logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mehmet Zahir Ertekîn

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekîn

Nivîskar, mamoste Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekîn, sala 1976an li gundê Birkê ê bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye ku li ser girekî nola çîyayekî ye, hatîye dinyayê. Ev gund nêzî heftê kîlometreyî dûrî Amedê ye û di şevên tarî de çirûskên karebaya bajarê Amedê ji vî gundî xuya dibe. Kurê melayekî ye û di nava heyşt bira û xwişkekê de di rêza sêyem de ye. Roj û meha ku hatîye dinyayê nayê bîra dêya wî jî. Li gundê xwe dibistana seretayî xwendîye û paşê li Şemrexê dibistana navîn qedandîye.

Lîse li Amedê, li îmamxetîbê (dibistana xwendina olî ye ku melayan digihîne.) de xwendiye. Li Wanê lîsans û master, li Erziromê jî doktoraya xwe qedandiye. Bi salan li Wanê mamostetî kirîye. Piştî doktorayê bi awayekî fermî derbasî beşa Kurdî a Zanîngeha Çewlikê bûye. Hê jî li wê derê wanebêjîya Kurdî dike. Wî jî wekî gelek nûserên Kurd, berê bi Tirkî dest bi nivîskarîyê kiriye. Yekem nivîsa wî di rojnameyeke Tirkî de, di sala 1994an de çap bûye. Wê çaxê sala dawî a lîseyê dixwend.

 

 

Di sala 2000î de li Wanê Kovara Şamram dest bi weşanê kir ku yek ji damezrênerê wê bû. Ev kovar heyşt hejmaran derçû. Di kovara Hazanê de xebitîye ku 52 hejmar weşîyaye. Di lijneya kovara Beyaz Gemiyê(Keştîya Spî) de cî girtîye. Di kovara Yolcu(Rêwî)yê de di quncika hevpeyvînê de kar kiriye û bi gelek kesên navdar re hevpeyvîn pêk anîye û weşandîye. Di van kovarên Tirkî ên ku navên wan borî de gelek çîrok, ceribîn û helbestên wî weşîyane. Ji bilî van kovaran di kovarên Yağmur, Yitik Düşler, Kuşluk Vakti, Abbara, Tarşa Edebiyatê de gotar, helbest û çîrokên wî weşîyane. Yekem pirtûka wî jî ceribîn (Son Kapı, 2010) e û bi Tirkî weşîyaye. Du salan bê navber di rojnameya hefteyî Bölgeyê de ceribîn nivîsîne. Piştî vê rojnameyê di rojnameya Şehrîvanê de jî çend mehan qurciknivîsarî berdewam kiriye. Di sala 2009’an de Kovara Nûpelda çap kir. Bi hin hevalên xwe re hê jî kar û barên Nûpeldayê berdewam dike ku heta niha 23 hejmar derçûye. Di Nûpelda, Wêje û Rexne, Nûbihar, Wenda û Heftrengê de nivîsên wî weşîyane. Di sala 2015’an de berhema wî a bi navê Qelem Ey! –ku ji cerîbînan pêk tê- di Weşanxaneya Lorya de derçûye. Di sala 2016’an de berhema wî a bi navê Nêrgiza Lam û Elîfê di Weşanxaneya Lîsê derçûye.

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://www.lisyayinevi.com/m-zahir-ertekin

https://akademik.yok.gov.tr/AkademikArama/view/viewAuthor.jsp

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir