Şerefxanê Bedlîsî
Şerefxanê Bedlîsî, bi esil ji malbata mîrên Bedlîsê, ji eşîra Rojkan e. Mîrekiya Bedlîsê di navenda Kurdistan de cih digre û yek ji mîrekiyên herî mezin e. Mîr Şerefxan nivîskarê kitêba p Kurdistan/ ŞEREFNAMEyê ye û di beşek vê kitêbê de di derbarê xwe û malbata xwe, e
Eslîxan Yildirim
20 Tebax 2021
Şerefname(pirtûk-pdf)
Şerefxanê Bedlîsî, kitêba Şerefnameyê wek du cildan nivîsandiye. Cilda yekemîn ya ku dîroka Kurdistan e di dawiya meha zulhîcceya sala 1005ê koçî (13yê Tebaxa sala 1597ê zayînî) qedandiye. Nusxeya destxeta Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de, di bin reqema 312an de qeyitkirî ye. Bi bîst tabloyên bi nirx yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî îzah dike. Şerefxan, nivîsandina cilda duduyan jî di meha Gulana sala 1599ê zayînî de tamam kiriye. Ev cilda han jî li ser bûyerên dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Tûranê ye. Loma ev kitêb di warê dîroka siyasî, çandî, civakî de çavkaniyek pir girîng e ji bo Kurdistan, Dewleta Osmanî, Îranê û derdora wan...
Zîya Avci
21 Tebax 2021
TARÎXA DEWLETA KURDAN(pirtûk-pdf)
Tarîxa Dewleta Kurdan(pirtûka Mihemed Brahîm yê Xezrecî)
Ev kitêb zêdeyî 750 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil e ya bi navê Dîroka Dewleta Kurdan hatiye nivîsandin. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne. Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike.
Ji Danasîna Weşanxaneya Azad
13 Çirîya Paşî 2022
Kurdistan û Sînor(pirtûk-pdf)
Mijara pirtûka “Di Sedsala 20’an de KURDISTAN Û SÎNOR” sînorê di hundirê Kurdistanê de ye û lêkolînên ji gelek aliyan ve yê li ser van sînoran hatine kirin tê de cih distîne. Xebat ji du cildan pêk tê. Di cilda I’emîn de bi kurtayî dîroka sînorên di hundirê Kurdistanê de heye. Di cilda II’yemîn de jî “Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn?” xal bi xal raxistiye ber çavan.
Eslîxan Yildirim
13 Çirîya Paşî 2022
Dewleta Fedlawî (Hezarhespî) / 1156-1423
“Kurê Mihemmedê kurê ‘Eliyê kurê Ebû’l-Hesenê Fedlawî”
Ebû Tahir, piştî bi alîkariya Atabeg Sûngûr piştsitûr bû, xwe gîhande ser sinorê Loristanê û carna bi şer, carna bi aştî, carna bi siyaset, hinek caran bi zor û zordarî û gelek caran jî bi nermî karîbû dest dayne ser axa Loristanê. Dema ku gihîşt desthilatdariyeka mezin, di sala 1156’ê de, alaya serxwebûnê hilda û bi vî awayî Dewleta Fedlawî ya Kurd hat avakirin...
Şerefxanê Bedlîsî
18 Çirîya Paşî 2022
Selahedînê Eyûbî
Siltan Selahedînê Eyûbî (532-589/1137-1193), yek ji şexsiyetên herî navdar ê Rojhilata Navîn e, gelek berhem li serhatine nivîsandin û hê jî pir zêde tê heskirin. Helbestvanê navdar Mehmet Akif Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Siltanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selahadîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya minzêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belavbûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye.”
M. Emîn Narozî
1 Nîsan 2023
MÎREKTÎYA XÎZANÊ
Navend û paytexta vê mîrektîyê bajarê Xîzanê bû. Xîzana ku paytext bû nêzî Xeydayê ye û êdî bi qasî gundekî ye. Li vî bajarê kevn ê ku aniha xerabe ye, sûreke dîrokî heye û li ser qadeke mezin ava ye. Lewma ji vir re “Nava Sûrê”jî tê gotin. Ednîgarîya Mîrektîya Xîzanê bi der û dora xwe ve ji tixûbê xwe yê niha yê bajarê Xîzan(Hîzan)ê pir firehtir e. Erdnîgarîya vê herêmê ji başûrê Gola Wanê bigre heta tixûbê Cizîra Botan dirêj dibe. Mîrektîya Xîzanê bi çar alîyê xwe ve bi mîrektîyên Kurdan ên din ve cînar bû. Li alîyê wê yê bakûr û rojava, Mîrektîya Bidlîsê hebû. Li alîyê wê yê başûr îrektîya Cizîra Botan, li alîyê wê yê rojhilat Mîrektîya Miksê cih digirt.
Komîteya Dîrokê
8 Sibat 2024
Adîle Xanim
Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayî Mîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xwe yê din Senendec bû; li Îranê demeke dirêj bûbû navenda çand, huner û wêjeya Kurdan a qesrê. Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranê karmendekî payebilind bû. Lê piştî belavbûna Mîrîtîya Babanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sîne dike û jîyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî, di sala 1859an de, li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayik dibe...
Jîn Aryen
17 Îlon 2024
Mîna Qazî Xanim
Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e. Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin...
Jîn Aryen
23 Îlon 2024