logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Yaqob Tilermenî

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Yaqob Tilermenî

Çîroknûs, romannûs, wergêr û şanonûs Yaqob Tilermenî, di sala 1972yan de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Tilermenî dibistana seretayî, navîn û berhevî li Qoserê xwendîye. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehîyê, Beşa Fizîkê qedandîye. Di Gulana sala 2002yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi mahneya ‘xebatên perwerdekirina Kurdî’ hatîye girtin, mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye û şeş mehan ji kar dûr hatîye xistin. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) di 1ê Îlona 2002yan de li karê xwe vegerîyaye û ji hêla Walîtîya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî bi ser navçeya bi navê Çekerek a bi ser bajarê Yozgatê ve maye. Piştî mamostetîya 15 salan li bajarê Mersinê û bi giştî 22 salên mamostatîyê bi Biryarên Di Hukmên Qanûnê (KHK) de 7ê Sibata 2017an ji karê xwe hatîye derxistin. Ji ber gef û gurên polîsan û şertên neyînî yên jiyanê mecbûr maye ku welatê xwe terk bike û biçe Swîsreyê. Ew ji Îlona 2018an û vir ve ligel hevsera xwe ya helbestkar Dîlber Hêma û keçên xwe Şarezîn û Yezda li bajarê Lozan a Swîsreyê dijîn.

Nivîs û çîrokên Tilermenî ji sala 1995an û vir ve di kovar û rojnameyên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşenname, Ozgur Gundem, Hîwa, Azadîya Welat, Tîroj, Kovara W û malperên bi navê Mehname, Diyarname, Amîdakurd, Amûde de hatine weşandin. Yaqob Tilermenî ji bilî karê nivîsînê edîtorî û redaktorîya gelek pirtûkan kiriye û wergera gelek berheman jî kirîye.

Tilermenî heta niha pênc pirtûkên kurteçîrokan ên bi navên Êşbazî, Bermeqlûb, Ferhenga Sirgûnê, Metamorfoz û Pizdank û pênc romanên bi navên Kitim, Qerebafon, Bavfileh, Sergotina Calvîno û Hêlange û du pirtûkên zarokan ên bi navên Kulîlkên Apê Mûsa û Kermêşa Gerok dane çapkirin. Pirtûkek bi navê Salnameya Çîrokên Kurdî yên 2012-2013-2014an amade kirîye. Şanonameyeke wî ya bi navê Danişîna Zimanekî di sala 2011an de ji hêla pêşbazîya lîstikên şanoyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve şayanî xelata duyemînîyê hatîye dîtin û hatîye çapkirin. Helbestên Şukru Erbaş ji Tirkî ligel Dîlber Hêma bi navê Cam û Kevir, helbestên Hîcrî Îzgoren ji Tirkî ligel Lal Laleş bi navê Bêbaran û desteyeke çîrokên çîroknûs Ozcan Karabûlût ji Tirkî bi navê Rojda, romana Sirri Ayhan bi navê Dansa Berber û şanonameya M. Cevdet Anday bi navê Yên Di Hundir De, şanonameye Eşber Yağmurderelî bi navê Dûvpişk, romana Fatma Kol bi navê Aso ji zimanê Tirkî, romana Agotha Krîstof ji zimanê Frensî wergerandine zimanê Kurdî. Ew hê jî di rojnameya Xwebûnê û kovara Destarê de nivîsên periyodîk dinivîse. Her wiha du şanoname bi zimanê Frensî nivîsandine û pirtûkek li ser peyvzanî û rêzimanîyê bi zimanê Frensî û Kurdî amade kirîye. Çar pirtûkên çîrokan ên pedagojîk ji bo zarokan amade kirine. Di sala 2013an de bi komek hevalên xwe re xebatên fîlmkişandinê meşandin û senaryoya kurtefîlmê Meznûn nivîsand û derhênerîya wê kir. Her wiha bi nivîsandina senaryoyan ew hê jî xebatên xwe yên sînemayê berdewam dike.

 

 

 

 

ÇAVKANÎ

https://www.youtube.com/watch?v=roP36FVyTB4

https://www.lisyayinevi.com/yaqob-tilermeni

https://www.avestakitap.com/yaqob-tilermeni#

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt


Arjen Arî

Welatperwerê dilsoz Arjen Arî, cara pêşî di sala 1979an de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Dema derbeya leşkerî (12 Îlon 1980), helbestê wê demê jî ji dest diçe bêyî ku vegera wan hebe û mîna talan bûye aciz dibe. Piştî derbeya leşkerî helbestên xwe dişand Swêdê, di kovarên weke Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira de dihatin weşandin. Dûra li Tirkiyê jî di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W de û li Herêma Başûrê Kurdistanê di kovarên wekî Peyv, Nûbûn, Karwan de helbest û nivîsên wî hatin belavkirin. Di rojnameyên Azadîya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de qunciknivîsî jî kirîye.