logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Fatma Savci

Nivîskar: Jîyar Cîhanferd

Helbestvan Fatma Savci di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku bi ser Nisêbînê ve ye, hatîye dinyayê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku girêdayî Midyadê ye. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di şazdeh salîya xwe de bû aktivîst û tevî têkoşîna azadîya Kurdistanê bû. Di 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hat girtin. Ji bo di dadgehê de parastina doza xwe bi Kurdî kir, cezayê wê girantir bû û panzdeh sal ceze danê. Heya cezê wê qedîya, li Tirkiyê û Kurdistanê heşt carî girtîgehên wê guhertin, di dawîya 2003yan de ji zindanê azad bû.

Li girtîgehê wê nivîsandina helbestan domand û bi awayekî veşartî gihand kovar û rojnameyên Kurdî ku li derve dihatin çapkirin. Piştî ji girtîgehê derket pirtûkên wê yên helbest, pexşan û çîrokan hatin çapkirin. Piştî azad bû, wek rojnameger di rojname, kovarên civakî û wêjeyî de xebitî. Ji bo hin kanalên televizyonên Kurdî dokumenterên çandî û civakî çêkirin. Wek endama Enstîtuya Kurdî ya Stembolê dersên Kurdî da zarok û mezinan.

Fatma Savci heman demê wek aktivistekê der barê wêje, ziman, çand û hunera Kurdî ya di binê zilm û çewisandina desthilatdaran de axivî û beşdarî gelek konferens û semîneran bû. Piştî ku dozek li ser wê vebû û ew ji bo helbestên xwe yên ku tê de behsa azadîyê dike hat darizandin, biryar da ji welatê xwe koç bike. Fatma niha li Swêdê dijî, ew li dibistanê wek mamoste kar dike û bi zimanê Kurdî û Swêdî alîkarîya zarokan dike.

Heşt berhemên Fatma Savci hatine çapkirin:

Helbest: Gulên Qasid, Xewnên Zîvîn, Bîra Birînê, Dotmara Lal, Danê Baranê

Pexşan: Şewq û Payiz

Çîrok: Ristika Morîkan

Rojnivîsk: Ber bi Binxetê ve (Rojnivîska Rojava)


ÇAVKANİ

DIJE DEJ- Antolojîya Çîrokên Kurdî, Jîyar Cîhanferd-Anîsa Caferî Mehr, PENa Kurd, 2022

https://www.avestakitap.com/fatma-savci#

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Roza Metîna

Roza Metîna, li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li Jin Tv’yê bernameya Teşiya Wêjeyê pêşkeş dike. Di 2016an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017an de di 25emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt


Arjen Arî

Welatperwerê dilsoz Arjen Arî, cara pêşî di sala 1979an de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Dema derbeya leşkerî (12 Îlon 1980), helbestê wê demê jî ji dest diçe bêyî ku vegera wan hebe û mîna talan bûye aciz dibe. Piştî derbeya leşkerî helbestên xwe dişand Swêdê, di kovarên weke Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira de dihatin weşandin. Dûra li Tirkiyê jî di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W de û li Herêma Başûrê Kurdistanê di kovarên wekî Peyv, Nûbûn, Karwan de helbest û nivîsên wî hatin belavkirin. Di rojnameyên Azadîya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de qunciknivîsî jî kirîye.


Bro Omerî

Nivîskar û helbestvan Operator Dr. Îbrahîm Yildirim ku wek Bro Omerî tê naskirin, 28ê Tebaxa 1942yan li Nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe...