logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Sabîr Ebdulahîzad

Nivîskar: Sabîr Ebdulahîzad

Hiqûqnas û wergêr Sabîr Ebdulahîzad (Saber Abdollahizad) di sala 1986an de li gundê Dizê a ser bi navçeya Mirgewera Ûrmîyeyê hatîye dinyayê. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li wê navçeyê xwendîye. Sala 2009an li Ûrmîyeyê fakulteya hiqûqê qedandîye. Piştre sala 2011ê ji bo berdewamkirina xwendina xwe diçe bajarê Tehranê dest bi xwendina lîsansa bilind a hiqûqa navnetewî dike. Sala 2014an wekî xwendekarê doktoraya Hiqûqa Navneteweyî li Zanîngeha Hemedanê tê wergirtin û di heman salê de li Zanîngeha Mihabadê dest bi dersdêrîya hiqûqê dike. Ebdulahîzad sala 2016an ji ber çalakîyên çandî û herwiha ji ber sedemên siyasî ji mamostetîya zanîngehê tê avêtin û heman salê ji ber gefên rejîma Îranê neçar dimîne ku ji Îranê derkeve.

Ebdulahîzad di qonaxa lîseyê da dest bi nivîsandina pexşan û helbestên Kurdî û Farsî dike. Sala 2006an yekem helbestên wî yên taybet ji bo zarokan di kovara zarokan a Alekokê da li Mehabadê tên weşandin. Herwiha yekem helbestên wî yên bi zimanê Farsî di rojnameya herêmî ya Dengê Ûrmîyeyê û kovara Endîşêyê Mergewer da tên weşandin. 

Xebatên Têkildarî Lîteratûra Hiqûqê

Di heyama xwandina li zanîngehê da, bala xwe dide ser lîteratûra hiqûqê û dest bi berhevkirina ferhengeke hiqûqî dike. Piştî ku penaberî Bakurê Kurdistanê dibe, yekem ferhenga wî di bin navê Ferhenga Têgihên Hiqûqa Navnetewî di sala 2018an da ji alîyê Weşandaneya Sîtavê ve tê weşandin. Ji sala 2017an şûnde wekî yek ji endamên çalak di Komxebata Hiqûqê da cih digire. Wê komxebatê di bin seywana Weqfa Mezopotamyayê da amadekarîye ferhengeke hiqûqê dikir. Di encama çend sal ked û têkoşîna komxebatê da, pirtûka Ferhenga Têgihên Hiqûqê di sala 2020î de tê weşandin ku Ebdulahîzad jî yek ji edîtorên wê ferhengê ye. Komxebata Hiqûqê sala 2021ê cardin çalak dibe û dest bi amadekarîya ferhengekî berfirehtir a hiqûqê dike. Ew xebat niha jî berdewam dike. Ji sala 2016an heya roja îro bi dehan gotar û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên mîna Agirî, Folklor û Ziman, Kurdistanmedya, Destar, Dadistan, Aşdad, Tîşk û hwd da hatine weşandin. Herwiha cihê amajeyê ye ku ew beşdarî bi dehan panel û semînarên hiqûqî bûye.

Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî 

Xebatên Wergerê

Sala 2020î yekem wergera wî an ku Dîroka Erdelanê ji alîyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatîye weşandin ku berhama dîroknasa navdar Mestûre Kurdistanî ye. Herwiha sala 2021ê tevî wergêrê kurd Muhsîn Ozdemîr pirtûka pîroz a yarsanan an ku “Nameya Serencam yan Kelama Xezîneyê” wergerandîye ser zaraveya Kurmancî. Ebdulahîzad Rojnameya Kurdistanê ku zimanhalê Komara Kurdistanê bûye, ji zaraveya Soranî wergerandîya ser zaraveya Kurmancî. Ew xebata wî ya wergerê di destê weşanê da ye. Herwiha cihê amajeyê ye ku hin xebatên wî yên wergerê di kovarên wekî Destar, Dadistan û rojnameyên mîna Le Monde Diplomatique-Kurdî da hatine weşandin.

Berhemên Sabîr Ebdulahîzad:

- Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî 1, ferheng, Weşanên Sîtav, 2018

- Ferhenga Têgihên Hiqûqê, ferheng, wek Komxebat, Weqfa Mezopotamyayê, 2019

- Dîroka Erdelanê. Mestûre Kurdistanî,  werger: Sabîr Ebdulahîzad, Weşanên Sîtav, 2020

- Nameya Serencam yan Kelama Xezîneyê, Sidîq Sefîzade(Borekeyî), werger: Muhsîn Ozdemîr & Sabîr Ebdulahîzad, Weşanên Sîtav, 2021


ÇAVKANİ

https://m.bianet.org/bianet/pirtuk/202575-ferhenga-tegehen-hiquqa-navnetewi-hatiye-capkirin

https://dergipark.org.tr/en/pub/folklorziman/issue/54068/689893

https://www.youtube.com/watch?v=7XWyRSbvpvU

https://www.indyturk.com/node/447601/haber/k%C3%BCrt%C3%A7e-i%C3%A7in-bir-ilk-i%CC%87ranl%C4%B1-hukuk%C3%A7udan-k%C3%BCrt%C3%A7e-uluslararas%C4%B1-hukuk-terimleri-s%C3%B6zl%C3%BC%C4%9F%C3%BC

https://ku.mondediplo.com/2021/07/serdema-pas-heqiqete.html

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk


Husên Duzen

Husên Duzen, li gundekî Mêrdînê ҫêbûye. Ji ber ku dibistan li gundê wan tunebû, dibistana seretayî li gundê cîran xwend. Dibistana navîn li navenda Mêrdînê qedand. Sala 1974an li Amedê dest bi dibistana mamostatiyê kir. Piştî ҫend mehan ji dibistanê hat nefîkirin bo rojavayê Tirkiyê. Li navҫeya Savaştepeya Balikesirê jî pir nema, ji alî karbidestên dibistanê ku hîngê di destê faşîstên Tirk de bû hat bidurxistin...