logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Sayîme Xakpûr

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne.

Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.

Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Koranê”, di festîvala bajarê Laheya Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021ê wergirtiye. Kurteçîroka Sayîme Xakpûrê li ser bûyera 5 kolberên Kurd hatîye nivîsandin ku berî bi salekê di navbera sînorên bakur û rojhilatê Kurdistanê de, di bin aşûtê de canê xwe ji dest dabûn. 

Berhemên Sayîme Xakpûr

-99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Ûrmiyê wergirtîye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020
-Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020
-Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan, 2020
-Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran, 2022
-Îran Xanim, Hawarek ji Ûrmiyeyê, Stenbol, Nûbihar, 2023


ÇAVKANİ

https://www.nubihar.com/detail/11647-iran-xanim-hawarek-ji-urmiyeye

https://diyarname.com/news.php?Idx=52465

https://hi-in.facebook.com/Dengbeji.Jiyane/videos/p%C3%AA%C5%9Fke%C5%9F-kirina-xelata-fest%C3%AEvala-c%C3%AEhan%C3%AE-ji-bo-kurte-%C3%A7%C3%AEroka-q%C4%9Br%C3%AEna-dil%C4%9B-ev%C3%AEndar%C3%AAn-k/281464120709101/?__so__=permalink&__rv__=related_videos

https://www.facebook.com/Dengbeji.Jiyane/videos/hem%C3%AEd-urm%C3%AEye-q%C3%AAr%C3%AEna-dil%C3%AA-ev%C3%AEndar%C3%AAn-koran%C3%AA/814594786104334/

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt


Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber...