logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Qehweya Kurdan(Qehweya Şînokan)

Qehweya Kurdan

Qehweya Kurdan(Qehweya Şînokan) ji şînokan tê çêkirin. Dara şînokan li herêmên weke Semsûr, Amed, Batman û Mêrdînê li gelek cihên Kurdistanê şîn tên, Piştî şînok ji daran tên danhev, tên hişkkirin û dûra ji bo qehweyê tê qelandin û hêrandin. Bi wî hawayî tê hilanîn û tê bikaranîn.

Li gor xwestekê bi avê yan jî bi şîr tê çêkirin. Çend fincan tê xwestin, mirov ewqas fincan av dixe cizûkê, heke şêrîn bê xwestin li gor xwestekê şekir tevlê dibe û berî li ser agir bê danîn qenc tê lihevxistin. Bi lihevxistin li ser agirek kêm tê danîn, piştî demekê gerek nema bê lihevxistin ji bo bi kef çêbibe. Berî kela wê lê biqulibe gerek ji ser agir bê hilanîn û li fincana bê belakirin; pêşî hinek ji kefa ser gerek têkeve her fincanekê û dûra fincan tev bêne tijekirin.

 

Dara şînoka-ji herêma Omerya

 

Şînok bi serê xwe jî tê xwarin, li nav Kurdan tê heskirin û ji bo tendurustiyê bi gelek hawayî fêdeya wê heye. Sabûna Kurdan ya şinoka jî navdar e, ji bo por pir baş e.

100-140 sal berê qehweya Kurdan pir meşhûr bû û îxracî Ewrûopayê jî dibû. Di nabêna salên 1880-1930 de li Frensayê qehwa kizwana ya Kurdan hebû. Qehweya hinardeyî ya Kurdî li Frensa tê pakêtkirin û dişînin welatên din ên cîhanê. Sûretê li serî, ji Frensayê rismê pakêteke qehweya Kurdî (Chicorêe Au Kurde) ya 100 gramî ye û li ser, rismê şervanekî Kurd yê sedsala 15a heye.

Qehweya Kurdan ku bi navê “qehweya kizwana” jî tê zanîn, ne qehweya ku koka wê ji Etîyopya ye. Bi gelemperî li ser nav û warê-welatê qehweyê gelek îdîa û rîwayet hene. Nerîna ku bi zêdebûn tê qebûlkirin ew e ku qehwe destpêkê li Afrîkayê hatîye dîtin. Welatê qehweyê yê pêşî herêma Kaffe ya Hebeşîstan e, yanî bi navê xwe yê niha Etîyopya ye û dûra li hin welatên din jî belav bûye û hatîye çandin. Qehwe cara pêşî di sedsala 16an de bi riya Ereban, hinek dibêjin ji Yêmenê gihîşt nav Dewleta Osmanî û bi rêya wan jî li Ewrûpayê belav bûye.

Hewce dike em balê bikşînin ser dizîya çanda Kurdan ku qehweya Kurdan jî ketîye ber vê pêlê. Çawa ku Komara Tirkiyê navê gund û bajarên Kurdistanê guhert, stranên Kurdî veguhestin Tirkî bêyî ku bejin ev staranên Kurdî bûn, navê qehweya Kurdî jî guhert û kire beşek ji qehweya Tirkî. Û dû ra, bi demê re ne ji bo qehwa kizwana tenê, ji bo qehwa normal jî gotin qehweya Tirkan. Lê di esasê xwe de, qehwa normal bi navê qehwa Erebî tê zanîn, ji ber ku qehwe ji parzemîna wan û bi rêya wan li dinyayê belav bûye. Qehwa şînokan jî ya Kurdan e.


 

 

ÇAVKANÎ

Pirayî ji nivîsa Zinarê Xamo ya lînka jêr hatîye stendin.

https://zinarexamo.blogspot.com/2018/01/qahwa-kurdi-cawa-kirin-qahwa-tirk.html

https://www.kurdistan24.net/kmr/opinion/11114-Qehweya-Kizwan%C3%AA,-berhemek-resen-a-Kurd%C3%AE-ye

https://serkeftin.com/en/kurdish-coffee_qehweya-kurdi/

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Şeva Yelda

Cejn û Şeva Yeldayê bi qasî cejn û roja Newrozê mezin, kevnar û Kurdewar e. Cejn û Şeva Yeldayê di bîrûbaweriya Kurdî-Mîtrayî de tê wateya jidayikbûna tav û ronahiyê ku di warê zanistî de dibe ser sala nû ya xorvegerê, ango erdê em lê dijîn doreke nû bi dora xor û tavê dizivire ku ew dor saleke temam dewam dike. Her weha bo roja wê dibe yekem roja zivistanê û 21.12 bi sala zayîn ku dibe dirêjtirîn şeva salê û roja paşî jî dibe kurtirîn roja salê ku tam 14 saetan dibe şev û 10 saetan jî dimîne roja wê.