logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
ZANÎNGEHA NISÊBÎNÊ û DÊRA MAR YAQÛB

Nivîskar: Koma Berhevkarîyê

ZANÎNGEHA NISÊBÎNÊ û DÊRA MAR YAQÛB

Yek ji zanîngehên ewil yê dinyayê

Hemû dînê sereke yê ku li dinyayê xwedî rêjeyek bilind in, li Kurdistan û derdora wê bi pêş ve çûne. Piştî Zerdeştîyê ku bûye bingeh ji hemû bawerîyên di pey xwe re, Xirîstîyanî derketîye û li Tor Ebdînê bi zêdebûn dêr û keşîşxane hatine avakirin. Nisêbîna ku Dêra Mar Yaqûb lê ye û li herêmê yek ji kevntirîn avahîya Xirîstiyanîyê ye, bi salan bûye navendeke olî û di heman demê de Cihû û Ermenî jî hewandine. Gava Xirîstiyanî dest bi belavbûnê kir, bi telqînên ji 72 şagirtên ku Îsa ew hilbijartine Mar Aday û jina mizgînber Ziyane, destpêka sedsala duwem gelê Nisêbînê hêdî hêdî derbasî Xirîstiyanîyê bû. Paşê Mar Marî ku ji şagirdên Mar Aday bû, hewl da ku li Nisêbînê bawerîya Xirîstiyanîyê belav bibe. Li Nisêbînê nîvê sedsala 3yemîn keşîşxaneyeke rehbikan(rahîbeyan) hebû.

Gelê Mîrîtîya Abgarê, sala 38ê P.Z. di dinyayê de bûye yekemîn gelê Xirîstîyan. Roma, belavbûna Xirîstîyanîyê ji alîyê xwe ve xeternak hesibandîye û Traîanûsê ku sala 105an PZ hatîye Rihayê (Ûrfa), komkujîyeke mezin bi serê Xirîstîyanan de anîye. Piştî vê, Nisêbîna ku di bin hukmê Part-Sasanîyan de bû ji bo Xirîstîyanan bi ewletir bû.

Piştî salên 150yî, li Nisêbînê û derdora wê li ser perestgehên ku berê hatibûn avakirin(Dibe piraya wan yên Zerdeştî yan Mîtrayî bin), dêr û keşîşxane hatin avakirin. Împaratorê Romayê Septîmus Severûs, Xirîstiyanên ewil ku serî li hember Romayê rakirine û bi navê “Suryanîyên Qedîm” wê bêne naskirin, sala 197a bi tevahî xistine bin destê xwe û Bakurê Sûrî kirîye wilayeteke Romayê.

Sala 303yan li Nisêbînê, li hemberî Xirîstîyanan serhildanek pêk hat. Gelek Xirîstîyan hatin kuştin. Li quntara Çiyayê Mazî 4000 Xirîstîyan hatin qetilkirin. Li nav axa Romayê jiholêrakirina nimûneyên Încîlê, xerakirina dêran, qedexekirina ayînên Xirîstîyanan, li eyaletên rojhilat, bi tundî hatine bikaranîn. Lê piştî ku bi Fermana Mîlano ya sala 313an Xirîstiyanî ket nav olên fermî yên dewletê, Xirîstîyan ji zilmê rizgar bûn.

Mar Yaqûb, li dor nîvê sedsala 3yemîn li vê herêma dîrokî ji dayîk bûye û li keşîşxaneyeke nêzîkê Nisêbînê têkilîyên xwe ji dinyayê birîne û dest bi jiyana keşatîyê kirîye. Kesên rayedar yê ku ji Nisêbînê hatine, Mar Yaqûb ji keşîşxaneya wî wergirtine û ew birine Amedê û sala 309an bi biryara Kongreya Epîskopal ku li Dêra Dayîka Meryem civiyaye, hatîye ser epîskoposîya Nisêbînê û terfî kirîye.

Mar Yaqûb fikirîye ku dêra li Nisêbînê biçûk e û sala 313an Dêra Mar Yaqûb ava kiriye ku îro beşek jê hîn jî heye. Kevirên di nava dêrê de ku dirêjahiya wan 3 metre ne, neqşên ser bazinên wê yên ku hosteya neqişkirina kevir nîşan dide, nîvqubeyên li beşên ku ayîna pîroz li wan tê îcrakirin û avahî û nîgarên din ên li ser dîwarên wê, xuyabûneke efsûnbar bi wan dikeve û dêr bi xwe şahesereke bêmînak e.

Gava mirov îro lê binêre, mîna ku di nivîsa li ser deriyê wê de jî tê diyarkirin, ku dîwarê derve yê li enîya rojava hatiye xerakirin, sala 1872yan ev der hatîye nûkirin û li ser banê wê jî avahîya metropolîtîyê hatîye avakirin.

Epîskopos Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Eframê (Sîros) ku beşdarî kongreya herî mezin a ewil a Xirîstiyaniyê bûne, ya sala 325a li Nîkîtayê (İznik) civîyaye, Piştî vegerîyan Nisêbînê Zanîngeha Nisêbînê ya hatibû betalkirin, ji nû ve ava kirine û sala 326an zanîngeh vekirine. Mar Efram rektorîya vê zanîngehê kiriye. Li gor nivîsên bizmarî, li herêmê perwerdehî û dibistan berî bi hezaran salan dest pê kirîne.

Zanîngeha Nisêbînê ku yek ji zanîngehên ewil yê dinyayê ye, li ser kavilên berê hatîye avakirin. Li vê derê bi qasî 800-1000 xwendekarî şevînî perwerde dibû. Digel zimanê Suryanî Grekî jî dihat fêrkirin. Li vê zanîngehê perwerdehîya felsefe, mantiq, edebîyat, geometrî, astronomî, tib û hiqûqê dihat dayîn. Vê demê gelek kitêb ji Grekî li Suryankî hatine wergerandin. Asta bilind a zanîna şaîrê mezin ê Suryanî Mar Efram ku bi 3 milyon risteyên şiîrê navdar bûye û li vê zanîngehê mezin bûye, pîvanek e ji bo perwerdehîya ku li Nisêbînê dihat dayîn.

Mar Yaqûb sala 338an çûye rehmetê û li gora di jêrzemîna dêrê de hatîye veşartin.

Piştî Mar Yaqûb, Mar Babo (338-343), Mar Logoş (343-361), Mar Abraham (361-?) bûne epîskoposê Nisêbînê. Metropolîtê dawî yê vê navendê Rahîb Hanna ye ku sala 1880yî ji aliyê Patrîk Petrûsê 4emîn ve hatîye teqdîskirin. Bi vî awayî navenda epîskoposîyê ya Nisêbînê bêyî ku navberê bide, heta serê sedsala 20emîn wezîfeya xwe ya epîskoposîyê meşandîye.

Zanîngeha Nisêbînê piştî ku sala 363yan Sasanîyan Nisêbîn stendine, dawî li perwerdehîyê anîne. Mar Efram û hevalên wî yên din ji Nisêbînê derbasî Zanîngeha Rihayê (Ûrfa) bûne. Hin ji mamosteyan jî li derdorê belav bûne û li gor xwe kevneşopîya perwerdehîyê ya vê zanîngehê berdewam kirine.

Gava Pîskoposê Entaqyayê Nestûr (381-451), li dijî doktrîna monofîzîtîyê ku Îsa ne mirov lê Xweda dihesibîne, doktrîna diyafîzîtîyê ku Îsa hem mirov û hem Xweda dihesibîne anî, ev dîtin û raman ji alîyê gelê Aramî ve nehatin pejirandin û ev gel li dij vê reaksîyon nîşan da. Li ser vê yekê Aramîyên Suryanî yên li Entaqyayê pîskoposîya ewil birin Amîdayê (Diyarbekir), paşê jî birin Nisêbînê.

Akademîya Nestûrî(Nastûrî jî tê gotin) ya li Edessayê (Ûrfa), ji ber tevgerên zilmê yên ku li ser axa Împaratoriya Bîzansê li dijî Nastûrîyan dihat meşandin, sala 489an bi destûra Hikumdarê Sasanîyan Qubad û bi hewldanên Metropolîtê Nisêbînê Barsawmo û rektorê kevn ê Zanîngeha Rihayê Narsay, piştî ku ji Edessayê neqlî Nisêbînê bû, ev der bi sedsalan bû navenda manewî ya Nastûrîyan. Mamoste Narsay û Epîskopos Barsawmo zagon û nîzamên nû anîn zanîngehê.

Sala 496an Mar Huşohê 2yemîn yê ku ket şûna Barsawmo, ev zagon berfirehtir kirine û di dema wî de zanîngeh ne tenê li rojhilat lê li Împaratorîya Bîzansê û Efrîqayê jî nav û deng pê ketîye. Li gor nivîsa kîtabeyekê ku di xebatên kolanê yên dawî de ji Zanîngeha Nisêbînê hatîye bidestxistin, vê dibistanê heta sedsala 13emîn xizmet daye. Ji ber xebata van zanîngehên ku çand û şaristanî ronî kirîye, Nisêbîn wekî “Dergûşa zanyarîyê, bajarê perwerdehîyê û dayîka mamosteyan” hatîye binavkirin. Wek ku tê zanîn Nastûrî Kurd in û bandora wan ya li herêmê heya sedsala 19an jî dom kirîye.

HIN ZAGONÊN ZANÎNGEHA NISÊBÎNÊ

Zagon 1: Bi biryara rektorê zanîngehê û hemû endamên alîkar, wê berendamekî hêjayî midûrtîya zanîngehê bê hilbijartin. Li ser vê mijarê ne mafê tu kesî ye ku hizbperestîyê bike. Ji bo yên li hember rastîyê derkevin cezedayîn, avêtina ji zanîngehê û derkirina ji bajêr tê derpêşkirin.

Zagon 2: Kesê ku ji bo midûrtiyê hate hilbijartin, hewce ye ku li nav xwendekaran bi awayekî durû tevnegere û zanîngehê bi şêwirîna lijneya rêveberîyê, başebaş bi rê ve bibe. Yên sûcek kiribin jî bêyî ku rektorê zanîngehê û endamê alîkar jê agahdar bin, nikarin bên cezakirin. Cezayekî ku wê midûrê zanîngehê bide yan jî sûcekî ku wê efû bike, divê bi komîteya zanîngehê bê şêwirîn û paşê ev bê sepandin.

Zagon 5: Heta ku zanîngeh vekirî ye destûr nayê dayîn ku xwendekar li cihekî kar bikin an jî bi sin’etekî dakevin. Piştî ku zanîngeh hate girtin, yanî ji meha Tebaxê heta dawiya meha Kewçêrê dikarin derkevin ji derveyî Nisêbînê û danûstandina ku canê wan xwest, bikin. Xebatkarên zanîngehê jî bi şertê ku li nava bajêr bin, di navbera van sê mehan de dikarin bi sin’etekî dakevin ku li pîşeyê wan tê.

Zagon 6: Midûr, heta ku du yan jî sê şahid nebin, divê pereyên zanîngehê xerc neke.

Zagon 7: Qeydîya xwendekarên ku nû beşdarî zanîngehê dibin, bêyî ku haya midûr û alîkarên midûr jê nebe, nikare bê pêkanîn. Piştî ku qeydîya wan hat kirin jî ji bo ku ji zagonên zanîngehê re bi awayê herî baş rêzdar bin, bi ya zagonan bikin û wan bisepînin, wê bi taybetî bêne perwerdekirin.

Zagon 8: Qedexe ye ku xwendekar ji bilî rewşên acîl, navberê bidin perwerdehîya xwe.

Zagon 9: Xwendekar piştî dueya êvarê wê herin odeyên xwe. Berbangê divê her kes şiyar bibe û ciyê xwe (yê li dêrê) bigre. Tu kes nikare ciyê xwe yê li dêrê ji êvarî de bigre; rêza pêşîn her ji bo rahîbên kahîn in.

Zagon 10: Ji ber ku her xwendekarekî odeyeke wî heye, divê her kes li odeya xwe rakeve. Qedexe ye ku du xwendekar li odeyên yekkesî rakevin.

Zagon 21: Xwendekarekî ku sûcek kir wê ji alîyê rektor û komîteyê ve sê caran bê îkazkirin. Eger dîsa heman sûcî bike, wê bê cezakirin. Gava cezayê xwe qebûl neke û here ji cihekî din ê derveyî zanîngehê navçîtiyê pêşniyaz bike, sûcê wî biçûk jî be divê neyê efûkirin. Wekî din divê ji zanîngehê bê avêtin û ji bajêr bê derkirin.

 

ÇAVKANÎ

Kanîyek Ji Mezopotamyayê Nisêbîn, Eslîxan Yildirim, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Semsûr/Adiyeman(Parêzgeh)

Dîroka di nav axa Semsûr(Adiyeman)ê de dire berî bi hezara salan. Mirov dikare bêje di derbarê dîroka herêmê de belgeyên niviskî digihêjin berî zayînê serê hezarsala duyemîn. Lê em ji kolandinên arkeolojîk dizanin ku dîroka insanetiyê li vê herêmê zêdeyî deh hezar sal berê dest pê kiriye û Semsûr di hundirê vê erdnîgariyê de ye. Serdema Hurîyan (Horî/ Hurtî/ Gutî/ Kurtî) a ku herêma Semsûrê jî dihêwirîne, di hezarsala 4emîn a berî zayînê dest pê dike û 3 hezar salan berdewam dike.


Komagene û Kurdên Zelanî

Navê xanedana Kûmû(h) an jî Komageneyê Zelan e. Di roja me de jî erdnîgariya Zelan navê cihekî fireh ku hemû Kurdên rojava dinimîne. Ew erdnigarî, di cihê ku Çemê Têgris (Dîjle) tê dizê de dest pê dike, bajarên weke Yozgat û Zele ên ku li nîveka Kurdistana bakur cih digirin, yanê Kapadokya ya Antîk dihêwirîne û heta Pontûsê dirêj dibe. Di lîteratûrê de navên wek Mil (Milan) û Zil (Zilan), du şaxên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ew îro jî heyîna xwe diparêzin.


Nisêbîn(Navçeya Mêrdîn)

Nisêbîn, navçeyeke mezin ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ye, di navenda Kurdistanê cih digre. Seyyahên sedsalên 12emîn û 13emîn jî, di derbarê Nisêbînê de, behsa xanîyên delal yê nav bexçeyên têr î tije, hemamên bedew, pira li ser çemê Hîrmasê(Cexcexê), nexweşxane, dibistanên wê û sûra dora wê ku 6500 gav bûn dikin.