logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Dilawer Zeraq

Nivîskar: Dilawer Zeraq

Dilawer Zeraq, li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Piştî ku xwendina xwe a seretayî, navîn û lîse li Farqînê bir serî, di sala 1985’an de li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê Beşa Matematîkê xwend. Di sala 2017’an di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xwendina masterê bir serî û di sala 2021’ê de jî li ser Ziman û Wêjeya Kurdî bawernameya doktorayê wergirt. Ji sala 1996’an bi vir de ye bi Kurmancî çîrok û romanan û di warê rexne-analîza wêjeyî de gotaran dinivîse û pê re jî berhevkarîya biwêjên Kurdî dike. Zeraq, di salên 2008-2010’an di rojnameya rojane Azadiya Welat de, bi naverokên wêjeyî û çandî gotar nivîsîn û di salên 2004-2006’an de jî edîtorîya Kovara W’yê kirin.

 

Berhemên Dilawer Zeraq:

Kakil (Xelata Pirtûka Çîrokan ya Weşanxaneya APECê-2003): Çîrok, Çapa yekem: Weşanên Sî, 2002, Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bişirîna Şermînî: Çîrok, Çapa yekem: Weşanên Aram, 2003, Stenbol, Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Çilkên Pênûsê: Çîrok, Weşanên Lîs, 2009, Diyarbekir

Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, (Seyîneya Winda, 1): Roman, Çapa yekem: Weşanên Lîs, 2005, Diyarbekir, Çapa duyem:  Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir

Mirina Bêsî (Seyîneya Winda, 2): Roman, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

Nexşên Li Giyan (Seyîneya Winda, 3): Roman, Weşanên Lîs, 2014, Diyarbekir

Rajena Kurdî (Nivîsarên Libarey Ziman û Wêjeyê) Rexne û Analîz. Weşanên Lîs, 2014, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Deyimler Sözlüğü) (Türkçe-Kürtçe): Ferheng, Çapa yekem: Weşanên Enstituya Kurdî a Stenbolê, 2005, Stenbol,  Çapa duyem: Weşanên Lîs, 2015, Diyarbekir

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Tirkî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir)

Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Kurdî), Ferheng (Weşanên Lîs, 2016, Diyarbekir)

Ferhenga Têrmên Matematîkê, (Kürtçe Matematik Terimleri Sözlüğü)- Dilawer Zeraq- Mem Wenda: Ferheng (Weşanên Lîs, 2015, Diyarbekir)

Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De, (Teza Masterê) (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên) Weşanên Lîs, 2017, Diyarbekir

Bêhna Dara Sincê, Roman, Weşanên Lîs, 2018, Diyarbekir

Ruhê Xwebûnê, (Analîz û Lêkolînên li ser Kovara Hawarê), Weşanên Lîs, 2021, Diyarbekir

Rengê Hebûnê, (Teza Doktorayê)- (Analîz-Lêkolîn)  Weşanên Lîs, 2022, Diyarbekir

Şador, Roman, Weşanên Lîs, 2023, Diyarbekir

 

Wergerên wî yên ji Tirkî:

Ejdehayê Sêserî, Leyla Erbil: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Jiyana Li Madridê, Oya Baydar: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Gelaciyên Bajarê Nû, Müge İplikçi: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir, Jaklin Çelik: Bijareya çîrokan, Weşanên Lîs, 2007, Diyarbekir

Şahiya Hêrsê, Jaklin Çelik: Roman, Weşanên Lîs, 2012, Diyarbekir

Bêsîber, H. Ali Toptaş: Roman, Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir

Mirina Bêar ya Delal, Latife Tekin: Roman, Weşanên Lîs, 2022, Diyarbekir,

Ji Dinyayê Jêrhêl, Gaye Boralıoğlu: Roman, Weşanên Lîs, 2022, Diyarbekir

Çîyayê Digirî Çemê Dengbirî, Ayşegül Devecioğlu: Roman, Weşanên Lîs, 2022, Diyarbekir

Serêşîya Dinyayê, Ayfer Tunç: Roman, Weşanên Lîs, 2022, Diyarbekir

Li Dûr, Mine Soysal: Roman, Weşanên Lîs, 2019, Diyarbekir

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk


Gernas Koçer

R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê