Nivîskar: Jîn Aryen
Mîna Qazî Xanim (1908-1998)
Mîna Xanim, di sala 1908an de, li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e.
Mîna Xanim, di sala 1928an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin. Hevjînê dayika Mîna Xanimê yê pêşîn, piştî ku jiyana xwe ji dest dide, dayika wê bi neviyê mamê Qazî Mihemed re dizewice. Ji ber wê di navbera her du malbatan de têkiliyên mervantîyê jî hene. Nasîna Mîna Xanimê ya bi Qazî Mihemed re encama vê yekê ye. Herdu malbat jî, li Kurdistanê tên nasîn û di nava gel de rêzdar in.
Herçiqas Mîna Xanim ji binemaleke xuyanî be jî, wê jî qedera gelek jinên serdema xwe jiyaye. Malbata Mîna Xanimê wek malbatên din keçikên xwe nedişandin dibistanê. Ji ber vê, xwendin û nivîsîna wê tune bû. Lê belê, Mîna Xanim piştî Komara Mehabadê ava bû wek berpirsyariyek dît ku hînî xwendin û nivîsînê jî bibe. Herwiha di vê mijarê de ji jinên din re jî dibe mînak û ji wan re pêşengîyê dike.
Mîna Xanim ji alîyê zimên de jî pêşketî bû û li gel zaravayê Soranî ya Kurdî, Ezerîkî û Farisî jî dizanî. Wê wek jineke Kurd, di qonaxeke girîng a dîrokî de, bi biryardarî û wêrektîyeke mezin bar û berpirsyarîya Komarê jî hildabû ser milê xwe.
Mîna Qazî, di hevpeyvîneke xwe ya ku di sala 1987an de li Elmanyayê dabû rojnameya Kurdistan Pressê, roja îlankirina Komara Kurd a Mehabadê bi van gotinan vedibêje;
“Wê roja ku komar hatîye îlankirin, li gel xelkê ku li qada Çarçirayê kom bûbûn, ji Kurdistana Iraqê Mele Mistefa Barzanî, Îzed Evdilezîz, Mustafa Xoşnav, Mîr Hec; ji Kurdistana Tirkiyeyê wek nûner kesek, ji Kurdistana Surîyeyê Qedrî Cemîl Paşa û serkêşên din ên siyasî amade bûn.
Heyf û mixabin, ji ber ku nedihiştin ji cihê lê rûdinişt biçe cihekî din, Ihsan Nûrî Paşa ji bo vê roja biheybet û dîrokî nikarîbû bê Mehabadê.”
Mîna Qazî peywira xwe ya wê serdemê û hestên xwe yên wê rojê jî tîne zimên û axaftina xwe wiha didomîne;
“Ez wê demê seroka Yekîtîya Jinên Kurd bûm. Jinên ku ji Mehabad û ji herêmên Kurdistanê yên din hatibûn jî li Çarçirayê kom bûbûn. Şehîd Qazî Mihemed, ala Kurdistanê li gel sirûda ‘Ey Raqîb’ hilda jor û wiha bang li gel kir:
‘Gelê min ê leheng û rêzdar! Ez dizanim ku di dawîya derketina ser vî textî de, çûna sêpêyên darvekirinê jî heye.’…”
Wisa jî çêbû; Qazî Mihemed, salek paşî li qada ku ev axaftina dîrokî kirî, di sêpêyên darvekirinê de dê bihata şehîdkirin.
Mîna Xanim, piştî avabûna Komara Mehabadê, ji bo pêşketin û mezinbûna Komarê jî gelek hewl û ked daye. Ew di ferqa pêvajoya dîrokî ya ku tê de dijîn de bû û di wê zanebûnê de bû ku hewcedarîya gelê Kurd bi xwerêvebirineke azad heye. Bi vê bawerî û daxwazê, li gel 8 zarokên xwe, heta dawÎya temenê xwe her tim di nava têkoşîne de bû.
Mîna Xanim diyar dike ku, piştî avabûna Komara Mehabadê daxwaz û hêza wê ya tevlîbûna xebatan zêde bûye. Ew vê rewşê bi van gotinan bi lêv dike:
“Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tunebû ez pir bi xwe ne bawer bûm ku tevlî xebatan bibim û pêşengiyê bikim. Lê belê, coş û kelecana avabûna Komarê û fikra Kurdîstana azad hêz û cesaret dida min. Herwiha Qazî Mihemed jî her tim bi gotinên xwe hêz dida min û cesareta min xurttir dikir. Ez bi vê bawerî û kelecana wî serbilind bûm. Lewre, em li ser hemû mijaran bi hev dişêwirîn. Ew jî di hemû biryar û kirinên xwe de her tim bi min re diaxivî û qedr û qiymet dida fikrên min. Di têkîlîya me de rêhevaltî her tim li pêş bû.”
Mîna Xanimê, ji bo ku ji jinan re bibe mînak, pêşiyê bi xwe xwendin û nivîsîn hîn bûye, paşî jin jî di vê mijarê de teşwîq kirine û cesaret daye wan. Di heman demê de ji bo ku pirsgirêkên mirovên feqîr û hejar çareser bike, ketiye nava hewldaneke taybet û kedeke mezin daye. Mîna Qazî, bi bîr, bawerî, xîret, biryardarî û vîndarîya xwe ya berxwedanê, bi nêzîkatî û sekna xwe jî di têkoşîna jinan de cihekî girîng digire. Ew ji bo xebat û têkoşîna xwe bi awayekî hê rêxistinkirî bimeşîne, di 14ê Adara 1946an de ‘Yekîtî Afretanî Kurdîstan’, anku ‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê’ ava dike. Vê rêxistina jinan, li Mehabadê, piştî civîneke ku li mala xwe li dar xistîye hatibû îlankirin. Mîna Xanim di vê civînê de wek serok hatiye hilbijartin û di civînê de ji bo jinan û ji bo mezinbûna Komara Mehabadê hin biryar jî hatibûn girtin.
Li gor vê:
- Jinên Kurd ji bo xwendin û nivîsînê dê bên teşwîqkirin.
- Xebatên çapemenîyê dê bên meşandin.
- Ji bo Komara Kurd a Mehabadê dê barbû, anku aîdat bên berhevkirin.
- Her wiha wê xwedî li malbatên ku ji zilma rejîma Iraqê revîyane û hatine Mehabadê derkevin.
Rêxistina Yekîtiyê, li gel van biryaran hem ji bo perwerdehî û pêşketina jinan, hem jî ji bo ku wan tevlî jiyana civakî û siyasî bike xebat meşandîye. Di heman demê de, di dibistanên ku li Mehabadê hatibûn vekirin, ji zarokên keç re perwerdehîya Kurdî hatîye dayîn.
Di wê serdemê de wek gelek deverên cîhanê, li Îran û Kurdistanê jî bi gelemperî rewşa ku jin tê de bûn mixabin ne baş bû. Lewre jin xwedî biryarên jiyana xwe nebûn. Çarenûsa wan bi tevahî li gor biryarên mêrên malê û li gor hişmendî û pergala baviksalarî teşe digirt. Mîna Xanim, ji bo vê rewşa jinê gelek xemgîn dibû. Ji bo ku li Mehabadê ev rewşa dilşewat biguherîne gelek hewl dida, diket nava lêgerîn û riyên çareserîyê. Ji ber wê, her tim guh dida pirsgirêkên jinan, ji bo çareserîyê hêz û piştgirî dida wan.
Yekîtîya Jinên Kurdîstanê, di dema xwe de ji bo jinan destpêkek bû. Jinên Rojhilat, cara yekem bû rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe pêk dianîn. Di encama van xebatan de, gelek jin di warê civakî û siyasî de tevlî xebatan dibûn, heta ji bo ku bibin pêşmerge hevjînên xwe teşwîq dikirin, ew bi cesaret dikirin. Vê sekna jinan, bandoreke erênî li ser mêran jî dikir ku tevlî pêşmergeyan bibin. Jinan jî li bin sîwana vê yekîtiyê pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin, rê û rêbazên nû yên çareserîyê bi pêş dixistin; dibûn xwedî vîn, xwedî biryar û hêzeke mezin.
Mîna Xanim her tim behsa têkiliyên xwe yên bi jinan re jî dike û dibêje ku di navbera wan û jinan de têkilîyeke gelek germ û pêşketî hebûye. Mijarên wek perwerdekirina zarokan, hînbûna xwendin û nivîsînê ya jinan, xwarin û cil û bergên pêşmergeyan her tim dihat nîqaşkirin. Ew, di xebatên rêxistinkirin û propagandayê de gelek bi serketî bû. Mîna Qazî, piştî hilweşîna Komarê jî, bi awayekî veşartî be jî, wisa kiribû ku rêxistina Yekîtiya Jinan xebatên xwe demek dirêj bidomîne.
Mîna Xanim gelek dixwest ku jin di her qadê de, bi awayekî pêşeng û çalak tevlî têkoşînê bibin. Piştî salên dirêj di hevpeyvînek xwe ya ku di sala 1994 an de dabû nivîskar Kakşar Oremar behsa vê mijarê dike û daxwaza dilê xwe dide der: “Min pir dixwest ku jinên Rojhilat jî tevlî pêşmerge bûbûna û mêr û jin bi hev re ji bo azadîya xwe şer bikirana. Dema min cara ewil jinên pêşmerge ya wek Margarît bihîst, ez pir kêfxweş û bi hestyar bûm. Xwezî ew derfetên me jî hebûna. Niha jî li Bakurê Kurdîstanê jin û mêr bi hev re di hemû qadan de têdikoşin. Ev hêvîyek pir mezin dide min. Ez bextewar im ku êdî şopînerên doza me hene. Kurd êdî şîyar bûne û daxwaza azadiya xwe dikin.”
Mîna Xanim, di 17ê Berfanbara 1946an de, dema ku Mehabad ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye dagirkirin û piştî hingê jî li gel hemû êrîşên rejîma Îranê ji Mehabadê derneketîye. Dema ku Qazî Mihemed 3 mehan di zindanê de bû, ew tu carî tenê nehişt û têkoşîna xwe domand.
Wê ji bo ku Qazi Mihemed ji darvekirinê xelas bike gelek hewl da; lêbelê, derdora wê ya nêzîk jî tê de, ji tu kesan piştgirîya ku dixwest nedît. Bayekî mezin ê tirsê hatibû rakirin û tu kesan nediwêrî xwe nêzî malbata Qazî bikin. Tevî hemû hewldanên xwe, nikaribû Qazî Mihemed ji darvekirinê rizgar bike û yekîtiya Kurdan ku xeyala wê û yê Qazî Mihemed bû pêk bîne.
Dîsa jî, bawerî û hêviya Mîna Xanimê her tim zindî maye. Tenê daxwazek wê hebû û digot:
“Bila Kurd yekîtiya xwe pêk bînin.”
Piştî dagirkirina bajarê Mehabadê û 31ê Adara 1947an a şehîdkirina Serokomar Mihemed Qazî û pêşengên komarê, Mîna Xanim jî salên dirêj ji ber têkoşîna xwe gelek caran ji aliyê pergala Îranê ve hatîye binçavkirin û rastî îşkenceyan hatîye. Ew binçavkirina xwe ya herî dawîyê ya di sala 1986an de pêk hatiye wiha vedibêje:
“Di vê rewşa min a temendirêj de jî gelek îşkence û heqaret li min hatin kirin. Ji min re digotin: ‘Ger ne ji malbata we û hevjînê te Mihemed Qazî bûya Kurd li serê Îranê nedibûn bela.’ Feraseta wan evqas bû û mixabin haya wan ji dîroka Kurdan tune bû.”
Mîna Xanim, di 17ê Reşemîya (Sibata) 1998an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dide. Heta wê kêlîyê jî, ji bo bidestxistina azadî û yekîtiya gelê xwe xebitîye û têkoşîna xwe bênavber meşandîye.
Mîna Qazî, ji bo pêkhatina ev hêvî û xeyalên xwe û yê Qazî Mihemed heta dawîya emrê xwe têkoşîna xwe pêş ve bir û pêşengîya doza gelekî bindest kir. Mîna Qazî di heman demê de têkoşîna yekîtiya jinan jî da meşandin û mîrateyek hêja hîşt ji dîrokê re û ji dîroka jinê bindest re. Ji ber vê yekê gelê Kurd û jinên Kurd nehiştin ala ku Mîna Qazî û Pêşewa Qazî Mihemed rakiribûn bikeve erdê.
Mîna Qazî û Mihemed Qazî lehengên serdema xwe bûn û ji bo gelek lehengên li pey wan hatin bûne çavkanî. Giyanê wan şad e, lewra ew di dil û têkoşîna her Kurd û mirovên azadîxwaz de dijîn û dê her bijîn…
ÇAVKANÎ:
Yadîgarên Komara Kurdîstan a Sala 1946an -1, Kakşar Oremar, Weşanên Sîtavê,
2019, Stenbol
Kürt Kadını(Jinên Kurd), Kadrî Yildirim, Weşanên Avesta, 2021, Stenbol
JINHA, Tarîh Sahnesinde Kürt Kadınlarının Dîrenen Yüzü – 26 Aralık 2015
http://kovarabir.com
Rojnameya Kurdistan Press
Nivîsén tékildar