ARMANC Û RÊBAZÊN AMADEKARIYA ANSIKLOPEDIYA KURDISTAN
Dembaş Xwendevanên Hêja
ev malpera AmadekariyaAnsiklopediya Kurdistan e, wê di derbarê Kurd û Kurdistan de hertişt tê de hebe; dîrok, cografya, çand û huner, wêje... Niha em di destpêka vê xebatê de ne, em hêvî dikin bi demê re bi alîkariya we xal bi xal bê dagirtin û tekûz bibe.Çi kesê ku xwedî xebat û lêkolînan be, dikare di xala pisporiya xwe de ji me re agahiyên xwe binivîse; piştî kontrolkirina ji aliyê komîteyên pêwendîdar ve, heke hat erêkirin em ê li ser navê xebatkarê ku dokuman şandiye xalê di malperê de bicih bikin. Bi mebesta dewlemendkirina xalan bi demê re dibe ku hin lêzêdekirin an guhertin di xalan de bêne kirin.
Wek ku tê zanîn, Kurdistan di nav sînorên çar dewletan de hatiye payêkirin û hîn negihaye azadiya xwe. Loma piraya berhemên di derbarê dîroka Kurdan de ji aliyê serdestan ve ya hatine windakirin, ya hatine bincilkirin û dîrokek çewt ya Kurdan ku li gora berjewendiyê xwe afirandine danîne ber raya giştî û di dibistanên xwe de jî didin xwendin. Di heman demê de çand û dîroka Kurdan dizîne û gelek nirxê wan ji xwe re kirine mal. Heya niha derfet û îmkan rê nedaye xebata ansiklopediyeke berfireh, lê niha bi îmkanên ku teknîk raxistine ber me, em dikarin bi hevkarî vê xebatê bimeşînin. Em li ku derê dinyayê bin bela bibin, em karin xwe bigihînin hev û zanînên xwe bi hev re payê bikin. Dema di malperê de hûn têkevin beşa Têkilî de, hûn dikarin nivîs, sûret û vîdeoyên bi xalên pisporiya xwe ve girêdayî ji me re bişînin.Çi nivîsên ku bê şandin wê bê xwendin û nirxandin, piştî kontrolkirinê heke bi zanistî hatibe amadekirin û ji çavkaniyên di warê ilm de xwedî cihekî qebûlbûyî be, wê di xalê pêwendîdar de werin bicihkirin
Komîteya Edîtoriyê û Birêvebiriya Giştî
17 Tebax 2021
HERDEMCIWANÊ-Çîrokên Gelêrî-pirtûka bi deng
HERDEMCIWANÊ-Çîrokên Gelêrî
Berhevkar: Eslîxan Yildirim
Pirtûka bi deng
Ya dixwîne: Xecê Omerî
Pîyano: Taner Boga
Tonmayster: Omer Îçener
Cihê amadekirinê: Studyo Serkan-Amed-2013
Weşanxaneya Azad
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
MEM Û ZÎN-Ehmedê Xanî-pirtûka bi deng
MEM Û ZÎN
Ehmedê Xanî
Pirtûka bi deng
Yê dixwîne: Mîran Janbar
Derhênerî û muzîk: Mûstafa Gazî
Pîyano: Taner Boga
Tonmayster: Omer Îçener
Cihê amadekirinê: Studyo Serkan-Amed-2013
Weşanxaneya Azad
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Ûsîvê Çelebî
Dengbêj û hunermend Ûsîvê Çelebî, di sala 1922yan de li gundê Cibilgirawê ya bi ser navçeya Nisêbînê ve ji dayîk bûye. Ji ber ku bavê wî jî li tembûrê dixist, hîn 10 salî ye dest bi tembûrê dike. Ûsivê Çelebî esas li ber destê hunermendê navdar ‘Eliyê Silêman lêxistina tembûrê li pêş xistiye. Piştî bûye 15-16 salî, bûye tembûrvanekî hoste. 16 salî mala wan dire Beyrûdê. Li wir di dawet û şahîyan de li tembûrê dixist.
Koma Berhevkariyê
1 Nîsan 2023
Dengbêj Reso
Dengbêj Reso di 1902yan de li Îdirê gundê Kerîmbeyliyê ji dayik bûye. Ji eşîreta Bekirî, ji qebîla Şolika ye. Navê bavê wî Welo, dêya wî Hefsê ye. Bi tevahî şeş xwûşk û bira ne: Ehmed, Mihemed, Reso, Hemîd, Ûsiv, Hezê, Cewahir. Mala bavê Reso pêşiya jidayikbûna Reso ji Rewanê hatine Kerîmbeyliyê. Li Rewanê bi navê Sehatûlî û Varansofka gundê bera wan hebûne. Mala apekî Dengbêj Reso li wir dimîne.
Omer Guneş - Îbrahîm Şahîn
3 Gulan 2023
Dengbêj Huseyno
Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh bûne. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne.
Omer Guneş - Îbrahîm Şahîn
4 Gulan 2023
Dengbêj Mehmûdê Hesê
Mehmûdê Hesê yek ji dengbêjên mezin ên Kurdistanê ye. Weke dengbêjek xwedîyê edebîyateke berfireh, honakîyek xurt, bîreke kûr, temsîlkarê serdema xwe ye. Mehmûdê Hesê kevneşopîya dengbêjîyê di dema dengbêjîya xwe de di asteke bilinde de berdewam dike. Hem di mala xwe de û hem jî di mal û dawetên gundan û herêmên din de dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û dengbêjîya xwe berpêşî gel dike. Li herêm û bajarên wek Mêrdîn, Riha, Amed, Qamîşlo, Hesekê, Dirbesîyê, Serêkanîyê de heta dawîya temenê xwe gelek caran dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û kilaman distirê.
Omer Guneş - Îbrahîm Şahîn
31 Gulan 2023
Fatma Savci
Helbestvan Fatma Savci di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku bi ser Nisêbînê ve ye, hatîye dinyayê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku girêdayî Midyadê ye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di şazdeh salîya xwe de bû aktivîst û tevî têkoşîna azadîya Kurdistanê bû. Di 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hat girtin. Ji bo di dadgehê de parastina doza xwe bi Kurdî kir, cezayê wê girantir bû û panzdeh sal ceze danê.
Jîyar Cîhanferd
18 Hezîran 2023
Sabîr Ebdulahîzad
Hiqûqnas û wergêr Sabîr Ebdulahîzad (Saber Abdollahizad) di sala 1986an de li gundê Dizê a ser bi navçeya Mirgewera Ûrmîyeyê hatîye dinyayê. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li wê navçeyê xwendîye. Sala 2009an li Ûrmîyeyê fakulteya hiqûqê qedandîye. Piştre sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê dest bi xwendina lîsansa bilind a hiqûqa navnetewî dike. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê tê wergirtin û di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêrîya hiqûqê dike.
Sabîr Ebdulahîzad
10 Tîrmeh 2023
Îzedîn Naso
Nivîskar Îzedîn Naso (Izzeldin Nasso) di 15.11.1948an de li gundê Bênê, navçeya Robariya ser bi qezaya Efrînê, Çiyayê Kurmênc / Rojavaya Kurdistanê hatiye dinê.
Di sala 1970yî de li Helebê bawernameya Bakaloriya wergirtîye. Ji bo xwendinê di Çirîya Pêşî(Kewçêr) 1971ê de çûye Berlîna Rojava / Almanya. Xwendina bakaloriyus û mastera xwe ya di warê Teknologîya Kompûter û Îdareya Zaniyarîyan de li Almanya qedandîye.
Îzedîn Naso
15 Tîrmeh 2023
Dilawer Zeraq
Nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq, di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbûye. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê kuta kir. Ji sala 1996an bi vir de ye bi Kurdî çîrok û romanan û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de gotaran dinivîse. Digel ku berhevkarîya biwêjên Kurdî dike, pê re jî, li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse.
Dilawer Zeraq
16 Tîrmeh 2023
Isaac Tûtûmlû Lopez
Ajokarê pêşbirkan yê Kurd Isaac Tûtûmlû Lopez, 5ê Temmûza 1985an li bajarê Barcelona yê Spanyayê ji dayik bûye. Bavê wî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dayika wî jî ji Spanyayê ye. Isaac Tûtûmlû kurê Bayram Tûtûmlû ye yê ku yekem menajerê bi lîsansa FIFAyê yê Tirkiyeyê ye û di futbolê de gelekî bi nav û deng e.
Ajokarê ciwan di gelek pêşbazîyan de şampîyonî û derece bi dest xistine...
Koma Berhevkariyê
8 Tebax 2023
Hesen Silêvanî
Nivîskar, helbestvan Hesen Silêvanî, di sala 1957an de li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo ji dayik bûye. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û Ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha. Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok.
Koma Berhevkariyê
8 Tebax 2023
Rewşen Bedirxan
Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan).
Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.
Koma Berhevkariyê
15 Tebax 2023
Heyder Omer
Nivîskar û lêkolînvan Heyder Omer, di sala 1952yî de li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye. Li gundê Kotana xwendina seretayî û ya navîn li bajarê Efrîn, navenda herêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, di sala 1970yî de jî lîsê bi dawî dike.
Di sala 1974an de lîsansa wêje û zimanê Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirt, di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê wergirt, di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêjê û zimanê Erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kir.
Koma Berhevkariyê
17 Tebax 2023
Mîrza Metîn
Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî.
Mîrza Metîn
22 Tebax 2023
Bawer Rûken
Romanûs, çîroknûs, wergêr, cerebenûs Bawer Rûken, di sala 1985’an de li gundê Hacîlera Hewaga Ruhayê ji dayik bûye. Zankoya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê ya bi tez xwend û kuta kir. Di temenekî pir ciwan de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir. Cerebeyên wî yên wêjeyî di navbera salên 2009 û 2011an de di rojnemaya Azadiya Welat de hatin çapkirin; çîrokên wî yên pêşîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî, hat çapkirin. Di navbera salên 2011 û 2012an li Ruhayê di Radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya Kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di navbera kesên ku kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê derxistin de cih girt.
Jiyar Cîhanferd
24 Tebax 2023
Sayîme Xakpûr
Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê
6 Îlon 2023
Omîd Kurdistanî
Omîd Kurdistanî, di sala 1963yan de li Tehranê/Îran hatîye dinyê. Li Tehranê dibistana Andishe Don Bosco, ku dibistaneke Îtalî bû xwendîye. Dema ku Kordestanî zarokatîya xwe ya li Tehranê radixe ber çavan, metropoleke tijî çand û olên cihê ku bihevre dijîn vedibêje. Diya wî hemşîre, bavê wî endezyar bû. Piştî mirina bavê xwe ya di 1976an de, ketin lêgerîna ku herin dervî welêt. Li Îranê rewş roj bi roj xerabtir dibû û bûyer zêde dibûn. Di sala 1978an de Kordestanî, birayê wî yê biçûk û diya wî, li pey hevalên malbatê çûne Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û li Kalîfornîyayê bi cih bûne. Yanî di xortanîya xwe de derbasî Geliyê Siliconê bû, cihê ku bi teknolojîya xwe bi nav û deng e.
Koma Berhevkariyê
9 Îlon 2023
Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)
Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir.
Koma Berhevkariyê
14 Îlon 2023
Fetane Welîdî
Fetane Welîdî di sala 1914an de li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Sine tê dinyayê. Ew yek ji stranbêja bi nav û deng a Sine û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bavê wê Mohemmed Şerîf Welîdî stranbêjê serşinas yê Sine ye. Fetane hîn di temenê xwe yê biçûk de xwedî hunerek jêhatî ya stran gotinê bû. Ew dema ku hîn diçû dibistana seretayî, di heft salîya xwe de û ji alîyê mamosteyên xwe we tê keşfkirin, gelek caran jî di şahîyên dibistanê de stran û helbestan dixwîne. Ji bo wê jî mamosteyên wê bi malbata wê re dikevin nav danûstandinê û dixwazin ku li ser pêşeroja hunerî ya Fetane nîqaş bikin.
Koma Berhevkariyê
16 Îlon 2023