Nivîskar: Emîn Narozî
Ehmed Mehmûd Xelîl
Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl rexnegirekî wêjeyî û lêkolînerekî ser tarîxê ye ku li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) li gundê Karzelê, di hembêza wê de ji dayîk bûye û bi awazên mûzîka çiyayî ya wê mezin bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û ya amadeyî li Efrînê xwendiye û piştî wergirtina dîplomayê di sala 1990î de li zanîngeha Helebê xwendina xwe domandiye. Wî mastir û doktora xwe li ser edebiyata Erebî daye û di navbera salên 1990-1993yan de li wê derê mamosteyî kirîye. Dûre çûye Îmarata Erebî ya Yekgirtî û li zanîngeha wê mamostatîya xwe domandîye.
Dr. Ehmed Xelîl xwe derçûyê sê dibistanên din ên girîng dihesibîne:
Yekem dibistana malbatî,
duyem dibistana kitêban û
sêyem jî dibistana jiyanê ye ku derbarê wê de jî weha dibêje:
“Tiştê herî girîng ji min re bi ya min ew bû û niha jî ew e ku rêya jiyana min ne xeteke ber bi jêr ve, ber bi paşketinê ve be. Lê belê xeteke ber bi jor ve, ber bi prensîbên bilind û ber bi nirxên mirovî yên resen, nirxên rastî, başî û bedewîyê ve be."
Wî gelek berhemên edebî, lêkolîn û xebatên giranbiha yê lêgerînî pêşkêş kirine û tê de hewil daye ku hinek rastiyan di korîdorên tarî yên dîrokê de rohnî bike. Da berevajîyê wan hemû nivîsên bêedaletî û pêşdaraz yên li dijî Kurdan diyar bike ka Kurd kî ne. Her weha nîşan bide ku digel hemî tiştî jî divê meriv di biwara têgihîştin û danasîna kesayetîya gelan de ji dil baldar be. Çawa ku ger meriv wan aciz bike jî divê bi lêborînê meriv di ber dilê wan de bide û meriv gelekî bi giştî bi xerabî nede nasîn û wî nede ber dasa xwe.
Her mîna ku wî di pêşgotina pirtûka xwe ya bi navê (Kesayetiya Kurd) de gotiye, "Lêkolîn bi derece/rade ne û ji lêkolînerî re jî giringîyê xwe hene. Yek ji wan giringîyên wî ew e ku tiştan bê xemilandin û tevlîhevkirin weke xwe bipesinîne û bi nav bike. Her weha bê kêmkirin û zêdekirin bi heman şêweyî xwe nêzîkî wan bike. Çawa ku divê di derbirîna wan de jî rastgo be, ji hedê xwe zêde spehî û qenc nîşan nede û xweşbînî jî neke.”
Hinek ji kitêbên Ehmed Mehmûd Xelîl ev in:
1- Zahîret ul-Qeleq fî î-Şi´r il-Cahilî/Diyardeya Nîgeranîyê di Şi´ra Cahiliyê de, 1989
2- Fî n-Neqd il-Cemalî/Di Rexneya Estetîkî de, 1990
3- el-Qebaîl ul-Kurdiye/Eşîrên Kurdan (werger), 2006
4- Tarîx ul-Kurd fî l-Hedaret il-Islamiye/Dîroka Kurdan di Şaristaniya Îslamî de, 2007
5- el-Kurd we Kurdistan/Kurd û Kurdistan (werger), 2007
6- el-Kewn el-Şi´rî/Cîhana Honraweyî (mijar û rêyên çêşa estetîkê), 2008
7- ´Ebaqîre Kurdistan fî l-Qiyade we s-Siyade/Salarên Kurdistanê di Serdarî û Siyasetê de, 2009
8- Seyahet fî Zakireti Cebel el-Kurd/Geştek di bîranîna Çiyayê Kurd de, 2010
9- Siyer E`lam el-Kurd fî et-Turas il-Erebî/Biyografiya Zanayên Kurdan di Kelepûra Erebî de, 2011 (zimannas, nivîskar, muzîkjen)
10- Memleket Mîdya/Welatê Medan, 2011
11- Sûret ul-Kurd fî Mesadir it-Turas el-Islamî/Sûretê Kurdan di Çavkanîyên Kelepûra Îslamî de, 2012
12- el-Şexsiyet el-Kurdiye/Kesayetîya Kurd (lêkolîneke sosyolojîk), 2013
13- Tarîx ul-Kifah el-Qewmî el-Kurdî/Dîroka Têkoşîna Netewî ya Kurd (werger), 2013
Digel gelek pirtûk, lêkolîn û gotarên din yên cuda.
Nivîsén tékildar