logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mehmet Çaglayan

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Mehmet Çaglayan

Mehmet Çaglayan di sala 1923yan de li gundê Ardgunk ya bi ser parêzgeha Mûşê ve hatîye dinyayê. Zarokatîya xwe di medreseya bavê xwe Melle Mistefa Efendi de derbas kirîye. Çaglayanê ku yek ji hiqûqnasên herêmê yê qedirbilind bû, piştî ku demekê li cem bavê xwe xwendina Qur’an, ferheng, rêziman û hevoksazîyê kir, çû Medreseya Norşînê ya Bedlîsê. Li vir li ba şêx Taqîyeddîn û şêx Maşûq ders sitendîye. Piştî neh salan ji perwerdehiya giran a domdar, çûye çar salan leşkerî kirîye.

Piştî vegera ji leşkeriyê dest bi xebatê kirîye da ku çar salên leşkeriyê telafî bike û tiştên ku ji bîr kiribûn nû bike. Di vê heyamê de li cem gelek alimên navdar ên wekî nemir Îbrahîm Efendî, Muhammed Mahfuz Efendî, Yusuf Efendi perwerdehîya xwe domandîye. Di vê navberê de ji bo lêkolînên li ser ilmên fiqh, tefsîr û hedîsê li gelek welatên misilman gerîyaye û beşdarî dersên alimên rêzdar bûye.

Dema ku bavê wî di sala 1949an de koça dawî dike, vedigere medreseya bavê xwe ya li Gundê Xaşxaltaxê û heta sala 1954an li wir ders daye. Paşê dibe muftî û li cihên cuda wezîfê dike û di sala 1979an de ji Niğdeyê teqawît dibe. Dûra li Stenbolê niştecîh bûye. Di kovar û rojnameyan de nivîs û lêkolîne xwe weşandinê. Cihêreng berhemê wî hene.

 

Berhemên Mehmet Çağlayan ê ku hatine weşandin:

- İslam’da Mezhepler(Di Îslamê de Mezheb), Weşanên Kayihan, 2009

- İslam’da Eğitim(Di Îslamê de Perwerdehî), Cihad Kitabevî(Pirtûkxaneya Cîhadê)

- İslamî Harekette Ulema(Di Tevgera Îslamî de Ûlema), Weşanên Şûra, 1991

- Ehli Sünnet ve Akaîdî( Ehlî Sunnet û Eqaîdî), Weşanên Kayihan, 2009

- Fıkıh ve İçtahad (soruşturma), Fiqh û Îctehad (lêkolîn), Weşanên Sor, 1988

- Şark Uleması(Ulemaya Rojhilat), Weşanên Çaglayan

Berhemên Mehmet Çağlayan ê ku nehatine weşandin:

- Şafi Tabakatı(Tabaqatê Şafiî)

- İslam ve Çağdaş Hukuk(Îslam û Hiqûqa Hemdem)

- İslam Hukukunda Sünnetin Yeri(Cihê Sunnetê di Şerîeta Îslamê de)

 

 

ÇAVKANÎ

Lêkolînên Kurdî, Dilazad ART, Zanîngeh, 2013

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Cano Şakir

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li Gundê Til Xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo mûzîk û şanoyê bi rêve diçin heta salên 1997an. Dûra berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe...


Bro Omerî

Nivîskar û helbestvan Operator Dr. Îbrahîm Yildirim ku wek Bro Omerî tê naskirin, 28ê Tebaxa 1942yan li Nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe...


Amed Tîgrîs

Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Amed Tîgrîs, li Licê ya Amedê di sala 1948an ji dayik bûye. Tîgrîs, ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye...