logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Dîroka Olî(Dînî) Eşîretên Kurdan Mîrekiyên Kurdan Dewletên Kurdan Bermahiyên Dîrokî Dîroka 1000 Sala Dawî Dîroka Piştî Zayînê (P.Z.) Dîroka Berî Zayînê (B.Z.) Kolanên Arkeolojîk
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Adîle Xanim

Nivîskar: Jîn Aryen

ADÎLE XANIM (1859-1924)

Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayî Mîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xwe yê din Senendec bû;  li Îranê demeke dirêj bûbû navenda çand, huner û wêjeya Kurdan a qesrê.

Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranê karmendekî payebilind bû. Lê piştî belavbûna Mîrîtîya Babanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sîne dike û jîyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî, di sala 1859an de, li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayik dibe.

Mîrnişînîya Baban û Pismîrîya Erdelanê, demeke dirêj, li ser axa Osmanîyan di navbera Osmanî û Îranê de rista parêzgehekê anîne cih. Di nava sedsala 19emin de, malbata ku Mîrîtîya Babanan bi rê ve dibir ji alîyê Şahê Îranê ve ji textê xwe hate xistin. Piştî vê yekê, ev herêm êdî ji alîyê parêzger anku walîyên ku ji alîyê Şahê Îranê ve dihatin tayinkirin hatîne birêvebirin. Di encamê de Mîrîtîya Babanê jî hatibû belavkirin.

Adîle Xanim, wek endameke Pismîrtîya Erdelanê, jineke jixwepirbawer û bibiryar bû; xwedî vîn û xîret bû. Van taybetmendîyên di wê de pêşengîyeke xwezayî derdixist holê.

Herçiqas, hêz û mezinahîya vê pismîrtîyê wek berê nemabû jî, hê jî di herêmê de rêzdarîya xwe diparast. Ji ber vê, bandora Pismîrtîya Erdelanê gelek li ser wê çêbûbû, ku di demên pêş de ev bandor dê zêdetir diyarker bûbûya.

Zewaca Adîle Xanimê

Pismîrtîya Erdelanê di navbera sînorê Osmanî û Farisan de bû. Ji ber vê sedemê xwedî rêz û hêzeke xwecihî bû ku têkilîyên xwe yên siyasî û aborî jî, bi bajar û eşirên ku nêzî sinorê ne pêş ve dibirin. Yek ji van eşîran jî eşîra Caf bû. Eşîra Caf, a li milê din ê sînor bû, eşîreke mezin û bihêz bû. Di encama vê de hinek zewacên siyasî jî pêk dihatin û di navbera eşîran de têkilîyên xizmtîyê jî çêdibûn. Zewaca Adîle Xanimê ya bi Osman Beg re encama vê yekê bû. Osman Beg, kurê Mihemed Paşayê serokê eşîra Cafê bû.

Adîle Xanim, bi vê zewacê re, ji bajarê Sîneyê ku di teşegirtina kesayetîya wê de ciheke taybet digirt û gelek hez ji vî bajarî dikir, wek bûk çûye bajarê Helebceyê. Di encama vê zewacê de du kurên Adîle Xanimê çêbûne; Ehmed Muxtar Caf û Tahir Beg Caf, ku dê piştre bûbûna du helbestkarên navdar ên kurd.

Ji Osman Beg re Wesman Paşa jî dihat gotin. Ew piştî mirina bavê xwe bûbû serokê eşîra Cafê. Osman Beg, di nava demê de li ser navê Osmanîyan dibe parêzger anku walîyê bajarê Şarezorê. Ev bajar niha wek Silêmanîye tê zanîn. Ew ji ber vê peywira xwe gelek caran diçû bajarên Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê.

Adîle Xanim, ku bi jîrîtî û hêza xwe ya pêşengîyê derketibû pêş, di vê pêvajoyê de dest avêtîye karûbarên rêveberîyê. Dema ku hevjînê wê li derveyî bajêr bû li şûna wî kar û xebatên eşîrê jî wê bi rê ve dibir. Vê rewşa Osman Beg, derfeteke girîng li pêşîya Adîle Xanimê vekiribû. Adîle Xanim jî ev derfet baş bikar dianî û di nava eşîrê de jî dihat hezkirin. Ew, piştî vê pêvajoyê bi awayekî hê çalaktir tevlî xebatên rêveberîyê bûye û ev erka xwe hê pêşdetir birîye.

Adîle Xanim, ji bo ku li Helebceyê bingeha dadmendîyeke xurt were avêtin Dîwana Dadgehê ava kirîye û dem bi dem bi taybetî serokatîya dozên ku li vê derê dihatin dîtin kirîye. Ew li ser mijara dad û edaletê pir hestyar tevdigerîya. Ji ber vê ye ku hê jî li Helebceyê navê Adîle Xanimê bi edaleta wê tê zimên.  

Seroka Eşîra Cafê û Qeymeqama Yekem a Jin

Hevjînê Adîle Xanimê, Osman Beg di sala 1909an de jîyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Adîle Xanim dibe seroka eşîra Cafê. Ligel vê, pêşengîya endamên niştecih û nîvkoçer ên eşîra xwe û hin eşîrên din ên derdorê dide ser milên xwe.

Eşîra Caf û eşîrên din bi gelemperî bi serê xwe tevdigerîyan. Di nava wan de hevgirtineke xurt tunebû. Ev rewş gelek caran li dijî neyarên wan hêza wan lawaz dixist. Gelek caran jî dibû sedem ku ji alîyê dewletên wek Osmanîyan ve bi awayekî xapînok bên bikaranîn. Ji alîyê din ve Şarezor, di bin dagirkerîya Ingilîzan de bû. Ev herêm salên xwe yên herî zor û dijwar dijîya. Di demeke wiha de Adîle Xanimê ji alîyekî berpirsyarîya birêvebirina bajarê Helebceyê hildabû ser milê xwe û ji alîyê din jî bûbû seroka eşîreta xwe ya bi navê Cafê.

Haya Adîle Xanimê ji rewşa belave û bêserûber a eşîra xwe û gelê xwe hebû. Ji bo ku pêşîya vê belavbûyinê bigire bi hemû eşîran re dikeve nava têkilîyê. Ew di demeke kurt de yekîtîya eşîran pêk tîne. Piştî ev yekitî di nava eşîran de pêk tê, hêza eşîra Cafê jî berfireh dibe û Adîle Xanim rista xwe ya pêşengtîyê xurtir dike. Adîle Xanim a ku kar û xebatên eşîrê bi awayekî serkeftî bi rê ve dibe, paşî wek qeymeqam tê erkdarkirin û li herêmê dibe xwedî nasnava qeymeqama yekem a jin. Ew li gel vê peywîra xwe û bi berpirsyarîya xwe ya payebilind, li herêmê wek kesayetîyeke pêşeng dihat qebûlkirin.

Helebce: Navenda Nûbûn û Ronîbûnê

Adîle Xanim, di dema peywira xwe de, girîngî dide daraştina herêmê û dixwaze ku herêmê ji nû ve saz bike. Li Helebceyê bi reng û awayê avahîsazîya Erdelanê gelek xan û hemaman dide çêkirin. Di navbera bajarê Helebce û Şarezorê de, dîsa li ser bingeha avahîsazîya Erdelanê, bazar, medrese û gundên nû ava dike. Herwiha ji bo ku di navbera herdu bajaran de bazirganî pêş bikeve, di pergala bacê de jî guhertin û sazkirinên nû pêk tîne û ewlekarîyê bihêztir dike.

Adîle Xanim, di heman demê de baş pê hesîyabû ku bêzanîn, bêzanyarî û bêzanistî tu civak û bajar pêş nakevin û nabin xwedî mîrateyeke mayînde. Ji ber vê jî, di serdema rêveberîya xwe de ji bo pêşxistina xwendin, nivisîn û zanyarîyê kedeke mezin dide. Ji bo pêşketina zarok û ciwanan dibistanên nû vedike û Helebceyê demeke dirêj dike navenda tevgera nûbûn û ronîbûnê ya Kurdan.

Di Dîroka Herêmê De Dîplomateke Jin a Yekem

Çanda mêrtîya serdest û kevneşopîyên eşîrî li Helebceyê gelek xurt bû. Adîle Xanimê, li gel vê rastîya herêmê wek jin û pêşengekê, ew der bi awayekî serkeftî bi rê ve biribû. Bêguman, bi vê yekê bala Osmanîyan û hêzên bîyanî yên li herêmê jî kişandibû ser xwe. Ji van hêzên bîyanî ên sereke Ingilîz bûn.

Gertrude Bell, a ku li Rojhilata Navîn jineke siyasî ya herî girîng a Ingilîzan e, ramanên xwe yên derbarê Adîle Xanimê de wiha dianî zimên:

“Taybetmendîya ferq û cudahîya Helebceyê Adîle Xanim e. Ew rêvebereke gelek baş e ku dikare karên herî tevlîhev û aloz jî bi rê ve bibe. Hemû jinên Kurd ên navdar ên xwedî nasname û kesayetî çawa tevdigerin ew jî wisa xwedî esalet û sergevez bû.’’

Dewleta Osmanîyan, nêzîkatîya Ingilîzan a li hember Adîle Xanimê û pêwendîyên di navbera wan de ku bi demê re bi pêş diket, ji bo xwe wek xetereyekê didît. Herwiha Adîle Xanimê her roja ku diçû di nava eşîran de jî hêz û bandora xwe zêdetir dikir. Ev yek dibû sedema dijberîya Osmanîyan. Lewra Dewleta Osmanîyan her tim dixwest serokên eşîrên Kurdan di bin qontrola xwe de bigirin, bi riya wan jî Kurdan li gor daxwaz û berjewendîyên xwe bi kar bînin. Lê Adîle Xanim li dijî vê yekê bû. Wê dixwest xweserîya heremê biparêze û tu carî nebin bindest. Herwiha xebat û hewldanên wê yên merheleyeke din jî ji bo azadbûna herêmê bû. Hem di têkilîyên xwe yên bi Ingilîzan re, hem jî di têkilîyên xwe yên bihêz ên bi êşîran re li gor vê hişmendîyê tevdigerîya.

Adîle Xanim, jineke xwedîferaset bû û tevî nasnameya xwe ya misilmantîyê xwedî fikrên nûjen û azad bû. Bi cil û bergên xwe, bi fikr û raman, dan û stendinên xwe, kar û hewldanên xwe her tim parastina vê dikir. Ji ber vê jî her tim hewl daye ku bi hêza xwe û hêza gelê xwe xweserîyekî ava bike, heta ku derfet çêbibin serxwebûna xwe saz bikin. Jixwe, ji bo vê jî, ji her milî ve têkoşîn daye, gelek kar û xebatên şênber meşandine, rêveberî û sazîyên li gor wê ava kirine…

Em dikarin bibêjin ku li Şarezor û Helebceyê ku di bin qontrola wê de bû; bi vekirina dibistanan, çêkirina bazar û avahîyên nû û sazîbûna dadgerîyê xweserîyeke fiîlî hatibû avakirin. Helbet ji bo ku xweserîya wan di qada navneteweyî de bê naskirin û bê mîsogerkirin, bi Ingilîzan re jî pêwendîyên dîplomatîk bi pêş dixist. Lewra, Ingilîz li heremê hêzeke sereke ya navneteweyî bûn û xwedî serwerîyeke girîng bûn.

Li ser vê bingehê, Adîle Xanimê, di şerê cîhanê yê yekem de li gel Ingilîzan pêwendîyên xurt ên sîyasî û dîplomatîk bi pêş xistine. Herwiha bi van têkilîdayînên xwe, di dîroka herêmê de bûye dîplomateke jin a yekem.

Di encama vê de, navê Adîle Xanimê wek yekem jina Kurd a dîplomat di rûpelên dîrokê de hatîye nivîsandin.

'Keybanûya Bêtac a Herêma Şarezorê’

Ji ber van serkeftinên xwe, Adîle Xanim, ji alîyê Berpirsê Rêveberîya Hêzên Seferê û Siyasî yê Ingilîzan ve wek 'Keybanûya bêtac a herêma Şarezorê’ hatîye pênasekirin.

Herwiha piştî ku ev pêwendîyên xwe yên siyasî yên bi Ingîlîzan re pêş xistibû, ji alîyê rêvebirên Ingîlîz ve bi nasnava ‘Xan Bahadur’ hatibû xelatkirin. Adîle Xanim bi vê boneyê dixwest ku mafên herêma ku di bin rêveberîya wê de ye pêşdetir bibe û di qada navneteweyî de mîsoger bike. Ji bo vê jî, bi taybetî bi nûnerê Ingilîzan ê herêmê Serdar Ely Bannister Soane re hevdîtin pêk dianîn.

Serdar Ely Bannister Soane, bi riya pirtûka xwe ya bi navê ‘Bi Cil û Bergên Guhertî Ber Bi Mezopotamya û Kurdistanê ve’ wiha behsa Adîle Xanimê dike:

“Li gel şiyan û hêza xwe ya serwerîyê, di civaka îslamî de yekane mînak bû ku di jiyanê de destê wê çek digirt. Ji bo vê jî, ev jina Kurd bi ser ketibû ku gundê xwe yê bi rê ve dibir veguherîne bajarokekê. Zevîya dêm a ku pişta xwe dabû girekî tenê, veguheranadibû bax û baxçeyan. Şixûl û xebatên wê yên avakirin û avahîsazîyê dişibîya zindîkirina dewleteke qedîm ya li herêmê’’

Serdar Soane, li Iraqê rojnameyek dida çapkirin. Li gel xebatên bihêzkirina rêveberîyên xwecihî û nûjenkirina heremê, ji Kurdan re soza xweserîyê jî dida. Adîle Xanimê, dixwest pêşengîya vê pêvajoyê bike.

Hewldanên Adîle Xanimê yên bi vî rengî kêm be jî encam dabûn û kurê wê, helbestkarê navdar ê kurd Ehmed Muxtar Caf ji bo herêmê wek parêzger hatibû erkdarkirin.

Pêwendîyên Adîle Xanimê ya bi Ingilîzan re, li gel parêzgerbûna kurê wê, hê zêdetir bi pêş ketin û di encama vê de jî qada rayeya wê berfirehtir bû. Lê belê hevdîtin û peymanên bi Ingilîzan re hatibû dayîn, di heman demê de Adîle Xanim û eşîra Cafê hê zêdetir bi Ingilîzan ve girê dabûn. Ev yek bûbû sedem ku Adîle Xanim di çarçoveyeke teng de tevbigere û ev rewş, li ber destkeftî û serkeftinên mayînde bibe asteng.

Wisa jî pêk hat! Ingilîzan piştî ku serwerîya xwe li herêmê bi dest xistin, dest ji dayîna xweserîyê ya ji bo Kurdan berdan û tenê bi avakirina rêveberîyeke xwecihî ve sînordar man. Piştî vê jî xwe bi paş de kişandin û herêmên ku Kurd lê dijîn bi rêveberîya navendî ya Iraqê ve hatin girêdan.   

Bêguman ev rewş nedihat wê wateyê ku dê bandora eşîra Caf û pêşenga wê Adîle Xanimê ji holê rabe. Adîle Xanim û Eşîra Caf a ku xwedî hêzeke girîng a leşkerî û rêveberîyê bûn, ev rewş nepejirandin. Di encamê de, di navbera herdu alîyan de rageşî û rakêşîyeke demdirej bi pêş ket. Ev pirsgirêk heta dema me jî bi awayên cuda berdewam dike…

Pêşeng û Rêvebireke Têkoşer

Adîle Xanim, pêşeng û rêvebireke berxwedêr û têkoşer bû.  Ji ber vê, heta ku karê rêveberîyê kirî, ne tenê bi karê eşîra xwe ve mijûl dibû, di heman demê de hem ji bo pêşketina herêmê, hem jî ji bo Kurd bibin xwedî statuyekê gelek ked û hewl dabû. Serwerîya wê ya li Helebceyê 15 salan dom kiribû û wek jineke serwer bûbû tacekî serbilindîya jina Kurd. 

Adîle Xanim di sala 1924an de, di 65 salîya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Lêbelê ji ber kesayetîya xwe ya pêşeng a têkoşer û di heman demê de ji ber jîrîtî, hêz û hunera xwe ya rêvebirinê, niha jî yek ji wan kesan e ku li bajarê Şarezor û Helebceyê di nava gel de pir qedirbilnd e û bi rêzdarî tê bibîranîn. Wisa ku di çend cihan de peykerên wê jî hatine çêkirin û gora wê ya di goristana Ebû Ubeydeyê de ye hê jî tê zîyaretkirin.

 

 Çavkanî

  1. Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
  2. Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını(Jina Kurd a ku Dorpêç Şikand) - Mehmet BAYRAK
  3. Kürt Kadını(Jina Kurd)/Cilt-1 - Kadrî YILDIRIM
  4. Devletsiz Ulusun Kadınları(Jinên Neteweya Bêdewlet) - Shahrzad MOJAB   
  5. Tarih Sahnesinde Kürt Kadınlarının Direnen Yüzü(Rûyê Berxwedêr ê Jinên Kurd Li Ser Dika Dîrokê) (JINHA) 26.12.2015   http://jinhaber1.com/Dosya-Haber/content/view/419?page=5
  6. Paşalar, Sanatçılar ve Aydınların Baba Ocağı Caf Aşireti(Eşîra Caf, Welatê Paşa, Hunermend û Rewşenbîran) - Faik BULUT, İndependent Türkçe (07. 02. 2021) 
    https://www.indyturk.com/node/311971/t%C3%BCrki%CC%87yeden-sesler/pa%C5%9Falar-sanat%C3%A7%C4%B1lar-ve-ayd%C4%B1nlar%C4%B1n-baba-oca%C4%9F%C4%B1-caf-a%C5%9Fireti

 

Nivîsén tékildar

Mîna Qazî Xanim

Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e. Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin...


Adîle Xanim

Adîle Xanim, ji malbata mezin a Erdelanê ye ku girêdayî Mîrnişîna Babanê ye. Serbajarê Erdelanê Sîne, ku bi navê xwe yê din Senendec bû;  li Îranê demeke dirêj bûbû navenda çand, huner û wêjeya Kurdan a qesrê. Bavê Adîle Xanimê Evdilqadir Sahibquren, li Tehranê karmendekî payebilind bû. Lê piştî belavbûna Mîrîtîya Babanê, di sala 1851an de, li gel malbata xwe koçî bajarê Sîne dike û jîyana xwe li vê derê didomîne. Adîle Xanim jî, di sala 1859an de, li vî bajarî ku xwedî dîrokeke kevnar e, ji dayik dibe...


Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos)

Nasirê Kurd (Nasir Kurdo, Narseh, Theofobos) yek ji malbatên arîstokrat ên Kurdistanê ye. Di heyama wî de Hurremî li hember Ebbasîyan serî hildan û bi dehan salan ev tevger berdewam kir. Nasirê Kurd jî Hurremî ye, tevlî serhildana Babek dibe û ji Colemêrg û Qendîlê serhildanê organîze dike. Di sala 833yan de li nêzîkî Hewlêrê bi artêşa Xelîfe re şerekî mezin kir û her çiqas di vî şerî de ziyaneke mezin da Ebbasîyan, lê bi windakirina 60.000 leşkeran têk çû. Nasir tev 14.000 leşkerên xwe xwe li Bîzansê girt...