logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Esededîn Şêrkoh

Nivîskar: Emîn Narozî

Spahsalar Esededîn Şêrkoh  

Ebû-l-Haris Şêrkohê [m 564/1168-69] kurê Şazî/Şadîyê kurê Merwan ku bi bernavkê Melîk el-Mensûr Esededîn bi nav kirîye, apê Sultan Selahedîn e.

Bavê wan Şadî ku yek ji giregirên Kurdên Rewadî yên herêma Divînê bûye, Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê yê berê li Divînê di nav wan de dostanîyeke germ hebûye Şadî vexwendiye Bexdayê.

Ew jî bi herdu kurên xwe Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh ve ji Ecdeneqana devera Divîna ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê yê hêla Gurcîstanê û navçeya Aranê/Erranê, derketîye û çûye Bexdayê cem Behrûz. Demek piştre, piştî pêşwazîyeke germ û qedirdaneke zahf wî ji dêla xwe ve ew bi dizdarî danîye ser mîrgeha xwe ya Tikrîtê(Li gorî Ehmed Muxtar el-‘Ebadî hingê Tikrît bajarekî Kurdan bûye û xelkê lê jî hemî kurd bûne.).

Demek dû re gava Şadî li wê derê mirîye hingê Behrûz Necmedîn kirîye dizdarê keleya Tikrîtê û ew û Şêrkoh(wateya Şêrkoh, şêrê çîya ye) pêk ve li Tikrîtê mane. Piştre gava Îmadedîn Zengî bi Mesûdê Selçûqî re ku dixwest deshilatdarîyê ji birazîyê xwe Dawidê kurê Mehmûdê ku Xelîfe jî piştgirîya wî dikir bistîne, çûye avêtîye ser Bexdayê û dora wê girtîye.

Lê pîştre ew ji ber Saqî Qeraca ku hatibû hawara Xelîfe, li hindava Tikrîtê li ber Dîcle [birîndarbûyî] şikîyaye û revîyaye çûye xwe avêtîye cem Necmedîn û Şêrkoh. Wan pê re alîkarî kirîye, keştî [kelek] jê re amade kirine, wî û hevalên wî ji çem derbas kirine, qedrê wan girtine û dû re ew şandine cihê wan.

Gava Behrûz bi vê yekê hisîyaye pirr li zora wî çûye û gotîye: “Ez bi rih û giyan çawa te neyarê me girtiye jî, lê te qencî bi wan re kirîye û ew berdane?” Bes Necmedîn bi nameyeke lêborînê rewş jê re diyar kirîye û dilê Behrûz pê xweş kirîye, lê çend sal piştre gava Şêrkoh  mirovekî [Behrûz] kuştîye ku di nav wan de gelşek derketibû, hingê Behrûz hew qedandiye û rabûye ew ji Tikrîtê derxistine.

Ew jî hima yekser rabûne çûne cem Îmadedîn Zengî, ew qencîya wan bibîr anîye, qedrê wan girtîye, mîrgehên baş dane wan û ew xistine nev koma serdarên xwe yên bijarte. Piştî mirina Îmadedîn jî Şêrkoh li cem kurê wî Nûredîn Mehmûd Zengî maye heya ku dû re ew bi mêrxasî û gernasîya xwe, zîrekî û pêbawerîya xwe bûye serekfermandar û cihgirê wî.

Ji xwe hinek behsa wî di bûyerên ser Şawer de ku di sala 559/1163-64an de hatibû Şamê û hawara xwe gihandibû Nûredîn, derbas bû. Lêbelê Behaeddîn îbn Şeddad di [berhema xwe ya] “Sîret Selahedîn” de rehma Xwedê lê be, ji bo hatina wî [Şawer] ya Şamê tarîxa 558/1162-63yan dide û diyar dike ku ew di 2yê cemadelaxera/8ê gulana sala gotî de jî çûne gihîştine Misrê.

Wî [Nûredîn Zengî] hinek ji leşkerên xwe pê re şandiye, Esededîn Şêrkoh jî kirîye fermandarê wan û ew çûne Misrê. Piştî lihevrastkirina rewşa xwe, Şawer bi wan re xedir kirîye, sozê ku bi wan re dabûye neanîye cih û ew jî piştî xirecireke dirêj rabûne vegerîyane Şamê.

Vegera wan ya ji Misrê di 7ê zîlhecceya/26ê çirîya sala gotî de bûye. Piştre ew dîsa zivirîye Misrê û çûna wî ya ber pê ve di meha rebî‘elûlaya sala 562/kanûn-çirîya 1166an de bûye ku hê di cara pêşî de dilê wî bijîyabû desthilatdarîya wê.

Ew di rîya Wadî l-Xezlanê(Misir) de çûye û di Îtfihê(bajarekî ser Se´îda jêrîn e li Misrê) de ketiyê ku bûyera el-Babeynê ya cem devera herdu Uşmûnan(ji herêma Se´îda jêrîn tê hesab û gundek jî bi navê Uşmûn heye ku ji ber vê dibe du Uşmûn) jî hingê qewimîye. Piştî serkeftina cenga Babeynê wî Sultan Selahedîn şandîye Îskenderîyê ku wê biparêze û Şawer jî bi leşkerê Misrê ve dora wî girtîye û ew pirr êşandîye.

Piştre Esededîn ji Se‘îdê zivirîye Îskenderîyeyê, li wê derê ew û Misrî li hev hatine û wan Selahedîn jê re şandîye û ew vegerîyane Şamê. Vêca gava di sala 564/1168-69an de Fireng çûne Bilbîsê vegirtine û xelkê wê kuştine hingê wan şandiye pey Esededîn, qencî pê kirine, xwe avêtinê û dilê wî xweş kirine ku ew jî here alîkarîya wan.

Dawîyê ew rabûye çûye alîkarîya wan û Fireng ji wê derê derxistine ku gihîştina wî ya Misrê ya hingê di rebî‘elûlaya sala gotî de bûye. Lêbelê Şawer dû re dîsa xwestîye ku xwarinekê bide wan û tê de fenekê li wî û serdarên mezin yên pê re bike wan bigire û bikuje, lê ew jê bi leztir derketine û berî ku pê re bigihîje gerefeneke din jî bîne serê wan, ew kuştine.                   

[Piştî kuştina Şawer] Esededîn di çarşema 17ê meha rebî‘elaxera sala 564/19ê çileyê 1169an de [li Misrê] bûye wezîr û 2 meh û pênc rojan wezîrtî kirîye. Di pey de ew şemîya 22yê, li gorî Rewhî yekşema 23yê cemadelaxera sala 564/25ê adara 1169an ji nedî ve li Qahîreyê mirîye û lê hatîye veşartin. Demek paşê li ser wesîyeta wî (r.), ew veguhestine Medîneya Pêxember (e. s) û Selahedîn ketîye cihê wî.

Îbn Şeddad di kitêba xwe ya Sîret Selahedîn de gotîye: “Esededîn pirr xwire bûye û ji goştê xurt î bi bez zahf hez kirîye; ji ber vê jî carina xwarin lê diket û êşa xeneqîtkê ew digirt, lê piştî êşeke dijwar ew baş dibû. Lê vê carê gava ew êşa xedar bi ser ve hatîye û xeneqîtka kambax ew girtîye hingê ew jê ranebûye û di tarîxa gotî de jî ew kuştîye. Wî ji Nasîreddîn Mihemedê kurê Şêrkoh yê bi Melîk el-Qahir bernavkirî pê ve tu zaro li pey xwe nehiştine.

Gava Esededîn mirîye hingê Nûredîn di Nîsana 1169an de Himsê jê sitendîye lê gava Selahedîn erdê Şamê vegirtîye hingê Himsê dîsa daye Nasîreddîn û ew heya mirina wî ya sala 1185an di destê wî de maye. Gava mirîye jina wî Sitîşama keçapa wî ew veguhestîye goristana xwe ya ku li medreseya wê ya pişta bajarê Şamê bû û ew li cem birayê xwe Şems el-Dewle Tûranşahê [Torinşahê?) kurê Eyûb veşartîye.

Tabloya ku Şêrkoh lawê Şadî temsîl dike

Piştî wî jî Hims gihîştîye kurê wî Esededîn Şêrkoh ku di 569/1173-74an de hatibû dinê û di sêşema 19ê meha receba 637/15ê sibata 1239an de li Himsê mirîye û di gora xwe ya nav bajêr de hatîye veşartin. Her weha Rehbe, Tedemur û Makisîn jî ku deverên herêma Xabûrê bûne, di destê wî de bûne.

Wî komek zaro li pey xwe hiştine, ji nav wan kurê wî Melîk Mensûr Nasîreddîn Îbrahîm ketîye cihê wî û ew heya mirina xwe ya îna 29ê Gulana 1246an li Neyruba dora Şamê, her li ser hikim maye. Wextê ew mirîye ji wê derê birine Himsê û li pişta bajêr li qîbleyê mizgefta Xizir (e. s.) hatîye veşartin.

Dû re kurê wî melîk Eşref Muzafer el-Dewle Eb ul-Feth Mûsa ketîye cihê wî. Eşrefê navdayî  di dawîya salên 1262yan de li Şamê ji min re got ku: “Jidayîkbûna wî sala şikestina Xwarzemîyên Rûmê bûye û wextê vegera wan ji wê derê mizgînîya bûna min gihîştîye bavê min.”

Ew bûyer jî li gorî ku di jînenîgarîya Eşrefê kurê Adil de ravekirî ye, di meha remezana sala 627/1229-30yî de qewimîye. Wî gotîye ku: “Gava bavê wî mizgînîya bûna wî girtîye hingê ji Melîk Eşrefê kurê Adil re gotîye: ‘Ey Xwend [Xwendkarê min] yek li koleyên te zêde bûye.’ Wî jî gotîye: ‘Navê min lê bike’, ku ji ber vê bavê min navê Eşref Muzafereddîn Ebû-l-Feth Mûsa li min danîye.

Wefata Eşrefê kurê Mensûrê behskirî di 14yê çirîya 1263yan de li Himsê bûye û ew li cem gora bapîrê xwe Esededîn Şêrkoh li Himsê hatîye veşartin. Nexwe jidayîkbûna wî bi nêzîkayî dibe tebax yan jî îlona 1230î.

Şêrkoh di sala 1160î de ji Şamê di rêya Tîma (bajarokekî dora Şamê ye) û Xeyberê de çûye hecê ku ew sal Zeynedîn Elîyê kurê Bektekîn (Begtigîn) jî di ser Îraqê re çûbû hecê û li wê derê gihîştibû Xelîfe.

Li gorî el-Ziriklî ku ji kitêba Muntexebat mîn Kîtab et-Tarîx r. 256-260 wergîrtîye: “Şêrkoh û birayê xwe Eyûb ji bajarê Divînê hatine Îraqê û ketine ber xizmeta Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê. Dû re gihîştine Îmadedîn Zengî û piştî mirina Zengî, serê pêşî Şêrkoh bi kurê wî Nûredîn Mehmûd Zengî re maye û gava Nûredîn tê de mêrxasî, pêbawerî û zîrekî dîtîye hingê rabûye ew kirîye spahsalarê xwe û Hims û Rehbeyê (devereke Şamê ye) jî bi mîrgehî danêyê.

Îmadedîn el-Katib ev şi‘ra han li ser nivîsîye:

Ey Şêrkohê kurê Şazîyê Melîk, gazîya gazîxwazan!

Binase ew qenctirîn kurê qenctirîn bavî ye!            

Li ser hatina wan ya Bexdayê ku herdu bira ne bi bavê xwe Şadî/Şazî re, lê bi xwe hatine û pêwendiyên wan bi malbata Atabeg Zengî re, Îbn el-Esîr, Ebû-l-Fîda û Ebû Şame ku herduyên dawî jî bi kurtî ji Îbn el-Esîr veguhastîne, weha dibêjin: “Ew [Şêrkoh] û birayê xwe Necmedîn Eyûbê kurên Şazî ji xelkê Divîna welatê Azerbaycanê ne, eslê wan Kurd e û ji eşîra Zewadî/Rewadî ne ku eşreftirîn eşîra Kurdan e.

Ew hatine Bexdayê û ketine ber xizmeta şi’hneyê [esayişgêrê] wê Mucahîdedîn Behrûz. Wî di Necmedîn de ku birayê mezin bûye, hişmendiyeke pirr û xuyekî qenc dîtîye û ew kirîye dizdarê kela Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye û ew û birayê xwe Şêrkoh çûne wê derê.

Vêca wextê Atabegê şehîd Zengiyê kurê Aqsenqer di sala 1131ê de li Îraqê ji ber Qaraca el-Saqî şikîyaye çawa ku me diyar kir, hingê ew têkbirî çûye gihîştîye Tikrîtê ber çemê Dîcle. Gava gihîştîye wê derê Necmedîn Eyûb jî rabûye pê re alîkarî kirîye, keştî [kelek?] ji wan re amade kirine ta ku ew bi hevalên xwe ve bi wan re li çem derbas bûne.

Necmedîn Eyûb bi [naskirina] wan şa bûye, qedrê wan girtîye û dû re ew şandine cihê wan. Bêguman ev yek li zora Behrûz çûye û gazin ji Necmedîn kirine, lê çendak piştre îcar gava Şêrkoh di ser de jî yekî ku di nav wan de xirecirek derketiye, li Tikrîtê kuştiye hingê Behrûz rabûye şandiye ew ji kelê derxistine û ew jî hima ji wir yekser rabûne çûne cem şehîd Zengî. Zengî baş pêşwazîya wan kirîye, qencîya ku pê re kiribûn bi bîr anîye, mîrgehên hêja dane wan û dema Ba´albek jî vegirtîye hingê Eyûb kirîye dizdarê wê.

Gava Şehîd [Zengî] hatîye kuştin hingê leşkerê Şamê dora Ba´albekê girtîye ku ew [Eyûb] jî lê dima û cih lê teng bûye, pes Seyfeddîn Xazîyê kurê Zengî [ku ew der piştî mirina bavê wî para wî ketibû] jî bi lihevrastkirina deverên xwe yên din ve dilebikî û nikaribû here hawara wî.

Ji ber vê yekê ew bêgav maye û rabûye ew der daye wan û ji dêla wê ve hinek mal û mîrgehên din li Şamê ji wan sitandiye û çûye Şamê cem Mu‘îneddîn Unir [Onur] ku li wê derê bûye mezintirîn fermandarê wî.

Birayê wî Şêrkoh jî piştî kuştina Zengî gihîştiye Nûredîn Mehmûd ku ji xwe hê di dema bavê wî de jî xizmeta wî dikir. Wî ew nêzî xwe kirîye, daye pêş û tê de mêrxasîyeke ku di tu kesê din de tunebû, dîtîye, ji ber vê mêrxasîyê wî zêdetir qencî pê re kirîye, Hims, Rehbe û hinek deverên din jî danê û ew kirîye serekfermandarê xwe.

Gava Nûredîn xwestîye ku Şamê vegire, hingê lê ferman kirîye ku ji birayê xwe Eyûb re bişîne û daxwazîya alîkarîyê jê bike, wî jî erê kirîye û ji dêl ve jî ji xwe û birayê xwe re hinek mîrgeh û gund jê xwestine.

Nûredîn jî daxwazîya wan pejirandiye û Şam vegirtîye; wî sozê xwe anîye cih daxwazîyên wan pêk anîne û ew kirine mezintirîn fermandarên dewleta xwe. Vêca dema ku xwestîye leşker bişîne Misrê jî hingê ji bo vî karê giran û vê rîya bi xeter jê [ji Şêrkoh] çêtir tu kesî din nedîtîye û rabûye ew şandîye.”

Li gorî Elî Beyyûmî û Ebû Şame gava Îmadedîn Zengîyê bavê Nûredîn hatîye kuştin hingê ji ber dostanîya navbera Şêrkoh û Nûredîn ya berê wî li himberî zarûyên Zengî yên din [Seyfeddîn Gazî û Qutbeddîn Mewdûd] piştgirîya Nûredîn kirîye. Ew bi lez çûye xergaha Nûredîn, şîreta çûna Helebê lê kirîye û çend roj piştre gava ew di 16ê îlona 1146an de çûye Helebê hingê bi hêsanî dest danîye ser.

Ji ber vê yekê wî jî weke bavê xwe ku qencîya wan ya Tikrîtê ji bîr nekiribû, çêyîya Şêrkoh ji bîr nebir. Îbn Ebî Teyy li ser vê yekê weha dibêje: “Ev çêyîya Şêrkoh hertim di bîra Nûredîn de bû û Esededîn Şêrkoh jî carê behsa alîkarîya xwe ya bi Nûredîn re ji bo destdanîna ser Helebê û minêkarîya wî, dikir.

Li gorî Ebû şame ku li ser devê Selahedîn gotîye: ”Piştî Eyûb Şêrkoh li cem Nûredîn kesê duyemîn bûye û hatîye bihîstin ku heya Nûredîn pê neşêwirîya tu biryaran nedida.” Herweha ev gotina îbn el-Esîr jî vê yekê xurt dike: “Şêrkoh mezintirîn serdarê Nûredîn bû û cihê wî yê cem Nûredîn ewqas bilind bû ku xelkê ew di desthilatdarîyê de hevbeş dizanîn.

Tevayîya gotina Selahedîn ya ku Elî Beyyûmî bi kurtî ji Ebû Şame girtîye weha ye: “Min ji serekqazî Behaddîn [Îbn Şeddad] bihîst ku Melîk Nasir Siltan Selahedîn jê re qal kirîye: “Rojekê Melîk Adil Nûredîn min şande cem apê min Esededîn Şêrkoh ku bê şêwra pê tu tiştekî nedikir û ji min re got:

- Here ji Esededîn re bibêje ku dilê min heye ez van demanan hemî û azik (zewade) û bacên rêyan giş rakim, ka ew çi dibêje?’

Ez çûm cem û min gotina wî gihandê. Ji min re got: - Here jê re bibêje:

- Serwerê me ger ku tu vê yekê bikî tu dê qûtê leşkerê ku em di cengan de hewceyî wan in û erzaq û xercên wan li ser van bacan e, ji ku bînin?’

Min ji apê xwe re got:

- Ma dema xwedê ev kar di dilê wî de sêwirandiye, jê bigere bila bike!’

Ew bi min re xeyîdî û got:

- Tu here gotina min jê re bibêje!’

Ez vegerîyam cem Nûredîn û min gotina apê xwe gihandê. Wî got: - Here bibêje:

- Gava cenga me hew li ser wan be em ê dev jê berdin û rûnin, dernakevin.

Ez zivirîm cem apê xwe û min gotina wî gihandê, wî jî got: - Here bibêje:

- Ger ew jî dev ji te berdin hingê fermo rûnê. Min jê hêvî kir ku zêde bi ser ve neçe, lê ew xeyîdî û got: - Here gotina ku dibêjim jê re bibêje!

Ez çûm cem û min ew jê re got. Wî demekê dev jê berda, lê piştre dîsa weke xwe kir.”       

Ji bilî piştgirîya Şêrkoh li pêşberî birayên wî û hevalbendên wan, bi Nûredîn re piştî mirina bavê wî jî di serê pêşî de wî li pêşberî firengan jî welatê Nûredîn parastibû. Ji xwe hê di serî de Caslin (Joscelin) çûbû ser Rihaya ku bavê wî ew jê sitendibû û xwestibû ku wê bi paş ve bistîne lê bi ser neketibû, her weha mîrê Antakyayê Raymund (Raimund) jî çavê xwe berdabû erdê misilmanan û leşker şandibû ser Hema û Helebê û di rê de gelek kes kuştibûn û talan kiribûn.

Lê Şêrkoh pê hisîyabû û rabûbû bi sîpaha Helebê ve çûbû dabû pey wan, dîlên Musilmanan ji wan sitandibû, êrîşî ser deverên ku vegirtibûn jî kiribû û serkeftî zivirîbû Helebê.

Dû re dîsa Nûredîn xwestibû weke bavê xwe ku xanedanîya Rihayê ya firengan vegirtibû ew jî mîrîtîya Latînîyan ya Antakyayê ji wan bistîne, lê ew li Famyayê şikîyabû. Bes piştre dîsa ew li der û dorên Entab û Dilokê hatibûn pêşberî hev û bi xêra mêrxasîya Şêrkoh vê carê Nûredîn bi ser ketibû, çunkî Şêrkoh bi xwe di cengê de Raymond kuştibû û sipaha wî şikandibû.

Çawa ku Elî Beyyûmî diyar dike ji xwe hê ji dema Tikrîtê ve çavên Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh li desthilatdarîyeke mezintir bûye ku loma jî alîkarî bi dijminê mezinê xwe Behrûz re kirine û gava ku xwestîye wan ji Tikrîtê derxe jî, lê lava nekirine û li ber negerîyane, ew hima ji nerma xwe ve bê xirecir yekser rabûne çûne cem Îmadedîn Zengîyê ku berekî fireh dabûye ber xwe. Ji xwe hatîye gumankirin ku Behrûz jî bi vê yekê hisîyabûye û loma jî ew ji meraxeya xwe derxistine.

Bêguman weke her karbidestên wê serdemê herdu biran jî çavên xwe li payeyên bilindtir gerandine û xwestine ku di nav tevlîhevîyên serdema xwe de li gorî pîvanên hingê beşdarî desthilatdarîyê bibin û xanedanîyeke fermanrewa ava bikin.

Ji xwe herdu bira jî bê hev nedibûn û hev temam dikirin. Eyûb bi şarezayî, hişmendî, serwextî, tevdîrkarî û sîyasetmedarîya xwe ya di cih de hertim hem li cem desthilatdaran û hem jî li cem leşker û xelkê, xwedî rûmeteke hêja û gotineke giranbiha bû û gava diqewimî jî timî ji xwe re rîyekê didît û pê karê xwe xweş li hev dianî. Şêrkoh jî bi çeknasî, mêrxasî, zîrekî, pêbawerî, bêtekepekî û cengawerîya xwe hercar xwe digihîştande rêzên pêş û di nav refên bilind de cihê xwe digirt.

Îcar gava ev herdu xeysîyet bûne yek hingê gelek encamên bi rêkûpêk yên mîna Selahedînê Eyûbî ku bi xuyê herduyan jî hatibû perwerdekirin û avêtina hîmê Dewleta Eyûbî ya Kurdî derketin holê.

Ji xwe ev hevtemamkirina wan di dema nexweşîya Nûredîn ya sala 1149an de jî hate dîtin, çunkî gava nexweşîya wî giran bû, hat radeya mirinê ku herkesî destê xwe jê şûşt û nûçeya mirina wî jî belav bû hingê Şêrkoh ji mîrgeha xwe ya Himsê bi lez hate Şamê da ku dest deyne ser û armanca xwe ya sazkirina dewletekê bîne cih.

Lêbelê walîyê Şamê Eyûbê birayê wî nehişt lez bike û jê re weha got: “Tu bi vê yekê me dikujî! Ji me re baştir e ku tu herî Helebê; îcar ger Nûredîn sax be ji xwe dê tu karê xwe bikî lê ger ku miribe hingê ez li Şamê me û tiştê em bivên ez dê pê bikim.”

Li ser vê ew rabû çû û dît ku wa Nûredîn sax e; hingê wî li karê xwe domand û nehişt mîratxwirên wî [Nûredîn] nêzî milkê wî bibin û ew jê re parast. Vêca ger Eyûb jî weke Şêrkoh lez bikira û Nûredîn jî piştî başbûna xwe pê bihisîya hingê sîyaseta wan têk diçû, ew dê ji hev belav bibûna û nedigihiştin armanca xwe.

B. H. Newbay jî li ser xuyê herdu biran weha dibêje: ”Eyûb û Şêrkoh tersê hev bûn, Şêrkoh yekî bejinkurt î bêpaxav î zîrek î xwire yî qelew bû ku ev xuyên pirên Kurdan in. Ew leşkerekî bijare bû û ji qabîlîyeta xwe ya serdarîyê hiz dikir, wî ew bi kar anî ta ku bû serdarekî hosta yî zîrek.

Lê Eyûb bi xwe bêhtir îdarî bû û ji pend, baldarî û agah û nasîna mirovan hez dikir, çi di dema mezinatîya xwe de bûye û çi jî gava li nik serwerekî bûye wî her tim girîngî daye xwe û malbata xwe. Ji xwe divê ji ber vê yekê be jî gava ku Zengî ji bo alîkarîyê xwe lê girtibû, wî ew fersend bi kar anîbû û pê re alîkarî kiribû digel ku divîyabû li himberî mezinê xwe pê re nekira jî.

Lê çawa dixuyê ji ber ku wî di Zengî de pêşeroja malbatê dîtîbû loma pê re alîkarî kiribû, bes piştre ji Behrûz re jî nameyek nivîsîbû, ew li ser sedemê alîkarîya bi neyarê wî re agahdar kiribû û dilê wî xweş kiribû.”          

Texreberdî jî di behsa Şêrkoh de dibêje: “Esededîn serdarekî hişmend, mêrxas, gernas, xwedîtevdîr, çeknas, bîrbir, zêhntûj û bêhnfireh bû.”

Beyyûmî li ser devê Ebû Şame ku ji Îbn Ebî Teyy wergirtiye diyar dike ku di dema teslîmkirina Eyûb ya Baalbekê bo Mû‘îneddîn Unir [Onur] de di navbera Şêrkoh û wî de dilsarîyeke nihênî çêbûye û ji xwe ew yek ne bi dilê Nûredîn bûye jî.

Ew li bendê bûne ku ji dêla çûna cem Mû‘îneddîn ew çûbûna Helebê da ku li cem du desthiltdarên himber nehatina pêşberî hev. Lê piştre gava ew dibe fermandarê kurê Mû‘îneddîn yê Şamê û wê bê şer dispêre Şêrkoh û Nûredîn hingê hikmetê kirina wî tê fahmê û ew bi wan bi rûmettir dibe.

 B. H. Newbay jî li ser vê rewşa ji hevveqetîna wan weha dibêje: “Digel ku Şêrkoh û Eyûb li cem desthilatdarên cuda yî himber bûn jî dîsa pêwendiyên wan tu carî ji hev qut nebûne û ji ber vê yekê jî Eyûb di sala 1152yan de Yûsufê [Selahedîn] kurê xwe şande Helebê cem apê wî ku Nûredîn hingê mîrgeh danê û wî jî ew karê girîng yê ku di pêş de wê wî bikira serdarê Nûredîn, girte ser xwe.”

Ji xwe bi saya van kar û xebatên hêja yê herdu biran û armanca wan ya payebilindiyeke ku wan ber bi desthilatdarîyê ve dibir malbata Şadî [Eyûbî] di dewleta Nûredîn Mehmûd Zengî de gihîşt bilindtirîn radeyê.

Lewra Esededîn Şêrkoh bûbû spahsalarê sipaha wî û cihgirê wî yê siltanîyê, Necmedîn Eyûb jî ku jê pê ve tu kes bêdestûr nikaribû li civata Nûredîn rûnişta, hem bûbû walî û hem jî fermandarê Şamê û Esayişgêrê Şamê jî hê di destpêka temenê xwe de (18 salî) bûbû Yûsufê ku dê piştre bibûya Siltan Selahedînê Eyûbî [ji xwe berî wî jî serekê asayişa Şamê Torinşahê birayê wî bû] û gelek ciwanên wan jî bi lehengîyên xwe yên cengawerî di nav sipaha Nûredîn de xwedî paye bûn.

Îbn el-Esîr li ser destpêka çûna Şêrkoh ya Misrê weha dibêje: ”Di vê salê (1164) de Nûredîn Mehmûdê kurê Zengî leşkerekî pir di bin serdarîya Esededîn Şêrkohê kurê Şazî de ku serekfermandarê wî, mezintirîn serdarê dewleta wî û mêrxastirînê wan bû şande Misrê. Çawa ku di sala 1169an de em dê sedemê gihîştina wî ya Nûredîn û bilindbûna payeya wî li cem, bibêjin.

Sedemê şandina vê sîpahê jî, hatina Şawerê wezîrê el-‘Adid Lîdinîllahê ‘Elewî yê xwediyê Misrê bû ku li ser wezîrtiyê di navbera wî û Dîrxam de şer derketibû û Dîrxam zora wî biribû. Şawer ji ber revîyabû Şamê û xwe avêtibû cem Nûredîn û jê alîkarî xwestibû. Wî ew xweş qebûl kiribû, qedir dabûyê û qencî pê re kiribû.

Ew di sibata salê de gihîşt wê derê û jê hêvî kir ku leşker pê re bişîne Misrê da ku wî vegerîne ser textê wî û ji bo vê yekê jî sêyeka dexlê welêt piştî derxistina mîrgehên leşker jê, pê re soz da û xwest ku Şêrkoh jî bi leşkerê xwe ve li ser navê Nûredîn bi fermandarî li Misrê bimîne.    

Li ser vê hêvîyê Nûredîn geh gavên xwe bi pêş ve davêt, lê piştre dîsa bi paş ve dikişîya. Heçî  xwelêgirtina Şawer, zêdekirina milk  û xwe pêxurtkirina li pêşberî firengan wî ber pê ve dibir. Lê metirsiya rê, hebûna firengan di rê de û tirsa bêbextîya Şawer bi wan re piştî lihevrastkirina rewşa xwe û bicihneanîna sozê xwe, wî bi paş ve dida.

Piştre dilê wî li ser şandina leşker qewî bû û ferman kir ku sedemên neçûnê ji holê bên rakirin û amadekarîyên şandinê dest pê bikin. Heçî dilê Esededîn jî bi vê rêwingîyê ve hebû û ji xwe ew yekî mêrxas û bixwebawerekî wisa bû ku qet tirs jê re çênedibû.

Wî xwe amade kir û di nîsana 1164an de bi Şawer ve ketin rê. Nûredîn ji Şêrkoh xwest ku wî vegerîne cihê wî, tola wî ji hemberên wî bistîne û ew jî bi leşker ve çû hêla welatê firengan yê alîyê Şamê da ji tirsa Nûredîn û parastina welatê xwe jê, neçin pêşîya Şêrkoh û sîpaha wî.

Gava Esededîn bi leşker ve gihîşt bajarê Bilbîsê Nasîreddînê birayê Dîrxam bi leşkerê Misrê ve hat himberî wan, lê ew şikîya û zivirî Qahîreyê. Di serê gulanê de Esededîn çû ser Qahîreyê û Dîrxam jî di dawîya mehê de derket himberî wan û li cem goristana Sitîya Nefîse hate kuştin; du rojan li wê derê ma, piştre ew li Qerefayê hat veşartin.

Birayê wî Faris el-Muslimîn jî hat kuştin û Şawer jî di 25ê gulanê de li cihê xwe hate vegerandin û ji nû ve bû wezîr.”

Yanî li gorî îbn el-Esîr sedemê hilbijartina Şêrkoh ji bo çûna Misrê ew bû ku ew hem serekfermandarê sîpaha wî, hem jî mezintirîn serdarê dewleta wî û lehengtirînê wan bû jî û her weha ew fermandarekî mêrxas î bixwebawer î bêtirs û bêperwa bû jî.

Herweha Ebû Şame jî ji bilî tiştên jorîn ku ji Îbn el-Esîr û Îmad el-Katib girtine, ji Yehya îbn Ebî Teyy jî weha lê zêde kirîye: “Ji ber ku Nûredîn heya hingê çi karê ku Şêrkoh pê ve şandibû ew jê serkeftî vegerîyabû û çi tengasîya ku wî ew xistibûyê jî wî xwe jê xelas kiribû, ji ber vê jî wî ew şand vî karê zehmet î giran jî.”

Lê her weha dixwiyê ku Şêrkoh bi xwe jî di çûna xwe ya Misrê de rolekî baş leyîstîye çunkî ew ji bo danîna dewletekê ji malbata xwe re timî li fersendekê digerîya û Misr jî bi aqarê xwe yê zahf, bi dewlemendiya xwe ya pir û bi îdareya xwe ya bê ser û ber ji bo armanceke weha bi dest nediket.

Çawa ku li jor jî hate dîtin Îbn el-Esîr li ser vê yekê weha dibêje: “Dilê Esededîn bi xwe jî bi êrîşeke ser Misrê ve hebû û ji xwe ew xwedî kesayetîyeke xurt î qewî û dilêrîyeke bêhempa bû û tirs jî qet li cem peyda nedibû”

Herweha Stevenson jî bi gotina xwe ya jêrîn vê yekê qewî dike: “Şêrkoh timî difikirî ku ger ew bibe desthilatdarê Misrê dê ew serbixwetir bibe û ku rewş jî jê re li hev bê wê karibe xanedanîyeke fermanrewa ava bike.”

Îbn el-Esîr li ser vê bûyerê piştre weha didomîne: “Esededîn li pişta Qahîreyê ma, Şawer xedir pê re kir û ji sozê ku dabû wî û Nûredîn ji bo welatê Misrê, xwar û xeber jê re şand ku vegere here Şamê. Esededîn bi vê yekê aciz bû û jê xwest ku sozê xwe bîne cih, lê Şawer guh nedayê. Gava ev yekê jê dît rabû cihgirên xwe şand ku dest deynin ser Bilbîsê û desthilatdarîya navçeya rojhilatê xiste destê xwe.

Şawer jî rabû ji firengan alîkarî xwest û ew bi vegirtina Nûredîn ya Misrê tirsandin û ji xwe ew jî berê ditirsîyan û qenc dizanîn ku ger Nûredîn Misrê vegire dê bibe mirina wan. Vêca gava Şawer ji bo derxistina Esededîn ji Misrê alîkarî xwest ew bi lez çûnê, çirku dilê wan jî bi Misrê ve bû û ji xwe ji bo çûnê bi wan re sozê mal jî dabû.

Gava Fireng çûne Misrê, Esededîn bi leşkerê xwe ve kişîya Bilbîsê ku xwe lê biparêze û leşkerê Misrê û yê Firengan jî li hev civîyan û çûn avêtin ser bajarê Bilbîsê, dora Esededîn girtin û 3 mehan li ser man. Digel ku sûra bajêr kin bû, bê xendek bû û more bû jî lê dîsa wan xwe tê de ragirt û carna jî êrîş dibir ser wan.

Di wê navê de nûçe gihîşt Firengan ku Nûredîn li ’Harimê Fireng şikandine, kela wê vegirtîye û berê xwe daye Banyasê jî. Hingê milên wan sist bûn û xwestin ku berî vegirtina Nûredîn herin xwe bighîjinîn Banyasê, lê wî berî ku bighîjinê ew vegirt.

Wan ji bo lihevhatin û derketina ji Misrê, vegera li erdê Şamê û vegerîna mal û erdê Misrîyan li wan, mirov şand cem Esededîn û ji ber ku haya wî jî ji têkçûna wan ya ji ber Nûredîn tunebû, rabû daxwazîya wan pejirand.

Yekî ku dema derketina Esededîn ji Bilbîsê ew dîtibû ji min re got: ‘Min dît ku hevalên wî li pêşîya wî derdiketin, ew jî li pey wan bû û di destê wî de jî teberek (tevrek) hebû ku ew diparastin û Misilman û Firengan jî hemî lê dinêrî.

Firengekî rojhilatî hate cem û jê pirsî: ‘Ma tu ji van Misilman û Firengên ku dora te û hevalên te hemî girtine natirsî ku bi te re bêbextî bikin?’ Şêrkoh bersîv da: ‘Xwezîya bikirina, hingê tê tiştekî ku qet nedîtibû bidîta, bi Xwedê min dê şûr têxista nav wan û heya ku teqnek ji wan telef nebûna jî ez nedihatim kuştin. Hingê wê Melîkê Adil (Nûredîn) jî bihata, wan bikuşta û welatê wan vegirta, ji xwe ew qels bûbûn û pahlewanên wan jî çûbûn.

Bi Xwedê ger van(mebest jê hevalên wî bûn), bi ya min bikirina ez ê roja pêşî bihatima we, lê nehiştin.’ Yê Fireng li ser rûyê xwe xaç çêkir û got: ‘Em li pesindana zêde yê Firengên vî welatî ji bo te û tirsa wan ji te şaş diman, lê niha em doza lêborînê ji wan dikin’ û piştre zivirî çû. Şêrkoh jî bi saxlemî vegerîya Şamê.”

Piştî sefera pêşî êdî Şêrkoh ji Nûredîn zahftir dilê xwe berdabû Misrê û dilbijîna wî ya bidestxistina wê derdikete ser rû. Di vî warî de Hesen Îbrahîm hinekî din jî bi pêş ve diçe û weha dibêje: “Piştî vegerîna Şêrkoh ya Şamê ya piştî rêwîtîya pêşî, êdî wî bi hêvîya avakirina împaratorîya (dewleta) xwe ji bo cara duyemîn jî xwe amade dikir.”

Îbrahîm el-Henbelî jî li ser dilbijîna Şêrkoh ya Misrê weha dibêje: “Piştî ku Şêrkoh vegerîya Şamê êdî Misir ji dilê wî derneket, çunkî wî Misir ecibandibû û têgihîştibû ku desthilatdarîya wê li ser tirs û gumanan e û ji xwe xapandina Şawer jî qet ji bîra wî nediçû. Ji ber vê jî çi gava ku bi Nûredîn re bi tenê dima, ji bo vegirtina Misrê ew han dida ta ku Nûredîn jî qayîl kir; ji xwe wî jî bêbextîya Şawer hê ji bîr nekiribû.”

Ebû Şame jî li ser cahd û xebata Şêrkoh ji bo rêwingîya duyemîn weha dibêje: “Di vê salê (1167) de di 2yê sibatê de Esededîn zivirî Misrê ku ji xwe wî piştî vegera xwe ya ji Misrê hertim behsa vegera lê û hesreta ketina wê ji herkesê ku pê bawer bû re digot.

Lêkudandina wî ya bêhtir ji bo çûnê jî acizîya wî ya zahf ya ji Şawer bû ku ew jî ji ber bêbextîya pê [Şêrkoh] re dihat. Ew rabû di vê salê de xwe amade kir û derket rê, gava ku dê here Nûredîn rabû hinek serdar jî danê ku birazîyê wî Selahedîn jî di nav wan de bû.

Esededîn welatê Firengan li hêla rastê xwe hişt û ber û berê çolê çû gihîşt welatê Misrê, berê xwe da devera Îtfîhê û li wê derê li Nîlê derbas bû çû hêla rojava, dakete girava himberî Misrê, dest danî ser rojavayê welêt û pêncî û çend rojan lê ma.

Gava Şawer bi hatina Esededîn hisîya hingê xeber şand cem Firengan û ji wan alîkarî xwest; ew bi zorê û bêdil hatinê, lê dudilîya wan jî ew bi paş dixistin, heçî dilbijîna wan ya milkê Misrê ew ber pê ve dahf didan lê tirsa lezkirina leşkerê Nûrîye û vegirtina wê berî wan jî ew radiwestand.

Vêca gava ew gihîştin Misrê, wan xwe da hêla rojava ku hingê Esededîn jî bi leşkerê xwe ve çûbû hêla jorê ya Seîdê û gihîştibû cihkî bi navê el-Babeynê û Firengan jî da dû wan; ew di 19ê adarê de gihîştin wan û li wê derê şerê el-Babeynê di nav wan de derket.”27  

Ev bûyereke navdar e ku Esededîn li wê derê bi hêza xwe ya hindik  [li dor du hezar leşkerê xwe] zora sipaha Firengên Qeraxê û ya Misrîyan hemî bi carekê birîye û ew şikandine. Serpêhatîya vî şerê navdar jî weha çêbûye:

”Şêrkoh gava digihîje Misrê, berî ku xwe li şerekî bide dixwaze pêşî ji xwe re hinek hevkaran peyda bike û ji bo vê yekê jî ji hinek giregirên Îskenderîyeyê re yên weke Necmedîn Îbn Masil û Şerîf el-Îdrîsî ku gelek caran li himberî bac û zordarîyên Dewleta Fatimîyan û wezîrên wan yên dekbaz î çavbirçî serî hildabûn, name şand û daxwaza piştgirîyê ji wan kir.

Vêca gava bersiva erênî ji wan bihîst pişta wî xurttir bû, kêfa wî hat û ji ber ku bihîst Fireng jî li Nîlê derbas bûne rabû berê xwe da alîyê başûr. Fireng û Şêrkoh li başûrê Mînyeyê bi qasî 10 mîlan nêzî el-Babeynê rastî hev hatin.

Ji xwe berê jî ji bo fêrbûna rewşa Şawer û Firengan wî sîxurên xwe şandibûn dora wan, îcar gava ew vegerîyan û li ser pirîya hejmara wan, hêza wan ya xurt û xwedîbiryarîya wan agahdarî dan hingê qudûmê leşkerê Şêrkoh şikest û tirsîyan, nexwestin têkevin şerekî ku li gorî wan encama wî têkçûn bû.

Lê ji nav wan yekî bi navê Şerefeddîn Bozkuş(Li gorî Îbn el-Esîr “Burxuş [Berxweş?]” e; li gorî Ebû Şame “Buzxuş [Bezxweş?]”  belkî bi tilîdana Şêrkoh yan Selahedîn be jî, rabû ser pîya û weha got: “Kesên ku ji kuştin, girtin û birîndarîyê bitirsin bira nekevin ber xizmeta siltanan, bira yan herin ji xwe re cotkarîyê bikin, yan jî li mal li cem jinên xwe rûnin.

Bi Xwedê ger ku hûn yan serkeftî yan jî bêsedemekî berkeftî yê lêborînê bi ser Melîkê Adil (Nûredîn) ve venegerin dê mîrgeh û malê we yê ku heya vêga we daye hev ji we bistîne û bibêje: “Çawa hûn malê Misilmanan dixwin lê bi neyarên wan re şer nakin û welatê wan pêşkêşî kafiran dikin?” Dû re Şêrkoh jî eynî tiştî got, Selahedîn jî bi wan re bû hemfikir û li ser vê yekê jî biryara şer hat dayîn.

Piştî biryara şer Şêrkoh rabû huner û taktîkê xwe yê şer nîşan da û bi leşkerekî hindik sipaha Misrê ya bin fermandarîya Şawer û ya Firengan ya bin fermandarîya Amoury [çawa ku li jor jî bihurî] bi yek carê şikand û ew şerpeze kirin.

Wî di şer de sipaha xwe kiribû sê beş: Selahedîn xistibû navendê û lê ferman kiribû ku gava şer germ bibe bira ew hêdî hêdî bê ku xwe biwestînin bi paş ve vekişin, beşek jî şandibû hêla çepê û wî jî alîyê rastê girtibû. Herdu sipah di 18ê nîsana 1167an de ketin pêşberî hev û dest bi şer kirin.

Weke ku Şêrkoh jî li bendê bû, neyar bi nîyeta ku Şêrkoh di nîvî de ye zor dabû navendê, lê mina ku berê biryar dabûn Selahedîn hêdî bi paş ve vekişîyabû û Firengan jî dabû pey; hingê Şêrkoh jî ji hêla çepê ve êrîşî leşkerê Misrê kiribû, zor dabû wan, ew ji hev belav kiribûn û mecbûrî revê kiribûn.

Gava firengan reva hevkarên xwe yên Misrî dît û pê hisîyan ku Şêrkoh wan dixe nav çemberê ew jî gavo ha gavo revîyan, dan pey hevkarên xwe û ber bi bakur ve baz dan. Ew herdu sipahên mezin ji ber hêza Şêrkoh ya hindik şikîyan û gelek ji wan hatin kuştin. Bêguman ev yek ji Şêrkoh re bûbû serkeftineke mezin û ji bo pêşerojê ji Selahedîn re jî bûbû tecrûbeyeke giranbiha.

Piştî Rêwîtîya Şêrkoh ya duyemîn ku Selahedîn jî pê re bû, nivîskar û şairê mezin Îmad el-Katib helbesteke weha li ser wan û Necmedîn Eyûb nivîsîye ku pê xwestîye rewşa wan û hêvî yan jî planên wan diyar bike û ji xwe weke wî jî çêbû:

Roja jêdûrîyê ji temenê min nayê hisabê

Û roja cudabûnê jî ne ji jîyana min e

Bira û kurê te bi dirustî xwe spartin Xwedê

Û serkeftin jî sozekî rast e, nabe derew

Ew lehengên cengê û yên rojên zehmet in

Ew fêrî lêdana qoqên serê xayînan bûne

Ew ê sibê di nav kafiran de pêlîdana agir bilind bikin

Ku bi germîya wî dê can pîr bibin

Yûsuf dê li Misrê bi cih bibe û piştî navbireke dirêj

Dê çavên Yaqûb pê rohnî bibin

Yûsuf dê li wir bigihîje birayên xwe,

Bêguman dê Xwedê wan bigihîjîne hev.

Digel ku Şêrkoh zahf dixwest dîsa vegere Misrê jî lê Şawer û kurê xwe Şucca‘ hem bi nameyên xwe yên diyarkirina beremrîya wî û hem jî bi (sozdana) şandina mal û diravan jê re dixwestin ku bala Nûredîn ji ser Misrê bidin alî ta ku nehêle Şêrkoh jî here ser û heya radeyekê bi ser jî ketin, çunkî herdu alîyan jî kêm zêde ya dilê Şêrkoh fêm kiribû.

Lêbelê ev daxwazîya Şawer û nehiştina Nûredîn bi girtina Firengan û qiralê Qudsê Amoury bi ser Bilbîsê ve, vegirtina wê, talan û tajankirina xelkê wê, kuştin û kirêtîyên wan yên li wê derê ser û bin bû.

Hingê Xelîfe el-‘Adid bi xwe digel lavelavên Şawer jî nameyeke ku porên jinên saraya xwe jî xistibûyê, ji bo şandina Şêrkoh bo hawara wan ji Nûredîn re şand û ji bo mayîna Şêrkoh li Misrê jî pê re soz da ku sêyeka hatina Misrê bide Nûredîn û gelek mîrgeh jî bide sipaha wî. Herweha nameyeke di vî warî de jî ji Şêrkoh re hatibû şandin û ji xwe ji bo vê yekê Şawer jî xwe avêtibû el-‘Adid û ji bo şandina nameyê bi taybetî jê hêvî kiribû.

Vêca ji ber ku Şawer berê bi nameyên xwe yên li ser Şêrkoh û armanca wî dilê Nûredîn bi xişûş kiribû gava ji Himsê ew ji bo rêwingîyê xwest, rabû berbiçav ji bo alîkarîyê, lê bi rastî hem ji bo sexîtîyê û hem jî ji bo ku wî li ser rewşê û tevgera Şêrkoh agahdar bikin ji bilî Îsayê Hekarî û Selahedîn hinek serdarên xwe yên giregir yên mîna Ezedîn Cûrdik, Şerefedîn Berguş, Eyn ud-Dewle el-Yarûqî, Qutbedîn Yenal îbn Hesen el-Menbecî û hinekî din jî pê re şand.

Li ser van xirabîyên Şawer ku ji ber bêbextî û çavnebarîya xwe bi destê Firengan bi xelkê Misrê dabû kirin, gava Şêrkoh di çileyê 1169an de piştî reva Firengan ji berê, mîna lehengekî gihîştibû Qahîreyê xelk daketibû pêşîya wî, jê re kêf kiribû û hem el-‘Adid û hem jî Şawer ew bi diyariyan xemilandibûn, hingê kîfa Nûredîn jî pir bi vê yekê hatibû û xwestibû ku ev serkeftina wî li her derî bê belavkirin.

Li gorî Îbn Ebî Teyy el-‘Adid bi şev çûye, ketîye çadira Şêrkoh û li ser rewşa Misrê hemî heya bigihîje kuştina Şawer pê re peyivîye. Ji hêla din ve Şawer jî her xwe nêzî Şêrkoh kirîye, lê her weha li ber keysa xwe bûye jî ku ka çawa Şêrkoh û hevalên wî têxe dafikekê û derbekê li wan bixe û xwe ji wan xelas bike.

Bêguman ev fêlbazîyên Şawer ji  Şêrkoh re nedîtî nehatin, ji xwe berê jî ev bêbextî jê dîtibûn û jê esehî bûbû ku Şawer tu carî dev ji tevlîhevîya xwe bernade û bi vî awayî jî tu kar pê re nameşe. Ew rabû civînek bi serdar û leşkerên xwe re çêkir, wan ji rewşê agahdar kir, gerr û fenên Şawer ji wan re diyar kir û li gorî Îbn Ebî Teyy weha domand:

“Ji xwe hûn bi rewşa hezkirin û dilbijîna min ya ji Misrê qenc dizanin û ji we ve eyan e ku ev dilbijîn û daxwazî bi Firengan re jî heye. Her weha ez esehî jî dizanim ku wan rê û dirbên wê naskirîye û çi gava ez ji vê derê herim jî ew dê yekser werin wê. Weke hûn jî dizanin Misir yek ji welatên Îslamê yê mezintirîn û xwediyê gencîneyên dewlemendtirîn e.

Îcar hê berî ku Fireng werin wê vegirin divê ez wê vegirim û wê têxim destê xwe; her weha divê em ji Şawerê ku bi me dileyîze û me û Firengan hemî dixapîne berdide hev jî xilas bibin.

Bêguman Şawer dewlemendiya welêt belawela kirîye û pê Fireng li ser me xurt kirine, lê dîsa jî ji me re vegirtina vî welatê ku mêrxas û şervanên wî kêm bûne û nehiştina ketina wê ya destê Firengan, hertim bi dest nakeve.”        

Bêşik ji vê gotina Şêrkoh jî armanc û daxwazîya wî û malbata wî ya desthilatdarîya deverekê û bi taybetî jî ya Misrê diyar dibe. Li ser vê yekê şêwra kuştina Şawer hatîye kirin, piştre ew ji alîyê Selahedîn û Cûrdik ve hatîye kuştin û el-‘Adid jî Şêrkoh bi fermannameya wezîrtîyê û diyariyên wê xelat û perû kirine ku li gorî Îbn Ebî Teyy, Şêrkoh çend caran ew eşkere daye xwendin.      

Ji xwe çawa ku ji van bûyeran jî tê fahmê, dixuyê ku bingehê dewleta Şazî û xanedanîya Nasirî (Eyûbî) ji alîyê Şêrkoh ve lê bi rêşînasîya Eyûb hatîye danîn û ji xwe lêkudandina êrîşên ser Misrê û vegirtina wê jî ji bo vê yekê bûye.

Belê li jor di biwara ketina Şêrkoh ya Misrê û pêşwazîya jê re de qala şabûna Nûredîn bi vê yekê hat kirin, lê çendî ku Ebû Şame bi xwe jî ev yek nivîsîye lê hima çend rêz piştre jî ew ji Yehya îbn Ebî Tey el-Helebî weha veguhastîye: “Lê gava bihîst ku Şêrkoh bûye wezîrê el-‘Adid hingê kêfa wî tê de şikestîye, pirr li zora wî çûye, ji ber zahf qilqilîye û gelek gotinên kirêt jî kirîye.

Xwiya ye ku vê yekê xewê şevan lê herimandîye û ew wisa pir ponijandiye ta ku razên xwe ji Mecdeddîn îbn Daye re jî gotîye û ji xwe piştî wezîrtîya Selahedîn êdî qilqilandina wî hê bêhtir bûye.

Hinekan ji Şemseddîn Elî îbn Daye re ku birayê Mecdeddîn Daye ye û ji zanayê Helebî Muvaffeq Mehmûd îbn Nuhas veguhastîye ku gava ji vegirtina Misrê û şabûna Nûredîn pê hatîye qalkirin, gotîye: ‘Bi Xwedê ew qet pê şanebû û wî dixwest ku ew neyê vegirtin û Şêrkoh û Selahedîn jî negihîjin cihê ku hatibûnê.

Ji xwe jê acizîya wî hem di gotinên wî de û hem jî di ruyê wî de diyar dibû û ji bo xerakirina rewşa Şêrkoh û Selahedîn gelek fen jî kirin, lê ew bi ser neket; bi taybetî jî gava destê Selahedîn gihîşte gencîneyên Misrê hingê heya sê rojan ti kesî nikaribû pê re bipeyîvîya.

Vêca ger vegirtin ne li ser navê wî bûya dê qet saman nekira. Ji xwe ji bo rewşa Şêrkoh û Selahedîn gelek caran ji ‘Adid re name şandiye û jê xwestîye ku wan bi paş ve bişîne lê bi ya wî nebûye.

Li ser vê acizî û xeyda Nûredîn ya ji bo wezîrtîya Şêrkoh B. H. Newbay weha dibêje: “Bêguman ev wezîrtîya Şêrkoh di hisabê Nûredîn de tunebû; çawa xwegirtîyekî wî dibe wezîrê fermandarîyeke bîyanî û kafir? Ji ber vê yekê jî ev nûçe pir li zora Nûredîn çû û wisa pê hêrs bû ku dest danî ser temamê milk û malê Şêrkoh yê Sûrîyê.

Lê digel vê jî di vî warî de tu agahên ku Nûredîn ji bo vî karê Şêrkoh ji Necmedîn Eyûb re gelşekê derxistibe di destê me de nînin. Bes hingê rewş jî pirr bi lezgînî hate guhartin ku 9 în (heftî) piştre Şêrkoh di zîyafetekê de bi xwarineke giran î pir nexweş ket û jê ranebû.

Vêca çi gava hêza Sûrî ji ber vê bûyera ji nedî ve bi ser xwe ve hat, ji bo yekî ku têkeve cihê wî di cih de dest bi tevgereke mezin kir û nekete bîra yekî ji wan jî ku bi Nûredîn bişêwirin ka ew ji bo fermandarîya artêşê kê dixwaze.

Ji xwe divîyabû ku biryareke lezgîn jî bihata dayîn lewra ew ji ber bêserîbûna xwe bi xetera êrîşeke hêza Fatimî ya din re ku piştî mirina Şawer ew jî bêserî mabûn, rû bi rû bûn û di rewşên weha de jî ji xwe ya girîngtirîn parastin û hevgirtina sipahê bû.

Di nav sipahê de jî bereke Kurdî û yeke Tirkî hebû û her yek ji wan jî dixwest ku cihgirê Şêrkoh ji wan be û herdu ber jî têgihîştîyê talûkeya rewşê û lezgînîya çareserîyekê bûn.

Di nav bera Kurdî de kesê payedar î mezintirîn Şehabedîn Mehmûdê Harimî yê xalê Selahedîn bû û di nav ya Tirkî de jî serdar Eyn ud-Dewle el-Yarûqî bû. Bi ser herduyan ve jî meyîldarî hebû lê ji ber ku berendamê Şêrkoh bi xwe Selahedîn bû ji bo wî dest bi kûlîsan hat kirin.

Di vî warî de qazîyê Kurd Îsayê Hekarî ku miftîyê sipahê bû, hunera xwe ramî da û pêşî ji Şehabeddîn re diyar kir ku Kurd hemî Selahedîn dixwazin û ger ku yekîtî li ser çênebe dê ew wê bidest nexe û ji xwe Tirk jî dê mirovê xwe hilbijêrin.

Ji ber vê jî ma qê ne baştir bû ku wî jî giranîya xwe bidana ser hêla kurê xweha xwe? Şahebedîn jî erê kir. Piştre Hekarî lê xebitî ta ku di nav serdarên Tirk de jî Selahedîn bi şertê ku serdarê mezin Şehabeddîn jî li cem Xelîfe xwarzîyê xwe pêşnîyar bike weke berendamê navbeynê hate parastin.”

Mixabin ku Şêrkoh bi wezîrtîya xwe ya ku weke hîmê bingehîn yê Dewleta Eyûbî yî Kurdî tê zanîn mirad nekirîye û çawa ku li pêş jî bihurî piştî 2 meh û 5 rojan ew di zîyafetekê de bi xwarinê ketîye, piştre ew lê bûye êşa xeniqokî (xeneqîtkê) û pê mirîye.

Çendî ku nehatîye esehîkirin jî lê li ser vê ketina wî ya bi xwarinê [bi nihênî gumana jehrîdanê hatîye kirin û ji ber vê gumanê bûye jî ku] Selahedîn jî piştî mirina apê xwe bi xwarinê, dev ji xwarina goşt berdaye, kêm caran jî beşdarî xwarinên civatkî bûye û pirê caran xwarina wî gelekî sade bi tenê jê re hatîye pahtin û bi tenê jî xwarîye. Gelek kesên ku ji xwarina xweş î bi goşt hez kirine gava carina ew ji bo xwarinê vexwendine jî yan nexwestine herin yan jî bêdilê xwe çûne.

 

ÇAVKANÎ

  1. Ebû-l-Mehasin Yûsuf îbn Texrîberdî, el-Nicûm el-Zahîre fî Milûk Misr we-l-Qahîre, Dar el-Kutub el-Îlmîyye, Beyrût, 1992
  2. Ehmed Muxtar el-‘Ebadî, Fî Tarîx el-Eyûbîyyîn we-l-Memalîk, Dar el-Nehd el-Erebîye, Beyrût, 1995
  3. Îbn Xellîkan, Wefayt el-E‘yan we Enbeû Ebna’ îl-Zeman, Dar el-Kutub el-‘Îlmîyye, Beyrût, 1998
  4. Îbn el-Esîr, el-Kamil fî-l-Tarîx, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, 1987   
  5. Şehabedîn Ebdurehman îbn Îsmaîl el-Meqdesî,  el-Rewdeteyn fî Exbar el-Dewleteyn el-Nûrîye we-l-Selahîye, Dar el-Kutub el-Misrîye, Qahîre, 1998     
  6. Xeyredîn ez-Ziriklî, el-E‘lam Qamûs Teracim li Eşhurî-l-Rîcal we-l-Nîsa’ mîn el-Ereb we-l-Muste‘ribîn we-l-Musteşriqîn, Dar el-‘Îlm lî-l-Melayîn, Beyrût, 1998
  7. Ebû-l-Fîda, el-Muxteser fî Exbar el-Beşer, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, 1997
  8. Seyyid Eddi Şir [Şêr], Mu‘cem el-Elfaz el-Farîsîye el-Mu‘errebe (A Dictionary of Persian loan-Words in the Arabic Language), Mektebet Lubnan, Beyrût, 1990
  9. Elî Beyyûmî, Qîyam el-Dewle el-Eyûbîye fî Misr, Dar el-Fikr el-Hedîs, Qahîre, 1952, Wergera Tirkî Abdulhadî Timurtaş, [bi navê] Kuruluş Devrinde Eyubiler, Kent Yayınları, Îstanbul, 2005
  10. Îbn el-Esîr, el-Dewle el-Atabekîye, Qahîre,1963
  11. B. H. Newbay, Selahedîn we ‘Esrîhî [Selahedîn û Serdema wî], Dar el-Cindî li-n-Neşr, Dimeşq [Şam], 1993, wergera Memdûh ‘Udwan
  12. Texrebirdî, en-Nucûm ez-Zâhire, Qahîre
  13. Stevenson, The Crusaders In The East, Cambridge, 1907
  14. Hesen Îbrahîm Hesen, el-Fatimîyûn fî Misir, el-Metbea el-Emîrîye, Qahîre, 1942
  15. Îbrahîm el-Henbelî, Şîfa el-Qilûb
  16. Tarik Elî, The Book of Saladin (Selahedînîn kîtabî), Everest Yayınları, Îstanbul, 2000, wergera Tirkî, Mehmet Harmancı

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Selahedînê Eyûbî

Siltan Selahedînê Eyûbî (532-589/1137-1193), yek ji şexsiyetên herî navdar ê Rojhilata Navîn e, gelek berhem li serhatine nivîsandin û hê jî pir zêde tê heskirin. Helbestvanê navdar Mehmet Akif Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Siltanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selahadîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya minzêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belavbûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye.”