logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Seîd Veroj

Nivîskar: Seîd Veroj

Seîd Veroj

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd Seîd Veroj, di sala 1966an de li Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekirê xwendîye. Xebatên wî yên li ser kurdolojîyê, di salên xwendina unîversîteyê de dest pê kirine. Di sala 1997an de tevî hinek hevalên xwe dest bi weşandina kovara Warê kir û hetanî sala 2004an edîtorîya weşan û Kovara War domand. Di Newroza sala 2005an de Weşanxaneya Bîr damezirand û dest bi weşandina Kovara Bîr kir. Ji Mijdara sala 2011an vir ve Kovara Bîr, bi awayekî dijîtal li ser navnîşana www.kovarabir.com weşana xwe berdewam dike û ew jî sernivîskar û edîtorê vê malperê ye. Sala 2011ê li Unîversîteya Artuklu ya Mardînê dest bi xwendina masterê kir û di destpêka sala 2014an de bi pêşkêşkirina têza xwe ya bi navê Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî: Dîyalekt, Alfabe û Fonetîk, Morfolojî (Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî) xwendina masterê xelas kir.

Pirtûkên Seîd Veroj yên ku heta vê gavê hatine çapkirin:

* Rêzepirtûkên Zarokan; li ser hev 6 pirtûk, Weşanên War, Stenbol, 2001

* Ferheng-Vajname: Kurmancî - Hewremanî - Dimilî – Senendajî; Seîd Veroj- Abdurehman Uçaman, Weşanên War, Stenbol, 2002

* Di Dîroka Me ya Nêzîk de Bûyereke Girîng: Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2005

* Geşepêdanên Rojhelatanavîn, Sûrîye û Kurdistana Rojava, Weşanên Doz, Tîrmeha 2012, Stenbol

* Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî (Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî): Dîyalekt, Alfabe û Fonetîk, Morfolojî, Weşanên Ava, Dîyarbekir, Gulan/2014

* Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Stenbol, Tebax/2015

* Abdurehman Nacîm: Edîb, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas; Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Stenbol, Hezîran/2017

* Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî; Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Stenbol, Hezîran/2017

* Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamîran Bedirxan (1913-1923); Weşanên Dara, Dîyarbekir, Sibata/2018

* Ferheng: Kurmancî - Dimilî - Tirkî & Tirkî- Dimilî Kurmancî; Çapa didoyan: Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2018

* Vîr û Warê Ma (Ma Mirdasî yî); Weşanên Dara, Dîyarbekir, Sibata/2019

* Komara Kurdistan û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed; Weşanên Sîtav, Van, 2019

* Weşangerekî Xwebexş û Aşiqê Lefzê Kurdmancî: Kurdîzade Ahmed Ramiz (1878-1940);

Weşanên Sîtav, Van, 2019

* Portreyên Şophiştî-I; Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2019

* Cemîyeta Hêvî ya Telabeyên Kurd û Rojî Kurd; Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2020

* Rojnamegerî û Kovargerîya Kurd (1898-1932); Weşanên Dara, Dîyarbekir, Kanûn/2021

* Mir Bedirhan, Lûtfî (Kurdîzade Ahmed Ramiz); Weşanên Dara, Dîyarbekir, Eylûl/2022

* Leşkerekî Dîrokzan, Şaîr û Felsefevan: Mihemed Emîn Feyzî (1862-1929); Weşanên Peywend, Wan, Adar/2022

* Sê Sirgûnên Peymana Lozanê - Elî Îlmî, Zeynelabidûn û Mesûd Fanî; Weşanên Peywend, Wan, Adar/2022

* 20. Yüzyılın Başlarında Kürd Dili Üzerine Çalışmalar- 1900/1923 (Di Destpêka Sedsala 20an de Lêkolînên li ser Zimanê Kurdî - 1900/1923); Weşanên Peywwend, Wan, Çirîya Paşî /2023

* Kurdistan (1919-1920): Siyasî, îçtîmaî, edebî, îlmî haftalik mustakîl fîkîr mecmûasidir (Kovareke serbixwe û fikrî ya sîyasî, komelî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek dihête çapkirin); Weşanên Dara, Dîyarbekir, Eylûl/2023

* Mucadele Yolûnda Hatiralarim, Mevlanzade Rifat(Bîranînên Min li Ser Rêya Têkoşînê, Mevlanzade Rifat); Amadekarîya weşanê: Seîd Veroj, Weşanên Dara, Dîyarbekir, Nisan/2024

* 20. Yuzyil Kurd Aydin ve Sîyasetçîlerînden Vanli Memdûh Selîm(1887-1976) [Yek ji Rewşenbîr û Siyasetmedarên Kurd ên Sedsala 20an, Memduh Selîmê Wanî (1887-1976)]; Weşanxaneya Peywend, Wan, 2024

* 20. Yuzyil Kurd Aydin ve Sîyasetçîlerînden Dr. Şukru Mehmed Sekban (1881-1960) [Yek ji Rewşenbîr û Siyasetmedarên Kurd ên Sedsala 20an, Dr. Şukru Mehmed Sekban(1881-1960)]; Weşanxaneya Peywend, Wan, 2024

* Ji Tevgera Neteweyî ya 1925an Portreyên Şophistî-II; Weşanxaneya Peywend, Wan, 2024

 

Nivîsén tékildar

Li ser nivîsê hene têkildarên din

Memdûh Selîm Begê Wanî

Li ser sala jidayikbûna Memdûh Selîm nêrînên cûda hene; li gorî hin çavkanîyan, di dawîya salên 1880yan de li Wanê ji dayik bûye.” Li gorî hinek çavkanîyan jî ew di sala 1897an de ji dayik bûye. Kurê Cemîl Beg e. Li Wanê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û paşê li Stenbolê sîyaset û felsefe xwendîye. Li gor Malmîsanij, li Stenbolê Mekteb-î Mulkîye xwendîye, xwendina wî ya beşê felsefê ne zelal e. Cemîl Merîçê xwendevanê wî yê Lîseya Antaqyayê jî dibêje: “Memdûh Selîm mulkîye xelas kiribû.” Memdûh Selîm Beg, kadroyekî herî çalak û navdarê tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya Kurdistanê ye ji destpêkê ta nîvê sedsala 20an...


Mistefa Barzanî (1903-1979)

Mistefa Barzanî, kurê Mihemed e û ew jî kurê Şêx Evdiselamê Yekem e û koka wan digihije şaxekî Mîrekên Amêdîyê. Şêx Mihemedê bavê Mistefa Barzanî, rêvebirê medreseya Barzan bû, ev medrese li vê deverê bûbû cîyê perwerdeyî, xwelêgirtina xelkê mezlûm ê wê derê û serokeşîrên herêmê ji vê yekê gelek aciz bûn. Li ser vê acizîyê, hinek serokeşîrên wê herêmê gilîyê Şêx Mihemed ji rêvebirên Osmanîyan re dikin. Ji ber vê yekê, bi fermana Siltan Evdilhemîdê Duyem, Şêx Mihemedê Barzanî bi tevî malbatê sirgûnî bajarê Bedlîsê dikin. Ew, li vî bajarê qedîm ê Kurdistanê 1-2 salan di bin çavdêriya rayedarên hikûmetê de dimînin û paşê bi destûra hikûmetê dîsa vedigerin herêma Barzan û Şêx Mihemed di sala 1903yê de koça dawî dike...


Omer Avnî Efendî yê Xarpêtî

Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpêtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Stenbolê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281(M. 1865) ê li Xarpêtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr ê qeza Baskîla Elezîzê ye û paşê koçî nava bajarê Xarpêtê kirîye...