Yekta Ûzûnoglû
Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran
Yekta Ûzûnoglu
17 Tebax 2021
Mehmed Ûzûn
Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate
Eslîxan Yildirim
9 Tîrmeh 2021
Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye
Salihê Kevirbirî
21 Sibat 2021
Mehmet Oncu
Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk
Mehmet Oncu
19 Tebax 2021
Zera Elî Yûsûpova
Zimanzana Kurd a navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê Profesor Zerê Ûsiv (Zara Aliyevna Yûsûpova), sala 1934a li bajarê Tilbîsê di malbeteke Kurdên êzdî da ji dayik bûye. Malbata wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbatên Êzdî ji herema Wanȇ, ji zulma Roma Reș û olperestên fanatîk reviyaye.
Fîlolog û şarezaya diyalektên Kurdî Profesor Zerê Ûsiv ku tevaya jiyana xwe ya zanistî ji bo lêkolînkirina diyalêktên zimanê Kurdî terxan kiribû, li pey xwe zêdetirî 80 berhemên zanistî hiştin.
Eskerê Boyîk
5 Sibat 2022
Mehsûm Dîma
Mehsûm Dîma, di 1ê Avrêla 1993yan de li Nisêbînê hatiye dinyayê. 8 sala li navçeya Kertwênê ya bi ser Nisêbînê ve dibistan xwendiye. Di 2009an de ji ber sedemên siyasî hat girtin û 38 sal ceza lê hat birîn. Li girtîgehên wek Maltepe, Metrîs T1 û 2, Tekîrdag F-2 û li Kandirayê ma. Hîna jî girtî ye, li girtîgeha Bandirmayê dimîne. Ji gelek xebatên wî yên helbest, çîrok û romanan, 4 pirtûkên wî hatine çapkirin.
Koma Berhevkariyê
23 Çileya Paşî 2023
Menaf Osman
Menaf Osman, di sala 1965an de li Hesekê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîse li wir qedandiye. Piştre li Zanîngeha Şamê, Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de li Tirkiyeyê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Niha jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar/Manîsa (T-Tipi Kapalı C. Evi-C/20 Akhisar/Manisa) de ye. Ji Frensî û Erebî wergerên wî hene, 7 roman û 2 kitêbê wî yê çîrokan hatine çapkirin; bi tevayî 13 berhemên wı hene.
Koma Berhevkariyê
23 Çileya Paşî 2023
Zeynelabidîn Zinar
Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê Kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên Erebî çêbûye, di sala 1985an de li Swêdê bi awayekî birêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasîkên Kurmancî kiriye û lêkolîn li ser folklora Kurdî kiriye. Di heman demê de Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînarê ye. Herwiha, ji gelek kesan qeset kom kirine û çîrok, stranên di nav van qesetan de jî deşîfre kirine. Ev hemû bi navê Xwençe di 10 cild kitêb de weşandine.
Koma Berhevkariyê
24 Çileya Paşî 2023
Şêx Fethullah Werqanisî
Şêx Fethullah Werqanisî alim û nivîskarekî Kurd e. Di 1847an de li Werqanisê hatiye dinyayê û di 1900î de li Bidlîsê, di ‘emrekî gênc de çûye ber dilovanîya Xwedê. Şêx Fethullah Werqanisî weke hemû zarokên malbatên oldar, pêşî dest bi xwendina olî kiriye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye, li ba Mele Evdirehmanê kurê Mele Evdilehê Xelîfê Mewlana Şêx Xalidê Dêrezorî xwendîye.
Occo Mahabad
24 Çileya Paşî 2023
Bextîyar Elî
Helbestvan, romannivîs û ronakbîrê Kurd Bextîyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960î de ji dayik bûye. Li Silêmanîyê xwendina seretayî li dibistana Şêx Selam qedandiye, dûre li dibistana navendî ya Ezmir xwendiye, qonaxa amadeyî jî li dibistana amadeyî ya Helkewt xilas kiriye. Li Zanîngeha Silêmaniyê û pişt re li Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya Zanîngeha Selahedîn di beşê Zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir...
Koma Berhevkariyê
26 Çileya Paşî 2023
Cegerxwîn
Hozanê mezin Cegerxwîn, helbestvanê Kurd yê herî mezin yê sedsala 20an tê qebûlkirin. Hîn jî dema behsa helbestvanê Kurd tê kirin, yek ji navê ku herî zêde tê bîra mirovan Cegerxwîn e. Bi nivîsê xwe di warê edebîyat, ziman û çanda Kurdî de xizmeteke gelek mezin kirîye, li ser mijarên cûr be cûr nivîsîye. Di nivîs û helbestê wî de welatparêzî, şoreşgerî, qedirdayîna zanîn û pêşketinê, wekhevîyê hene.
Berhevkar: Eslîxan Yildirim
26 Çileya Paşî 2023
Deham Ebdulfettah
Nivîskar û rêzimanzan Deham Ebdulfettah, di sala 1942'yan de li gundê Billê ya bi ser bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûdê û Hisîça qedandiye. Derçûyê Zanîngeha Helebê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî ye. Nêzî 25 salan wekî mamosteyê ziman û wêjeya Erebî kar kiriye. Dûra destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe daye kar û barên zimanê Kurdî...
Koma Berhevkariyê
27 Çileya Paşî 2023
Nasir Kemaloglu
Nasir Kemaloglu, di sala 1960an de li Tatosa Erziromê hatiye dine. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navendî jî li Tatosê xwendiye. 1988an de li Amedê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji Beşa Zimanê Frensî mezûn bûye. Di qada zimanê Kurdî (taybetî zaravayê Kurmancî) de gellek xebat û lêkolîn kiriye û her wiha gotar û nivîsên wî yên li ser zimanê Kurdî di çend malper û kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê
27 Çileya Paşî 2023
Prof. Dr. Celîlê Celîl
Prof. Dr. Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê (1944-1954) bi zimanê Ermenkî, xwendiye; di pey re, di navbera 1954-1959 li Zanîngeha Dewletê a Yêrîvanê di Fakulteya Dîrokê de berdewam kiriye. Li zanîngehê, di konfêransên komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda Kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine.
Konê Reş
1 Nîsan 2023
Cenga Mişk û Pisîkan(pirtûk-PDF)-Hûtî Aslan
Navê Pirtûkê: Cenga Mişk û Pisîkan
Nivîskar: Hûtî Aslan
Çîrok
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî(pirtûk-PDF)-Arjen Arî
Navê Pirtûkê: Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî
Nivîskar: Arjen Arî
Helbest
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Serdar Roşan
Nivîskar, wergêr, helbestvan, çîroknivîs Serdar Roşan di sala 1958an de li Licê ji dayik bûye. Li Diyarbekir di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî, Beşa Zanînên Civakî qedandîye. Piştî derbeya eskerî ya 12ê Îlonê ji welêt derketîye û di sala 1982yan de çûye Swêdê. Ji wê salê û vir de li Stokholmê dijî. Him çîrokan û him jî helbestan dinivîse, lê di warê wergerê de pir xebat kirîye.
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Mela Ehmedê Heyderî
Mela Ehmedê Heyderî, edîbê dewreke gelekî zehmet e; dewra dawîya Osmanîyan ku tê de şer û alozî hebû û destpêka serdema Komara Tirkiyeyê ku tê de înkar û qedexe hebû. Helbestvanê muhbet û xurbetê, stêrka veşartî ya edebîyata Kurdî Mela Ehmedê Heyderî di sala 1887an de li nahiyeya Dedeliyê ku niha li ser Patnosê ye û dikevê navbera Patnos û Erdîşê hatîye dinyayê.
Abdurrahman Adak
1 Nîsan 2023
Musadiq Tovî
Lêkolîner, nivîskar, Musadiq Tovî di sala 1955an de li gundê dîrokî yê bi navê Bamernê ji dayîk bûye ku bi ser navçeya Amêdîyê ve ye. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Tovê yê Colemêrgê ne yê li quntara Çiyayê Cîlo ye ku niha wêran bûye, paşnavê xwe jî ji wir girtîye. Şerê ku di sala 1961ê de li başûrê Kurdistan dest pê kir û bi taybetî li Amêdîye û derdora wê giran bû, bandor li malbata wî jî kir û di sala 1963yan de koçî Silêmanîyê kirin.
Koma Berhevkariyê
17 Hezîran 2023
Fatma Savci
Helbestvan Fatma Savci di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku bi ser Nisêbînê ve ye, hatîye dinyayê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku girêdayî Midyadê ye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di şazdeh salîya xwe de bû aktivîst û tevî têkoşîna azadîya Kurdistanê bû. Di 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hat girtin. Ji bo di dadgehê de parastina doza xwe bi Kurdî kir, cezayê wê girantir bû û panzdeh sal ceze danê.
Jîyar Cîhanferd
18 Hezîran 2023
Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan(pirtûk-PDF)-Konê Reş
Navê Pirtûkê: Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan
Nivîskar: Konê Reş
Weşanxaneya Azad, 2013
Koma Berhevkariyê
30 Hezîran 2023