logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Felemez Akad

Nivîskar: Felemez Akad

Felemez Akad, di sala 1953yan de li gundê Çalê/Nisêbînê ji dayîk bûyê. Nêzîkî çar salan li zanîngeha Ankarayê, beşa Aboriyê xwendiye, dûra du salan li enstîtuya perwerdeyî a Mêrdînê xwendina xwe dom kiriye.

 

Hê di dema lîseyê de pêre meraqa ku helbestan binivîse çêbûye. Di sala 1983yan de nivîseneke wî di rojnameya Nisêbînê (Nusaybin sesi) de hate weşandin. Nivîs di derbara serêșanên bajêr de bû. Ji ber rewşa xerab ya piştî Derbeya Leşkeri derket dervî welêt. Piștî ku çû Swêdê, dest bi nivîsandina helbestan kir. Di radyoya Uppsalayê de bernameyên bi kurdî amade dikirin û dixwendin. Mamostetiya zimanê Kurdî kiriye. Heta niha du berhemên wî hatine weşandin.

 

Berhemên Felemez Akad:

Perdeya Dil, helbest, Weşanxaneya Pencînar, 2003, Stockholmê

Du Pismam, biranîn, Weşanxaneya APEC, 2012

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...