Nivîskar: Jiyar Cîhanferd
Romanûs, çîroknûs, wergêr, cerebenûs Bawer Rûken, di sala 1985’an de li gundê Hacîlera Hewaga Ruhayê ji dayik bûye. Zankoya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê ya bi tez xwend û kuta kir. Di temenekî pir ciwan de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir. Cerebeyên wî yên wêjeyî di navbera salên 2009 û 2011an de di rojnemaya Azadiya Welat de hatin çapkirin; çîrokên wî yên pêşîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî, hat çapkirin. Di navbera salên 2011 û 2012an li Ruhayê di Radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya Kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di navbera kesên ku kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê derxistin de cih girt.
Di çîrok û romanên xwe de ligel ku bandora derûnî ya şikestinên salên 90î xuya dike jî, bi rêya karekterên xwe, tenêtîya wan, dûrketina wan a ji civatê jî tê de cih digirin. Di metnên xwe de şikestinên zemên, derfetên romana nû ya cerebînî, derfetên romana modern û postmodern jî bi teknîkên nû bi kar tîne. Di pirtûka xwe ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî de bi taybetî li ser bûhranên nifşê nû, di romana xwe ya yekemîn, Qalik de jî ku bi hostetî hatîye honandin, li ser karakterên dercivatî sekinîye.
Rûken herwiha li ser roman û çîroka Kurdî ya nûjen li Başûr û Bakurê Kurdistanê tevlî panel, civîn û konferansan jî bûye. Çîrokên wî li zimanên din hatine wergerandin.
Di sala 2010’an de, di Pêşbaziya Çîrokan a Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê “Neftelîn” xelata yekemînîyê wergirt.
Berhemên Bawer Rûken:
Dojeha Veşartî, çîrok, Weşanxaneya Avestayê, Stenbol, 2011
Qalik, roman, Weşanxaneya Avestayê, Stenbol, 2014
Herimî, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2017
Pirtûka Tenêtîyê, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2019
Di Tarîyê De, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2021
Keleha Dûr, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2023
Wergerên Bawer Rûken Ji Zimanê Farisî Ên Hîn Çapnebûyî
Sê Dilop Xwîn ( çîrok/ Sadiq Hîdayet)
Zindî Di Gorê De (çîrok/ Sadiq Hîdayet)
Midûrê Dibistanê ( roman/ Celal El-Ehmed)
Dije Dej - دژە دەژ--Antolojîya Çîrokên Kurdî
https://nl-nl.facebook.com/RadioRudaw/videos/bawer-r%C3%BBken-jiyan-%C3%BB-berhem/3966690216781016/
https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/19082023
Nivîsén tékildar