Nivîskar: Eyyup Guven
Di sala 1963yan de li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Eyyup Guven di sala 1979an de di Zankoya Dîcleyê, Beşa Zimanê Fransizî de dest bi xwendinê kir; ji ber derbeya leşkerî ya sala 1980yî nikarîbû zankoyê kuta bike. Di sala 1990î de bi derfetên xwe dest bi lêkolînerîyê kir. Ji 1990î ve di nav xebatên siyasetê de jî cih girtiye. Berhema wî ya pêşî di sala 2008an de hatiye weşandin. Nûnertiya şaxê Mêrdînê ya Komeleya Nivîskarên Kurd kiriye. Dema Komeleya Niviskarên Kurd ji alî dadgehê ve hat girtin di komeleyê de sekreterê giştî bû. Niha hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ye. Damezrînerê sazîya ziman MEDİ-DER e û revebirê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamaya ye. Endamê KURD PENê ye. Nivîsê wî di Kovara Rewşen, Tîroj û di rojnameya Azadiya Welat, Gundem, Rojev û hwd. hatine weşandin. Guven bavê du keç û çar lawa ye. Li Dêrika Çîyayê Mazî dijî.
Berhemên Eyyup Guven:
Kulmek Morîkên Şînbirîk, Roman, Weşanên Ronahî, 2009
Guhar, Roman, Weşanên Ronahî, 2010
Guhar, bi Tirkî, Roman, Weşanên Yaba, 2011
Penaberên Jîyaneke Têkoşer, Roman, Weşanên Ar, 2015
Dayîka Serwet, roman, Weşanên Ar, 2016
Porjiyan û Lêv Zingar, roman, 2021
Şiirlerim (Helbestên Min), bi Tirkî, Weşanên Xwe, 2008
Ji Doh û Heya Îro Helbestên Min, Weşanên Xwe, 2008
Derik Tarihi (Dîroka Dêrika Çîyayê Mazî), lêkolîn, Weşanên Xwe, 2008
Derik (Dêrika Çîyayê Mazî), lêkolîn, Weşanên Ar, 2008
Xelatên ku wergirtine:
Plaketa DKDD’yê (Komeleya Çand û Hevkarîyê ya Dêrikê – Stembol)
Plaketa Şaredarîya Şîşlîyê ya Stembolê
Plaketa ji alî Ermenê Stenbol
Plaketa ji ali Komeleya UMADER
Nivîsén tékildar