Nivîskar: Eslîxan Yildirim
Şerefxanê Bedlîsî(1543-1604), bi esil ji malbata mîrên Bedlîsê, ji eşîra Rojkan e. Mîrekiya Bedlîsê di navenda Kurdistan de cih digre û yek ji mîrekiyên herî mezin e. Mîr Şerefxan nivîskarê kitêba p Kurdistan/ ŞEREFNAMEyê ye û di beşek vê kitêbê de di derbarê xwe û malbata xwe, eşîr û rêveberên Bedlîsê de agahîyên berfireh nivîsandine. Piraya vê nivîsê jêgirên ji kitêba Şerefnameyê ne.
Dema Dewleta Osmanî xwest Mîrekiya Bedlîsê ji dest bavê wî Mîr Şemseddîn bistîne û ji bedêla wê ve Meletiyê bispêre wî, Mîr Şemseddîn mecbûr dibe bi 500-600 kesên serok û giregirên Eşîreta Rojkî re koçî aliyê Dewleta Safawiyan, cem şah bike. Şah Tehmasb qedrekî mezin didêyê, li bajarê Qûmê tê bicîhkirin û wezîfeyên muhîm distîne. Şemseddîn Xan, li wir bi keça Emîr Xan Mûsillû yê kurê Gûlabî Begê kurê Emîr Beg re dizewice û piştî koçê bi 7 sala Şerefxan tê dinyayê. Li gor vegotina wî bixwe Şerefxan, di 20ê meha Zilhîcceya sala 949ê koçî (25ê Sibatê 1543 yê zayînî) de, ku teqabûlê ‘Sala Tuşqan’ dike, li qesebeya Kerehrudê ya girêdayî Qûmê ji keça Emîr Xan hatiye dinyê. Ji zarokatiya xwe de, ji ber malbata xwe ya mezin û xwedî têkiliyê bi kesên xwedî fezîlet û zana, perwerdehiyek hêja dîtiye. Şerefxanê Bedlîsî, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên şah û serayê re perwerdeya xwe temam dike. Heya bi dersa neqaşî û wênekêşiyê, gelek dersên cuda dîtine. Şerefxan, dema behsa jiyana xwe ya di seraya Şah Tehmasb de dike wiha dibêje:
“Yek ji wan urf û adetên qenc û sipehî yên rehmetiyê Şah Tehmasb ku wekî riyek baş dabû ber xwe û li ser dimeşiya ew bû ku; zarokên beg û yên fermanderên xwe, hê di zaroktiya wan de dikir nav herema xwe ya taybetî. Mebesta wî ji vê, bihevrebûna zarokên wan bi şehzadeyên xwe û zarokên xwe yên birêz re bû û perwerdekirin û mezinkirina wan di bin çavdêriya wî ya pîroz û dîtina eleqeyên taybetî ji aliyê wî ve bû. Van zarokên han, li wir Qur’an, fiqih û hukmên şerî’etê dixwendin. Dîndarî, paqijiya beden û giyanê hîn dibûn. Hînî rabûn û rûniştina bi kesên dîndar ên xwe ji gunehan parastî û bijarte, qene’etkar û bi bîr û bawerî re dibûn. Şah, eynî wextê bi vê helwestê, yanî girtina wan di nav herema xwe de, wan ji ketina nava şerrûtên xêrnexwaz û bêexlaqên bêperwa dûr dixist. Ji wan re, wezîfeya xizmeta ji bo kesên zana û xwedî fezîlet ên dihatin seraya wî ya biqedir jî dida. Dema ku ev zarokên han digihîştin salên xwe yên kemilîn û xwenaskirinê, ji wan re zanyariyên eskerî, yanî avêtina tîr û riman, pişthespî, leyîstina çalo, siwariya hespan û li ser usûl û qayîdeyên şeran û di vê navê re wezîfeya di warê usûlên perwerdekirinê de jî ji wan re dihat dan. Xwedê rehma xwe lê bike, Şah, hinek caran wiha digot: ‘Ji bo teniktiya zewqên we, vebûna zekayên we û derketina qabîliyetên we li holê, hewce ye hûn eleqe ji hînbûna pîşeya resim çêkirin û neqaşê re jî bidin nîşan.’ Belê, li gor vê prensîba pîroz, dema ez jî ketim neh saliya xwe, di meheke sala 1552yan de, ez jî beşdarî Herema Taybetî bûm û bi ketina nav meclîsa pisporan serbilind bûm.”
Di sala 1555an de, dema ku bavê wî dev ji wezîfeya xwe ya di seraya şah de berdide, li ser daxwaza bi yekdengî ya Eşîreta Rojkî, hê di 12 saliya wî de wezîfeya mîrektiyê didin Şerefxan û rêvebiriya herêmên Salyan û Mehmûdabadê yên girêdayî Şêrwanê dispêrin wî. Sê salan li van herêman li ser meşandina kar û bar dimîne. Piştî wefata Şêx Emîr Bilbasî yê lala, rêber û sipartedarê Şerefxan, rêveberiya van herêman ji destan tên stendin û li seraya şah tê bicihkirin. Piştre jî wî didin ba waliyê Hemedanê Mihemmed Beg ê xalê wî. Sê salan jî li wir dimîne, di heman wextî de kar û barên Eşîreta Rojkî jî dimeşîne. Di vê navê re bi keça xalê xwe re dizewice.
Di van salan de Şehzade Bayezîd, lawê padîşahê Osmanî tev zarokê xwe reviyaye û xwe avêtiye bextê şah; ji ber ku bavê wî biryara kuştina wî derxistiye. Di dema ku şehzade li seraya Şah Tehmasb e, çûn û hatina rasparde û nameyan ji welatê Rûmê(Dewleta Osmanî) çêdibûn. Vê demê şah hewce dibîne ku dîsa Mîr Şemseddîn veguhêze Qezwînê û mîrektiya Rojkiyan û herêma Kerherud a girêdayê Qumê bide dest. Piştî çend salan, Mîr Şemseddîn bi xwesteka xwe dev ji wezîfeya mîrektiyê berdide, şah li şûna wî vê wezîfeyê dide lawê wî Mîr Şerefxan û dixwaze ku hertim li bal wî bimîne. Mîr Şerefxan du salan li bal şah dimîne û qet jê venaqete.
Piştre dema li Geylanê pirsgirêk derdikevin, şah Mîr Şerefxan dişîne ser Geylanê; piştî hin şeran û safîkirina herêmê, Mîr Şerefxan dibe waliyê Geylanê û heft salan vî karî dimeşîne. Lê ji ber hewa Geylanê ya ne xweş û nexweşiya webayê gelek kesên ji Eşîreta Rojkî li wir telef dibin. Dema firset bi dest dikeve, ji şah daxwaz dike ku wî ji wir bistîne. Ev daxwaza wî qebûl dibe û diçe Qezwînê dîsa li ba şah bicih dibe. Lê wî wextî dijîtî û nelihevî di navbera serok û fermandaran de zêde bûne; hinek kes xwestine textê saltanatê ji Şah Tehmasb bistînin û têxin destê xwe. Li ser vê, Mîr Şerefxan dixwaze xwe ji van dek û dolaban dûr bixe û bi izna şah diçe li wilayeta Şêrwanê bicih dibe.
Di vê navê re Şah Tehmasb dimre û Îsmaîl Mîrza derdikeve ser textê şahîtiyê. Daxwaz ji Mîr Şerefxan dike ku ji Şêrwanê derkeve û biçe Qezwînê, bê balê. Mîr Şerefxan li gor fermana şah dîsa diçe Qezwînê li ba şah bicih dibe. Şah, Mîrêmîrantiya Kurdan dide destan û rêvebiriya kar û barên mîr û fermanrewayên Kurdistanê, Loristanê, Goranê û eşîretên Kurdan ên din dispêre wî. Lê Şah Îsmaîl Mîrza, ji bo ku di meşandina kar û barên saltanatê de bêîstîqrar bûye, nedikarî rikeberiyên di nav welat de rû didin bide sekinandin. Gelek kes dane kuştin û gelek kes jî ji karên wan stendiye. Xwestiye Mîr Şerefxan jî ji paytextê dûr bixe; li ser vê, rêvebiriya kar û barên hukûmeta Nahcîwanê daye destan.
Mîr Şerefxan dema li Nahcîwanê ye, bi mîrên Kurd yê Wan û Colemergê(Hekkarîyê) re têkilîyê datîne û ji bo vegere Bedlîsê ser mîrekiya bav û kalê xwe piştgirîyê ji wan dixwaze. Piştî salek û çar mehan kar û barên hukumeta Nahcîwanê meşand, mizgînîya ku dikare vegere Eyaleta Bedlîsê jê re tê. Xusrew Paşa yê Mîrêmîranê Wanê, Zeynel Begê Fermanrewayê Hekkariyê û Hesen Begê Mehmûdî bi Sultan Muradê padîşahê Osmaniyan re ketibûn têkiliyan û dana mîrekiya Eyaleta Bedlîsê ji bo Şerefxanê Bedlîsê hatibû qebûlkirin.
Bi vî awayî ew di sala 1579an de, bi 400 kesên bi wî ve girêdayî ku derdora 200î ji wan ji Eşîreta Rojkî bûn, ji Nahcîwanê derdikevin; bi alîkarî û piştgiriya mîrên Kurdistanê û bi pêşwaziyek dilgermî digihin Wanê, paşê tên Bedlîsê. Tev jin, mêr, kal, pîr û xortan yê ku vedigerin digihe nêzîkî hezar kesî.
Sultanê Osmanî payeya Mîrêmîran dide Mîr Şerefxan, xelata jê re dişîne. Mîrêmîran Şerefxan jê û pê de kar û barên Mîrekiya Bedlîsê dimeşîne û gelek xizmetan dike. Wek ku tê zanîn, mîrekiyên Kurdan xweser bûn, her yek ji wan bi serê xwe wek dewletekê kar û barê xwe dimeşandin; tenê di şeran de beşdarî artêşa Osmanî dibûn û hin ji wan salane baca xwe didan. Loma dema Dewleta Osmanî esker şandine ser Şêrwan, Gurcistan û Azerbaycanê, Mîrêmîran Şerefxanê Bedlîsî jî bi sedan siwarî û peyayên xwe beşdar bûne. Ji ber alîkarî û serketinên wî di vê demê de Mûş jî bi ser Mîrekiya Bedlîsê ve tê berdan; bi firehbûna erdê mîrekiyê û berfirehkirina danûstendinan, vê demê di Mîrekiya Bedlîsê de bi gelek hawayan pêşketin û geşedanek pêk tê. Di nav axa Osmanî de payeya Mîrêmîran Şerefxanê Bedlîsî jî digihe asta herî bilind.
Ji dema ku bûye desthilatdar navê Şerefxanê Bedlîsî di nav xelk û hemwelatiyan de, li ba serek û berpirsyarê dewletan wek kesekî dadmend, gelperwer, mêrxas û bi merhemet belav bûye. Di dema wî de medrese hatine vekirin, tekye û weqif hatine avakirin. Li Bedlîsê di sala 1591ê de, li nêzîkî Tekyeya Şemsiye bi navê Xetîbiye, Hacîbegiye, Şukriye, Îdrîsiye û Îxlasiye pênc medrese vekirine. Zanayên payebilind, wek; Mewlana Xidir Bîbî, Şêx Şemseddîn Mewlana Mihemmed Şeranişî, Mewlana Mihemmed Zirkî, Mewlana ‘Ebdurrehman di van medreseyan de mamostetî kirine. Digel mijarên dînî dersên stêrnasî, mantiq û hwd jî hebûne, loma gelek kesên xwedî fezîlet, mamoste, edîb û zana gihiştine.
Di heman demê de zeneetkar, pîşekar, bazirgan pir in; Mîr Şerefxan behsa hebûna 800 dikan û maxazeyan dike. Bêguman tekye, xan û gelek muesseseyên xêr û xêratê yê ku berê jî hatine çêkirin hene.
Şerefxanê Bedlîsî bi nivîsandina kitêba Dîroka Kurdistan “ŞEREFNAME”yê, di warê rewşenbîrî û nivîskarîyê de jî gihaye lûtkeya bêhempa. Di beşên ku behsa xwe û malbata xwe dike; şeqsiyeta wî û qedirdayîna xwendin, dîrok û wêjeyê pir zelal xuya dike. Şerefname kitêba dîroka Kurd û Kurdistan ya herî berbiçav û navdar e. Salên dûdirêj fikra nivîsandina tarîxa Kurd û Kurdistan bi Şerefxanê Bedlîsî re heye, danhev û lêkolîna dike heya ku digihe armanca xwe. Di Şerefnameyê de wiha behsa pêvajoya fikra nivîsandina Şerefnameyê dike: “Di kemilîna ciwanî û gulvedan û ajardana bihara jiyana xwe de, piştî ku min destê xwe yê rast û çepê ji hev nas kir, min di xwendewariyê de hêz û taqet bi dest xist û ez bi hezaran milên zanistiya zahirî û batinî hîn bûm. Çi tiştên ji bo dîn û dinyaya min pêwîst e, min ji her tiştî gelek zanîbû û bi sererastî û meharetî ketim ser kar û barên dîwanê û wê çaxê heta niha hemû bi hêz û mecalên xwe ve ez bi xwendina serpêhatî û dîrokan mijûl im. Çiqas tem û mija xem û keseran bi ser min de dihatin, min ew bi hejebayê serpêhatiyên borî didan milekî û direvandin. Her çendîn hejebayê sar û sir ê bêhêviyê, armanca wî ew bû bigihîje min û ji min derbas bibe. Lê têdaketin û pêdaçûna serpêhatiyên mîr û mezinên berî min, serê min germ kirin û heta wisan li min hat, di vê hunera ciwan de ez bûm pehlewanek û lêkolîn û lêgerîna vê zanistiya han a taybetî û hilbijartî de bûm bijarte û xwedî meharetek wisan ku min han da û anî li ser wê bîr û baweriyê ku li gor taqeta xwe ez jî çend xelekan têxim ser vê zincîra han. Bi vî awayî min xeyala tamahkariyê kir ku, di vê zanistiya hêja û pirr buha de, nivîsandinek ewqas bi qîmet û serbixwe raxim ber çavan ku tu çaxê ji xeynê min destê dîroknivîsên berî min pê neketibin û yên ez raxim ber çavan, ji min pê ve kesek wisan tê negihîştibe. Lê, ji ber sebebên asteng û kuspên dijwar û bûyerên nelibar û demên nazik, ev daxwaz û armanca min her daxwazî ma û bûka di nav perdeya armanca min poşî li ser çavên xwe neda alîkî. Ji hemû milan ve her tenê bayê berevajî hebû; keleka daxwaz û armancan ber bi paş de vedigeriya û ji hemû aliyan ve tenê ba û bahozên gêjiyê yên êrîşkar bûn ku serî li zanayan gêj dikir û diêşand.”
Şerefxanê Bedlîsî, girîngiya nivîsandina dîrokê û armanca nivîsandina kitêba Şerefnameyê jî wiha vedibêje: “Dîroknasî di ser hemû huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bi kêrhatî û bi qezenc in. Serpêhatiyên me yên buhurî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên berî me hatine kirin. Ji xwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin… Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekerîstana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê venekirine, behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelek der; behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên ‘Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr raste rast bi xwe seh kirine binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku, xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.”
Wek ku tê dîtin, welatparêzî û ruhiyeta Kurdewariyê ew ber bi nivîsandina vê berhema pir hêja biriye. Bi saya berhema wî, hem Kurd û hem biyanî dibin xwedî agahî di derbarê dîroka Kurdan de. Bi sedsalan e ku ev berhem bela bûye û wergerî gelek zimana bûye. Loma kitêba Şerefnameyê ji Kurdan re gelekî girîng e û xwedî cihekî taybet e.
Şerefxanê Bedlîsî cilda 1emîn ya ŞEREFNAMEyê di 1957an de qedandiye û di heman salê de mîrekiyê dispêre lawê xwe Ebû’l-Me’alî Şemseddîn Beg. Mîr Şemseddîn, bavê Mîr Evdal Xan e; ew mîrê ku Ewliya Çelebî bûye mêvanê wî û dûr û dirêj pesnê wilayeta wî, kitêbxaneya wî, xweşî û sipehîtiya welatê wî daye. Cardin Ewliya Çelebî, dûr û dirêj behsa dagîrkirina welatê wî, talan, wêrankerî û birina kitêbxaneya wî ya gelek dewlemend ya ji aliyê waliyê Wanê Melik Ehmed Paşa ve kiriye.
Şerefxanê Bedlîsî dûra cilda 2yemîn ya Şerefnameyê di meha Gulana sala 1599an de qedandiye ku behsa bûyerên di dema sultanên Osmaniyan û hukumdarên Îran û Turanê dike. Di derbarê wefata wî de tiştekî zelal tuneye. Li gor hin lêkolîneran, di hin belgeyên Osmanî de ji bo sala 1601ê Şerefxanê Bedlîsî wek kesekî ku hatiye kuştin û xezîneya wî hatiye talankirin tê xuyakirin. Di gelek çavkaniyan de jî tê gotin ku Şerefxanê Bedlîsî di sala 1604a de koça dawî kiriye û çûye ser dilovaniya xwe. Li Bedlîsê li mezelê ku malbata wî jî tê de ye, hatiye veşartin.
Şerefname
Nivîsén tékildar