logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Bro Omerî

Nivîskar: Bro Omerî

Nivîskar û helbestvan Operator Dr. Îbrahîm Yildirim ku wek Bro Omerî tê naskirin, 28ê Tebaxa 1942yan li Nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe. Salên 1952-53yan li gundê Cibilgirawê dest bi dibistanê kir. Sala 1957-58an jî dest bi dibistana navîn a Nisêbînê kir. Piştî ku li Lîseya Mêrdînê polê 1. û 2. xwend, pola 3. li Lîseya Lawan a Edeneyê xwend. 21ê Hezîrana 1969an ji Zanîngeha Stembolê Fakulteya Tibê mezûn bû.

 

Îbrahîm Yildirim ê ku bijîşkê ewil e ji Nisêbînê derketiye, midurtiya tenduristxaneya 3. a Meraşê û cîgiriya midurtiya tendûristiyê ya wilayetê kir. Sala 1974an li Nexweşxaneya Şişli Etfal a Stembolê li beşa Cerahiya Giştî dest bi perwerdehiya pisporiye kir. Sala 1978an mezun bû û heman salê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dest bi wezîfeyê kir. Heta sala 1980yî Serbijîşkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Midurtiya Tendirustiya Wilayetê ya Mêrdînê kir.

 

Di derba lêşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hat binçavkirin, paşê jî sirgûnî Nexweşxaneya Dewletê ya Sînopê bû. Piştî ku 2 mehan kar kir ji wezîfeya xwe îstifa kir û li Qoser û Mêrdînê wekî bijîşkê serbest karê xwe berdewam kir. Sala 1991ê dîsa bi awayekî fermî li Nexweşxaneya Qoserê dest bi kar kir. Sala 1996an çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê. Îlona 2002ya teqawîd bû û li Nisêbîne bi cîh bû.

Operator Dr. Îbrahîm Yildirim di xortaniya xwe de dest bi nivîsandina Kurdî kir, li aliyekî şi’r dinivîsandin, li aliyê din ji nav xelkê, dema derfet didît carna ji nexweşên xwe çîrok, pêkenîn, gotinên pêşiyan, berhemên din ên folklora Kurdî, berhev dikirin û ji bo winda nebin, ji nû ve dinivîsandin. Di gelek rojname û kovaran (Rewşen, Welat, Nûbihar, Dengê Azadî, Ronahî, Nûdem, Avaşîn, Jiyana Rewşen, Welatê Me, Azadiya Welat) de bi navê Bro Omerî helbest û nivîsên wî hatin weşandin. Sin’etkaran hin helbestê wî kirine stran. Gelek xebatê wî yê wek kitêb hene lê tevde nehatine çapkirin. Di stîl û mijara xwe de Bro Omerî weke helbestvanekî klasîk tevdigere, huner û perwerdebûnê bi hevdû re dihûne û li ber xwendevanan datîne. Peyamên wîna carna dibin helbest, carna gotarên siyasî, carna dibin çîrok, carna dibin fabl, carna dibin qerf… Formên edebî li ba Bro Omerî ne yek tenê ye. Ew di xebatên xwe de formên cûrbecûr bikartine. Form çiqasî ji bona wîna girîng be jî, form hergav di xizmeta peyamê de ye.

Omerî di 02.09.2006an de bû endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê. Bro Omerî di 4ê çileya 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwe.

Berhemên Bro Omerî yê Çapbûyî:

Carekê ji Caran, Weşanên Avesta,2005, Stenbol

Rewşa Welêt, Weşanên Avesta, 2013, Stenbol

Pira Navbera Axreşkê û Şêxan, Weşanên Avesta, 2014, Stenbol


ÇAVKANİ

https://www.avestakitap.com/bro-omeri#

Nivîsén tékildar

Îsmaîl Heqî Şaweys

Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatîye dinyayê, di 12 Gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kirîye û li Bexdadê temam kirîye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re, vegerîyaye Îstanbulê û di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kirîye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan dike...


Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...