logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Mûsa Anter

Nivîskar: Koma Berhevkariyê

Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê yê girêdayî Stilîlê yê li ser navçeya Nisêbînê ji dayik bû. Wî hêj di temenekî piçûk de bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Diya wî Fesla Anter, muxtara jin ya ewil bû di Dewleta Tirkiyê de. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîse li Edenêyê qedandiye.

Piştî xwendina lîsêyê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stenbolê û di zanîngehê de gelek xwendevanên Kurd nas dike. Mûsa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bûcak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşa hiqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nav tevgerê. Binçavkirina wî ya pêşî di dema xwendekariya wî de dibe, di wextê Serhildana Dêrsimê de sixêfan dike dayîka Mistefa Kemal û 45 rojan di zîndanê de dimîne.

Herwiha ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bikin, him ji aliyê madî û him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li wan xwendevanên Kurd derbikevin, Di 1941’ê de Faîk Bûcak, Remzî Bûcak, Mûsa Anter, Yûsûf Azîzoglû ve Ziya Şerefhanoglû li hev kom dibin û li Stenbolê Wargeha Dîcle vedikin. Piştî salekê jî tevî hin hevalên xwe Komeleya Hêvî ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezirandin.

Di sala 1944an de bi keça Evdirrehîm Rahmî Zapsû (Hekarî), bi Hale Xanim re dizewice û ji wan re bi navê Anter û Dîcle du kur û keçek bi navê Rahşan çêdibin.

Mûsa Anter di sala 1948an de Wargeha Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya Dicle Kaynağı dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "İlerî Yurr" yanî “Welatê Pêşketî” dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.

Di sala 1959an de ji ber Doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe şeş heyvan di girtîgehê de dimîne. Ji bo helbesta xwe ya bi navê Qimil ku di “İlerî Yurt”ê de derketibû di derheqê wî de cezayê îdamê danîbûn. Mûsa Anter, pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Herwiha Ferhenga Kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di destpêka salên 60î de, di nav partiyên çep ên Tirk de bi awayekî fermî dikeve nav siyasetê. Mûsa Anter, piştî sala 1971ê careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û 4 sal cezayê zindanê lê dibirin. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter, di sala 1976an de piştî berdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewam dike.

Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stenbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî tên weşandin.  Di heman demê de di nav  HEPê (Partiya Kedê ya Gel) de ji nû ve dikeve nav siyasetê. Herwiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke(Welat), Özgur Gündem(Rojeva Azad) û Özgur Ülke(Welatê Azad) de nivîsên wî tên weşandin û ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî têne xwendin.

20ê Îlona 1992yan li kolanên Amedê bû hedefa dijminên çapemeniyê û ramana azad, jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê pakrewanên çapemeniyê bû. Di wê êrîşê de rojnamevan û nivîskar Orhan Mîroglu jî li cem Mûsa Anter bû, ew jî birîndar bû. Endamê JİTEMê yê berê Abdulqadîr Aygan, eşkere kiriye ku wî wextî tîmeke ku ew jî di nav de ye kuştina Mûsa Anter plan kiriye û ew kuştiye.

Di raporta Susurlukê de ku li ser xwestina serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Mesûd Yilmaz hatibû amadekirin, aşkere bûye ku kuştina Mûsa Anter ji aliyê Mahmut Yıldırım ve ku bi navê Yeşîl tê naskirin, hatiye plankirin û kuştin.

Mûsa Anter li ser berga pirtûka xwe ya "Hatıralarım" (Bîranînên Min)  wisa dibêje: "Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo  ez tenê şahid im? Na! Ez herwiha mehkûm, bersûc û dozdarê Tirkiyeyê me."

Li Tirkiyê ji 1993yan şûnda her sal Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn.

Berhemên Mûsa Anter:

(Hin berhem ji alî weşanxaneyê cuda ve û gelek caran hatine çapkirin)

1- Birîna Reş, 1959

2- Kımıl, 1962

3- Ferhenga Kurdî - Stenbol, 1967

4- Hatıralarım, Cîld 1 - Stenbol, 1991

5- Hatıralarım, Cîld 2 - Stenbol, 1992

6- Vakayiname, 1992)

7- Fırat Marmara’ya Akar, Weşanên Avesta, Stenbol, 1996

8- Çinara Min, Weşanên Avesta, Stenbol, Stenbol, 1999


ÇAVKANİ

https://www.kurdipedia.org/default.aspx?q=20140924114754116385&lng=8

https://www.bernamegeh.org/2019/08/21/jiyana-ape-musa/

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...