Nivîskar: Koma Berhevkariyê
Hunermendê navnetewî yê Kurd Ahmet Guneştekîn, di sala 1966an de li Batmanê(Êlihê) ji dayik bûye. 5 birayê wî yê jê mezintir û xuheke wî heye. 4-5 salî, yanî hîn neçûbû dibistanê dest bi resmê kirîye. Dema çûye dibistanê jî wêneyên ku çêdikirin bal kişandîye. Di 1973yan de, di sêyemîn sinifa dibistana seretayî de xelata xwe ya pêşîn stendîye. 1981ê de pêşangeha xwe ya pêşî vekirîye. Pirrengîya çanda Kurdistan bûye bingeha hunera wî; axilbe destan, çîrok û stranên dengbêjan bandoreke mezin lê kirine û ev xwe di hunera wî de jî dide der.
Di sala 1986an de dev ji perwerdehîya Akademîya Hunerên Bedew ya Zanîngeha Mîmar Sînanê berdide, dûra perwerdehîya xwe di beşa Karsazî ya Zanîngeha Anatolîyê de temam dike. Guneştekîn sala 1992yan çûye Stenbolê û li wir bi cih bûye, li Beyogluya Stenbolê atolyeya xwe ya pêşî saz kirîye. Ji 1997an heta 2003yan, 6 salan derketîye geşta Anatolîyê, Kurdistan û Mezopotamyayê. Li pêy çîrokan, dengbêjan, stranan gerîyaye ji bo ku hunereke taybet ava bike.
Bi dû re di çarçoveya projeya bi navê “Guneşîn Îzînde(Li Pey Şopa Tavê)” li 65 bajarên Tirkîye û Kurdistanê bi hunermendên hunera nûjen re li cihên dîrokî pêşangeh vekir. Dîsa di çarçoveya vê projeyê de, bi armanca ku hezkirina hunerê bi zarokan re bi pêş bikeve, çalakîyên bi navê “Çocûklarla Resîm(Bi Zarokan Re Wêne)” bi derdora deh hezar zarokan re xebatên atolyeyan li dar xistin.
Wênesaz Guneştekîn pêşangeha xwe ya mezin a pêşîn di sala 2003yan de bi navê “Karanliktan Sonrakî Renkler(Rengên Bi Dû Tarîyê De)” li “Ataturk Kultur Merkezî(Navenda Çandê Ya Ataturk)” ya Stenbolê vekir. Piştî wê pêşangehê navê wî li Tirkîyê belav bû, bandor li derdora hunermenda jî kir û dîrokzanên hunerê ew ji nêz ve şopandin. Heman salê ew û Yaşar Kemal jî hevdu nas dikin û dibin weke bav û law. Dûra di demek kurt de di fûarên girîng yên navneteweyî de, di nav kolleksîyonên xwecih û biyanî de cih digire.
Ahmet Guneştekîn di sala 2010an de li Şîşxaneya Beyogluyê Navenda Hunerê Ya Guneştekîn saz kir. Weke enstelasyon, vîdeo, heykel û wênesazîyê di warê cuda de xwe bi pêş xist û weke hunermendekî Kurd gîha lûtkeya herî bilind ya cîhanê. Rexnegirên sereke yên Tirkiyeyê û cîhanê wî wekî hunermendekî navnetewî nirxandin. Di salên 2010 û 2011an de ket nav lîsteya “500 hunermendên hêrî girîng” ê dinyayê ku ev ji nav zêdeyî 400.000 hunermendên dinyayê têne hilbijartin. Li Tirkîyê li gor pîvana “wêneyê herî buha” de jî, di rêza serî de cih girtîye. Yanî li Tirkîyeyê wêneyên herî buha, yên Ahmet Guneştekîn hatine destnîşankirin.
Di sala 2012an de li Stenbolê pêşengehek mezin vekir, bi navê rû bi rûtî. Qedexekirina zimanê Kurdî, bûyerên li Kurdistan qewimîne hin mijarên xebatê wî ne. Wê pêşangehê li cîhanê gelekî deng veda. Piştre pir teklîf ji galerîyên global ên bi nav û deng yên welatê cuda jê re tên. Bi demê re niha gelek galerîyên weke Marlborough Gallery ên cîhanî pê re kar dikin. Heya niha li derdora 26 dewletan pêşengehên wî hatine vekirin. Li bajarên weke Berlîn, Vîyana, New York, Barcelona, Madrîd, Dubaî, Baku, Dresden, Venedîk, Monaco, Amsterdam, Bûdapeşte, Mîamî li galerîyên herî navdar geh pêşengehên xwe yê taybet vekirine, geh beşdarî pêşangehên hevbeş bûye.
Li dervî welat, cara ewilî sala 2013an li Venedîkê pêşangeh vekir bi navê Bellek İvmesi(Pekandina Mejû) li mekânê bi navê Arsenale Docks. Piştî 2 sala cara duduyan li Venedîkê pêşangeh vekir li mekanê bi navê Santa Maria Della Pietà’da. Piştre karê wî yê navnetewî Marlborough Gallery meşand û li gelek bajarên ku şaxên Marlborough Gallery lê hebûn pêşangehên wî hatin vekirin. Yek ji wan ya sala 2014an ya li Marlborough Gallery ya New York bû.
Nîgarsaz Ahmet Gûneştekîn sala 2016an, di pêşengeha xwe ya bi navê Poetîkaya Mîtolojiyê de ya li Beyoglûya Stenbolê, cîh dide berhemên xwe yên kevn û nû. Di tevahîya berheman de jî reng, deng, çîrok û metaforên Kurdistanê, Mezopotamyayê tîne bal hev û bi perspektîva hemdem wan vediguhêze siberojê. Neqşên xalî û buxçikan, şahîyên Newrozê, Şahmaran, Melekê Tawiz, hespên difirin ji motîfan çend mînak in.
Di sala 2018an de, şaredarîya Batmanê Navenda Çand û Hunerê vekir û navê Ahmet Guneştekîn lê kir. Dema vekirina navendê, Guneştekîn dîsa heskirina welatê xwe û dewlemendîya çanda welatê xwe anî ziman û got ku bi saya vê çandê ew gihiştîye vê astê.
Li Macaristanê li 3 muzeyên cuda yên bi navê Muzeya Janus Pannonius, Muzeya Vasarely û Muzeya Zsolnay heman rojê heman saetê pêşangehên Ahmet Guneştekîn vebûn. Li Viyana Kunstforum ku yek ji muzeyên herî girîng ên hunera dinyayê ye, pêşangeha wî ya şeqsî vebû, li Muzeya Haydar Alîyev pêşangeha wî vebû. Piştî navbereke dirêj di 2019an de li Stenbolê pêşangeha bi navê "Odeya Hafizeyê(Bîrê)" û herwiha bi pêşangeha "Karên Bijartî" ya li Enqereyê derket pêşberî hezkirîyên hunerê. Sala 2020an li Tiflîs, Mosko, Muzeya Hunerên Hevçerx a Astanayê, Muzeya Victor Vazaline ya Parîsê de pêşangehên Ahmet Guneştekîn vebûn. Bi vî awayî roj bi roj di warê hunera hevçerx de bû yek ji hunermendên herî naskirî yên dinyayê.
Di 2021ê de di pêşangeha bi navê “Odeya Hafizeyê(Bîrê)” ya li Birca Keçikan ya Sûrên Amedê hate vekirin, bûyerên ku ev 100 sal in li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qewimîne bi awayeke hunera hevçerx hatîye nîşandan.
Guneştekîn di berhemên xwe de gelek cure malzeme bi kar tîne û gelek celeb berheman diefirîne; hunera wî di nav hunera cîhanê de bûye xwedî cihekî taybet, Li welat û li dervî welat bi dehan pêşangehên şeqsî û yê têkel vekirîye, ev pêşangeh ji alîyê gelek kesan ve hatîye dîtin û li ser wan gelek şîroveyên erênî hatine kirin. Guneştekîn nirxeke payebilind yê welatê me ye. Ahmet Guneştekîn niha xebatên xwe li Navenda Hunerê Ya Guneştekîn ya li Stenbolê didomîne.
https://diyarname.com/news.php?Idx=5423
https://www.basnews.com/kr/babat/715257
https://ahmetgunestekin.com/biyografi/
https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/24122018
https://www.youtube.com/@agunestekin
https://www.youtube.com/watch?v=YGactML2wEE
Nivîsén tékildar