Îsmaîl Heqî Şaweys
Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike...
Roşan Lezgîn
11 Îlon 2023
Mehmet Zahir Ertekîn
Nivîskar, mamoste Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekîn, sala 1976an li gundê Birkê ê bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye ku li ser girekî nola çîyayekî ye, hatîye dinyayê. Ev gund nêzî heftê kîlometreyî dûrî Amedê ye û di şevên tarî de çirûskên karebaya bajarê Amedê ji vî gundî xuya dibe. Kurê melayekî ye û di nava heyşt bira û xwişkekê de di rêza sêyem de ye. Roj û meha ku hatîye dinyayê nayê bîra dêya wî jî. Li gundê xwe dibistana seretayî xwendîye û paşê li Şemrexê dibistana navîn qedandîye...
Koma Berhevkariyê
31 Tebax 2024
Fexrîya Adsay
Nivîskar û wergêra Kurd Fexrîya Adsay, li Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve di sala 1971ê de hatiye dinyayê. Ji sala 1975an şûn de li Izmîrê mezin bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Îzmîrê xwendiye. Lîsansa xwe li Enqerê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (ODTÜ) di beşa dîrokê de qedandiye. Ji wir çûye Wanê ji bo mamostetiyê û dûra ji Wanê hatîye Amedê. Li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê di beşa sosyolojiyê de li ser Êzîdîyan û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de li ser romana dîrokî ya Kurdî bi navê “Romana Kurdî (Kurmancî) Ya Dîrokî: Bîra Civakî û Nasname” du master temam kirine...
Koma Berhevkariyê
1 Îlon 2024
Ezîzê Gerdenzerî
Ronakbîr, helbestvan, nivîskar, dramanûs û wergêrê Kurd Ezîzê Gerdenzerî(Şalîko Amîryan), 28ê Cotmeha 1945’an li bajarê Tiblîsê (Gurcistanê) di malbeteke Êzȋdȋ yȇ penaber de, hatîye dinyȇ. Di sala 1948’an de malbata wî vedigere Ermenîstanê. Zaroktî û xortanîya nivîskar li gundê Dêrikê (berê Cercerîs), navça Aragasotnê, derbas dibe. Gerdenzerî wiha behsa dema zarokatî û malbata xwe dike: “… Gund gundê çiyayî bû. Tebîet(siruşt) pir sert bû. Lawên gund, lawên çiyayî, pir dilsoz, xwedîxîret, rastgo, welatperwer, dengbêj û çîrokbêj bûn. Ez lawȇ wȇ civakȇ bȗm ku 72 caran rastȋ komkujiyȇ hatibȗ, lȇ zimanȇ xwe, edatȇn xwe, çanda xwe, wek ronahîya herdu çavȇn xwe parastibȗ. Min terbîye û telîmata xwe li wir stend. Ew terbîye û telîmat bû bingeha esasî di emirjîyana min de û mora xwe, tesîra xwe, li ser berhemên min hişt û heta niha dihêle...
Koma Berhevkariyê
2 Îlon 2024
Yaqob Tilermenî
Çîroknûs, romannûs, wergêr û şanonûs Yaqob Tilermenî, di sala 1972yan de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Tilermenî dibistana seretayî, navîn û berhevî li Qoserê xwendîye. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehîyê, Beşa Fizîkê qedandîye. Di Gulana sala 2002yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi mahneya ‘xebatên perwerdekirina Kurdî’ hatîye girtin, mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye û şeş mehan ji kar dûr hatîye xistin. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) di 1ê Îlona 2002yan de li karê xwe vegerîyaye û ji hêla Walîtîya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî bi ser navçeya bi navê Çekerek a bi ser bajarê Yozgatê ve maye. Piştî mamostetîya 15 salan li bajarê Mersinê û bi giştî 22 salên mamostatîyê bi Biryarên Di Hukmên Qanûnê (KHK) de 7ê Sibata 2017an ji karê xwe hatîye derxistin. Ji ber gef û gurên polîsan û şertên neyînî yên jiyanê mecbûr maye ku welatê xwe terk bike û biçe Swîsreyê. Ew ji Îlona 2018an û vir ve ligel hevsera xwe ya helbestkar Dîlber Hêma û keçên xwe Şarezîn û Yezda li bajarê Lozan a Swîsreyê dijîn...
Koma Berhevkariyê
10 Îlon 2024
BÎRA QEDERÊ - roman - PDF
Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîn e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li enîya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestiye binivîse ye. Dest pê kirîye lê piştî demeke kin wefat kirîye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendiye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.
Koma Berhevkariyê
13 Îlon 2024
Mehmed Emîn Bozarslan
Nivîskar, wergêr, lêkolînvan, ferhengsaz Mehmed Emîn Bozarslan, di sala 1935a de, li qeza Diyarbekirê (Amedê) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kirîye, dest bi meletîyê kirîye. Dûra li wê herema ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtîyê kirîye. Ew, ji alî gelekan ve bi navê ‘Muftî’ dihat naskirin. Lê leqabekî wî yê din jî, ‘Muftîyê Qomunîst’ bûye...
Koma Berhevkariyê
15 Îlon 2024
Hurşît Baran Mendeş
Nivîskar Hurşît(Xurşîd) Baran Mendeş di sala 1976an de li Cizîra Botan li navçeya Şirnexê ji dayîk bûye. Perwerdehîya xwe ya seretayî, navîn û amedehîyê li Hezexê xwendîye. Di sala 1996an de neçar maye ku koçî navçeya Ûrla ya girêdayî bajarê Îzmîrê bike. Li wir di rojnameyên “Çağdaş Ûrla” û “Yarimada” de dest bi rojnamegerîyê kirîye û piştre jî di van rojnameyan de qunciknivîsî kirîye...
Hurşît Baran Mendeş
10 Çirîya Pêşî 2024
Leylana Sidîq
Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...
Azad Zal
31 Çirîya Pêşî 2024
Azad Zal
Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan, ji Mala Qolê ye. Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.
Azad Zal
31 Çirîya Pêşî 2024
Mervan Serhildan
Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...
Azad Zal
3 Çirîya Paşî 2024
Mahşeref Mestûre Erdelanî
Mestûre Kurdistanî, anku Mah Şeref Xanima Kurdistanî di sala 1804an de li bajarê Sineyê ji dayik bûye. Dayika wê Melek Nîsa ji malbata wezîrê Sineyê, bavê wê Hesen Beg jî ji malbata Qadirî bû ku herdu malbat jî li Mîrgeha Erdelanê bi serwerî û ronakbîrîya xwe xwedî qedr û qîmet bûn. Mestûre Kurdistanî bi piştgirîya dayik û bavê xwe li parêzgeha Sineyê dest bi xwendinê dike û li gel zimanê Kurdî hînî zimanê Erebî û Farisî jî dibe. Herwiha li gel perwerdehîya zanistî û dînî, perwerdehîya wêjeya Kurdî, Farisî û Erebî jî digire...
Jîn Aryen
24 Çirîya Paşî 2024
Jîn Aryen
Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...
Jîn Aryen
16 Çileya Pêşî 2024
Hêriş Kemal Rêkanî
Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...
Koma Berhevkariyê
24 Çileya Pêşî 2024
Ehmed Mehmûd Xelîl
Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...
Emîn Narozî
31 Çileya Paşî 2025
Nûroj Mûnzûr
Nûroj Mûnzûr (Tezel) di 1988an de li Êlihê hatiye dinyayê. Heya lîseyê li Batmanê xwendîye. Ji sala 2006an heta 2016an li şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) yên Êlih, Cizîr, Şirnex, Şemrex û Bismilê wek hunermend kar kirîye û waneyên rîtimê daye. Sala 2016an, ji aliyê qeyûm ve ji karê xwe yê li Şaredarîya Bismilê hatîye dûrxistin. Piştî salekê ango sala 2017an, li Zanîngeha Munzûrê ya Dêrsimê beşa Kurdîya Kirmanckî qezenc kirîye.
Koma Berhevkariyê
22 Tebax 2025
Mele Îsmet / Îsmet Kiliçaslan
Mele Îsmet di sala 1932yan de li Çorsêna li ser Tetwanê hatîye dinê. Navê bavê wî Hacî Evdirehman û navê diya wî jî Meryem e. Seyda sê bira û du xwuçk bûne. Navê hevjîna Seyda Nîmet e. Çar kur û du keçên Seyda û Nîmetê hene. Kur û keçeke Seyda li Ewropa, kurekî wî li Bursayê, du kur û keçeke wî jî li Îzmîrê dijîn. Seyda ji binemala Qilîçîyan e.
Nesrîn Rojkan(Keça Îsmet Kiliçaslan)
22 Tebax 2025
Cewad Merwanî
Hunermendê Kurd Cewad Merwanî, di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinyê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de Fakûlteya Perwedeyê ji bo mamostetîyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesîya ku bi riya zimanê serdest, siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir wê bê meşandin.
Koma Berhevkariyê
23 Tebax 2025
Dilawerê Zengî
Nivîskarê Kurd Dilawerê Zengî piştî şewata Sînemaya Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatîye dinyayê. Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik û ji êl û eşîra Dumila ye. Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî Mihemedê ‘Emê tevî malbata xwe ji gundê xwe derdikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimire. Lawên wî Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bi cî dibin.
Koma Berhevkarîyê
24 Tebax 2025
Mela Ehmedê Palo
Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...
Roşan Lezgîn
10 Îlon 2025
Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...
Roşan Lezgîn
10 Îlon 2025