Mihemed Emînê Heyderî
Mihemed Emînê Heyderî heft salî li ber destê bavê xwe dest bi xwendina Qur’anê kirîye. Ji ber ku li Tirkî medrese hatibûn girtin, yên li deverên nêzîkî sînor ji bo feqetîyê zarokên xwe bi pirayî dişandin Binxetê(aliyê Sûrî). Mihemed Emîn jî xwendina xwe ya medreseyê li gel Şêx Ebdurezaqê Helêla, Şêx Ebduletîfê Dalînî, Şêx Ehmedê Xeznevî û Şêx Eleeddînê Xeznewî yên li Sûrîyê didomîne.
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Sabîr Ebdulahîzad
Hiqûqnas û wergêr Sabîr Ebdulahîzad (Saber Abdollahizad) di sala 1986an de li gundê Dizê a ser bi navçeya Mirgewera Ûrmîyeyê hatîye dinyayê. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li wê navçeyê xwendîye. Sala 2009an li Ûrmîyeyê fakulteya hiqûqê qedandîye. Piştre sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê dest bi xwendina lîsansa bilind a hiqûqa navnetewî dike. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê tê wergirtin û di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêrîya hiqûqê dike.
Sabîr Ebdulahîzad
10 Tîrmeh 2023
Îzedîn Naso
Nivîskar Îzedîn Naso (Izzeldin Nasso) di 15.11.1948an de li gundê Bênê, navçeya Robariya ser bi qezaya Efrînê, Çiyayê Kurmênc / Rojavaya Kurdistanê hatiye dinê.
Di sala 1970yî de li Helebê bawernameya Bakaloriya wergirtîye. Ji bo xwendinê di Çirîya Pêşî(Kewçêr) 1971ê de çûye Berlîna Rojava / Almanya. Xwendina bakaloriyus û mastera xwe ya di warê Teknologîya Kompûter û Îdareya Zaniyarîyan de li Almanya qedandîye.
Îzedîn Naso
15 Tîrmeh 2023
Dilawer Zeraq
Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.
Dilawer Zeraq
16 Tîrmeh 2023
Hesen Silêvanî
Nivîskar, helbestvan Hesen Silêvanî, di sala 1957an de li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo ji dayik bûye. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û Ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha. Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok.
Koma Berhevkariyê
8 Tebax 2023
Xecê Şen
Nivîskar Xecê Şen, di sala 1980an de li gundê Reşîneyê ku li ser Dihêya Sêrtê ye hatîye dinyayê. Di sala 1992yan de ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gundê xwe derdikevin û koçî bajarê Aydinê dibin. Nivîsên wê di kovara W, kovara Destarê Kurdî û rojnameya Azadiya Welat, E-rojname û Rojnameya Star Morning ya Îngîltereyê de hatine weşandin. Sê berhemên wê yên bi navê Hûmîtra, Felsefeya Hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî, Lîlan Be Dil-helbest û Stêrkên Azadîyê hevpeyvîna bi jinên zindanan re pêk anîye.
Xecê Şen
8 Tebax 2023
Rewşen Bedirxan
Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan).
Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.
Koma Berhevkariyê
15 Tebax 2023
Heyder Omer
Nivîskar û lêkolînvan Heyder Omer, di sala 1952yî de li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye. Li gundê Kotana xwendina seretayî û ya navîn li bajarê Efrîn, navenda herêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, di sala 1970yî de jî lîsê bi dawî dike.
Di sala 1974an de lîsansa wêje û zimanê Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirt, di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê wergirt, di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêjê û zimanê Erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kir.
Koma Berhevkariyê
17 Tebax 2023
Mîrza Metîn
Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî.
Mîrza Metîn
22 Tebax 2023
Bawer Rûken
Romanûs, çîroknûs, wergêr, cerebenûs Bawer Rûken, di sala 1985’an de li gundê Hacîlera Hewaga Ruhayê ji dayik bûye. Zankoya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê ya bi tez xwend û kuta kir. Di temenekî pir ciwan de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir. Cerebeyên wî yên wêjeyî di navbera salên 2009 û 2011an de di rojnemaya Azadiya Welat de hatin çapkirin; çîrokên wî yên pêşîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî, hat çapkirin. Di navbera salên 2011 û 2012an li Ruhayê di Radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya Kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di navbera kesên ku kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê derxistin de cih girt.
Jiyar Cîhanferd
24 Tebax 2023
Sayîme Xakpûr
Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê
6 Îlon 2023
Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)
Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir.
Koma Berhevkariyê
14 Îlon 2023
Abdulla Peşêw
Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata Kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertîya helbesta Kurdî dike. Abdulla Peşêw di sala 1946an de li gundê Bêrkotê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik dibe. "Abdulla" navê wî yê rastî û "Peşêw" jî naznavê wî yê hunerî ye. Bavê wî Şêx Mihemedê Umer melayê gundê Bêrkotê bûye û dema Peşêw du salî ye, diçe ber dilovanîya Xwedê. Ji ber vê zaroktîya wî bi dijwarî derbas dibe ku tu carî naxwaze wan rojan bi bîr bîne. Ji ber vê, dema dest bi xwendingeha Xalîdîyeyê dike li Hewlêrê di mala mamê xwe da dimîne. Piştî temamkirina xwendingeha navendî û lîseyê di sala 1969an de bawernameya peymangeha (enstîtu) mamostatîyê ya Hewlêrê bi dest dixe û wek mamosta tê wezîfedarkirin.
Koma Berhevkariyê
23 Îlon 2023
Mele Nûrûllahê Godîşkî
Mele Nûrûllahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ve ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nûrûllahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstîye di sala 1918an li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovanîya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne.
Koma Berhevkariyê
8 Çirîya Pêşî 2023
Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî
Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya Dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin. Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendîye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye.
Occo Mahabad
11 Çirîya Pêşî 2023
Şikrîyê Bedlîsî
Şikrîyê Bedlîsî perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne, di ciwanîya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe li wan bajaran didomîne. Piştre dikeve bin xizmeta Mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrîyê Bedlîsî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye, ew bi muzîkê re jî eleqedar bûye û li tembûrê xistîye. Wekî din di werzîşê mîna siwarîyê, sobayê û tîr avêtinê de jî xurt bûye. Şikrîyê Bedlîsî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsîr û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.
Occo Mahabad
16 Çirîya Pêşî 2023
Zinar Soran
Nivîskarê Kurd Zinar Soran di 2yê Cotmeha 1955an de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatîye dinyayê. Zaroktîya wî di odeya gund û di nav civaka eşîrtîyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civaka Kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û çanda xwe ya Kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne...
Koma Berhevkariyê
18 Çirîya Pêşî 2023
Qedrî Cemîl Paşa
Qedrî Cemîl Paşa(Zinnar Silopî), di sala 1890, li Amedê ji dayik bû. Kurê Fuad Begê Cemîl Paşa ye. Xeynî Fûad Beg 10 kurên Cemîl Paşa yên din jî hebûn. Di nav maleke qalabalix û dewlemend de mezin bû. Zarokatîya xwe li Qonaxa Cemîl Paşa û bi perwerdeyeke têr û tesel derbas kiribû. Bi tevî heval û hemsalên xwe havînan li gundê Enbarê, zivistanê jî li nav Amedê diman. Di zarokatîya xwe de hem fêrî xwendin û nivîsandinê hem jî fêrî suwarîtîyê û leşkerîyê bû. Lê eleqeya wî zêde li ser pêwendîyên komelayetî bû. Apê wî Qasim Begî her çiqas qedexe dikir ku nerin nav odeya mezinan jî, wî tim hewl dida ku here odê û guhdarî li sohbetên mezinan bike...
Ebûbekir ÇELEBÎ
2 Çirîya Paşî 2023
Seîd Dêreşî
Seîd Dêreşî, sala 1955an li gundê Dêreşê yê qezaya Amêdiyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despêkê, Qur’an û Nûbihara Ehmedê Xanî û çend kitêbên din li nik melan xwendine. Paşî sala 1968an dest bi mekteba resmî ya bi navê (Me‘hedu’l-Îslamî) kiriye. Sala 1976an mekteba xwe bi dawî înaye. Sala 1982yan Koleja Şerî‘etê û Vekolînên Îslamî ya bi ser Zanîngeha Mustensiriyê ve, li Bexda bi dawî înaye.
Koma Berhevkariyê
23 Çileya Paşî 2024
Alî Gurdilî
Civaknas û felsefevanê Kurd Alî Gurdilî, di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatîye dinyayê. Piştî ku di sala 1980yan de bi hemû malbata xwe ve koçî bajarê Îzmîrê dike, dikeve Zanîngeha Ege, Beşa Civaknasîyê û piştî çend salan zanîngehê diqedîne. Bi salan e di hinek warên zanistî û felsefî de dixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin...
Koma Berhevkariyê
30 Tebax 2024
Mehmet Çaglayan
Mehmet Çaglayan di sala 1923yan de li gundê Ardgunk ya bi ser parêzgeha Mûşê ve hatîye dinyayê. Zarokatîya xwe di medreseya bavê xwe Melle Mistefa Efendi de derbas kirîye. Çaglayanê ku yek ji hiqûqnasên herêmê yê qedirbilind bû, piştî ku demekê li cem bavê xwe xwendina Qur’an, ferheng, rêziman û hevoksazîyê kir, çû Medreseya Norşînê ya Bedlîsê. Li vir li ba şêx Taqîyeddîn û şêx Maşûq ders sitendîye. Piştî neh salan ji perwerdehiya giran a domdar, çûye çar salan leşkerî kirîye...
Koma Berhevkariyê
30 Tebax 2024