logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Rewşen Bedirxan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan).

Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.

Dema dusalîya wê de malbata wan koçî Stenbolê kiriye. Lê di 1913an de Bedirxaniyên li Stenbolê dîsa têne nefîkirin, Salih Bedirxan jî ji Stenbolê nefî bûye û li bajarê Şamê li taxa Salihîyê bi cîh bûye. Wê demê ji vê taxê re Salihîyet Elekrad dihat gotin. Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendakî bê kar dimîne. Di vê navberê de Şerê Cîhanê yê Yekemîn derdikeve û mercên jiyanê pir dijwar dibin. Ji bêçaretîyê berê xwe dide kar û di sala 1915an de li girtîgeha Keleha Şamê weke gerînendeyê girtîgehê dixebite. Lê piştî ne bi gelekî bi êşa tîfoyê dikeve û 30ê Adara 1915an koça dawî dike. Di wê demê de temenê Rewşenxan negihiştiye şeş salan.

Rewşen Bedirxan li Şamê li dibistana Tereqîyê dest bi xwendina seretayî kiriye û bi zimanê Osmanî xwendîye. Piştî Şerê Cîhanê diqede û Dewleta Osmanî belav dibe, Osmanî ji herêmê vedikişin, şert û merc têne guhertin.  Di dibistanan de perwerdeyî dibin bi Ingilizî, Erebî û Frensî. Rewşen Bedirxan perwerdehîya xwe di “Daru’l-Muellîmat”ê (xwendingeha mamostetîyê) de temam dike. Di gel Kurdî û Tirkî fêrî van hersê zimanan jî dibe û di sala 1925an de li bajarê Urdûnê Kerekê dest bi wezîfeyê dike, dibe mamoste ku wê demê Urdûn û Sûrî yek dewlet bûn. Di sala 1927an de dîsa vedigere Şamê û weke mamosteya Erebî li Layîkê wezîfeyê dike. Di sala 1929an û pê de, li dibistanên Sûrî bi fermî weke mamoste xebitîye. Di sala 1946an de di dibistanê de dibe Mudîre û heta ku di sala 1964an de teqawît dibe karê xwe berdewam dike. Di sala 1947an de di radyoya Sûrî, di bernameya zarokan de jî kar kirîye.

Rewşenxan cara pêşî di sala 1929an de, ji Surî bi navê Omer Malik Hemdî, bi xortekî Ereb re dizewice, lê pêre dom nake, di sala 1931ê de hevdû berdidin. Ji vê zewacê bi navê Useymexan keçeke wan çêdibe. Rewşen Xanim keça xwe li ba xwe mezin kirîye heta ku ew bi Zihêrê Elî Axa Zilfo re zewicandîye.

Cara duduyan di sala 1935an de, bi kurmamê diya xwe Mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Celadet Bedîrxan yê ku di nav Kurdan de pir bi nav û deng e û ji çand û wêjeya Kurdan re gelek xebat kirine, bandoreke baş li ser wê jî kirîye heta ku mîna wergerekê bikaribe di warê zanistî û kirdarî ve gavên baş biavêje. Ji vê zewaca wan bi navê Sinemxan keçek û bi navê Cemşîd kurekî wan çêdibe.

Rewşen Bedirxan di sala 1934an de li Sûrî bûye endama Komeleya Yekîtîya Jinan. Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûrî, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê dibe. Sala 1945an ji komeleyê vediqete. Sala 1957an jî li Yûnanîstanê beşdarî Kongreya li Dijî Koledarîyê dibe. Di gel ku yek ji damezrînerên Beesê Mîşel Aflaq ji bo wê astengîyan derdixe, ranaweste, li ser navê Kurdistanê beşdar dibe û li wir ala Kurdistanê bilind dike.

Piraya jiyana Rewşen Bedirxan bi nivîsandin û alîkarîya hewcedara derbas bûye. Jina Kurd ya ewil e ya ku di kovara Hawarê ya Celadet Bedirxan derdixist de bi tîpên Latînî nivîsîye, demekê edîtorîya kovarê jî kirîye. Di 15.07.1951ê de hevserê wê Celadet Bedirxan wefat dike, Rewşen Bedirxan pir li ber dikeve û demeke dirêj bi ser xwe ve nayê. Di sala 1954an de gurzek ji helbestên helbestvanên Kurd yê wek Cegerxwîn, Osman Sebrî û yên mayî werdigerîne zimanê Erebî û bi navê “Çend Rûpel ji Wêjeya Kurdî” tê çapkirin, wek wefadarî ji bo bîranîna Mîr Celadet Bedirxan. Wê bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Frensî werger kirine, pirtûk weşandine, gelek nivîs û gotarên wê di kovarên Erebî û Kurdî de hatine weşandin. Rewşen Xanim bûye mînak, wek jineke rewşenbîr û pêşketî ya Kurd.

Di sala 1956an de ligel Dr. Nûrî Dêrsimî, Hesen Hişyar, Hesen Heyderî û Osman Efendî li Helebê “Komela Zanist û Alîkarîya Kurd” dadmezirînin. Li ser vexwendina General Mistefa Barzanî, di sala 1971ê de li Kurdistana Başûr beşdarî Kongreya Sêyemîn ya Yekîtîya Jinên Kurdistanê bûye. Hetanî sala 1972yan li Şamê rûniştîye, dûra jîyana wê hemû li bajarê Banyas ya Sûrî derbas bûye.

Rewşen Bedirxan, roja 01.06.1992yan de, li Banyasê çûye rehmetê, wek ku wesîyet kiribû ew guhestine Şamê, li goristana Şêx Xalidê Neqşibendî, li kêleka bapîrê wê Mîr Bedirxan û pismamê wê Mîr Celadet hatîye veşartin.

Berhem û wergerên Rewşen Bedirxan:
- Bîranînên Jinekê, ev pirtûk ji Tirkî wergerandîye Erebî, 1951, li Şamê hatîye çapkirin.
- Evîna Min û Jana Min, ev pirtûk jî ji Tirkî wergerandîye Erebî, 1951ê, li Şamê hatîye çapkirin.
- Sefehat Mîne’l-Edebî’l-Kurdî. (Çend Rûpel Ji Wêjeya Kurdî), gurzek ji helbestên helbestvanên Kurd ji Kurdî wergerandîye Erebî, ev pirtûk di sala 1954an de hatîye çapkirin.

- Bîranînên Mamosteyekî, ev pirtûk jî ji Tirkî wergerandîye Erebî, 1954, li Şamê hatîye çapkirin.

– Nameya Gelê Kurd, helbest, Goran, ji Kurdî wergerandîye Erebî, 1954, Şam

- El-red Ele El-Kosmopolîtiye(Reddiyeya Li Ser Kozmopolîtîzmê), Mahmût Hasan Şinowî, wergera Erebî
- Nameyek Vekirî Ji Mistefa Kemal Paşa re-Celadet Bedirxan, Rewşen Bedirxan ev name-pirtûk ji Tirkî wergerandîye Erebî, 1990, Şam

- Bîranînên Min-Salîh Bedirxan, ji Tirkî wergerandîye Erebî, Şam, 1991

-Giramêra Zimanê Kurdî ya Mîr Celadet û Roger Lescot, ji Frensî wergerî Erebî kirîye û di sala 1990î de li Şamê çap bûye.

– Doza Kurdî, ji Tirkî wergerandiye Erebî, di sala 1990î de li Şamê çap bûye.

- Bîranînên wê yên bi zimanê Erebî nivîsandî hene, lê hîn nehatîye çapkirin.
- Pirtûkeke din ya bi navê Celadet Bedirxan, Kema Erreftuhû (Celadet Bedirxan, Wek Min Ew Naskirî.) ya bi Erebî heye ya nehatîye çapkirin.

 

Di sala 2020an de, di derbarê Rewşen Bedirxan de bi navê “Banyas 1985” bi Tirkî, pirtûkek hate çapkirin ji alîyê Weşanxaneya Avesta ve. Tê de sohbetên Rewşen Bedirxan û Mehmed Ûzûn yê ji 28ê Adarê heya 1ê Nîsana 1985a ya li Banyasê pêk hatibû, yê di derbarê Celadet Alî Bedirxan û bîranînên Rewşen Bedirxan de; 12 nameyên ku Rewşen Bedirxan ji Mehmed Ûzûn re û 2 heb nameyên ji torina xwe Rewşen Medîna re nivîsîye; beşek ji pirtûka bavê wê Mehmed Salih Bedirxan ya bi navê “Di Riya Misir de” cih digre.


ÇAVKANİ

https://rojevakurd.com/sahjina-kurd-rewsen-bedirxan/

http://thehallkurdi.com/rewsen-xanim-bedirxan-1909-1992-nas-bikin/

https://web.archive.org/web/20170122224057/http://www.knnc.net/Kr/ArticleDetail-5906-153#.WIU1AXbP1PY

https://www.avestakitap.com/rewsen-bedirxan#

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Dilşa Yûsûf

Helbestvan, rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di 10ê Hezîrana 1968de li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandiniyê ya Hesekê ye. Niha li welatê Swêd niştecî ye. Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek kovar û rojnaman de hatine weşandin. Wergerê ji sê zimanan dike (Kurdî - Turkî- Erebî). Endama gelek sazî, rêxistin û komaleyan e, yên wekî: Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Swêd, Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd, Navenda PEN a Navnetewî, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê, Sendîka Rojnamevanên Cîhanê, Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber...


Ozlem Belçîm Galîp

Ozlem Belçîm Galîp, li Zanîngeha Oxfordê yekem kes bû ku dersên zimanê Kurdî da destpêkirin. Herwiha bi Abidin Parilti re kitêba bi navê “Kürt Romanı Okuma Kılavuzu” (Rêbera Xwendina Romana Kurdî) amade kir. Wê demê di rojname û kovarên Tirkî de li ser pirtûkê gelek nivîs û şîrove hatin nivîsîn. Galip, niha li heman zanîngehê xebatên xwe yên li ser edebiyat û romana Kurdî û Ermenî didomîne. Herwiha xebat û lêkolînên wê yên li ser jinên Kurd ên penaber jî dewam dikin...


Zera Elî Yûsûpova

Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye. Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.


Fatma Savci

Helbestvan Fatma Savci di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku bi ser Nisêbînê ve ye, hatîye dinyayê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku girêdayî Midyadê ye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di şazdeh salîya xwe de bû aktivîst û tevî têkoşîna azadîya Kurdistanê bû. Di 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hat girtin. Ji bo di dadgehê de parastina doza xwe bi Kurdî kir, cezayê wê girantir bû û panzdeh sal ceze danê.