logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Heyder Omer

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Nivîskar û lêkolînvan Heyder Omer, di sala 1952yî de li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye. Li gundê Kotana xwendina seretayî û ya navîn li bajarê Efrîn, navenda herêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, di sala 1970yî de jî lîsê bi dawî dike.

Di sala 1974an de lîsansa wêje û zimanê Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirt, di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê wergirt, di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêjê û zimanê Erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kir.

Di sala 1999an de neçarî koçberîyê dibe, li welatê Elmanya bi cih dibe û karê xwe yê perwerdeyê li dibistanên Elmanî didomîne.

 

Heyder Omer ji sala 1974an de bi wêjeya Kurdî mijûl dibe. Di ber karê xwe re di meydana wêjeya Kurdî de dixebite, ku bû endamê desteya sernivîsa kovara PIRS, ya ku li Sûrîyê derdiket û ya kovara PÊNÛS ya ku li Elmanya derdiket. Her weha dibe serokê desteya kovara PÊL ya ku li Elmanya derdiket. Gelek gotar û lêkolînên rexneya wêjeyê di hersê kovaran û di hin rojname û kovarên din de û di malperên Kurdî de diweşîne.

Heyder Omer ji dema xortanîya xwe de dikeve nav qada xebata siyasî û civakî, sala 1969 li gel hin xortên herêma Ҫiyayê Kurmênc, kulûba Efrîn dadimezirîne. Ev kulûb çar salan li Efrînê gelek karên civakî û hunerî dike, lê sala 1974an bi fermana hukûmeta Sûrî tê girtin.

Heyder Omer, sala 1993yî li gel hinek wêjevan û helbestvanan, festîvala helbesta Kurdî li dar dixe. Ev festîval hîn jî sal bi sal tê lidarxistin. Her wiha endamê komîteya xelata Osman Sebrî ye ku ev xelat ji bo dostên gelê Kurd yê ku ji bo Kurdan xebatên giring kirine tê pêşkêşkirin. Hersê dostên Kurdan Îsmaîl Beşîkçî, Danîel Mîtterand û Dr. Munzir El-Fedil ev xelat wergirtine.

Heyder Omer endamê Komeleya Mamosteyên Kurd e li eyaleta Niedersachsen / Elmanya û endamê Komeleya Perwerde û Zanistan li Elmanya ye. Ji bilî pirtûkên wî yê çapkirî, zêdetirî 7 pirtûkên din li ber destên wî ne û çend projeyên wî yên wêjeyî hene.

Pirtûkên Heyder Omer yên hatine çapkirin:

1-Ehmedê Xanî di Dastana Helbestî ya Mem û Zîn de, rexne, bi zimanê Erebî, 1991

2- Feqîyê Teyran, Jiyan, Helbest û Helbestvanî. rexne, bi zimanê Erebê, 1993

3- Di Tirzûwê de, rexne, bi zimanê Erebî, 1998

4- Piçek Ronahî, Ji Bîranînên Evdilrezzaq Bedirxan, werger ji Kurdî bo Erebî, 2000

5- Cegerxwînê Çîroknivîs, rexne, bi zimanê kurdî, 2003

6- Osman Sebrî, Helbestvan û Nivîsevan, rexne, bi zimanê Kurdî, çapa yekem, li Berlînê, 2004; çapa duwem li Silêmaniyê / Kurdistanê, 2006

7- Ehmedê Xanî, Raman û Huner, rexne, 2007

8- Vedenga Hestan (hunera helbestê), 2014

9- Kurdistan Berî Her Tiştî- pirtûka Dr. Ehmed Xelîl, werger ji Erebî bo Kurdî, 2015, Amed

10- Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî, 2018


ÇAVKANİ

https://candname.com/heyder-omer-folklora-kurdi-stuna-netewa-kurdi-ye/

https://www.youtube.com/watch?v=yGart6ttlbE

Gulistan Awaz, bernameya Vejîna Ramanan, mêvan nivîskar Heyder Omer, 21.05.2022 Almanya

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/040920141

https://www.dengeamerika.com/a/folklokurdi-kurd-dirokakurdi-kurd-/4391122.html

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/26032023

http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/Kurdistan_ber%C3%AE_Her_ti%C5%9Ft%C3%AE_I

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...