logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî

Nivîskar: Occo Mahabad

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya Dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin. Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendîye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye.

Secereya Terîqeta Neqşebendîyê bi Yûsuf Hemedânî (1048-1140) ve tê destpêkirin lê tê bawerkirin ku ji aliyê Şêx Muhemed Bahaudîn (m.1389) ve hatiye avakirin û binavkirin.

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî jî wekî xoceyê xwe Şêx Fethullahê Werqanisî di riya tesewifê de hewl daye, bi ilm û îrfaneke terîqî, xelîfetîya Neqşebendîtîyê wergirtîye, bi vî awayî gihîştîye merheleya şêxî. Tê zanîn ku Şêx Fethullahê Werqanisî ji bo belavkirin û fêmkirina bawerîya terîqeta Neqşebendîyê gund bi gund mal bi mal geriyaye, peywira xwe ya olî û ilmî bi dildarî bi cih anîye.

Em dîroka mirina Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî bi qethî nizanin lê mirina xoceyê wî Şêx Fethullahê Werqanisî 1899 e. Lewma tê texmînkirin ku mirina wî li dora destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê Neqşebendî û tesewifî di navenda Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dide û li wir tê veşartin.

Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî xwedî dîwanekê ye. Di dîwana wî de helbestên wî yên Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî hene. Bêhtirîn helbestên wî medhiyeyên tesewifî ne. Ya herî balkêş di dîwana wî de bi hemû herfên elîfbêya Erebî helbest hatine nivîsandin.

Şêx Ebdulezîz di nav helbestvanên Bedlîsî yên dawîya Osmanîyan de helbestvanekî Neqşebendî û girîng e.

 

ÇAVKANÎ:

- Hemdî Ebdulmecîd Selefî, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mu’cemu’ş-Şu’erai’l-Kurd, Spirêz
- A. Adak, Helbestvanên Klasîk ji Perspektîfa Heremî
- Cevdet Karaman, Alimê Amil Şêx Fethullahê Warqanisî
- Ekrem Sagiroglu, Şah-ı Nakşibend: Muhammed Bahaeddin Buhari: Hayatı, Sozleri, Halifeleri(Muhammed Bahaeddin Buharî:Jiyan, gotin û Xelîfeyên wî), Yasin Yayınevi(Weşanxaneya Yasîn); 2015
– Mustafa Kara, Tasavvuf ve Tarikatler Tarihi(Dîroka Tesewif û Terîqetan), Dergah Yayınları(Weşanên Dergah), İstanbul

 

 

Lînka ku gotar jê hatîye girtin:

https://candname.com/helbestvaneki-neqsebendi-sex-ebdulezize-Bedlisi/

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Occo Mahabad

Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Di sala 1977an de li Wanê hatiye dinê. Piştî Zanîngeha Stembolê diqedîne dest bi nivîsandinê dike. Di kovarên wekî Çirûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, di çend malperan de nivîskarî kiriyê û hîn jî dike. Pirtûka wî ya yekem Helbestên Dînik e. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine, pir filmên biyanî wergerî Kurdî kiriye.


Menaf Osman

Menaf Osman, di sala 1965an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li wir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Şamê, Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de li Tirkiyeyê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar/Manîsa (T-Tipi Kapalı C. Evi-C/20 Akhisar/Manisa) de ye. Ji Frensî û Erebî wergerên wî hene, 7 roman û 2 kitêbê wî yê çîrokan hatine çapkirin; bi tevayî 13 berhemên wı hene.


Zeynelabidîn Zinar

Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê Kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên Erebî çêbûye, di sala 1985an de li Swêdê bi awayekî birêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasîkên Kurmancî kiriye û lêkolîn li ser folklora Kurdî kiriye. Di heman demê de Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînarê ye. Herwiha, ji gelek kesan qeset kom kirine û çîrok, stranên di nav van qesetan de jî deşîfre kirine. Ev hemû bi navê Xwençe di 10 cild kitêb de weşandine.


Şêx Fethullah Werqanisî

Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye.