logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Ceferqulî Zengelî

Nivîskar: Occo Mahabad

Ceferqulî Zengelî

Pirr kes tunene ku wekî Ceferqulî hem wek derwêşekî oldar, gerok û muzîkjen hem jî wek fîlozof, zanyar, helbestvan û ronakbîrekî were dîtin. Li Xorasanê Ceferqulî wek efsaneyeke veşartî û razbar tê dîtin û vegotin. Hûn ji kî bipirsin derbarê Ceferqulî de gotineke wî heye.

Gundiyên Qûçanê ku girêdayî eyaleta Xorasana Rezewiyê dijîn, wî sofiyekî muzîkjen û derwêşekî gerok wek Evlîya Çelebî an jî Evdalê Zeynikê dibînin. Li gorî wan Ceferqulî çûye welatên curbecur di wan welatan de pirr mirov nas kirine, bi sedan helbest nivîsandine û dîsa gotiye welat, welatê min ê zêrîn vegeryaye axa Qûçanê.

Bajarîyên xwende û zehftirîn girêdayî çîna burjuvayên biçûk in, Ceferqulî zana, fîlozof û edîbekî wek Ehmedê Xanî an jî Melayê Cîzirê dibînin. Bawer dikin ku Ceferqulî çiqas îlm û zanîn hebin di hişmendiya xwe ya edebî û hûnerî de veşartîye. Li gorî wan Ceferqulî li dijî şahê Fethelî Şahê Qacar şer daye, lewma ji welatê xwe hatîye sirgunkirin, hemû emrê xwe li dijî serdestiyê derbas kiriye.

Her çendî bawerî û gotinên xelkê Qûçanê bi vî awayî bin jî lê çend pirs û pirgirêk hene ku em zelal û safî bikin da ku Ceferqulîyê rastîn derkeve holê û baştirîn bê fêmkirin.

Pirsgirêka yekemîn ew e ku em dizanin Ceferqulî ne xwende bû û tucarî helbestek bi destê xwe nenivîsandibû. Eşkere ye helbestên wî bi muzîkjenîya wî re belav bûne di nava gel de helbest xwendine xelkê pirr jê hez kirîye û ezber kirine.

Pirsgirêka duyemîn, di destê me de tu delîl tunene ku em bibêjin Ceferqulî li dijî serdestiya Fethelî Şahê Qacar têkoşîn daye û hatîye sirgunkirin.

Pirsgirêka sêyemîn jî ew e ku em bi başî nizanin ku helbestên wî yên hatine berhevkirin û çapkirin, kîjanî yên Ceferqulî ne yan ne yên wî ne. Divê li ser helbestên wî yên ku hatine berhevkirin û çapkirin lêkolîneke berfireh yên zimanî û wêjeyî bên kirin.

Ez ê nêrînên xelkê Qûçanê ku tên gotin deynim aliyekî, ji we re qala Ceferqulî kî ye çawa jiyaye çi kirine li ku mirîye bikim.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê ku bi qasî Evdalê Zeynikê û Ehmedê Xanî girîng di heremê de bi hûner û wêjeya xwe deng vedaye, bi nasnavên Ceferqulî, Cefer, Ceferquliyê Kurd, Ceferê Bêbext, Bilbilê Xalxal, Ceferqulîyê Bêçare, Ceferqulîyê Endelîb, Ceferqulîyê Muxtar, Ceferqulî Azad tê nasîn û binavkirin.

Ceferqulî Zengelî (Ceferquliyê ZengeneCeferqulî Zengêlî, Ceferqulîyê Zengine, Ce’fequlîyê Zengelî) di sala 1799an de li gundê Gûganê yê bi ser bajarê Qûçanê ji malbateke feqîr û gundî tê dinyayê.

Qûçan girêdayî Eyaleta Xorasana Razewî ye. Serbajarê vê eyaletê Meşhed e. Îro nifûsa Qûçanê li dora 150î hezarî ye. Tê de Kurd, Faris û Tirkmen pev re dijîn. Qûçan 10 km. dûrî sînorê Tirkmenistanê ye.

Ceferqulî Zengelî ji êla Zengenê ye. Êla Zengenê êleke mezin e. Bêhtirîn li Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Kirmaşan, Hemedan, Lûristan û Gûranê bi cih bûne. Bi zaravayên Soranî, Kelhûrî û Lekî diaxivin.

Navê bavê Ceferqulî Mela Reza Qulî ye. Bavê wî ji ber nexweşîyê dimire û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî re dizewice. Ceferqulî ji aliyê apê xwe ve tê xweyîkirin û mezinkirin. Ew heta xortanîya xwe di gundê xwe de dimîne û mezin dibe.

Apê wî dixwaze Ceferqulî bixwîne, wî dişîne xwendingeha gund li cem Mele Berat lê Ceferqulî bala xwe nade dersên xwe naçe xwendingehê, heta ber êvarê li dora gundê xwe digere naxwaze bixwîne. Lewma Ceferqulî hînî xwendin û nivîsandinê nebûye.

Piştî 15 salîya xwe, bûye aşiqê qîzikeke bedew ya bi navê Melwarî, ji sibê heta derengîya şevê bi eşq û evîna wê ya bêdawî ji vî gelî bigire ji geliyekî din wisa serberdayî rojên xwe bi xeyalên Melwarîyê derbas dike. Bi xeyalên wê stranên evînî distrê û helbestên xamî di hişê xwe de digerîne.

Gundîyên herêmê Melwarîyê qîzapa Ceferqulî û evîndareke rastîn dibînin lê bajarîyên Qûçanê vê evînê wek evîneke mîstîk, xeyalî ya ku di hişê Ceferqulî de pêk hatîye teswîr dikin. Rastî her çi dibe bila bibe di encamê de muzîkjenî û helbestvanîya Ceferqulî bi eşqa Melwarîyê dest pê kirîye.

Piştî xortanîya xwe Ceferqulî dixwaze Melwarîyê ji bîr bike berê xwe dide welatên Qefqazîya, Osmanî, Hindistan, Ozbekistan, Turkmenistan, Efxanistan, Tacîkistan, Iraq, Erebistan, Sûrîye, Misrê û Azerbaycanê, lê nikare wê ji bîr bike dîsa vedigere Qûçanê. Di van geran de hînî zimanê Farisî, Erebî û Tirkî dibe. Ew xwe hînî amûra dûtaxê dike. Bi amûra dûtaxê helbestên xwe ji civatê re dixwîne. Xelkê herêmê bi vî awayî hînî helbestên wî dibin, bi demê re jê zehf hez dikin û lê xwedî derdikevin.

Stran û helbestên xwe ji bilî zimanê Kurdî, bi Erebî, Tirkî û Farisî jî vegotine. Em dibînin ku di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên Erebî, Farisî û Tirkî. Ceferqulî hem helbestên olî hem jî yên ser eşq, evîn, bêrîkirin, êş û elemî nivîsandine. Gellek stranên ku îro li herêmê tên gotin bi meqam û helwên Ceferqulî hatine bestekirin.

Ev şairê klasîk yê Xorasanê mîna qalçîçekan hestyar, dilnazik, xwedî peyvên kûbar û nazenîn, her çendî dîroka mirina wî tam neyê zanîn jî bi texmînî di sala 1894an de li Qûçanê, di cihê bav û kalên xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Helbestên wî şairê girîng yê Xorasanî ji aliyê Kelîmulayê Tewehudî ve hatine berhevkirin û ji mirinê hatine rizgarkirin. Li Kurdistana Bakur dîwana wî bi navê “Le Xakê Xurasanê” ji aliyê Weşanxaneya Avestayê hat çapkirin.

Ceferqulî bi romantîzmeke bilind, hestîyar û dilzîz hestên xwe bi awayekî vekirî, sade û watedar, bi helbestên canecan û dilgerm radixîne li ber hiş û rihê helbesthezan.

Helbesta wî ya Elo Xelkê vê rastîyê bi eşkere tîne ber çavan. Helbest bi êş, elem û hezkirineke mezin dest pê dike û wisa jî bi dawî dibe.

Elo xelko bibînin, bejnê yarê bû elem

Bi çavan û bijangan, min dikuje bi sitem

Herin hûn vegerînin, belkî li min bike rehm

Ez li arê işqê wê, dişewitim natê kerem.

Tê dîtin ku di gellek helbestên xwe de eşqa Melwarîyê ku ew wek ar û alaveke sor şewitandîye, dîn û har kiriye tîne ziman. Bi taybetî di helbesta Qaliwek im de ev rewş bi awayekî rasterast tê dîtin û hîskirin.

Qaliwek im li herdu rûyê min li asimîn

Şev û ro dia dikim, melek dibêjin amîn

Diayên min qebûl bike, Xwedawendê alemîn

Ya Melwarîyê bide min, ya canê min tu bistîne

Herdem li dev û dilê min amîn, ya Erhemê rahimîn.

Di helbesta wî ya Şevê Çû Di Xewê De em hezkirina wî ya amûra dûtaxê û Melwarîyê bi çîlekeşîyeke jandayî, xedar û bêdermanî dibînin. Ji bo Melwarîyê dikeve rêyên dûr û dirêj bajar bi bajar, welat bi welat digere lê dîsa jî nikare dev ji Melwarîyê berde û ji bîr bike.

Şevê çû di xewê de, dane min vê dutarê

Şevê axir çarşemê, ketim bi vê azarê

Ez gerandim şehr bi şehr, birme Xîwe-Buxarê

Perde hate hilanîn, min dî rûyê gul`uzarê

Min natê wê senemê, nedî li tu diyarê

Ceferqulî Zengelî li axa Xorasanê wek semboleke neteweyî pêşengîya wêje û helbesta klasîk ya Kurd dike. Ciyê şanazîyê ye ku xelkê Xorasanê jê zehf hez dike û di her warî de lê xwedî derdikeve ku neyê jibîrkirin.

 

ÇAVKANÎ

https://occomahabad.wordpress.com/2020/11/13/saireki-xorasani-ceferquli-zengeli-occo-mahabad/#more-9567

https://candname.com/saireki-xorasani-ceferquli-zengeli/

https://www.bernamegeh.org/helbesten-ceferquli-zengeli/

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Arjen Arî

Welatperwerê dilsoz Arjen Arî, cara pêşî di sala 1979an de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin. Dema derbeya leşkerî (12 Îlon 1980), helbestê wê demê jî ji dest diçe bêyî ku vegera wan hebe û mîna talan bûye aciz dibe. Piştî derbeya leşkerî helbestên xwe dişand Swêdê, di kovarên weke Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem û Çira de dihatin weşandin. Dûra li Tirkiyê jî di kovarên wekî Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W de û li Herêma Başûrê Kurdistanê di kovarên wekî Peyv, Nûbûn, Karwan de helbest û nivîsên wî hatin belavkirin. Di rojnameyên Azadîya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de qunciknivîsî jî kirîye.


Dengbêj Huseyno

Dengbêj Huseyno di sala 1936an de li gundê Mabûba yê girêdayî navçeya Motka ji dayîk bûye. Ji êşîra Sasonî ye. Navê bavê wî Şakir û navê diya wî Huzna ye. Dê û bavê wî di çarsaliya wî de (1940) li gundê Orginosê yê girêdayê bajarê Mûşê bi cîh bûne. Dengbêj Huseyno di cîwanîya xwe de gelek di bin bandora Dengbêj Sidîqoyê Resûla û Fêrîgê Borîzan de dimîne.


Dengbêj Mehmûdê Hesê

Mehmûdê Hesê yek ji dengbêjên mezin ên Kurdistanê ye. Weke dengbêjek xwedîyê edebîyateke berfireh, honakîyek xurt, bîreke kûr, temsîlkarê serdema xwe ye. Mehmûdê Hesê kevneşopîya dengbêjîyê di dema dengbêjîya xwe de di asteke bilinde de berdewam dike. Hem di mala xwe de û hem jî di mal û dawetên gundan û herêmên din de dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û dengbêjîya xwe berpêşî gel dike. Li herêm û bajarên wek Mêrdîn, Riha, Amed, Qamîşlo, Hesekê, Dirbesîyê, Serêkanîyê de heta dawîya temenê xwe gelek caran dîwanê dengbêjîyê li dar dixe û kilaman distirê.