logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Prof. Dr. Celîlê Celîl

Nivîskar: Konê Reş

Nivîskar, lêkolîner, dîroknasê Kurd Prof. Dr. Celîlê Celîl kurê Casimê Celîl e(1908-1998), yê ku ji rewşenbîrên sereke bû di nav Kurdên Sovyêta berê de û tê hejmartin ji ronakbîrên pêşî yên ku bingehê rewşenbîriya Kurdî di Sovyêta berê de danîne. Celîlê Celîl, di roja 26ê meha yazdehan, sala 1936an de, li bajarê Yêrêvanê ji dayika xwe çêbûye.

Malbata Celîlê Celîl malbateke Êzîdî ye, ji İntabê koç kirine çûne gundê Tendûrekê ku girêdayî Bazidê ye. Malbat ji ber hin sedeman ji wir jî koç kirine çûne Qersê. Gava malbat li wir e şerê Osmanî û Ûrisan dertê. Dûra ji ber zext û zorê li ser wan, wek malbatên din yên Êzdîyan mecbûr mane wir jî terk bikin û herin Erîvanê. Ji ber ku dê û bavê wî, sêvî bûn û li sêwîxanê mezin bibûn, wan xwendina xwe a pêşin li wir girtibûn, ji ber wê jî jîyan û karê wan bi bajarê Yêrîvanê ve hatibû girêdan.

Mala Casimê Celil ji şeş kesan pêk dihat: Casimê Celîl û kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe; Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yêrîvanê, di nava behra Ermenîyan de wek dibistanek Kurdî bû û wiha jî xwe parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celîl bi jîyana rewşenbîriya Kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li ber çûn û hatina Kurdan vekirî bû. Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû; bi taybetî pirtûkên ku qala Kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê Kurdî bana. Ew pirtûkên Kurdî yên pêşî, ewên ku di salên 30î de li Yêrîvanê çap dibûn, li ber destê Casimê Celîl amadeyî çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî digirtin. Û wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe û xwîşkên xwe, di vê mala kurdperwer de hatin xwedîkirin, mezin bûn, di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta çand û zanistiya kurdîtiyê fêr bûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin.

Malbata Casimê Celîl

Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê (1944-1954) bi zimanê Ermenkî, xwendiye; di pey re, di navbera 1954-1959 li Zanîngeha Dewletê a Yêrîvanê di Fakulteya Dîrokê de berdewam kiriye. Li zanîngehê, di konfêransên komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda Kurdan wek lêkolîner gelek axaftin kirine.

Di sala 1959an de, piştî xwendina bilind, berê xwe daye bajarê Lênîngradê, Înstîtûta Rojhilatnasîyê, ji bona xwendina li aspîrantûrayê û wiha têza xwe a doktorayê bi navê “Serhildanên Kurdan yên Azadarîyê di Salên 1850-1880 an de”, di sala 1963yan de wergirtiye. Di sala 1964an de, vegeryaye Yêrîvanê û li Înstîtûta Rohilatnasîyê heta sala 1992yan, wek kurdzan kar kiriye. Di Sala 1991 de li Moskovayê têza profesoriyê qedandiye. Çend salan li Zanîngeha Yêrîvanê dersên Kurdolojîyê daye wek: dîroka Kurdan, dîroka rojnamegeriya Kurdî, êtnolojîya Kurdî û yên mayîn.

Li Akadêmîya Zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser dîroka Kurdan ya sedsalîya 19 û destpêka sedsala 20an dikir, rastî gelek astengiyan hatiye. Ji ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî Ermenistanê dihatin çapkirin û bi taybetî li Moskovayê û Lênîngradê, ango Saint Petersbûrgê.

Ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çand, ziman, folklora Kurdî, dîyanet û êtnolojîya Kurdî bi firehî hebû, wî karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfireh kiriye. Wî jî ji bona ku nirxên milletê xwe biparêze, heftê du rojan, şemîyê û yekşemê diçû gundên Kurdan; çîrok, stran û destan didan hev û dinivîsandin. Paşê, di salên heyştêyî de, dema rê li ber vebû, sê caran (1982, 1985, 1988) bi demên dirêj, berê xwe daye nav Kurdên Sûriyeyê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan berdewam kiriye û bi matêryalên civandî yê li Sûriyê, sê cild pirtûk amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê cildek ji wan berhevokan bi navê “Zargotina Kurdên Sûrîyê” çap kiriye.

Prof. Celîlê Celîl gelek lêkolînên li ser dîroka Kurdan wek pirtûk weşandine, ji wan: “Serhildana Kurdan li Sala 1880”, “Kurdên Împeratoriya Osmaniyê li Nîveka Pêşî ya Sedsala XIXan", “Ji Dîroka Jîyana Kurdan a Gelêrî û Sîyasî di Dawîya Sedsala XIXan-despêka Sedsala XXan", “Dîroka Têkoşînên Kurdan li Sedsala XIX –XX (tevî çend dîroknasên Sovyêta berê), “Rewşa Têkoşîna Kurdan di Dewra Nû da" (tevî çend dîroknasan). Ev pirtûk vekirî nehatine firotin, her tenê dayîre û îdarên zanistî û sîyasî li hemû komarên Sovyêtê û wezarata wergirtin. Ji sedî zêdetir gotarên zanistî li ser cure-cure pirsên dîroka Kurdan, di kovarên zanyarîyê de li Sovyêtê çap û belav kirine.

Ji salên 1970yî de, li ser qewl û beytên Êzîdîyan dest bi civandin û lêkolînan kiriye. Di vî warî de jî, bi ser ketiye. Li dor 200 nimûneyên qewl, beyt û duayên Êzîdîyan civandine û cildekî kamil ji 700 rûperî amade kiriye. Li dor 50 qewl û beyt di du berevokan de weşandiye.

Li ser ola Êzîdîyan, çend gotarên zanistî çap kirine û di kovarên zanistî de belav bûne. Baldariya wî li ser sûfîzmê jî heye, wek: Hûsêînî Helac, Îbrahîm Edhem, Huceta di navbera erd û esman de û hwd. Hin nivîsarên wî yên din jî hene hêj çap nebûne. Dema wî li Sûriyeyê lêkolînên xwe dikirin, destnivîsên Kurdî bala wî dikişandin ser xwe û wiha wî çend destnivîs dane hev, wek: “Şêxê Senan” a Feqîyê Teyra, ku bi hunera nezîrîyê (Munazere) hatibû nivîsandin, wî ew destnivîs bi şertên zanistî û berhevdana sê destxetên nû çap kiriye. Ya dinê “Seyfelmulûk” bû ya Sîyahpûş, ku nivîsara wî heta hingê nehatibû çapkirin. Wî ew destnivîs ji ser asasê çar nimûneyên cuda-cuda kamil kir û çap kir.

Di gera xwe de, ew pêrgî destnivîsên gelek helbestên helbestvanên Kurdên ku hîn nehatine naskirin bûye, wî helbestên wan civandine û di berevokekê de, bi navê “Keşkûla Kurmancî” weşandine. Têde zêdeyî 70 helbestên nû hene, yên ji 30î zêdetir helbestvanên Kurdan. Pêre jî sê helbest; “Hespê Reş”, “Şerê Sîsêbanê” û “Dimdim”, ku şaxine nû bûn, ew ji arşîva destnivîsên Lênîngradê peyda kiribûn û di vê berevokê da belav kirine.

Berevokek “Sêzde Rûpelên Balkêş ji Dîroka Kurdan” weşandiye, ku ji her 13 nivîsar-lêkolînên wî ava bûye. Bingehê van nivîsara dokumêntên nû yên balkêş in, ji dîrok û çanda gelê Kurd in.

Di karkirina Prof. Celîlê Celîl a zanyarîyî de, zargotina Kurdan cîhekî berfireh girtiye û karê wî bi pêşde biriye, wî tevî birayê xwe Profêsorê Zanîngeha Saint Petersbûrgê Ordîxanê Celîl û xuşka xwe a mûzîkvan Cemîla Celîl li ser vê bergehê dora bîst pirtûk zargotina Kurdan çap kirine, yên ku li ser bingeha zanistiyê hatibûn civandin û derskirin. Çend pirtûk jî bi wergera xûşka wî Zîna Celîl hatine wergerandin ser zimanê Rûsî û Lîtvanî û çap bûne.

Hêjayî gotinêye ku Prof. Celîlê Celîl li ser bingeha bîblîotêka li ser navê bavê xwe Casimê Celîl, bîblîografîyek (ji 535 rûpela) ji weşanên Kurdên Ermenistanê amade kiriye.

Pirtûkên Celîlê Celîl li gelek zimanan hatine wergerandin, wek; zaravayên Kurdî Soranî û Kurmancî, Erebî, Tirkî, Farisî, Ermenî, Rûsî, Lîtwanî, Almanî û hin ji wan du car û sê car hatine çapkirin. Di van salên dawîn de, çalakiyên wî yên zanyarî bi berdewamî, bi zimanê Kurdî, Rûsî û Almanî têne weşandin. Pirtûk-lêkolînên wî yên nû, ku amade ne ji çapkirinê re gelek in.

Prof. Celîlê Celîl dibêje: “Karê min yê Kurdolojîyê belkî zêde bi berhem nebûya, heger atmosfêra mala me ser evîndarî û parastina dîrok, ziman û çanda Kurdî nebûye. Di karê me yê zanîyarîyê de dewra mezin a dê û bavê min Casimê Celîl û Xanima Celîl e, piştevanîya birayê min Ordîxanê Celîl û xûşkên min Cemîla Celîl û Zîna Celîl gelekî hebû.”

Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya zanistiyê ya rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê, berpirsyarê para kurdzanîyê bû. Hem jî salên dirêj li “Hevalbendîya Evîndarên Pirtûkê” bûye serokê beşê Kurdî. Bi alîkarîya vê hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê ya biçûk, bi sernivîsa “Pirtûkên Kurdî li Ermenistanê” çap kiriye.

Di sala 1979 de, bi pêşnîyara Beşa Kurdî ya Akadêmîya Zanîyarîyê yê li Bexdayê, ji bona karên wî yên bi nirx û giranbuha di pileya kurdzanîyê de, navê endametiya şerefê (Andam Miqaledarê Akadêmîya Zanistîya Îraqê) dane wî û birayê wî Ordîxanê Celîl. Hem jî ew andemê PEN klûbê ye û çend salan li serkirdatiya wê de cî girtiye. Her wiha ew endamê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye û endamê Hevalbendiya Nivîskarên Ermenistanê ye.

Ji sala 1992 heta niha, li Awûstûryayê bi cih bûye. Ji sala 1994a pêde li Zanîngeha bajarê Wîenayê wek kurdzan li ser ziman, dîrok, çand û edebiyeta Kurdî kar kiriye û ders dane. Di Akademîya Zanistiyê de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kiriye. Di Înstîtûta Pêdagojîyê de, ji bona amadekirina mamostayên zimanê Kurdî, wek kurdolog û dîroknas ders dane.

Di sala 1994an de, li Wîenayê, tevî çend hevalên xwe Înstîtûta Kurdzanîyê ava kirine û ji roja damezirandina wê ve û ta roja îro ew serokê wê înstîtutê ye. Înstîtûtê li ser dîrok, edebiyat û çanda Kurdî hin pirtûk weşandiye.

Pirtûkxaneya Kurdî ya Casimê Celîl

Di sala 2007an de li Eichgrabenê milk sitandîye û li ser, avahîya îro ku bûye Pirtûkxaneya Kurdî ya Casimê Celîl ava  kirîye. Avakirina pirtûkxanê du sal kişandîye û Celîlê Celîl di her qada avakirinê de hazir bûye. Celîlê Celîl, serokê Pirtûkxaneya Casimê Celîl e. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên di derbarê dîrok û edebîyata Kurda, meselok û çîrok, bûyer û serpêhatî hatine civandin. Tev jî ji bo pêşeroja gel û ji lêkolîner û wêjehezin Kurdan re ye. Wekî ku ew bi xwe jî dibêje “tev milkê Kurda ye”. Di pirtûkxanê de bîst hezar kitêb û di arşîvê de 235 kovar hene. Pirtûkxaneya Casimê Celîl wek dibistanekê ye. Sazîyek netewî, ye û derîyê wê ji her Kurdî re, ji herkesên ku hezkirîyê dîrok, wêje û çandê ye vekirî ye. Bi taybetî ji lêkolîneran re cihekî bêhempa ye.

Beşek ji Pirtûkên Prof. Dr. Celîlê Celîl yê Çapkirî

1. Vosstaniye Kurdov 1880 Goda (Serhildana Kurda li Sala 1880), Moskova, 1966( bi zimanê Rûsî); 1979 (bi zimanê Erebî); Bexdad, 1987 (bi Kurdî zaravayê Soranî); Stockholm, 1992 û Tirkiyê,1998(bi Tirkî)

2. Çîr û Çîvanokên Kurdî, Yêrîvan, 1971(Bi zimanê Ermenî)

3. Mesele û Metelokên Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Moskova, 1972 (Bi zimanê Kurdî û Rûsî) Û li Zurixê 1976, (Bi zimanê Kurdî)

4. Gulçîn, tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan, 1972 (Bi zimanê Kurdî); Dihok, 1985(Bi tîpên Erebî)

5. Kurdên Împêratoriya Osmanîyê li Nîveka Pêşîn ya Sedsala XIXan, Moskova, 1973 (Bi zimanê Rûsî); Bexda, 1987 (Bi Kurdîya Soranî); Şam, 1987 (Bi zimanê Erebî); Anqara, 1992 (Bi zimanê Tirkî) Her ew. Kurdekanî Împêryatoryatî Osmanî, Swêdên, 1996 (Bi Kurdîya Soranî); Têhran, 1381 (Bi zimanê Farisî)

6. Çîrokê Cim’eta Kurda,Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrêvan, 1974 (Bi zimanê Kurdî-Kurmancî)

7. Sîyarê Bahozê, Amadeker û werger Zîna Celîl û Algîrdas Alyonîs. Vîlnîûs, 1977, (Bi zimanê Lîtvanî)

8. Zargotina Kurda, tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I-II, Moskova, 1978; Cilda 1, Yêrêvan, 1978

9. Kirdakan Gîrki Hayastanûm, 1930-1980 (Pirtûkên Kurdî li Salên 1930-1980), Yêrîvan, 1981 (Bi zimanê Kurdî, Ermenî)

10. Qisaed Min el-Folklor el-Kurdî, tevî Ordîxanê Celîl, Beyrûd, 1982 (Bi zimanê Erebî)

11. Zargotina Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Cilda 2, Yêrîvan, 1982

12. Nehzet el-Ekrad el-Siqafîyet we el-Qewmîyet --Nihayet el-Qurn el-Eşir Bidayet el-Qurn el-Eşrîn, Dîmeşq, 1984 (Bi zimanê Erebî); Jîyana Rewşenbîrî û Sîyasî ya Kurdan-di Dawîya Sedsala 19a û 20an de), Swedên/Ûppsala, 1985 (Bi Kurmancî); Beyrûd, 1986 (Bi zimanê Erebî); Stokholm, 1993 (Bi Kurdîya Soranî); Saînt-Pêtêrbûrg, 1997 (Bi zimanê Rûsî); Suleymanî, 2000 (Bi Kurdîya Soranî); Stenbol, 2001 (Bi zimanê Tirkî)

13. Gulançkzêrîn. Zargotina Kurda, Tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan, 1984

14. Zargotina Kurdê Sûriyê, Yêrîvan, 1985; Swêdên/Uppsala, 1989

15. Têkoşîna Kurda li Dema Nû û Nûjen da, tevî hevkaran, Moskova, 1987 (Bi zimanê Rûsî); Swêdên, 1991(Bi zimanê Tirkî); Beyrûd, 1992 (Bi zimanê Erebî); Stenbol, 1998 (Bi zimanê Tirkî) hatiye çapkirin.

16. Efsûnên Kurdî, Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl, Vîlnyûs, 1987 (Bi zimanê Lîtvanî)

17. Kurdên Ermenistana Sovêtîyê-Bîblîografîya 1920-1980, Yêrîvan, 1987 (Bi zimanê Kurdî/Kurmancî, Ermenîkî û Rûsî)

18. Çîrok, Lêgênd û Efsûnên Kurdî, tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl, Vîlnyûs 1987; Moskova, 1989 (Bi zimanê Rûsî); Heleb, 1996 (Bi zimanê Erebî)

19. Çîrokên Kurdî, Moscow, 1989

20. Mesele û Metelokê Gelê Kurd, tevî Ordîxanê Celîl, Yêrîvan, 1991; li Wîen, 2005 (Bi tîpê Latînî)

21. Çîrokên Kurdî, tevî Ordîxanê Celîl, Frankfûrt, 1993 (Bi zimanê Almanî)

22. Destanên Kurdî, tevî Ordîxanê Celîl, Stenbol, 1994

23. Zargotina Kurdan, tevî Ordîxanê Celîl, Cilda I, Swêden, 1995

24. Dîwaro Te re Dibêjim Bûkê Tu Guhdar Be, Hewlêr, 1999; Stenbolê, 2000 (Bi zimanê Tirkî û Kurdî)

25. Otobîografîya Ebdulrizaq Bedirxan, Berlîn, 1999; Dihok, 1999; Bêrlîn, 2000, (Bi zimanê Erebî); Stenbol, 2000 (Bi zimanê Turkî û Kurdî); Hewlêr, 2001 (Bi Kurdî-zaravayê Soranî)

26. Sîyapûş, Seyfulmulûk (Destan), Stenbol, 2000;  Wîen, 2000, (Bi tîpên Erebî)

28. Sêzde Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd. Wîen, 2002

29. Feqîyê Teyran Şêxê Sen'anîya (nezîrîye), Wîen, 2003

30. Keşkûla Kurmancî: Sedsalîyên X-XX, Wîen, 2004


ÇAVKANİ

http://welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=214#.Y4w84nZBxPY

https://commons.wikimedia.org/wiki/File:Celile.celil.2017_%28cropped%29.jpg

Nivîsén tékildar

Mervan Serhildan

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandîye. Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha di derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendîyê (Midûrîya Karên Rêveberiya Dadgehê)...


Leylana Sidîq

Nivîskar Leylana Sidîq di sala 1979ê de li gundekî Licê ku navçeya Amedê ye, ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li navenda Amedê dixwîne. Piştî qedandina dibistana seretayî, ji ber sedemên malbatî mala xwe bi malbatî bar dikin Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd ên li dibistanên Stenbolê nikare perwerdehîya xwe berdewam bike. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vedigere Amedê û li wir perwerdeyîya xwe ya nîvco temam dike û dibistana bilind dixwîne...


Azad Zal

Lêkolîner, nivîskar, helbestvan, rojnameger, wergêr û rexnegirê wêjeyî Azad Zal, di 8ê Adara 1972yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulamîran) ku bi navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatîye dinyayê. Lawê Hesîbe û Emîn e. Ji alîyê dê de ji gundê Farqîna Amedê Şêxdawûdan,  ji Mala Qolê ye.  Ji alîyê bavê de ji Kerxa Zirka û Zozinca Amedê ji mala Emer Keya ye.