logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Azad Zal

Nivîskar: Azad Zal

Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.

Azad Zal li ber destê bavê xwe perwerdehîya sereke ya bi Kurdî û Erebî dîtîye. Dema zarokatîyê di nava jiyana qedexekirî de ji devê bavê xwe Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Cegerxwîn dibihîze, ji rûpel û pirtûkên destnivîs û matbûat yên ku geh di bin erdê de veşarî geh jî ji bo bêhnvedanê di rojên ku roj li ezmana dibiriqe dertên rûyê erdê xet û xêz û reşbelekên Kurdî dibîne û dixwîne. Bi navê qedexe û bi jiyana kitm li gund dibistana seretayî ya Tirkî dixwîne (1979-84). Lê ew bisiûd e ji ber ku sala pêşîn mamosteyê wî Kurd e û bi Kurdî pê re diaxive. Zêde bandora çanda Tirkî li ser wî çênabe. Ji ber ku nasnameya wî tunebûye li gund 5 salên dibistana seretayî bê nasname xwendîye. Piştî dibisatana seretayî 3 salên wî diqedin hîna nasnameya wî tê derxistin. Navê wî jî diguhere dibe Mehmet. Dibistana navîn û lîseyê li Amedê dixwîne. Dibistana bilind li Zanîngeha Anadoluyê, beşa Îktîsadê şaxa Têkilîyên Navnetewî û ya duyemîn jî li heman zanîngehê beşa Ziman û Wêjeyê xilas dike.

Di temenê ciwanîyê de dikeve nav siyasetê û digel siyasetê bi wêje û zimanê Kurdî re mijûl dibe û teşîya wêjeyê wî dirêse. Helbest û çîrokên wî di jiyana qedexekirî de bi deqtîloyên qedexekirî, bi rîsîyên reşbelek tên honandin. Qevdek helbest di sala 1992yan de digihîjin hev.

Zal, di sala 1992yan de di nav koma şanoyê ya bi navê DIHT (Diyarbakır Halk Tiyatrosu / Şanoya Gel ya Diyarbekirê) de dest bi xebatên şanoyê dike. Di Newroza 1992yan de li Stenbolê di lîstika bi navê “Şehîdên Me” de wekî serleheng dilîze. Piştî wê ji bo perwerde û xebata şanogerîyê li DIMFOD (Diyarbakır Müzik ve Folklor Derneği / Komeleya Muzîk û Folklorê ya Diyarbekirê) de xebatên xwe berdewam dike. Zal, bi kutakirina lîseyê re di Berfanbara 1992yan de ji ber sedemên polîtîk tê girtin. Lê qevda helbestên wî jî digel gelek destnivîs pê re tên girtin. Du helbestên wî yên dema zaroktîyê xilas dibin. Yek jê “Bilbil xistin qefesa zêrîn got; ka gula min a bibîn” e; ji ber ku berîya ku bê girtin dişîne ji kovara Rewşenê re û ew bi mexlesa Azad Tevbirîn tê weşandin -ku ew helbesta wî ya ewil e di kovarekê de tê weşandin. Ya din jî akrostîşa “Evîn bi azadîyê xweş e” di bîra wî de dimîne û di nava valahîya rûpelên pirtûkên zingarî yên zindanê de veşarî dimîne. Qevda helbestên dema ecemîtîyê jî di nava pençeyên îşkenceyê de wenda dibin. Bi hincetên siyasî doz lê tê vekirin û tê darizandin. Di encama darizandinê de 22 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Li zindana Amedê, li ya Dîlokê (Entab), li ya Gîresûnê û li zindana tîpa Fyê ya Sîncana Enqereyê bi tevahî 12 salan girtî dimîne. Di sermaweza 2004an de ji zindanê tê berdan. Piştî tê berdan li Rojnameya Azadîya Welat dest bi karê rojnamegerîyê dike û edîtorîya beşa cîhan û dîplomasîyê dike. Şûn de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê  berpirsîyarîya kar û barê weşanê dike. Di heman demê de li Akademîya Dîrokê ya Rojhilata Navîn jî kar û barê redeksîyona xebatên Kurdî jî dike. Her wiha piştî ku Kovara W dewrî Enstîtuya Kurdî ya Amedê dibe; ji hejmara 13emîn şûnde edîtorîya weşanê ya kovarê jî dike.

Azad Zal, di 2yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Niviskarên Kurd de (2007) ji bo lijneya rêveberîyê tê helbijartin û wekî cîgirê serokê komeleyê peywirdar dibe. Her wisa li Kurdî-Der a Navend, Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, li beşa Çand û Turîzmê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Yekîtîya Weşangerên Kurd xebatên xwe yên rêveberî, çandî, zimanî, ferhengî, hîndekarî û weşangerîyê dimeşîne.

Di 22yê Avrêla 2011an de “Weşanên J&J” ava dike û xebatên weşangerî, wergerî û perwerdehîyê didomîne. Di xebatên Kovargerîya Kurdî de jî cî digire. Di nav xebatên Kovara W, Psychology Kurdî, Ensîklopedîya Kurdî, Zaristan, Sozyuzu, Aşdad, Meneviş û hwd de xwedîtî, berpirsîyarî, nivîskarî û amadekarîya çapê de cî digire. Di nav xebatên wêjeyî yên komê xwendinê yên rûbirû û li ser tora înternetê yên wekî Koma Xwendinê ya Amedê, Koma Xwendinê ya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê de hem wekî birêvebir û hem wekî gotarbêj û wanebêj û hem jî wek beşdar cî digire. Zal, digel xebatên wêjeyî, wekî lêkolîner li ser ziman û ferhenga Kurdî xebatên xwe didomîne. Ji derveyê vana, mamostetîya zimanê Kurdî, wergera sîmultane, ya nivîskî, tîpguhezî û tîprêzî (ya Erebî-Latînî / Latînî-Erebî), grafik-tasarim û rûpelsazîya (mîzanpaj) pirtûk, kovar û hwd. dike.

Zal, zewicandî ye, du keç û lawekî wî hene.

Berhemên Azad Zal:

- Teşî, helbest, Weşanên AVA, Pûşper-2009; çapa 2yemîn Sermawez-2015; çapa 3yemîn Sermawez-2024, Weşanên J&J

- Zimanê Kurdî, rêziman, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Rezber-2009, çapa 2yemîn Sermawez-2015, çapa 3yemîn Sermawez-2024, Weşanên J&J

- Sûzê û Hirç, berhevkirin, çîroka gelêrî ya zarokan, Weşanên Şaredarîya Kayapinarê, Berfanbar-2009 

- Rêwî, helbest, Weşanên AVA, Kewçêr-2010; çapa 2yemîn Sermawez-2015; çapa 3yemîn Sermawez-2024, Weşanên J&J

- J&J Ensîklopedîya Kurdî-Fasîkul-1 [A-ADEM], Weşanên J&J, Gulan-2011

- Hêvî, helbest, Weşanên J&J, Berfanbar-2023

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Samî Tan

Samî Tan di sala 1965an da li gundê Axçelîyê yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve çavên xwe li vê cîhana gewrik vekirine. Xwendina xwe ya seretayî, navincî û amadehî li bajarê Mersînê kuta kiriye. Di sala 1986an da li Zanîngeha Bogazîçî di beşa dîrokê da dest bi xwendina bilind kiriye. Lê belê ew beş nîvçe hiştiye, di sala 1992yan da pêşî bi pardemî li Rojnameya Yenî Ulkeyê, paşê di tîrmeha1993yan da bi awayekî profesyonel di Rojnameya Welat da dest bi rojnamegerîya kurdî kiriye.


Salihê Kevirbirî

Salihê Kevirbirî, sala 1975ê li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Stenbolê kiriye.Sala 1992yê bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye


Mehmet Saît Arzû

Mehmet Saît Arzû; di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ji dayik bûye. Dibistan li gundê Xirbizilê û li navçeya Xana Axparê xwend. Dûre li Zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir. Di wan salan de ji ber se­demên polîtîk demeke kin di zindanê de ma. Piştre li zaningeha Gazîyê lîsansa bilind kuta kir. Ji zarokatiya xwe de bi wêjeyê ve têkildar dibû. Di salên zanîn­gehê de tevlî hevalên xwe di nava karê kovara Kizilirmakê de cih girt û edîtorîya kovarê kir