logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mele Nûrûllahê Godîşkî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Ji axa Kurdistanê ye bawer dikim, gelek alim û nivîskar û helbestvan li ser van axan gihîştine. Kurdistan, wek dibistaneke xwezayî, wek medreseke siruştî ye. Hinek jî ji Kurdîtîyê ye ku her tim di nava dilê wan de derd û kul kuta nebûye. Ew reş û spî yên ku ji pênûsa wan diweşin, pêta nav dilê wan ê pir bi kul e. Carinan dibînî wek Mem û Zîn di dilê Ehmedê Xanî de eşq e; carinan dibînî wek dîwana Melayê Cizîrî bi bal Yezdan ve gazî û hawar e. Carinan dibînî wek avê û Feqîyê Teyran, derdê xwe ji hev re dibêjin li deşt û bajaran, carinan jî dibînî wek Mewlûda Melayê Bateyî dilorîne li kom û civatan. Ji wan xweyderd û xemdaran ku kela dilê xwe dirijand yek jî Mele Nûrûllahê Godîşkî ye. Mele Nûrûllahê Godîşkî xwediyê qesîda ‘Hezar Zozan’e ku di medreseyên Kurdistanê de gelek navdar e.

Mele Nûrûllahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ve ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nûrûllahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstîye di sala 1918an li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovanîya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne.

Seyda çend sal dîsa li Xarsê li cem apê xwe yê Feqî Mistefa dimîne. Piştî qedandina xwendina Qur’anê diçe Nokê. Ew jî gundekî nêzîkê Xarsê ye di deşta Mûşê de ye. Kurê apê wî Mele Sidîq kurê Mele Mihyedînê Godîşkî (bi Mele Mihyedînê Kosvarkê jî tê naskirin) mala wî li Nokê bûye. Çend sal Seyda li cem Mele Sidîq dimîne. Piştî zarokatîyek pir zehmet Seyda berê xwe dide Oxîn, gundê Şêx Elauddînê kurê Şêx Fethullahê Werqanisî. Feqîtiya Seyda li Oxîn li cem Şêx Elauddîn dest pê dike. Şêx Elauddîn, bi wesîyeta Mele Ehmed ê bavê Seyda jê re dibe wasî. Di xwedîkirin û xwendinê de bi gotina Seyda ferqa wî û zarokê xwe nekir. Heta da xwendin, îcazeta wî da, ew zewicand û bi meletî verêkire gundan.

Seyda di xwendina medreseyê û tehsîla ilmê de serkeftinek pir baş bi dest dixe. Dibe xwedî Erebî û Farisiyeke pir baş. Destxetek pir xweşik û delal dinivîsîne. Seyda hêj di medreseyê de gava ku feqîtî dikir dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Meyla Seyda bêhtir diçe ser pirtûkên eşq û evînîyê. Nemaze pirtûkên Kurdî. Lewra wek gotina Seyda Kurdî zimanê wî û ajara wî bû. Seyda berhemên xwe jî bêhtir bi zimanê dayîka xwe, bi Kurdî nivîsîye. Seyda hêj ku feqî bû di helbest nivîsandinê de wilo pêşketî bû ku feqîyên hevalê wî jê re digotin ‘Mele Nûrûllahê Şair’. Jixwe hêj jî li hinek deran, Seyda bi navê ‘Mele Nûrûllahê Şair’ navdar e. Seyda gava tehsîla xwe ya medresê qedand û îcazeta xwe stend, êdî ji bo meletîyê derket gundan. Li Bitlîsê li gundê Qerabo, li Tetwan li gundên Şikranis, Kizwak û Xizorkîn, li Xelatê li gundê Kuştîyan bi rûmetî (fexrî) melatîyê dike. Gava dibe melayê fermî wê çaxê diçe Sorpê (Reşadîye). Seyda panzdeh salan li Sorpê dimîne, piştre diçe Kopê (Bilanix) gundê Koxakê û piştî sê salan jî li wir teqawîd dibe. Piştî teqawîdbûnê Seyda diçe Tetwana navçeya Bitlîsê li wir îqamet dike û heta wefata xwe li Tetwanê dimîne. Seyda li kîjan gundî melatîyê dike li wir feqî xwedî dike. Temenê wî di ilmê de û di xwedîkirina feqîyan de bihurî. Seyda di bikaranîna zimanê Kurdî de pir hestewer bû. Daxwazek Seyda jî ew bû ku dîroka Kurdistanê û eşîrên vî welatî binivîsîne, lê belê Xwedê jê re li hev neanî. Seyda di sala 2003an roja yekê meha nîsanê çû ser dilovanîya xwe.

Belê, Seydayê Mele Nûrûllah, hema hema gişt temenê xwe bi nexweşî, bi jan û êş bihurand. Ji zaroktîya xwe heta mirina xwe Seyda her tim di nava derd û kul û êşê de bû. Di gel vê Seyda gelek berhemên xweşik û giring li paş hiştin. Seyda evîndarê pirtûkan bû, evîndarê pênûs û tênûsê bû. Eşqa Seyda pirtûkên wî bûn. Weke her alimî Seyda jî qet meyl neda dinyayê. Di dawîya temenê xwe de ku emrê wî ji 80yan bihurîbû dîsa helbest nivîsandin neşemirandibû.

Berhemên Mele Nûrûllahê Godîşkî

  1. El hemaîl û Fîş-Şemaîl: Kurdî ye, qiseta exlaq û rewiştên Pêxember (s.x.l) dike. Nezm e, ji 5569 malikan pêk hatîye.
  2. El Sebaîk Fîl Menasîk: Kurdî ye, behsa ibadetên Heccê dike. Nesr e.
  3. Camî ul Meanî: Erebî ye, şîroveya eqîda Şêx Ehmedê Xanî ye.
  4. Şerha Beyta Dilo ya Feqîyê Teyran: Ev şerh jî bi Erebî ye, li ser helbesta Feqîyê Teyran a bi navê “Dilo Rabe” hatiye nivîsandin.
  5. Çenta Yetîman: Bi Kurdî ye, Jibo zarokên Kurdan hatîye amadekirin. Li ser ‘eqîde û îbadetan bi Kurdî hatîye nivîsandin. Cîhat Bakirhan li serê teza xwe ya lîsansa bilind amade kiriye.
  6. Kufr ul Kebaîr: Kurdî ye, nezma pirtûka Şêx Fethullahê Werqanisî “El Kufr û wel Kebaîr” e. Derbarê wan peyvên ku ji wan kufr û gunehên mezin çêdibin e.
  7. Şerha Mewluda Kurmancî ya Melayê Bateyî:Bi Erebî ye, şiroveya Mewlûda Bateyî ye ku di nav Kurdan de gelek navdar e.
  8. Şerha Tecwîdê: Erebî ye, şîroveya pirtûka “Hîdayetus Sibyan”e. Derbarê rêzika xwendina Qur’an a Piroz de ye.
  9. El Cewahîru Reşadiyet fî Siretî Nebewî: Bi Kurdî ye, derbarê jiyana Pêxember (s.) de ye. Nezm e, ji 5204 malikan pêk hatîye.
  10. Dîwana Beytan: Helbest û qesîdeyên Kurdî, Erebî û Farisî ye. Bêhtirê ji 285 helbest û qesîde û 75 rubaî ye.

 
 

Nîşe: Ev nivîs kurtaya nivîsa Cîhad Bakirhan ya di lînka jêr de ye.

https://www.nubihar.com/behter/27-yek-ji-alim-u-helbestvane-kurd-mele-Nûrûllahe-godiski

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk


Şêx Fethullah Werqanisî

Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye.


Mela Ehmedê Heyderî

Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawîya Osmanîyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema Komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebîyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatîye dinyayê.