Hesen Silêvanî
Nivîskar, helbestvan Hesen Silêvanî, di sala 1957an de li gundê Tirkija, di danika geliyê Zaxo ji dayik bûye. Piştî şikestina şoreşa kurdî di sala 1975an de, li başûrê Kurdistanê, hukumeta Îraqê gundên wan şewitandin û Ereb anîne şûnê. Lewra ew ji neçarî ber bi bajarê Mûsilê çûn. Derçûyê peymangeha teknîkî ya Resasafe ye-Bexda sala 1979. Derçûyê Kulîja Adabê ye -Pişka Edebê Îngilîzî- li Zankoya Duhok, sala 2006. Serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd e li Duhokê ji sala 2001 heta niha. Xwedanê îmtiyaza Kovara Peyv e, Kovara Yekîtiya Nivîserên Kurd-Duhok.
Koma Berhevkariyê
8 Tebax 2023
Rewşen Bedirxan
Rojnameger û nivîskar Rewşen Bedirxan, di 11ê Temmûza 1909an de li Qeyserîyê hatîye dinyayê. Bavê wê Salih Bedirxan ji alî Dewleta Osmanî ve surgunî Qeyserîyê bibû û li wir weke gerînendeyê tehrîratê dixebitî. Ew ji rex bav ve, dibe Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê Mîr Bedirxan), ji rex dê ve jî Rewşena Samiya Bedrî Paşa (kurê Mîr Bedirxan).
Wek ku tê zanîn, Bedirxanî di dîroka gelê Kurd de, xwedî cihekî bilind û taybet in, çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîrîya Kurdî ya giştî de. Rewşen Bedirxan jî bi çanda wê malbatê ya Kurdewar mezin bûye û heya dawîya jiyana xwe di vî warî de xebitîye.
Koma Berhevkariyê
15 Tebax 2023
Heyder Omer
Nivîskar û lêkolînvan Heyder Omer, di sala 1952yî de li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye. Li gundê Kotana xwendina seretayî û ya navîn li bajarê Efrîn, navenda herêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, di sala 1970yî de jî lîsê bi dawî dike.
Di sala 1974an de lîsansa wêje û zimanê Erebî ji Zanîngeha Helebê wergirt, di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji Zanîngeha Şamê wergirt, di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêjê û zimanê Erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kir.
Koma Berhevkariyê
17 Tebax 2023
Mîrza Metîn
Şanonûs û derhêner Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill û derhêner Richard Twyman xebitî.
Mîrza Metîn
22 Tebax 2023
Bawer Rûken
Romanûs, çîroknûs, wergêr, cerebenûs Bawer Rûken, di sala 1985’an de li gundê Hacîlera Hewaga Ruhayê ji dayik bûye. Zankoya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê beşa Kurdolojiyê ya bi tez xwend û kuta kir. Di temenekî pir ciwan de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir. Cerebeyên wî yên wêjeyî di navbera salên 2009 û 2011an de di rojnemaya Azadiya Welat de hatin çapkirin; çîrokên wî yên pêşîn jî di kovarên Çirûsk û Tîrojê de weşiyan. Di 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a çîrokan, Dojeha Veşartî, hat çapkirin. Di navbera salên 2011 û 2012an li Ruhayê di Radyo Netê de bernameya Destar a wêjeyî ya Kurdî amade kir û pêşkêş kir. Di navbera kesên ku kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê derxistin de cih girt.
Jiyar Cîhanferd
24 Tebax 2023
Sayîme Xakpûr
Nivîskar Sayîme Xakpûr di sala 1983yan de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Xwendina xwe li wî bajarî xilas kirîye, li Zanîngeha Ûrmîyê. beşa Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitîye. Ew îro jî li Ûrmiyê dimîne. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa ji Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Koma Berhevkariyê
6 Îlon 2023
Omîd Kurdistanî
Omîd Kurdistanî, di sala 1963yan de li Tehranê/Îran hatîye dinyê. Li Tehranê dibistana Andishe Don Bosco, ku dibistaneke Îtalî bû xwendîye. Dema ku Kordestanî zarokatîya xwe ya li Tehranê radixe ber çavan, metropoleke tijî çand û olên cihê ku bihevre dijîn vedibêje. Diya wî hemşîre, bavê wî endezyar bû. Piştî mirina bavê xwe ya di 1976an de, ketin lêgerîna ku herin dervî welêt. Li Îranê rewş roj bi roj xerabtir dibû û bûyer zêde dibûn. Di sala 1978an de Kordestanî, birayê wî yê biçûk û diya wî, li pey hevalên malbatê çûne Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û li Kalîfornîyayê bi cih bûne. Yanî di xortanîya xwe de derbasî Geliyê Siliconê bû, cihê ku bi teknolojîya xwe bi nav û deng e.
Koma Berhevkariyê
9 Îlon 2023
Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn)
Siyasetmedar û helbestvanê Kurd Seydayê Gurdilî (Mele Îmadeddîn) kurê Mele Hesen e û Mele Hesen jî kurê Feqe Elî ye. Malbata wan ji gundê Kirîva ye û Kirîva jî girêdayî bi qeza Misircê (Qurtelanê) ye. Ew bi xwe li gundê Elebocîyan ji dayik bûye di sala 1937an da û navê dayika wî jî Rindê ye. Mele Îmadeddîn di hevpeyvîneke xwe de dibêje: “Li gor gotina bavê min, ez di sala 1933-1934an da hatime dinê.” Li gor gotina Şêx Mîsbeh ku dibêje ew du sal ji min mezintir bû, li gor vê agahîyê divê ew sala 1931ê ji dayik bûbe. Wê demê Mele Hesenê bavê wî li gundê Elebocîyan meletî dikir.
Koma Berhevkariyê
14 Îlon 2023
Fetane Welîdî
Fetane Welîdî di sala 1914an de li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Sine tê dinyayê. Ew yek ji stranbêja bi nav û deng a Sine û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bavê wê Mohemmed Şerîf Welîdî stranbêjê serşinas yê Sine ye. Fetane hîn di temenê xwe yê biçûk de xwedî hunerek jêhatî ya stran gotinê bû. Ew dema ku hîn diçû dibistana seretayî, di heft salîya xwe de û ji alîyê mamosteyên xwe we tê keşfkirin, gelek caran jî di şahîyên dibistanê de stran û helbestan dixwîne. Ji bo wê jî mamosteyên wê bi malbata wê re dikevin nav danûstandinê û dixwazin ku li ser pêşeroja hunerî ya Fetane nîqaş bikin.
Koma Berhevkariyê
16 Îlon 2023
Merzîye Rezazî(Ferîqî)
Şoreşger û hunermend Merzîye Rezazî(Ferîqî), di 18ê Gulanê sala 1958an de li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata wan bi esilê xwe ji bajarê Sine ne. Di temenekî biçûk de eleqeya wê ya muzîkê dest pê dike. Di biçûkatîya xwe de bi xweşikbûyîna dengê xwe kesên derdorê xwe dixe bin bandora xwe. Ê ku li ser wê bandor kirine jî jinên Kurd ên hunermend yên wekî Meryem Xan, Fetane Welîdî, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbihar in.
Koma Berhevkariyê
19 Îlon 2023
Abdulla Peşêw
Abdulla Peşêw yek ji helbestvanê herî mezin ê edebiyata Kurdî ye ku di asta cîhanê de nûnertîya helbesta Kurdî dike. Abdulla Peşêw di sala 1946an de li gundê Bêrkotê yê nêzîkî Hewlêrê ji dayik dibe. "Abdulla" navê wî yê rastî û "Peşêw" jî naznavê wî yê hunerî ye. Bavê wî Şêx Mihemedê Umer melayê gundê Bêrkotê bûye û dema Peşêw du salî ye, diçe ber dilovanîya Xwedê. Ji ber vê zaroktîya wî bi dijwarî derbas dibe ku tu carî naxwaze wan rojan bi bîr bîne. Ji ber vê, dema dest bi xwendingeha Xalîdîyeyê dike li Hewlêrê di mala mamê xwe da dimîne. Piştî temamkirina xwendingeha navendî û lîseyê di sala 1969an de bawernameya peymangeha (enstîtu) mamostatîyê ya Hewlêrê bi dest dixe û wek mamosta tê wezîfedarkirin.
Koma Berhevkariyê
23 Îlon 2023
Mele Nûrûllahê Godîşkî
Mele Nûrûllahê Godîşkî, bi eslê xwe ji gundê Têlanê ye. Têlan îro bi ser Misircê navçeya Sêrtê ve ye. Ji malbata Seyda re dibêjin Mala Şêx Piço. Meqbera Şêx Piço îro li Misircê bi nav û deng e. Seydayê Mele Nûrûllahê Godîşkî ku me ji devê wî bihîstîye di sala 1918an li gundê Xarsê, navçeya Tîlê bi ser Mûşê ji dayîk bûye. Gava Seyda dibe sê mehî bavê wî Mele Ehmed diçe ser dilovanîya xwe. Piştê ku Seyda dimîne sêwî, ji destê began û xulamê wan pir zilm û zorî dibîne.
Koma Berhevkariyê
8 Çirîya Pêşî 2023
Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî
Şêx Ebdulezîzê Bedlîsî helbestvanê dawiya sedsala XIXem û destpêka sedsala XXem e. Ev helbestvanê girîng di dema dawî ya Dewleta Osmanî de jiyaye. Mixabin em sala jidayikbûna wî tam nizanin. Di derheqê wî de zanînên berfireh di destê me de tune. Navê wî yê fermî Ebdulezîz e û kurê Ebdulkerîm e. Perwerde û îcazeta xwe ji Şêx Fethullahê Werqanisî stendîye. Ji ber vê tête hesibandin ku ew girêdayî terîqeta Neqşebendîyê ye.
Occo Mahabad
11 Çirîya Pêşî 2023
Zara(Zerîfe) Paşayevna Mogoyan
Hunermend û aktrîsa navdar a Kurd Zara yan jî Zerîfe Paşayevna Mogoyan di 26ê tîrmeha 1983yan li Lenîngradê ji dayîk bûye. Li Moskow a Rusyayê dijî. Zara heta niha deh albûmên stûdyoyê tomar kiriye û çend carî Xelata Gramofona Zêrîn, dîplomeyên festîvala televîzyona Rûsî ya Pesnya goda wergirtîye. Wek lîstikvan Zara bi rolên xwe yên di rêzefîlmên "Streets of Broken Lights" (2001), "Spetsnaz 2" (2004) û "Favorsky" (2005) û fîlmên dirêj "Pushkin. The Last Duel" û "White Sand" de tê naskirin...
Koma Berhevkariyê
13 Çirîya Pêşî 2023
Ahmet Guneştekîn
Hunermendê navnetewî yê Kurd Ahmet Guneştekîn, di sala 1966an de li Batmanê(Êlihê) ji dayik bûye. 5 birayê wî yê jê mezintir û xuheke wî heye. 4-5 salî, yanî hîn neçûbû dibistanê dest bi resmê kirîye. Dema çûye dibistanê jî wêneyên ku çêdikirin bal kişandîye. Di 1973yan de, di sêyemîn sinifa dibistana seretayî de xelata xwe ya pêşîn stendîye. 1981ê de pêşangeha xwe ya pêşî vekirîye. Pirrengîya çanda Kurdistan bûye bingeha hunera wî; axilbe destan, çîrok û stranên dengbêjan bandoreke mezin lê kirine û ev xwe di hunera wî de jî dide der...
Koma Berhevkariyê
14 Çirîya Pêşî 2023
Şikrîyê Bedlîsî
Şikrîyê Bedlîsî perwerdeya xwe ya pêşî li medreseya Şikrî distîne, di ciwanîya xwe de berê xwe dide Gîlan û Heratê, perwerdeya xwe li wan bajaran didomîne. Piştre dikeve bin xizmeta Mîr Şerefxanê Bedlisî. Bi Şerefxan re beşdarî hinek şeran dibe. Şikrîyê Bedlîsî di cihên cuda de miftîtî, qaditî û miderisîtî dike. Ne bi tenê şair û xatibekî jêhatî ye, ew bi muzîkê re jî eleqedar bûye û li tembûrê xistîye. Wekî din di werzîşê mîna siwarîyê, sobayê û tîr avêtinê de jî xurt bûye. Şikrîyê Bedlîsî di warê hedîs, fiqih, kelam, tefsîr û xîtabetê de hostayekî pirr baş e. Berhema wî ya herî girîng Selîmname ye ku mijara wê jiyannameya Siltan Selîmê Osmanî ye. Heya niha 9 nishayên vê berhemê hatine tesbîtkirin.
Occo Mahabad
16 Çirîya Pêşî 2023
Zinar Soran
Nivîskarê Kurd Zinar Soran di 2yê Cotmeha 1955an de li gundê Qizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî hatîye dinyayê. Zaroktîya wî di odeya gund û di nav civaka eşîrtîyê de derbas dibe. Di wê demê de, ode û civaka Kurdî hê ji şevbihêrkên dengbêj û çîrokbêjan xalî nebûne. Bingehê ziman û çanda xwe ya Kurdî ji wê civatê û wan şevbihêrkan werdigre. Ji gund xwendekarê pêşî ye ku piştî dibistana destpêkê xwendina xwe didomîne. Dibistana navîn li Wêranşehrê, lîseyê jî li Mêrdîn û Entabê dixwîne...
Koma Berhevkariyê
18 Çirîya Pêşî 2023
HEZAR Û YEK ŞEV(cild 9,10,11,12)-PDF-Wergera ji Erebî Menaf Osman
Ev pirtûka 3yemîn ya HEZAR Û YEK ŞEVê ye, berê jî bi heman navî me 2 pirtûk çap kiribû. Di pirtûka yekemîn de cildê 1, 2, 3, 4 û di pirtûka duyemîn de cildê 5, 6, 7, 8 cih digirt; di vê pirtûkê de jî cildê 9, 10, 11, 12 heye. Yanî bi tevayî, berhema HEZAR Û YEK ŞEVê ji 12 cildan pêk tê û hezar û yek şev diqede.
Koma Berhevkarîyê
10 Çileya Paşî 2024
Seîd Dêreşî
Seîd Dêreşî, sala 1955an li gundê Dêreşê yê qezaya Amêdiyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya despêkê, Qur’an û Nûbihara Ehmedê Xanî û çend kitêbên din li nik melan xwendine. Paşî sala 1968an dest bi mekteba resmî ya bi navê (Me‘hedu’l-Îslamî) kiriye. Sala 1976an mekteba xwe bi dawî înaye. Sala 1982yan Koleja Şerî‘etê û Vekolînên Îslamî ya bi ser Zanîngeha Mustensiriyê ve, li Bexda bi dawî înaye.
Koma Berhevkariyê
23 Çileya Paşî 2024
Esededîn Şêrkoh
Ebû-l-Haris Şêrkohê [m 564/1168-69] kurê Şazî/Şadîyê kurê Merwan ku bi bernavkê Melîk el-Mensûr Esededîn bi nav kirîye, apê Sultan Selahedîn e. Bavê wan Şadî ku yek ji giregirên Kurdên Rewadî yên herêma Divînê bûye, Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê yê berê li Divînê di nav wan de dostanîyeke germ hebûye Şadî vexwendiye Bexdayê. Ew jî bi herdu kurên xwe Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh ve ji Ecdeneqana devera Divîna ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê yê hêla Gurcîstanê û navçeya Aranê/Erranê, derketîye û çûye Bexdayê cem Behrûz. Demek piştre, piştî pêşwazîyeke germ û qedirdaneke zahf wî ji dêla xwe ve ew bi dizdarî danîye ser mîrgeha xwe ya Tikrîtê...
Emîn Narozî
7 Nîsan 2024
Ceferqulî Zengelî
Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.
Occo Mahabad
12 Hezîran 2024