logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Rêşad Sorgul

Nivîskar: Rêşad Sorgul

 

 

Nivîskar, pêşkêşvanê televîzyonê û rojnamevan Rêşad Sorgul, di sala 1968an de li navçeya Çinarê ya Amedê li gundê Qerqatkê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Ji zaroktiya xwe heta ji welêt derket cotkarî kir. Di sala 1991ê de çû paytexta Misirê Qahîreyê. Sê salan li Qahîreyê ma. Salekê li zanîngeha Beyrûdê şaxê Iskenderiye Beşa Hiqûqê xwend. Du salan jî li Zanîngeha el-Ezher Beşa Dîrokê xwend. Di îlona sala 1994an de ji Qahîreyê derket. Piştî çar mehan xwe gihand bajarê Hannoverê ya Almanyayê. Du salan di derxistina kovara Baweriyê de xebitî. Di gulana sala 1997an de li MED TVyê dest bi xebatê kir. Paşê li Medya TV, Roj TV, Nûçe TV, Newroz TV û Ronahî TVyê xebitî. Niha jî li Stêrk TVyê dixebite.

Berhemên Rêşad Sorgul:

1-Veger, ceribandin, Weşanên Rewşen, Elmanya, 2001

2-Evdalkovî, bîranîn, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2004

3-Seydayê Min, çîrok, Weşanên Belkî, Stenbol, 2007

4-Niqutî Dilê Min, roman, Weşanên Welat WW, Stenbol, 2010

5-Pêjna Feqî, çîrok, Weşanên Welat WW, Stenbol, 2013

6-Gurxenêq, çîrok, Weşanên Aram Stenbol, 2015

7-Qismet û Kurê Pîrê, çîrok, Adaptasyon ji Yewnanî – dijîtal/Belçîka, 2018

8-Çilguliyê, çîrok, dijîtal / Belçîka,  2019

9-Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê, roman, dijîtal / Belçîka, 2020

10-Bûka Mirinê, kurteçîrok, dijîtal / Elmanya, 2021

11-Seyadê Şamê, biyografî, dijîtal / Rojava, 2021

 

Berhemên Wergerandine Kurdî:

1-Bîranînên Gurbetê-Gurbetellî Ersoz,  Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê, 1999

2-Awaza Bilûrê -Berjin Haki, Weşanên Jina Serbilind, Elmanya, 2000

3-Gilgamêş -Orhan Asena, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2004  

4-Parastina Gelekî - Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2004

5-Bazinê Nînattayê -Ahmet Ümit, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2008

6-Şaristanî-Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê Elmanya, 2009

7-Şaristaniya Kapîtalîst -Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê Elmanya, 2010

8-Sosyolojiya Azadiyê -Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2011

9-Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk - Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2011

10-Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê (Nexşeya Rê)-Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê Elmanya, 2012  

11-Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de-Abdûllah Ocalan, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya, 2012

12-Li Tirkiyê Tevkujiya Kurdan-Cemiyeta Xoybûnê, Weşanxaneya Mezopotamyayê, Elmanya,  2013

13-Bendemayîn-Nimet Sevim, çîrok, dijîtal / Rojava, 2021

Nivîsén tékildar

Ehmed Mehmûd Xelîl

Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye...


Hêriş Kemal Rêkanî

Hêriş Kemal Rêkanî, di 20.08.1986an de li nahiyeya Şêladizê, qeza Amêdîyê ya Duhokê hatîye dinyayê. Sala 2008-2009an dîploma li Peymangeha Malbendî ya Mamosteyan li Akrê wergirtiye. Sala 2015-2016 bawernameya zanîngehê li Zankoya Zaxo Beşa Dîrokê wergirtiye. Dîsa li Zankoya Duhokê Beşa Dîrokê masterê dike. Di sala 2014an de bûye xwedî îmtiyaz û sernivîserê govara "Nîjen"...


Jîn Aryen

Di sala 1983yan de li Amedê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji alîyê Siweregê ya Qerejdaxê ye. Dibistana seretayî li Amedê xwendîye. Dibistana navîn û amadehîyê jî bi ketina azmûnê ya ji derve de xilas kirîye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û 5 salan di zindanê de dimîne...