logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Hurşît Baran Mendeş

Hurşît Baran Mendeş

Nivîskar Hurşît(Xurşîd) Baran Mendeş di sala 1976an de li Cizîra Botan li navçeya Şirnexê ji dayîk bûye. Perwerdehîya xwe ya seretayî, navîn û amedehîyê li Hezexê xwendîye. Di sala 1996an de neçar maye ku koçî navçeya Ûrla ya girêdayî bajarê Îzmîrê bike. Li wir di rojnameyên “Çağdaş Ûrla” û “Yarimada” de dest bi rojnamegerîyê kirîye û piştre jî di van rojnameyan de qunciknivîsî kirîye. Pirtûka wî ya yekem a helbestan “Botan Gecelerî” di sala 1996an hat weşandin. Di dîrokên cuda de bi giştî 5 pirtûkên wî yên helbestan ên bi navê “Merhaba Bariş(Merheba Aşîtî), Cûdî’nîn Sessîzlîgî(Bêdengîya Cûdî), Dîcle Gunlugu(Rojnivîska Dîcle) û "Roboskî 36 Şarapnel” hatin weşandin. Herwiha pirtûka li ser jiyana Dengbêja mezin Meryem Xanê ya bi navê “Meryem Xan, Hayatı ve Sanatı(Jiyan û Hunera Wê)” di sala 2019an de hat weşandin. Di 2022yan de jî pirtûka wî ya li ser Ertoşîyan bi navê Ertoşîler hat çakirin.

Di sala 2000’î de li Hezexê çapxaneya yekem damezirand û rojnameyek herêmî ya bi navê “Guney Expres(Expresa Başûr)” weşand. Di gelek sazî û dezgehên alîkarî û piştevanîyê de weke serokê damezirîner û rêveber peywir girtîye. Di gelek ajansên neteweyî de nûçegihantî û herwiha di gelek rojname û malperan de jî qunciknivîsî kirîye. Di sala 2010an de li Şirnexê bûye serokê damezirîner ê “Komeleya Rojnamegerên Şirnexê” (Şirnak Gazetecîler Cemîyetî). Di sala 2011an de li navçeya Kerboranê ya bi ser bajarê Mêrdînê ve rojnameya herêmî “Dargeçît Haber” saz kirîye/weşandîye. Di sala 2018an de pirtûka wî ya helbestan a pêncemîn “Roboskî 36 Şarapnel” hat weşandin. Hurşît Baran Mendeş li ser herêma Tor Abdîn û Botanê xebatek berfireh ya sosyolojîk dimeşîne.

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Hesen Huseyin Denîz

Hesen Huseyin Denîz, li Stilîla Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendegehên xwe li Serêkaniya Rihayê, li Stenbol û li Nîgdeyê qedandiye. Ji ber xebatên şoreşgerî di dema cûntaya leşkerî ya salên heyştêyî de li zindana Amedê maye, piştî hatiye berdan têkoşîna xwe bi awayên cuda domandiye...


Gernas Koçer

R. Yilmaz ango, Gernas Koçer, ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî tê dinyayê