logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Nivîskar
John

Cano Şakir

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li Gundê Til Xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi navçeya Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye diniyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike. Di despêka salên 1990 de, berê xwe dide Şamê paytexta welatê Sûriyê , li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo mûzîk û şanoyê bi rêve diçin heta salên 1997an. Dûra berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe...
Cano Şakir 6 Çirîya Pêşî 2021

John

Bûrhan Sonmez

Nivîskar Bûrhan Sonmez li gundekî biçûk ya naverasta Tirkiyê ji dayik bûye, ew di wê demê de mezin bû ku bi Kurdî diaxivî lê di fermiyetê de Kurdî qedexe bû, piştre li dibistanê fêrî Tirkî bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya 1980 de ji bo xwendina hiqûqê çû Stenbolê. ji ber çalakiyên demokrasîxwaziyê ji zanîngehê hate avêtin û incex heft sal şûnde mezûn bû. Demekê li Stenbolê wek parêzer xebitî. Tevlî Komeleya Mafên Mirovan bû û TAKSAV(Weqfa Çand û Hunerê ya Lêkolînên Civakî) damezrand. Piştî êrîş û birîndarbûna ji aliyê hêzên polis ve, mecbûr ma here derveyî welat û li Igilîstanê bicih bibe. Bi alîkariya Navenda Azadiyê ji Îşkenceyê ya li Londonê dermankirinek demdirêj wergirt...
Bûrhan Sonmez 24 Îlon 2021

John

Felemez Akad

Felemez Akad, di sala 1953yan de li gundê Çalê/Nisêbînê ji dayîk bûyê. Nêzîkî çar salan li zanîngeha Ankarayê, beşa Aboriyê xwendiye, dûra du salan li enstîtuya perwerdeyî a Mêrdînê xwendina xwe dom kiriye...
Felemez Akad 5 Îlon 2021

John

Tahir Baykûşak

Tahir Baykûşak li bajarê Farqînê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li heman bajarî kuta kir. Di sala 2001ê de dest bi Zaningeha Dicleyê kir. Li vê zaningehê fakulteya perwerdeheyî beşa mamostetiya polê xilas kir. Di sala 2014an de li Zaningeha Bilgiyê di beşa dîrokê de master kir. Teza xwe ya masterê li ser Kovara Jînê (1918-1919) û rola çapemeniyê ya di netewesaziyê de nivisand...
Tahir Baykûşak 8 Îlon 2021

John

Medenî Ferho

Medenî Ferho di sala 1947 de li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ku bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û cardin vedigerin ser cih û warên têr gorî, Xwedê ew daye. Dibistana serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandine. Di dema mamostetiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê (TÖS) de cih girt, rêvebiriya karên rêxistiniyê kir. Di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed –Diyarbakirin Sesî(Dengê Diyarbekir) û Mucadele(Tekoşîn) de; li Mêrdinê di rojnameya Mardînîn Sesî(Dengê Mêrdînê), li Midyadê Turan Şehîr de dinîsî. Di salên 1970-1971ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê wek Cumhuriyet, Demokrat, kovar Varlik de hatin weşandin...
Medenî Ferho 10 Îlon 2021

John

Arif Zêrevan

Rojnamevan û nivîskar Arif Zêrevan ji herêma Botan ya bakurê Kurdistanê ye. Li parêzgeha Cizîrê hatiye dinyayê, li cem bavê xwe seyda Şêx Melle Evdirehmanê Gundikî dersên zimanê Erebî û dînî xwendine. Li Zanîngeha Stockholmê fakulteya rojnamevaniyê qedandiye û ji sala 1995ê ve di medyaya Swêdî û Kurdî de kar dike.
Arif Zêrevan 13 Îlon 2021

John

Eyyup Guven

Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî  nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye
Eyyup Guven 21 Sibat 2021

John

Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir
Mehmet Saît Arzû 22 Tebax 2021

John

Ronî Stêrk

Ronî Stêrk ji Qoser a Mêrdînê ji Xursê ye. Zaroktiya wî li Edenê derbas dibe. Ji ber sedemên siyasî neçar dimîne û derdikeve havîbûnê (diyasporayê) û li Almanyayê, li bajarê Bremenê bi cih dibe. Li zanîngeha Carl Von Ossietzkie Universität Oldenburgê ew xwendina xwe (Bachelore û Masterê) diqedîne û dibe zanyarê șêwirmendî û perwerdeyê. Di sala 2014an de dibe mamosteyê fermî li Bremenê û di xwendegeha sereke de waneyên (dersên) zimanê kurdî yê dayikê dide zarokên Kurd
Ronî Stêrk 24 Tebax 2021

John

Feratê Dengizî

Navê wî di nasnameyê de Mehmet Aydin Alokmen e. Di 30ê Kewçêra 1949an de(Di nasnameyê de 2yê Pûşpera 1950 derbas dibe) li gundê Dengiza ya girêdayî Stewrê ya bi ser Mêrdînê ve ji dayik bûye. Di sala 1971ê de dibe mamosteyê matematîkê û demek dirêj li gelek cîhan mamostetiyê dike. Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser Zimanê Kurdî hebû
Feratê Dengizî 29 Tebax 2021

John

Gernas Koçer

R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê
Gernas Koçer 29 Tebax 2021