyemîn da, di medreseyên Kurdistanê da dest bi xwendinê kirîye. Di gelek war û gundên Kurdistanê da feqîtî kirîye. Di dema feqîtîyê da li ser daxwaza mala Emînê Ehmed, Seydayê Mele Silêmanê Tilmizî feqî Îmadeddîn dişîne gundê Candêrê ji bo pêşlimêjîya rocîyê. Li wê derê wî li mala Hecî Qasimê bavê Têlî Xanima ku paşê dibe hevjîna wî bi cî dikin, da ku ew xweyîtîya feqî Îmadeddîn bike.
Têlî Xanim ji bo hatina wî ya gund weha dibêje: “Ew wê şevê hate mala me, em serê sibê rabûn û mêze kir ku waye yekî li nav cîya da ye, zer e û zer e, eweha zeyîfok e, di nav cîya da pişta xwe daye me û ji xwe ra kitêba xwe dixwîne. Dîya min rabû, dew kiland, taştîya wî danî ber; rûnê nivişk bû, mast bû û to bû. Wî go: Welle weha be min kêf kirîye. Îca bavê min kêfa xwe jê ra anî, virde û wêde, go hun çend bira ne, kî hene ji we? Wî go: Wella ez û birayekî xwe, ew jî 7-8 salî ye. Bavê min jê ra go: Tu çiqas hatî, wî jî bi xwe ra bîne.” Zeman ku pêra diçe Hecî Qasim mêvanê xwe yê feqe Îmadeddîn baş nas dike û dibin destbirakê hev. Têlî Xanim dibêje: “Paşê bavê min ji wî ra dibêje du qîzên min hene, ezê yekê bidime te, eva yekê nabe, pismamê wî li ber e û li ser min sekinî. Dilê dîya min jî pêve bû, dîya min zaf ji aliman hez dikir, ji meleyan hez dikir, dîndar bû…”
Mele Îmadeddîn di sala 1956an da bi Têlî Xanima qîza Hecî Qasim ra dizewice, deh zarokên wan çêdibin; heştê wan lawîn û didoyê wan jî keç in. Yehya, Şerefxan, Kamuran, Lokman, Xoşnav, Barzan, Mahabad, Server, Şoreş û Zozan. Kurê wî yê Şerefxan dibêje: “Ew bavekî gelek modern bû, diltenik bû û hezkirina xwe her gav dianî ziman. Digel van hestên wî lê dîsa evîna Kurdistanê li pêşîya her tiştî bû.”
Wî li gelek cî û herêman ji alimên navdar ders wergirtîye; li gundê Mezrê ji Seydayê Şêx Beşîr, li Tilmizê ji Seydayê Mele Faîq, li Korikê ji Mele Silêman, li Yuwacixê (Îwacixê) ji Mele Emer, li Ehmedîyê ji Şêx Arif û Şêx Efîf, li Batmanê ji Seydayê Şêx Fexredîn, li Sergewra ji Seydayê Mele Ebdula. Şêx Mîsbeh dibêje: “Min û Mele Îmadeddîn bi hev ra di sala 1954an da li Sergewra xwendîye li bal Mele Ebdulayê Koxî. Di dema xwendina me ya feqîtîyê da Mele Îmadeddîn mîrê hucrê bû. Em nêzîkê 50 kes bi wî ve girêdayî bûn, ew feqî hemû di bin emrê wî da bûn.” Di dawîya xwendina xwe da, sala 1960î ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtîye. Ew, di hemû merheleyên xwendina xwe da bi zimanê Kurdî û di medreseyên Kurdistanê da perwerde bûye. Ev yek çavkanîya sereke ya têgihîştina wî ya neteweyî û Kurdistanî bû.
Seydayê Gurdilî ji bo roja îcazeya xwe stendîye wiha dibêje: “Di îcazeya min da gelek alim civîyabûn. Civîna wergirtina îcazeya min bûbû wek festîvalekê. Ji her alîyê welat beşdarî hebûn, hinek ji wan feqîyên welatperwer merş û helbestên mîllî xwendin. Hinek meleyê ku bi vê dozê ne şîyar bûn, bertek şanî dan lê bes tiştek ne qewimî, bi silametî derbas bû.” Medreseyên ku Mele Îmadeddîn têda xwendîye, paşê ew bi xwe di van medreseyan da ders dide feqîyan. Li gor agahîyên dorûberê wî, çiqas feqîyên Seyda hene giş welatparêz in.
Hest û fikrên netewî di dema xwendina medresê da pêra çêdibin. Di destpêka salên 1950yî da bi tesîra şi’rên Cîgerxwîn pêra fikrên neteweyî çê dibe. Ew di kurtejîyana xwe da dibêje: “Di sala 1950yê da çûme gundê Yîwacixê. Şevekê feqîyek bû mêvanê medresa me, min ji feqî pirsî gelo şi’rên Cîgerxwîn bi te ra hene? Wî feqîyî “Şehnama Şehîdan” da min, rojê carekî min ev helbesta Cîgerxwîn nexwenda, sebra min nedihat. Şehnama Şehîdan û şi’îrên Cîgerxwîn bandorekî mezin li ser min kire û alav û perîyên evîna Kurdistanê di dilê min de bêhtir geş kir, evîna Kurdistanê kete dilê min û ez bûm aşiqê Kurdistanê.” Ew di dawîya salên 1950yî de dest bi nivisîna şi’îran dike û di şi’îrên xwe da mehlasê “Gurdilî” bi kar tîne.
Gurdilan, navê çîyayekî ye, çîyayekî li herêma wan e. Gurdilan ew çîyayê pişta Qurtelan e ku xwe digihêjîne Kelemêranê û belkî digihêjê Gelîkûşanan. Bi navê Mîrekîya Gurdilan statuyek heye ku ew jî statuyeke serbixwe ye û paytextê Gurdilan jî gundê Bêkendê ye. Navê “Kurtalan”a îro jî kopyayek ji Gurdilan e. Lewra “Kurtalan” û ew rêze gundên li dora çîyayê Gurdilan, ew gund jî li ser wê Mîrekîyê ne. Ew Mîrekî heya destpêka sedsala 19an dewam kirîye.” Salih Begê Şêrwî (1787-1825) di bîrhatinên xwe yên 38 salên Mîrekîya Şêrwan da behsa vê Mîrekîyê dike ku ew jî weka Hezzo, Xerzan û Botan di rewacê da bûye. Gurdila beşeke ji rojhilatê herêma Xerza ye, li gor çavkanîyên herêmî, çîyayê Gurdila bi navê Çîyayê Bêkendê û Çîyayê Mila jî tête binavkirin.
Di dema ciwanîyê da nexweşîyeke giran a kezebê pêra çêdibe, wê demê ji bo tedawîkirina nexweşîya xwe bi wesîteya Bînbaşî Şewket Tûran diçe Xestexaneya Eskerî ya Gulxaneyê li Anqerê. Şewket Bînbaşî gelekî alîkarîya wî dike û paşê wî dibe mala xwe. Şewket Bînbaşî jê ra gotîye: “Ev der (yanî mala min) weqfa Kurda ye...” Paşê ji alîyê fikra netewî ve jî gelek tesîra Bînbaşî Şewket Begê Zirkî li ser wî çêdibe.
Di sala 1958an da, ji Yekîtîya Sovyetê vegera Barzanî û hevalên wî, li çar alîyên Kurdistanê heyecanek mezin di nav miletê Kurd de peyda kiribû. Di Qanûna Esasî ya Dewleta Iraqê de, Kurd wekî neteweya duyemîn hate qebûlkirin. Ji ber vê bandorê, ji bo çavtirsandina Kurdên bakurê Kurdistanê, di sala 1959ê da, pêncî rewşenbîrên Kurd hatin girtin ku ev mesele bi navê “Doza Çil û Nehan” tête binavkirin. Di 27ê Gulana sala 1960an da li Tirkîyê darbeyeke leşkerî çêbû, ji çêbûna darbeyê şûn ve di demeke kin da operasyoneke nû li hemberê sîyasetmedar, rewşenbîr, şêx, axa û serokeşîrên Kurdan hate kirin. Di encamê da 485 Kurd hatin desteserkirin û sirgûn kirin ji bo qampekê li bajarê Sîwasê. Di vê operasyonê de 55 ji wan giregirê Kurdan hatin girtin û surgunî rojavayê Anadolê kirin, ev mesele bi navê “Bûyera 55an an jî Qampa Sîwasê” tê zanîn. Dûra li başûrê Kurdistanê di 11ê Eylûla 1961an de Şoreşê dest pê kir û nêzîkê deh salan têkoşîn û şerekî dijwar hate meşandin, di vî şerî de pêşmergeyan mêrxasî û qehremanîyên mezin nîşan dan. Evan hemû bûyeran fikr û hestên netewî yên Mele Îmadeddîn geş û gurr dikirin.
Mele Îmadeddîn hem sîyasetmedar û hem jî şaîr bû. Wî di sala 1958an de dest bi nivîsîna helbestan kirîye. Gelek helbestên wî yên salên pêşî, ji ber tirsa avêtina ser malê, ji alîyê cendirme û polîsan ve, hatine şewitandin û wendakirin. Her şaîrekî bi rêbaza şaîrtîya xwe, xwe bi ekol û hostayên berîya xwe ve girê dide, Seydayê Gurdilî dibêje: “Ez di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj im lêbelê tesîra Cîgerxwîn jî gelek li ser min çêbûye.” Wî li ser babetên cur bi cur helbest nivîsandine; li ser têkoşîn û doza neteweyî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîng ên civakî, li ser karesatên bi serê miletê Kurd ve hatî, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û hwd… Heta vê gavê beşekî helbestên wî bi navê “Dîwana Banga Yekîtî bo Azadî”, ji alîyê Weşanên Nûbiharê ve di sala 2012an da hatine çapkirin. Ev Dîwana wî ji 240 rûpelan pêk hatîye. Beşekî helbestên wî jî ku bi navê “Dîwana Duyemîn” hatine nivisîn û vê gavê li ber destê me ye, xebata amadekarîya ji bo çapkirina wan dewam dike.
Wî li ser Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Mistefa Barzanî, Xalid Begê Cibrî, Faîq Bucak, Îdris Barzanî, Leyla Qasim, Mele Seîdê Kurdî (Bedîuzeman), Şewket Tûran, Şêx Qasimê Zîlanî, Seîd Elçî, Dr. Yusuf Azizoxlu û hwd. nivisîye. Sala 1966ê, hema di wan rojên pêşîn da ku parêzer Faîq Bucak şehîd ket, wî, bi navê “Ey Bayê Seher Carek Here Sêwerekê” helbestek nivisandîye. Helbesta wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” gelek meşhûr e.
Ew helbestvanê di nav gel da bû; hem dinivîsand û hem jî di civîn û şîn û şahîyan da bi xwe helbestên xwe dixwend. Herweha helbestên wî ji alîyê feqîyên wê demê ve jî di civatê da dihatin xwendin. Bakir İnanç got: “Seyda helbestvanekî baş û şaîrekî bi nav û deng bû. Her dem yek-du helbestên wî jî pêra bûn. Di civat û civînan da helbestên xwe dixwend. Herweha ji Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî dixwend. Li ba wî jî Mele Cafer hebû ku gelek deng xweş bû û pirranîya helbestên Seyda jiber kiribû û xweş dixwend. Di civatê da helbesta wî ya bi navûdeng ku min pêşîyê guhdar kirîye ev e: “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu”. Şêx Mîsbeh hîn jî wê helbestê dixwîne. Ev helbesta wî pirr meşhûr bû û bi rastî Seyda jî bi dil û can dixwend. Di şîn û şahîyên gundên deşta Silîva, Bismil û Batmanê da Seyda û feqîyên xwe bi hev ra dihatin û helbestên Seyda bi Kurdî dihatin xwendin. Bi vî awayî propaganda kurdîtî û neteweyî dikir.” Helbestên Seyda, bi xwendin û dengê xweş ê Mele Cafer di kasetan da jî hatibûn qeydkirin. bi dizî dihatin firotin û belavkirin.
Hevjîna wî Têlî Xanim dibêje: “Dema Seyda ji min ra şi’rên xwe dixwend pirr kêfa min dihat, min digo qey li ser min dibêje. Rokî min jê ra got nuha tu van şi’îra li ser min dibêjî? Ji min ra got: Na welle, li ser Kurdistanê dibêjim. Min ji wî ra got: Tu ji min pirr hez dikî yan ji Kurdistanê? Go: Wey tu çawa tiştê weha dibêjî weylo, weylo, weylo. Hemû qîz û jinên Kurda tev qurbana Kurdistanê bin.”
Hevalê wî yê heftê salan Mele Arif dibêje: “Ew şaîrekî pirr baş bû. Wî bi fikir û şi’îrên xwe wek rojê ronî dida milletê Kurd. Bi şi’îrên wî dehezaran însanê Kurd pê hişyar bûne. Wî çiqas şi’îrekî binivîsanda dema dihat Dîyarbekir digot, min şi’îrekî nû nivîsandîye, ji me ra dixwend. Pirranîya şi’îrên wî ji bo hişyarkirina milletê Kurd bû.”
Mele Îmadeddîn di destpêka salên 1950yan da Derwêşê Sado nas dike. Derwêşê Sado dibêje: “Dema em ji Binxetê zivirîn di sala 1952yan da, ez li bakûrê Kurdistanê bi çirayê li kurdperweran digerîyam, cara yekem rastî Seydayê Mele Îmadeddîn hatim. Piştra min şopa kurdperwerên bakûrê Kurdistanê bi wasîteya wî dît. Herweha têkilîya wî bi Seîd Elçî ra jî çêdibe. Nasîna wî û Seîd Elçî, digîje salên dema “Doza 49an” yanî sala 1958an. Di sala 1958an da vegera Barzanî û hevalên wî ji Yekîtîya Sovyetê ve ji bo başûrê Kurdistanê, bandor û dengvedanekê girîng li ser çar alîyên Kurdistanê dike. Di heman demê da çêbûna Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê û hatina belavokên wê ji bo bakûrê Kurdistanê, tesîrek girîng li ser çêbûn û geşbûna fikra wî ya neteweyî dike. Mele Arifê heval û hevrêyê wî dibêje: “Min di sala 1952yan da li gundê Yuwacixê (Îwacixê) bi feqîtî Mele Îmadeddîn nas kir. Wî û kirîvê min ê Mele Hisamedîn bi hev ra dixwend. Mele Mistefayê Elbetî, ji Sûrîyê hatîbû û Dîwana Cîgerxwîn bi xwe ra anîbû. Ew şi’îrên Cîgerxwîn li ser me feqîyan şoqek çêkirin, em bi xwendina wan bi xwe hesîyan. Piştî wî, di salên 1957-1958an da belavokên Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê ji me ra dihatin. Bi wan belavokan em şîyar bûn.”
Di 11ê Temûza sala 1965an da Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT) bi serokatîya Seîd Elçî li bajarê Dîyarbekirê tête damezrandin. Damezrênerên partîyê ev pênc kes bûn: Seîd Elçî, Şakir Epozdemir, Şerafeddîn Elçî, Derwêş Akgul (Sado) û Omer Tûrhan. Ji damezrênerên PDKTyê Derwêşê Sado, ji berê ve heval û hemşerîyê Mele Îmadeddîn bû. Demekê kin ji avakirina partîyê şûn ve, li ser teklîfa Derwêşê Sado, ew bûye endamê PDKT û avakarê teşkîlata partî li bajarê Batmanê. Wî tevî pênc hevalên xwe ra; Mistefa Ramanlî, Mihemed Sidîqê Camcî, Şerîf (kurdekî Binxetê), Mele Seîdê Xincikî û Ehmed Eren lijneya herêma Batmanê pêk anîne. Ji wê demê şûn ve, êdî Seyda şaîrekî sîyasetvan e. Wî li ser gelek bûyerên sîyasî û netewî yên têkoşîna rizgarîya neteweyî şi’îr nivîsandine. Piştî ku dikeve nav xebata rêxistinî û sîyasî, êdî ew bi kar û barê rêxistinî û bûyerên sîyasî ve jî mijûl dibe. Têlî Xanima hevjîna wî dibêje: “Ew gelek caran bi şev ranediket, heya şefeqa sibê du caran dohn dixist lambeyê û ew dohn diqedîya. Ew qasî ku bi mêvanan ra xeber dida, derê me daîm ji mêvanan ra vekirî bû.”
Ew wekî endam û alîgirên PDKTyê, bi awayekî aktîf beşdarî di mitîngên 1967an da kirîye. Herweha li herêma Batmanê, ew, yek ji wan kesên pêşî ye ku di salên 1967an da bi tevî hevalên xwe Newroz pîroz kirine. Têlî Xanima hevjîna wî dibêje: “Mele Îmadeddîn wextê Newrozê feqî didan hevdu, şi’îr çêdikirin û diçûne serê gazê û di bin darên behîvan, bi feqîyan ra agirê Şemal dadidan, qesîde dixwendin û govend digerandin. Gundê Mîrzebegan û Sergewran jî bona Newrozê agir vêdixistin, dinya alem pê dihesandin. Me digo ka Newroz çî ye, agirê Şemal çî ye? Li dora wî agirî şi’îr dixwendin. Dengê wan xweş bû, pirr xweş dikirin.”
Ji ber xebata rêxistinî û propaganda kurdayetîyê, roja ku darbeya leşkerî ya 12 Adara 1971an çê dibe, wê şevê cendirme davêjin ser mala wî û wî digrin. Pêşîyê wî dibin Bismilê û ji wir jî dibin Dîyarbekirê. Dema ku wî derdixin îfadeyê, qumandarê cendirmeyên Bismilê li ser wî îfade dide û dibêje: “Albayê min Derwêşê Sado heye, ew mehkûm e, diçe ba Barzanî û hewadîsan tîne, ev jî wan hewadîsan li gunda belav dike, ev Kurdîtîyê ewî xiste qeza me ya Bismilê.” Piştî berdanê, ew ji ber gefxwarina polîs û cendirmeya demekê xwe ji malê dide alî û derbasê Binê Xetê dibe, li wê derê li ser gotina Derwêşê Sado cardin vedigere Batmanê. Piştî vegerê ew li Batmanê qezeyekî bi guman derbas dike,
Di civîneka veşartî ya li herêma Weysil Qeran da, biryar didin ku bi tevî heyetekê PDKTyê serdana başûrê Kurdistanê bikin û biçin zîyareta Serok Mistefa Barzanî. Di wê heyetê da, tevî sê hevalên xwe Seydayê Gurdilî jî hebû. Ew pêşîyê diçin ber bihûra herêma Xabûrê û dûra derbasê Zaxoyê dibin. Ew çar endamên PDKTyê; Derwêşê Sado, Mele Îmadeddîn, Hesenê Hiso û Mele Arif piştî ku derbasî başûrê Kurdistanê dibin, di roja 05/11/1972yan da digihîjin Dilmanê ji bo serdana Serok Mistefa Barzanî. Seatek û panzdeh deqe bi wî û cemaeta pêra hevdîtin kirine.
Wî nezîkê 20 salan li gundê Aquba ya bi Bismilê ve girêdayî meletî kirîye. Gundê Aqûba dikeve devera nêzî çemê Batmanê. Meletîya gundan jê ra zahmet dihat û mêzêna nav gundîyan jê ra astengî çêdikirin. Dema Şerafeddîn Elçî bû wezîrê bayindirlixê, di sala 1979an de bi wesîteya wî li Dîyarbekirê di daîreya Bayindirlixê da dest bi kar kirîye û heta xanenişîn bûye, li wê derê xebitîye. Seydayê Mele Îmadedîn ulema, muderîs, helbestvan û sîyasetmedarekî hêja bû, kurdperwer û dilsozê doza neteweyî û aşiqê Kurdistanê bû.
Ew heta dawîya jîyana xwe bi rêxistin bû, sala 1992yê jî bûbû damezrênerê PDK-Bakur. Di meha Temûza sala 2017an da bi tevî ku emrê wî li ser heştê salan bû, bi kelecoşa ciwanekî tevlî kampanya serxwebûna başûrê Kurdistanê bû û li meydanê ji xelkê îmze berhev dikir.
Seydayê Gurdilî di roja 02.12.2020 de li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji ber Coronayê canê xwe ji dest da.
Berhemên Seydayê Gurdilî
- Dîwan-Banga Yekîtî Bo Azadî, Amadekar: Abdulhakim Gunaydin, Weşanên Nûbihar, 2012
-Kurtejîyana Min, Weşanên Peywend, 2020
Nîşe: Ev nivîs kurtaya nivîsa Seîd Veroj e, ji bo temamê gotarê hûn dikarin li vê lînkê binerin:
http://www.rupelanu.com/helbestvane-kurd-seydaye-gurdili-mele-imadeddin-975yy.htm
Nivîsén tékildar