logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Lêkolîner Nivîskar Helbestvan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Enwer Karahan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Enwer Karahan nivîskarekî Kurd e. Di sala 1964an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatîye dinyayê, Heta bi lîseyê li Dêrikê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir veneqetîyaye. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û heya niha li Swêdê dijî. Li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe peyde dike. Pêşî di siyasete de aktîf e, dûra dev ji siyasete berdide û giranîyê dide nivîskarîyê. Ew bi taybetî çîrokan dinivîse. Ji bilî çîrokan maqale, nivîsên edebî "ceribandin" û romanan dinivîse. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de hatine belavkirin.

 

Berhemên Enwer Karahan:

- Şevbihêrkên Şevên Xalî, kurtenovel, Weşanên DOZ, 2001

- Duaya Êvarê, kurtenovel, Weşanên Elma, 2003

- Xanima Kozê, kurtenovel, Weşanên Elma, 2005

- Çû, ceribandin, Weşanên DOZ, 2006

- Du Dilop, kurtenovel, Weşanên DOZ, 2008

- Şapînoz, roman, Weşanên Avesta, 2010

- Mêlav, vegotin, Weşanên Ronahî, 2013

- Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî, roman, Weşanên APEC, 2013

- Lorînên Şevê, kuliyata helbestan, Weşanên APEC, 2016

- Şapat, kurtenovel, Weşanên Avesta, 2019

- Silûk, roman, Weşanên Avesta, 2021

 

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://www.youtube.com/watch?v=VdRLcN8YqQQ

https://www.avestakitap.com/enwer-karahan#

https://www.youtube.com/watch?v=U7nCrTbL0aw

https://ku.wikipedia.org/wiki/Enwer_Karahan

Nivîsén tékildar

Îsmaîl Heqî Şaweys

Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike...


Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...