Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Seîd Dêreşî, sala 1955an li gundê Dêreşê yê qezaya Amêdiyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despêkê, Qur’an û Nûbihara Ehmedê Xanî û çend kitêbên din li nik melan xwendine. Paşî sala 1968an dest bi mekteba resmî ya bi navê (Me‘hedu’l-Îslamî) kiriye.
Sala 1976an mekteba xwe bi dawî înaye. Sala 1982yan Koleja Şerî‘etê û Vekolînên Îslamî ya bi ser Zanîngeha Mustensiriyê ve, li Bexda bi dawî înaye.
Seîd Dêreşî
Sala 1986ê, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Îraqê. Sala 1991ê, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Sala 1991ê, piştî serhildana Başûr, rojnameyek bi navê Botan li bajarê Dihokê derxistîye û sernivîserê wê bûye.
Ji sala 1995an heta niha li Almanya dijî. Sala 2013an, vegerîyaye Başûrê Kurdistanê û dest bi weşana kovareka dîrokî ya bi navê Dîrok kirîye û 24 jimar jê derxistine. Di sala 2019an de weşana wê bi dawî bûye.
Heta niha li ser twîjandina hin kitêb û dîwanên şa‘irên klasîk kar kiriye. Her wiha kitêb û vekolîn li ser dîroka Kurdan ya civakî û siyasî nivîsîne.
Hin ji berhemên Seîd Dêreşî ev in:
https://candname.com/serefname-tewarixe-qedime-kurdistan/
https://www.youtube.com/watch?v=GfKKH3LB9AE
Nivîsén tékildar