logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Konê Reş

Nivîskar: Konê Reş

Konê Reş; rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Di malbateke kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ji ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye. Gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdistanî de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin. Û bi şêweyekî serketî li her çar perçeyên Kurdistanê hatiye naskirin. 

 

Konê Reş, di sala 1953yan de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Rojava û bakurî Kurdistanê de, bi navê Doda de hatiye ser rûyê dinyê. Gundê wî di navbera Qamişlo û Amûdê de ye. Navê Konê Reş yê rasteqîn Selmanê Osmanê Abdo ye. Ji encamê kar, xebat û keda di warê kurdewariyê de, bi navê Konê Reş di seranserî Kurdistanê de hatiye naskirin.

 

Li ciyê ku lê hatiye dinyê xwendina xwe ya seretayî temam kiriye‚ paşê li Qamişlo û Hesekê lîse(bakalorya) qedandiye û gelek hewl dane ku xwendina xwe ya bilind bi dawî bîne, lê pê re neçûye serî ta ku di Almanya Rojava re derketiye.

 

Konê Reş, yek ji wan kesên pêşî ye di vê qonaxa nû de li Rojava, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş, Rezoyê Osê, Derwêşê Xalib, Deham Ebdulfettah û yên mayî ku bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin. Hê jî bi kar û barên xwe yê nivîsandina bi zimanê Kurdî berdewam e. Ew hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de dibîne.

 

Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, digel hevalê xwe A. Baqî Huseynî ta bi hejmara 10`an, paşê wî bi tena xwe ta ku hejmarên wê gîhane 15`an berpirsiya kovarê kiriye. Ew kovara ku di navbera salên 1989-1992yan de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belavkirin.

 

Konê Reş gelek xelat standine. Ji wan xelatan: Xelata Zêrîn ji Hikumeta Herêma Kurdistanê di sala 1998'an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000'î de jî, bi helkeftina Festîvala Cizîrî li Duhokê, ji aliyê wezîrê rewşenbîrî yê hikumeta herêma Kurdistanê, birêz Felekeddîn Kakeyî ve hatiye xelatkirin. Di sala 2003'an de Konê Reş li Amedê beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kiriye.

 

Konê Reş ji berî 15 salan ve endamê PENa Kurd e, ya ku şaxeke ji PENa Navnetewî ye. Ji Tebaxa 2006an de, bûye yek ji helbestvanên (Poetas del Mundo/ www.poetasdelmundo.com) û jê re rûpelek, di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de hatiye terxankirin. Di meha Nîsana 2006an, di Festîvala Bedirxan ya sêyemîn de li Hewlêra paytext, beşdarî Festîvala Bedîrxan bûye û xelata festîvalê standiye.

 

Berhemên Konê Reş yên çapbûyî:

1- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût, 1991

2- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam, 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997

3- Serhildana Sasonê, 1925-1936, bi zimanê Erebî, Şam, 1995

4- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, bi zimanê Erebî, Erbîl, 2000

5- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997

6- Dîroka Qamişlo, lêkolîn-bi zimanê Erebî, Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012

7- Welato!, helbest, Beyrût, 1998

8- Dergehê Jîn û Evînê, helbest, Beyrût, 2001

9- Cûdî Çiyayê Miradan, helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004

10- Dara Çinarê, helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam, 2006

11- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl, helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, 2010

12- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan-I, Beyrût, 1993

13- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II, Beyrût, 1996

14- Helbestên zarokan, Amed (Diyarbekir), 2013

15- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932-2012, lêkolîn, Duhok, 2013

16- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Weşanxaneya Azad, Stenbol, 2013

17- Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan), bi Erebî, Qamişlo, 2016

18- Kurdên Êzidî li Sûriyê, Qamişlo, 2017

19- Ji Geşt û Serdanên Min, Qamişlo 2017

20- Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû, Qamişlo, 2017

21- Gurzek Êş, helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo, 2017

22- Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), Weşanxaneya Sîtav, 2019

23- Beriya Mêrdînê; (Romana Heyamên Derbasbûyî), roman, Weşanên Sîtav, Wan 2019

24- Qamişlo-Pol, helbest û pexşan, Qamişlo, 2020


ÇAVKANİ

https://kone-res.niviskar.org/jinenigari.html

http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4956#.YXWpxRpBxPY

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...