Nivîskar: Îzedîn Naso
Nivîskar Îzedîn Naso (Izzeldin Nasso) di 15.11.1948an de li gundê Bênê, navçeya Robariya ser bi qezaya Efrînê, Çiyayê Kurmênc / Rojavaya Kurdistanê hatiye dinê.
Di sala 1970yî de li Helebê bawernameya Bakaloriya wergirtîye. Ji bo xwendinê di Çirîya Pêşî(Kewçêr) 1971ê de çûye Berlîna Rojava / Almanya. Xwendina bakaloriyus û mastera xwe ya di warê Teknologîya Kompûter û Îdareya Zaniyarîyan de li Almanya qedandîye.
Wekî din, bawernameya “Wergêrê Giştî yê Sondxwarî” bo zimanên Kurdî, Erebî û Almanî jî ji Dadgeha Wîlayeta Berlînê wergirtîye. Doktora di beşa Rêveberîya Karsazîyê / Business Administration ji United College LTD ya Londonê wergirtiye. Beşdarî qursên lîngwîstîk (bingehên zanistên zimanî) li Kolêja Gelêrî ya Bala li Berlîn – Spandau bûye, ji bo bikaranîna wan bingehan bo standardkirina zaravaya Kurmancî.
Dr. Îzedîn Naso di maweya 45 salan de, li dervayî welat hem li gel xwendinê û hem piştî xwendinê hewl daye, di nava rêzên Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa, dezgehên zanistî, dezgehên civaka medenî û hêzên siyasî de xebata siyasî, çandî, wêjeyî, perwerdeyî û zimanî bo gel, netew û welatê xwe pêşkeş bike.
Ҫend nimûne li ser nivîsandina pirtûkên zanistîya zimanî, matêmatîk û amadebûn di pirtûkên perwedeyî û çîrokan de:
Di sala 1997an de, piştî vekolîneke zanistî li ser têrmên matêmatîkê, pirtûkek bi navê “Matêmatîk – I / Cîhana Jimaran” bi Kurdî, alfabêta Latînî û li ser asta perwerdeya Ewropa Rojava pêkhanîye. Paşkoyek jî ji bo mamostayên Kurd ligel pirtûkê amade kirîye, ku çawan yeksaneyên matêmatîkê û beşên wan bi Kurdîyeke sade û bi zimanê matêmatîk dihên xwendin.
Di 2003yî de, piştî vekolîneke zanistî ya dûr û dirêj li ser yasa û rêsayên zimanê Kurdî (zaraveya Kurmancî), pirtûkek bi navê “Şîrovekirina Gramêra Kurdî” pêk hanîye. Ew hewlek bû ji bo standardkirina zaraveya Kurmancî bo hemû perçeyên Kurdistanê di biwarên xwendin, perwerde û îdareya Kurdî de.
Beşdarî di amadekirin, pişkinînkirin û rêdaksiyona 12 pertûkên zarokan de, yên bi Kurdî bûye, wek: “Xwendin Ronahî ye”, “Binêre, Benivîse, Birengîne”, “Xewna Şîlanê-Newroz”, “Kurmê Çavbirçî”, “Gencîneya Peyvan 1”, “Gencîneya Peyvan 2”, “Şêr, Mîh û Gur”, “Ker û Heft Gur”, “Rovîyê Terîqut”, “Şêr û Rovî”, “Çiwîk û Pîrejin”, “Rovî û Zembîl”
Di salên 1998 û 2001ê de ligel mamosta Mehmet Şeker 2 pirtûkên ji bo zarokên 6-14 salî, bi Kurdî amade kirine; bi navê “Zimanê Minê Tayebetî”, bo Zanîngeha Tilburg / Holanda. Ew projêkteke navnetewî bû ji bo zarokên Bakurê Afrîka, Tirkiyê û Kurdistanê.
Di sala 2020an de pirtûka Izedîn Naso ya bi navê “Zanistên Zimanî Derbarî Standardkirina Zaravaya Kurmancî” ya ku nemaze li ser zanista avakirina peyvên Kurdî û tiștên din nivîsandîye, ya bi alfabêta Kurdî-Latînî, li Sêntera Beșîkçî bo Vekolînên Merovayetî / Zankoya Duhokê hatîye weșandin. Sê pirtûkên bi mijarên taybet jî li ser zanistîya zimanî weşandine.
Di sala 2021ê de jî pirtûka ku ji Almanî wergerandîye Kurdî bi alfabêta Kurdî-Latînî, bi navê “Bi Pançê Bawer Be / Șêro! Kesên Pakiyane Neșên Harîkarîya Te Bikin” hatîye çapkirin. Ev pirtûk wek dokûmêntasyoneke wêneyî ye, ku tîmeke Almanî di salên 1963 – 1966 de li ser Șoreșa Kurdan û Serok Mistefa Barzanî yê nemir amade kiribû û wek belgenameyek di Konfêrênsa Nêvnetewî de li ser 60 salîya Șoreșa Êlûlê hate weșandin.
Di gel van xebatan, li dehan konfêrênsên zanistî amade bûye, gotar pêşkeş kirine û li dora 300 gotarî li ser zanistên zimanî û mijarên sîyasî, dîrokî, civakî û olî di govarên Kurdistanî û li ser torên civakî weşandine.
Ji sala 2017an ve li Sêntera Beşîkçî bo Vekolînên Merovayetî / Zankoya Duhokê wek vekolerê zanistî, şîrovekar û sêmînarder dixebite. Xêzandar e û 5 zarokê wî hene: Evîn, Narîn, Hêlan, Mîtan û Rojan.
Nivîsén tékildar