logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Roşan Lezgîn

Nivîskar: Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane. Kitêbên wî eleqeyeka mezin dîtine û piranîya wan çend car çap bûne. Bo nimûne, kitêba wî ya çîrokan Binê Dara Valêre de çapa çaran kirîye.

Di sala 2009an de li Diyarbekir malpera înternetî Zazaki.Net ava kir. Ev malper ji bo xebatên li ser Kurdên Zaza û edebîyata Kurdîya Zazakî dewlemendtirîn çavkanî ye.

Rojnameya Newepel ku yekemîn rojnameya bi Kurdîya Zazakî ye, li Diyarbekir derxist. Vê rojnameyê ji roja 15 Adar 2011 heta bi Hezîrana 2017an weşana xwe dewam kir û 100 hejmar derket. Di çarçoveya weşana vê rojnameyê de bi sedan kes fêrî xwendin û nivîsîna Zazakî bûn.

Kovara edebî-hunerî Şewçila ku safî bi Kurdîya Zazakî ye derxist. Kovara Şewçila li Diyarbekir di Adara 2011an de dest bi weşanê kir û heta hejmara 20an derket. Di proseya weşana kovara Şewçila de bi dehan şaîr û edîb derketin.

Dîsa, li Diyarbekirê, di sala 2012an de Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 79 kitêb weşîyane. Ji van kitêban 7 heb bi Kurdîya Kurmancî, 2 heb bi Tirkî, yên din hemî bi Kurdîya Zazakî ne.

Ji bilî van xebatan, çi di demên qedexe de û çi serbest, li Diyarbekirê heta niha bi dehan qursên fêrbûna xwendin û nivîsîna Zazakî dane, li gelek unîversîteyan jî konferans dane.

 

Kitêbên wî yên ku weşîyane:

1) Binê Dara Valêre de, Çapa Yekem, Weşanxaneya Apec, Stockholm 2002 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2003 / Çapa Sêyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2013 / Çapa Çarem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2019

2) Dêsan de Sûretê Ma Nimite, Çapa Yekem, Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2005 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2013

3) Ferhengê Îdyomanê Kurdî (Zazakî), Çapa Yekem, Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2005 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2017

4) Halîn, Çapa Yekem, Weşanxaneya Komal, Îstanbul 2006 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2015

5) Ez Gule ra Hes Kena, Çapa Yekem, Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2007 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2018

6) Sanikanê Diyarbekirî ra Guldesteyêk, Weşanên Enstîtuya Kelepûra Kurdî, Duhok 2009

7) Gotin Diçe Nivîs Dimîne, Weşanxaneya Pêrî, Îstanbul 2009

8) Tarîyîya Adirî de, Çapa Yekem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2012 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2015 

9) Dersê Ziwanî, Çapa Yekem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2012 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2015

10) Ferhengê Zazakî-Tirkî & Tirkî-Zazakî, Çapa Yekem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2013 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2024

11) Ji bo Kurmancan bi Awayê Muqayeseyî: Gramera Kirdî (Zazakî), Çapa Yekem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2013 / Çapa Duyem, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2020

12) Sorgu, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, İstanbul 2015

13) Toplumsal Kürt Gruplarından Zazalar, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2016

14) Ap Hus, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2018

15) Kevoke, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2019

16) Xezeb, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2021

17) Ferhengê Termanê Edebî, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2022

18) Ez û Vate, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2023

19) Min bi Kurmancî Got, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2024

 

Wergerandinên wî:

1) Suzan Samancı, Sîya Bêdengîyê, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanxaneya Aram, Îstanbul 2001

2) Roşan Lezgîn, Li Bin Dara Bîyê, (Wergerandina ji Zazakî), Weşanxaneya Elma, Îstanbul 2003

3) Sadiq Hîdayet, Sê Dilop Xwîn, (Wergerandina ji Farisî), Weşanxaneya War, Dîyarbekir 2004

4) Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperwerîya Kurdî, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2008

5) Îsmaîl Beşîkçî, Nasname - Ziman - Netewe û Neteweperwerî, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanxaneya Pêrî, Îstanbul 2008

6) Andranîk, Dêrsim Raywanî û Cografya (Wergerandina ji Kurmancî), Weşanxaneya Vate, Îstanbul 2010

7) Berfîn Zenderlioğlu & Mîrza Metîn, Mêrdeyê Şewe, (Wergerandina ji Kurmancî), Weşanên Avesta, Îstanbul 2011

8) Arif Qurbanî, Umrean'dan Topzawa'ya (Wergerandina ji Soranî), Dezgay Xendan, Silêmanîye 2012

9) Edebîyatê Kirmanckî ra Nimûneyî, Weşanê Enstîtuya Ziwananê ke Tirkîya de Cûyenê, Mêrdîn 2012

10) Perwerde de Tetbîqê Ziwanê Dayîke, (Wergerandina ji Tirkî),  Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2013

11) Polîtîkayê Zafziwanîye û Plankerdişê Ziwanî, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2013

12) Roger Lescot, Bi Kirdkî/Zazakî Memê Alan, (Wergerandina ji Kurmancî: Roşan Lezgîn & N. Celalî), Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2014

13) Konseptê Hereketê Azadî, (Wergerandina ji Tirkî), Çapa Yekem, Diyarbekir 2014; Çapa Duyem, Diyarbekir 2015

14) Ferîdûn Bîrgul, Rêberê Bikarardişê Setê Gulgulînê Gedeyan, (Wergerandina ji Kurmancî), Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2016

15) Îsmaîl Beşîkçî, Dewlet û Kurd, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016

16) Îsmaîl Beşîkçî, Çawanîya Rejîmê û Kurd, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016

17) Vera Trawma de Muqawemetê Tutan, (Wergerandina ji Tirkî), Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2018

18) Nadîre Güntaş Aldatmaz, Xewn, (Wergerandina ji Zazakî), Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2019

19) Roşan Lezgîn, Serketina Kewan, (Wergerandina ji Zazakî), Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2020

20) Mealê Kirdî, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2022

21) Încîl, Yeni Yaşam Yayınları, Îstanbul 2023

22) Arsenios Eznepidis, Semedê Şinasnayişê Bawerîya Ortodoksîye, 2013

 

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Mehmed Ûzûn

Nivîskar, helbestvan, wergêr Mehmed Ûzûn di 1ê Kanûna Paşîn 1953ya de li navçeya Siwêrekê ya bi ser bajarê Rihayê ve hatiye dinyayê. Bi heslê xwe ji eşîreke Wêranşarê ye, şeş xuh û bira ne û xwedî malbate


Yekta Ûzûnoglû

Nivîskar Yekta Ûzûnoglû, ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr û peyamnêrê Kurd e. Di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiyê dinyayê.Di sala 1971ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîrê Kurd Kamûran


Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, lêkolîner, helbestk