logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mîrza Metîn

Nivîskar: Mîrza Metîn

Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî. Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoxlûyê wî Şermola Performans (ya navê xwe yê berê Destar Theater) damezirand, Niha jî şirîk û derhênerê hunerî yê Şermola Performansê ye. Kordînatorê Beşa Zimanê Kurdî ya Eurodramê (Tora Ewrûpayê ya Wergera Dramayê) ye. Avakar û editorê kovara Dîalogê ye.

Metîn di warê nivîskarîyê, derhênerîyê û ekterîyê de ji alîyê gelek sazîyan ve hate perrûkirin. Mîrza Metîn, heta niha 17 heb şanoname nivîsîne û 15 ji wan ji alîyê wî bi xwe ve û ji alîyê derhênerên cîyawaz ve hatine bisehnekirin. Hin şanonameyên wî hatine wergerandin bo zaravayê Zazakî û zimanên wek Almanî, Îngilîzî, Fransizî, Macarî û Tirkî. Metîn bi têksta Aç Köpeklerê (Kûçikên Birçî) ve hate vexwendin bo “PEN World Voices Playwright Festival” (2017, New York). Têksta Kûçikên Birçî di bijartina 2017an a Komîteya Tirkî ya Eurodramê de yekemînî bi dest ve anî. Bi têksta Rawestgeharafê ve hate vexwendin bo “Welt/Bühne Festival” (2017, Munîx). Her wiha têksta Rawesgeharaf bo “Goethe Institute Theaterbibliothek” hate hilbijartin û bi edîtorî û weşangerîya “Theater der Zeit”ê ve li Almanyayê bi şêweyê dicîtal hate weşandin. Metîn bi şanonameyên xwe yên wek Serencama Qijikan û Panopticonê ve bû beşdarê Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stembolê. Her wiha, Metîn di 2018an de bû bûrswergirê “Akademie Schloss Solitude, Jean-Jacques Rousseau Fellows 2018”ê û di çarçoveya vê bûrsê de bi navê “Dramatûrcîya Êgir” bendek nivîsî û ev bend di kovara bi navê International Theatre Research de belav bû ku yek ji weşanên Zankoya Cambridgeê ye. Têksta wî ya şanonameyê, Dîsko 5 No'lu, ku 8 salan li ser dikê bû, hate hilbijartin bo “An Anthology of Documentary Drama From Turkey"ê. Di çarçoveya bûrsa Martin Roth Initiativeê de ji bo Fringe Ensembleê (ya li Bonnê) wî şanoname nivisîn.

Mîrza Metîn ev çend sal e li Almanyayê dimîne û li jêr banê Şermola Performansê wekî nivîskar û derhêner di xebatên xwe de berdewam e. Berhemên wî yên bi Kurdî ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve, yên bo zimanê Fransizî wergerandî jî ji alîyê Maison d'Europe et d'Orient ve têne weşandin.

Pirtûkên Mîrza Metîn

- Reşê Şevê (ya bi hevkarîya li gel Berfîn Zenderlîoxlûyê hatî nivîsîn),Weşanên Avesta, Stenbol, 2011

- Lîstikên Tomerî 1, Weşanên Avesta, Stenbol, 2018

- Jêrzemîn/Şanoya li Jêrzemînê, Weşanên Şaredarîya Mezin ya Amedê, 2014

- Gravité û Ziwsichenhaltê, Maison d'Europe et d'Orient, Parîs, 2021


ÇAVKANİ

https://mirzametin.com/

https://www.youtube.com/watch?v=-ZepbKSKGVk

Bi derhêner û nivîskar Mîrza Metîn re li ser şano û hunera Kurdî

https://www.avestakitap.com/mirza-metin

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...