logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)

Çîrokên Gelêrî

Wergera Ji Erebî: Menaf Osman

 

DANASÎN

Kitêba “Hezar û Yek Şev”ê, wek ku wergêr Menaf Osman di pêşgotina kitêbê de nivîsîye yek ji kitêbê herî navdar yê dinyayê ye û wergerî gelek zimanan bûye. Cara ewil di serê sedsala 18an de ji aliyê Antoine Galland ve, di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de jî ji aliyê Joseph Charles Mardrus ve wergerên Frensî bûne. Di heman demê de di sedsala 19’an de wergerên İngilîzî, Rûsî, İspanyolî jî hatine kirin û li Ewrûpa tevî belav bûne. Hin wergêr di çîrokan de guhertin kirine, hin jê jî bêyî ku tu guhertina bikin werger kirine. Hîn jî li her derê dinyayê çapê nuh têne derxistin, axilbe ji bo zarokan bi şêweyên cuda cuda têne amadekirin û bi baldarî têne xwendin.

Çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê tevî kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, tîyatro, muzîk û filmê sînemaya. Gelek nivîskarên navdar, sûd ji vê berhemê girtine. Mirov kare bêje, tu berhem di dinyayê de bi qasî Çîrokên Hezar û Yek Şevê tesîr li sin’et, edebiyat, sînema, tîyatro û hwd. nekiriye. Hîn jî navê lehengê wan li deran tê kirin û dibin navê merqeyan, resmê ku wan temsîl dikin li ser gelek cihan û amûran cih digre. Yanî tesîr li hemû aliyê jiyanê kiriye; li jiyana civakî, li zarokan, li polîtîkayê, li edebiyatê, li tiyatroyê, li sînemayê…

Ev berhema bi Erebî ji aliyê kê ve û kengî hatiye nivîsandin ne zelal e, lê xweş tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e, danheva çîrok û destan û efsaneyên vê civatê ne, bi demê re li her herêmekê lêzêdekirin hatine kirin û ji aliyê zanayên mijarê ve fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê kitêba Îraniyan ya bi navê “Hezar Efsane” ye. Berhema Ebu Hasan el Mesudi ya bi navê Muruf el Dehab we Maadin el-Cawahîr ya sedsala 9’an û berhema Muhammed bin İshak en-Nedîm ya bi navê Kîtab-ul Fîhrîst ya sedsala 10’an vêna piştrast dikin. 

Yek ji kanîya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê kultura Kurdan rasterast xwe di çîrokan de dide der. Li gel ku hîn jî hin ji van çîrokan di nav gel de têne gotin û di şevbuhêrkên berê de cihekî girîng digirtin, mixabin wek nivîskî ev kitêb bi tevahî hîn jî bi Kurdî(bi tîpê Latînî) nahetiye çapkirin. Em wek Weşanxaneya Azad, di vê gava ewil de 4 cilda bi hev re di yek kitêbê de diweşînin. Menaf Osman ev kitêb ji Erebî wergerî Kurdî kiriye û tu guhertin tê de nekiriye.

 

Nivîsén tékildar

BÎRA QEDERÊ - roman - PDF

Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîn e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li enîya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestiye binivîse ye. Dest pê kirîye lê piştî demeke kin wefat kirîye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendiye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.


Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4) Wergera Ji Erebî: Menaf Osman Çîrokên Gelêrî


Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan(pirtûk-PDF)-Konê Reş

Navê Pirtûkê: Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan Nivîskar: Konê Reş Weşanxaneya Azad, 2013


PDF
HEZAR Û YEK ŞEV-cild 1,2,3,4.pdf