Nivîskar: M. Emîn Narozî
Siltan Selahedînê Eyûbî (532-589/1137-1193), yek ji şexsiyetên herî navdar ê Rojhilata Navîn e, gelek berhem li serhatine nivîsandin û hê jî pir zêde tê heskirin. Helbestvanê navdar Mehmet Akif Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Siltanê herî xoşewîst yê Şerqê,Selahadîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belavbûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye.” Kurdolog, rojhilatnas û lêkolînerê bi navûdeng Prof. Vladimir Minorsky jî di pêşgotina kitêba xwe ya Studies in Caucasian History de diyar dike ku, piştî Napolyon lehengê ji hêla dijminê xwe ve bêhtirîn pesnê wî hatiye dayîn Selahedînê Eyûbî ye û ew ne hew li pey rizgarkirina Qudsê û axa Îslamê bi tenê bûye, lê ew ji bo rizgarkirin û bipêşvebirina temamê Rojhilata Navîn xebitiye û tekoşîn daye.
Binyadê malbata Selahedînê Eyûbî ji Kurdên Rewadî ne û ew jî bavikek ji hoz û eşîra mezin ya Hezbanîyên Kurd in. Ev eşîra pir mezin ya Hezbanîyan di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azerbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Lê dema Selçûqî hatine û herêm wêran kirine bapîrê Selahedînê Eyûbî, Şadî bi herdu kurên xwe, Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyûb [digel hinek mêrxasên pismamên xwe] ve berê xwe dane Bexdayê û ji wê derê jî çûne Tikrîtê.
Berî hingê dostekî Şadî bi navê Micahîdedîn Behrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî ku koleyekî spî bû, li Divinê bûyerek hatibû sere wî û Şadî ew ji kuştinê xelas kiribû, bi dizî ew ji Divînê derxistibû; dû re ew çûbû Bexdayê û bûbû serekê ewlekarîya wê. Vêca tê gotin ku li ser vê yekê gava rewşa jiyanê li Divînê nexweş dibe, Şadî bi zaroyên xwe û hinek pismamên xwe ve bar dike hêla Bexdayê cem dostê xwe Behrûz. Behrûz jî piştî pêşwaziyeke baş wan dişîne bajarê Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye û Şadî dike dizdar, yanî dibe waliyê wê û bi dû mirina wî re jî kurê wî yê mezin Necmedîn Eyûb dikeve cihê wî, ew dibe dizdar û birayê wî Şêrkoh jî dibe serdarê hêza leşkerî.
Di sala 1137an de dema Şêrkoh dostekî Xelîfe kuştîye, Behrûz jî ji Necmedîn re gotîye: “Ji ber qencîya bavê we ez nikarim zirarê bidim we, lê ji mîrgeha min derkevin herin.” Şeva ku Micahîdedîn Behrûz fermana derketina Necmedîn Eyûb û malbata wî ji Tikrîtê daye, Selahedîn li keleya Tikrîtê hatiye dinyayê; navê Yûsiv lê kirine. Ji ber alîkarîya Eyûb bi Imadedîn Zengî re gava ku bi Mesûdê kurê Mihemedê kurê Melikşahê Selçûqî re avêtibû ser Bexdayê û Xelîfe jî alîkarî ji Qerace el-Saqî xwestibû, ew jî çûbû şerê wan û ew şikandibûn, hingê Zengî xwe avêtibû Tikrîtê cem Necmedîn; vê carê jî wan berên xwe dane Mûsilê û qesta Îmadedîn Zengî kirine. Ew ji hêla Zengî ve baş hatine pêşwazîkirin, mîrgeh û erd jê wergirtine û ketine nav koma serdarên wî yên bilind. Dû re gava Zengî çûye avêtiye ser hêla Şamê û Baalbek vegirtiye, hingê Necmedîn Eyûb kirîye parêzgerê wê û wî jî mala xwe ji Mûsilê biriye wê derê, ku li gor çavkanîyan hingê divê Yûsif Selahedîn du salî be.
Selahedînê Eyûbî ji 2 salî heya 9-10 saliya zaroktîya xwe li Baalbekê derbas kirîye û di 7 salîya xwe de li mizgefta Baalbekê ya mezin ku piranîya wê ji bingehê du perestgehên kevnare hatibû avakirin, perwerdeya xwe ya destpêkê wergirtîye. Berî xwendin û nivîsînê wî hinek ayetên Qur’anê jiber kiriye û dûra dest bi hînkirina xwendin û nivîsîna Erebî, fêrbûna rêzimana wî û destnivîsa bedew kiriye. Ji xwe Selahedîn bi malbata xwe re bi Kurdî dipeyîvî û li mizgeftê jî bi Erebî diaxivî, lê di dema destpêka perwerdeya leşkerî de ku diçû nav hêzên Nûredîn hingê jî fêrî Tirkî dibû.
Di sala 1148an de bi serekfermandarîya Împeratorê Almanya Konradê 3yemîn, Qiral Luisê 7an yê Fransî û hinek fermandarên din êrîşeke Xaçparêzî ya xurt anîn ser Şamê, bi gelek çekên mezin î bi heybet dora wê pêçan û bi mencenîqan li dîwarên sûra wê xistin. Lê bi saya siyaseta Necmedîn Eyûbê bavê wî û sernermîya mezinê raspartî yê Şamê Mu ́înedîn Onur ku pêwendîyên berê yên bi Xaçparêzan re birrî, ji hêzên Islamê yên xurt jî bi nameyên cihê hêvîya alîkarîyê kir. Ew jî hatin hawara wan û ev yek li her derî hat belavkirin ta ku moralên şervanên Şamê xurt bû û hê berî hawar bigihîje wan, zor dan dijmin, dijmin şikiya û revî revî ji ser Şamê rabû. Dema bavê wî li Şamê bûbû serfermandar hingê Selahedîn hertim li bal bû û pir pê serbilind bû. Qazî Îbn Şedad jî di kitêba xwe ya “el-Newadir el-Sultaniye” de dibêje: “Ji roja ku Selahedîn bi bavê xwe re ji Baalbekê hate Şamê, ew hertim di her çûyîn û hatin û rabûn û rûniştinê de pê re bû û hevaltîya wî dikir.” Çend sal piştre jî di sala 1152yan de ku hingê 14 salî bûye, bavê wî ew ji bo fêrbûna pîşeyê leşkerî şandîye Helebê cem apê wî Şêrkoh.
Piştî mirina Mu ́înedîn Onirê berpirsiyarê Şamê, Nûredîn Şêrkoh şand cem Necmedîn Eyûbê birayê wî ji bo destdanîna ser Şamê bê ceng ku bi temamî ketibû destê Mucîredînê hevkarê Xaçparêzan. Wî hêvî dikir ku biyekkirina hêza leşkerê Şam û Helebê dê hêza wan bêhtir karibe derbên dijwar li dijminê wan bixe û belkî bi paş ve girtina Qudsê jî bi leztir bixe. Bêguman Necmedîn jî hem ji bo birayê xwe Şêrkoh ku serekleşkerê sipaha Nûredîn bû û hem jî ji bo hezkirin û baweriya wî bi malbata Zengîyan yekser pêşniyara wî pejirand û hêdî hêdî xelkê Şamê ji bo spartina wê û ketina Nûredîn ya Şamê amade kir. Bi vê serkeftinê du mîrgehên mezin yê Şêrkoh li yên berê zêde bûn, Necmedîn jî bû mezinê Şamê hemî û li xort û mirovên malbatê jî gelek mîrgeh û paye hatin belavkirin. Selahedînê lawê valiyê Şamê yê 16 salî, êdî gelek caran beşdarî civata wan dibû û Nûredîn pir dieciband ku di gelek waran de wî jî ji xwe re mînak digirt. Herweha ji apê xwe Şêrkoh jî gelek rind fêrî pîşeyê cengê, yê nêçîr û siwarîyê jî bûbû. Ew di 18 salîya xwe de ji hêla seraya Nûredîn ve di nav hikûmeta leşkerî ya Şamê de bû cihgirê apê xwe û yek ji berpirsîyarê asayîşê yê beşa pêkanîna qanûn û awayê wergirtina cil û bergan.
Di sala 1163yan de Şawerê wezîrê Misrê, ji ber Dîrxamê ku dest danîbû ser wezîrtiya wî revîya hat Şamê; hawara xwe anî gihand Nûredîn û soz dayê ku ger ew hêzeke leşkerî pê re bişîne da wî vegerîne ser wezîrtiya wî, dê mesrefê wê hêzê hemî bide û sêyeka hatina welatê xwe jî pêşkêşî Nûredîn bike. Ew wezîfe dikeve ser milê Şêrkoh û dema diçe ser Kahîreyê Selahedîn jî bixwe re dibe ku wî wextî 27 salî bûye.
Piştî vegerandina Şawer li wezîrtîyê ew dest bi dek û dolaban dike û dixwaze wan destevala bişîne Şamê, lê Şêrkoh qîma xwe pê nayîne û hazirîya şer dike. Li hember vê Şawer jî ji Frengan hawar dixwaze û ew di bajarê Bilbîsê de bi hêza xwe ya hindik şerê hêza Frengan û sipaha Şawer pêkve dikin û bi casûsên xwe û nameyên kevokan nûçeya hatina hawarê û êrîşên Nûredîn yên ser deverên Frengan belav dikin ta ku Şawer bêgav dibe hinek ji sozê ku dabû tîne cih, Freng jî derdikevin diçin cihên xwe û ew jî vedigerin Şamê. Gava vedigerin Şamê, Nûredîn, ji ber mêrxasî û cengawerîya wî Selahedîn dike şihneyê Şamê, yanî serekê temamê ewlekarîya bajarê Şamê.
Selahedînê Eyûbî sê caran bi apê xwe re diçe ser Misrê. Di cara sêyemîn ya paşî de jî ku êdî hem li ser lavelava Şawer û ya malbata xwe û hem jî ji bêçareyî Xelîfe bi nameyeke ku porê jinên saraya xwe jî dixê, ji Şêrkoh û Nûredîn hawarê dixwaze. Dîsa piştî rizgarkirina Misrê ji Frengan Şawer dest bi dek û dolabên xwe kir, lê vê carê dîsa Şêrkoh û Selahedîn ketin tevgerê, dest danîn ser dek û dolabên wî ku hima wê hingê fersendek derket û li ser dilxwazîya Xelîfeyê Misrê el-Adid jî Şawer di nav fenûfûtên xwe de hat kuştin, Şêrkoh jî ji hêla Xelîfe ve li dewsa wî bû wezîr û hat perûkirin.
Piştî wezîrtîya xwe ya nêzî du meh û nîvan Şêrkoh nexweş ket û jê ranebû. Sê roj piştî şîna apê wî û pêşwazîya serxweşîyan ku xelîfeyê Misrê el-Adid bixwe jî beşdar bûbû, Xelîfe bi tîpên mûzîkê û pasvanên wezîrtîyê digel perûya wezîrtiyê û cilûbergê wê û şûr û hespekî xemilandî mabeyncîyê xwe şand pey Selahedînê Eyûbî da perûya wezîrtîyê li xwe bike, bi kêf û şahî here serayê hizûra Xelîfe û li şûna apê xwe bibe wezîrê wî (26’ê Adara 1169).
Polikê zêr yê ku Siltan Selahedîn dide xuyakirin
Hin dîrokzan sala 564/1169an, yanî dema Selahedîn bûbû wezîrê xelîfeyê Fatimîyan, destpêka Dewleta Eyûbîyan qebûl dikin. Di vê demê de digel pêsturîya ku ji hêla Nûredîn û xelîfeyê Bexdayê ve ji bo ji holê rakirina Dewleta Fatimîyan û xwendina xutbeyê li ser navê xelîfeyê Bexdayê dihat kirin jî Selahedînê Eyûbî bi bêhnfirehî ev bi paş dixist û li benda kemilîna demê û fersendeke çê dihişt. Gava ew fersend ji xwe re peyda kir jî, fermana guhertina xutbeyê û xwendina wê li ser navê xelîfeyê Bexdayê da bê ku bibe sedemê xirecir û serêşekê (567/1171ê). Bi vî awayî Dewleta Fatimîyan bi dawî bû, yekitîya Îslamê pêk hat û Dewleta Eyûbîyan hat avakirin. Selahedînê Eyûbî heman bêhnfirehî ji bo Zengîyan jî meşand û hêdî hêdî, bêyî ku şer û kuştinên zêde çêbibin bingeha dewleta xwe qewîn kir û roj bi roj fireh kir.
Nûredîn di sala 1174an de mir û kurê xwe Melîk Salih Îsmaîl li cihê xwe hişt. Wextê mirina bavê xwe ew li Şamê bû û li kela Helebê jî Şemsedîn Elî îbn Daye û Şazbext (Şadbext) diman. Ji ber ku Îbn Daye behsa xwe û hinek karan kiribû, Melîk Salih jî rabû ji Şamê berê xwe da Helebê. Her di wê rojê de Ebu-l-Fedl îbn Xeşab jî di bûyereke ku li Helebê qewimî de hat kuştin, di nav hinek serdarên Nûredîn yên Helebê de jî tevlihevî derket û rewş giha heya girtin û kuştinê.
Ji xwe piştî mirina Nûredîn rewşa Şamê tevlihev bûbû û Şemsedîn îbn Miqedim jî ev yek ji Selahedînê Eyûbî re nivîsîbû. Ew rabû li Misrê leşkerekî pir amade kir, yekî ku wê biparêze jî lê hişt û bi mebesta ku ew dê bi kar û barê Melîk Salih ve rabe, berê xwe da Şamê. Ew di roja sêşema 30ê Çirîya 1174an de bi teslîmgirtin kete Şamê û keleya wê stand. Piştre ew ber bi Helebê ve çû, di rêya xwe de dakete ’Himsê û di Çileyê sala 1174an de bajar vegirt, lê bi keleya wê ve mijûl nebû û berê xwe da Helebê.
Dû re gava xwedîyê Mûsilê Seyfedîn Xazî îbn Qutbedîn Mewdûd îbn Îmadedîn Zengî pê hisîya, zanî ku Selahedînê Eyûbî hêza xwe xurt kirîye, rewşa xwe baş li hev anîye û tirsîya ku ger haya wî jê nemîne dê dest deyne ser welêt û fermandarîyê têxe dest xwe. Li ser vê yekê ew rabû leşker da hev, sipaheke mezin amade kir, birayê xwe Mesûd îbn Qutbedîn Mewdûd danî ser û ew şandin pêşîya wî da ku nehêlin têkeve welêt.
Gava ev nûçe gihîşt Selahedînê Eyûbî ew ji ser Helebê rabû û di destpêka Çileyê sala 1174an de berê xwe da ’Hemayê. Ji wê derê vegerîya ’Himsê û keleya wê jî vegirt. Hingê Îzedîn Mesûd jî gihîşte Helebê, wî leşkerê xwedîyê Helebê Melîk Salih îbn Nûredîn jî bi xwe re girt û bi hêzeke mezin ve derket. Dema Selahedînê Eyûbî bi hatina wan hisîya, ew jî ber bi wan ve çû heya ku gihîşt qiloçên[girên hafa] ’Hemayê, li wê derê xeber ji wan re şand û wan jî jê re şand.
Ew ji bo lihevhatinê xebitî, lê wan aştî nexwest û texmîn dikir ku dê bi şer bigihîjin armanca xwe. Ew ketin nav hev û piştî şerekî giran ew ji ber şikestin û tibabek ji wan jî dîl hatin girtin, lê Selahedînê Eyûbî qencî bi wan kir. Ev bûyer di 19ê Remezana vê salê (570/13ê Nîsana 1175an) de li qiloçên ‘Hemayê qewimî û hima piştî têkçûna wan dîsa ew çû û cara diduyan jî avête ser Helebê. Ew li ser ku Me‘err, Kefirtab û Barîn jê re bin pê re li hev hatin.
Hingê Seyfedîn Xazî jî dora birayê xwe pêçabû ji ber ku meyla wî li ser Selahedînê Eyûbî bû, lê gava nûçeya têkçûnê gihayê ew hima pêrepêre çû Nisêbînê, da leşker bide hev û erzaq bide wan. Ew ji wê derê çû Bîrê, Firat derbas kir, li alîyê Şamê kon veda û xeber şand cem kurapê xwe yê xwedîyê Helebê Salih îbn Nûredîn da heya bigihîjê hazirîya wî bê kirin. Dûre ew çû Helebê û Melik Salih jî hat pêrgÎ wî, ew demekê li Helebê ma û hêzên xwe dan ser hev.
Selahedînê Eyûbî jî şande Misrê pey leşkerê xwe, leşker jê re hat û rabû çû heya ber qiloçên ’Hemayê. 23yê Nîsana 1176an li wê derê li ber hev pan bûn û şerekî dijwar di navbera wan de derket.
Çepê Selahedînê Eyûbî, ku Muzaferedîn îbn Zeynedîn (ê xwedîyê Erbîlê) lê dima û dikete aliyê Seyfedîn yê rastê, şikest lê Selahedîn bi xwe êrîşî wan kir, ew şikandin û gelek ji mîrek û serdarên wan jî dîl girtin, bes mineta xwe xiste ser wan û ew berdan.
Selahedînê Eyûbî çadir belav kirin, xezîne bexişandin û xargeha Seyfedîn jî da birazîyê xwe Ezedîn Feruxşahê kurê Şahînşah îbn Eyûb ku xwedîyê Baalbekê bû û bavê Melik Emced Behremşah bû.
Ew ji wir çû Menbecê, ew vegirt, piştre di Nîsana 1176an de çû dora keleya ‘Ezazê girt. Gava ew li ser wê bû komek Îsmaîlî ji nedîtî ve êrîş birin ser Selahedîn, lê wî xwe ji wan parast ta ku pasvanên wî gihîştin wan. Ew li serma heya ku di 14ê Hezîrana wê salê [571/1176] de ew stand û ji wir çû di 27ê Hezîranê de dakete ser Helebê, demekê li ser ma lê dû re ji ser rabû. Wan li wê derê keçeke Nûredîn ya piçûk anîbû cem ku jê keleya ‘Ezazê bixwaze, wî jî ew dayê û piştre ji ser rabû çû. Hingê birayê wî Şems el-Dewle Tûranşah [Torinşah/Toranşah?] jî gihîştibû cem, wî ew li Şamê li cihê xwe hişt û di Îlona 1176an de vegeriya Misrê da rewşa wê saxtî bike.
Di pey de wî xwe ji cengê re amade kir û di destpêka Cemadelûlaya 573/Teşrîna 1177an de bi leşker ve daket ber û berê qeraxê heya ku li Remelayê gihîşt Frengan, lê ew roj şikestin para wan bû. Gava ew şkestin nêzîkî wan deran keleyeke ku xwe lê ragirin jî tunebû. Ew ber bi welatê Misrê ve çûn lê rêya xwe şaş kirin, ji hev belav bûn û hinek ji wan ku şareza Îsayê Hekarî jî di nav wan de bû, hêsîr hatin girtin. Ev têkçûneke mezin bû ku bi bûyera Hittînê ya navdar ewêzîya wê hat girtin.
Selahedînê Eyûbî û hevalên xwe, bi xwe heya ku ji diltengîya têkçûna Remelayê bi ser xwe ve nehatin, li Misrê man, lê piştre gava nûçeya derketina tevlihevîyan li Şamê gihîştê, hingê xwest ku vegere wê derê û giringîyê bide cengê. Tam hingê peyamnêrê Qilîçarslan ê xwedîyê Romê jî hat cem, daxwaza lihevhatinê jê kir û zerardîtina xwe ya ji Ermenîyan dîyar kir. Wî xwest ku ji bo alîkarîya Qilîçarslan here ser welatê Lawin (yê Sîsê ku ji hêlaqeraxê ve diket navbera Heleb û Romê). Ew çûyê û leşkerê Helebê jî xwest, wî di ser rêya xwe de keleyek vegirt, ew wêran kir û piştre jî kete welatê Lawin. Wan doza aştîyê kir, ew jî bi wan re li hev hat û ji ser wan vegeriya, piştre Qilîçarslan ji bo hemî Rojhilatîyan lihevhatin pêşnîyaz kir û wî jî erê kir. Qilîçarslan û fermanber hemî beşdarî lihevhatinê bûn, Selahedînê Eyûbî di 10’ê Cemadelûlaya sala 576/3yê Çirîya 1180yî de bi wan re peyman çêkir û vegeriya Şamê, ji wir jî çû Misrê.
Piştre Melik Salih îbn Nûredîn mir û gava nûçeya mirina Melik Salih û hiştina Helebê ji Ezedîn Mesûd re hat, hingê wî bi lez berê xwe da wê ku berî Selahedînê Eyûbî bigihîjê. Ew çû Helebê çend mehan lê ma lê wê gavê bihîst ku Selahedîn ji Misrê ber pê ve diçe û gava dît ku meyla hinek serdarên wî bi ser Selahedîn ve ye, ew rabû wî mal û xezîneyên wê hemî bar kir bir Mûsilê û li ser daxwazîya birayê xwe Îmadedînê xwedîyê Sincarê ku berê ew jê xwestibû dayê û ji dêl ve Sincar jê wergirt.
Selahedînê Eyûbî jî di 30ê Kanûnê de giha Şamê û hilkişîya keleya wê, dest danî ser tiştên tê de mayî û di 11ê Sibata salê [577/1182] de bi dîya Melik Salih re zewicî.
Dema Ezedîn Mesûd Heleb da birayê xwe Îmadedîn Zengî û Sincarê ji dêla wê ve girt, ew ji Helebê derket û Îmadedîn Zengî çû ketê. Selahedîn jî ku berê ji Firatê derbas bûbû û dest danîbû ser derûdorên wê, hinek navçeyên Cezîreyê mîna Nisêbîn û Xabûr û yên din jî vegirtibû. Dû re çûbû dora Mûsilê pêçabû û zor dabûyê jî lê di vegirtina wê de bi ser neketibû û gava ji ser Mûsilê vegerîya jî rabû çû avêt ser Helebê û dora wê girt.
Îcar ji ber ku Ezedînê kekê wî mal di xezîneya wê de nehiştibû, Îmadedîn nikarîbû Helebê biparêze, rabû Mîr Hisamedîn Tuman îbn Xazî şand cem Selahedînê Eyûbî û ji dêla Helebê ve Sincar, Xabûr, Nisêbîn û Sirûcê xwest, Selahedînê Eyûbî jî ew der danê û jê sozê hevkarîya li dijî dijminê wî wergirt. Ji xwe berê di 17’ê Çileyê 1183yan de Selahedîn çûbû Sincar vegirtibû û ew dabû birazîyê xwe Teqîyedîn ‘Emer.
Ew cara sisîyan di zivistanê de bi mebesta ku li ser Mûsilê bimîne heya ku wê û welatên pêve giradayî bistîne çû ser. Ew di Teşrîna 1185an de çûyê, meha Şaban û Remezanê hemî li ser ma û di navbera wî û xwedîyê wê de navbeyncî çûn û hatin. Dema ku ew li ser Mûsilê bû û zor dida Mesûd Zengî ji wan herêm û welatên hawîrdor serdar û mezinên bajar û welatan yekoyeko diçûn serdana wargeha wî û raspêriya xwe jê re diyar dikirin. Yek ji wandesthilatdarê Erbîlê (Hewlêrê) bû ku bi hezar siwarên xwe ve giha wargehê,herweha mîrê Mêrdînê û siltanê Faris Pehlewanê Selçûqî jî peyamnêrên xwe digel delegasyonên hêja û diyariyên giranbiha şandin wargehê. Her di wê demê de Şahermenê Xelatê jî ku berê ji bo Mûsilê meriv şandibûn cem Selahedînê Eyûbî û gef lê xwaribûn, mîr, şah û mezinên derûdorê jî êrîşî Xelatê kirin. Yê pêşî Pehlewanê mezinê Faris bû ku bi lez çû da dest deyne ser wê, lê mezinê wê yê nû ku koleyekî bi navê Begtîmûr bû ji Selahedînê Eyûbî hawar xwest û dîyar kir ku ew dixwaze wê bispêre wî. Wî hima di cih de şerîetmedar Îsa digel hejmarek qazî ve şand da hevkariyê pêk bînin û bi wan re jî kurapê xwe Nasirûdîn Şêrkoh digel hêzeke leşkerî ve bi rê kir.
Piştî vegerîna ser dorpêçana Mûsilê bi demekê Selahedînê Eyûbî nexweş ket, vegerîya Heranê û li wê derê peyama [xwedîyê Mûsilê] ya ku daxwazîya wî pejirandîye jî, gihiştê. Ew li ser ku xwedîyê Mûsilê, Şehrezor û der û dorên wê, wîlayeta Qerebellayê û deverên pişta Zabê bide Selahedînê Eyyûb, li ser mînberan[di xutbeyan de] navê wî bê xwendin û li ser sikkeyan jî navê wî bê kolan, li hev hatin. Gava wî sond xwar, hingê Selahedînê Eyûbî cihgirê xwe şand ku here wan deverên li ser biryardayî bispêre xwe.
Keleha Selaheddîn Eyyûbî ya li payîtexta Misrê, Kahîre
Piştî vê lihevhatinê êdî Selahedînê Eyûbî di 45 salîya xwe de bûbû mezintirîn desthilatdarê civaka Îslamê ku dikarîbû ji navçeyeke berfireh ya navbera derûdorên Dîcle ji hêla rojava ve û ji hêla rojhilat ve jî heya tixûbê Tunisê leşker û cebilxane (ajar) bide hev.
Yek ji serkeftinên Siltan Selahedînê Eyûbî yê herî navdar Cenga Hittînê ye. Bi vê serkeftinê re vegirtina Qudsê ji Siltan Selahedîn ve xwiya bû. Raspartin û rizgarkirina Qudsê di roja îna 2yê Çirîyê (583/1187) de çêbû. Di dîroka dinyayê de vegirtina Qudsê ya ji alîyê Selahedînê Eyûbî ve cihekî girîng digre. Tevgera wî ya dema teslîmgirtina wê, serbilindahiyeke mirovatîyê ye. Ji ber ku 88 sal berê dema Xaçîyan Qûdus vegirtibû û dest danîbûn ser, di mizgefta Eqsayê de bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr heftê hezar Misilman kuştibûn û heştê rojî jî li wan kolan û li ber wan dîwaran tade, ezîyet û kuştin bi xelkê tê de çi Cihû, çi Misilman û çi jî yên din bin kiribûn; li bendê bûn ku Siltan Selahedîn jî heman tiştî bîne serê wan. Lê Selahedînê Eyûbî, bi dayîna serê şexsekî bedelek pir biçûk, ew rizgar kirin. Serekdarîya lihevhatinê li ser her mêrekî 20, her jinekê 5 dînarên Sûrî û ji bo her zarokekî jî çi keç çi kur dînarek birrîbû ku çi kesê bide dê xwe azad bike. Dîlên Misilmanan jî yên li Qudsê ku gelek bûn, hemî hatin berdan.
Bêguman gava meriv van pesnên jorîn dibîne û wan dide ber yên jêrî jî meriv bêhtir tê digihê ku sedemê navdarîya wî li nav civata Îslam û dervayê wê heya cîhanê hemî jî belav bûye, hew ne ji bo hêza wî ya leşkerî û serkeftinên wî yên şer û cengê ne, lê belkî giranbihayîya wî û qedirşînasîya wî hê bêhtir ji ber camêrî û dadmendîya wî û van xesletên wî bûye. Li gor Ibn Şedad gava 23yê Sibata 1193yan de çavên xwe ji jîyanê girt, ji dînarekî Sûrî û çel û heft dîrhemên Nasirî pê ve tiştekî din di gencîneya wî de tunebû. Her weha wî tu milk jî, ne xanî, ne erd, ne bostan, ne gund û ne jî çandinîyek li pey xwe hiştiye. Ev jî camêrî û qencîya wî baş bi me dide zanîn.
Herweha nîşaneke xweşmêrî û şehsiwarîya Siltan Selahedîn û taybetmendîya wî ya din jî, şandina hespekî ji bo neyarê xwe yê xedar yê ji hespêketî Rîçard re di kemîna şerê Yafayê yê sala 1192yan de bû. Çawa ku di dema dijminîya Rîçard ya herî dijwar û xedarîya wî de ku bi destê wî biketa dê hêzên Siltan Selahedîn hofir bikirina û her derî bi serê wan ve bianîna xwarê jî, lê gava ew nexweş ketîye Siltan Selahedîn şehsiwarî û xweşmêrîya xwe nîşan daye û rabûye jê re hekîmê xwe şandîye û pê re jî berf û şerbeta berfê rê kirîye.
Îmad el-Katib Îsfehanî jî li ser camêrî û merdîya wî weha dibêje: “Siltan Selahedîn, hebûna jî û tinebûna jî dida, ger mal tinebûna soz dida û dema mal çêdibû û dihat ji sozê ku dabû zêdetir dida. Wî tu carî tu xwestek vala venegerandiye û ger ku tunebûya jî bi wan re xweşbêş û henek dikirin mîna ku ji bo deynê ser xwe ji wan muhletê bixwaze û gava mal dihat jî zêdetir dida wan. Wî ji bo hespên ku di cengê de birîndar dibûn yan jî dihatin kuştin jî pere dida xwedîyên wan, yê ku bê hesp bihata jî hesp didayê û ku hazir tunebûya jî soz didayê ku dê bidê. Digel ewqas malê pir ku jê re dihat jî tu carî malê wî têra ku zikat lê bikeve li cem wî kom nedibû, çawa dihat wisa jî diçû, çunkî wî malê xwe hemî dikir xêr û xêrat.”
Ibn el-Esîr jî di tarîxa xwe ya el-Kamilê de wiha dibêje: “Ji xwe nefspiçûkiya wî li ber çavan bû ku wî tu carî xwe li ser tu hevalên xwe mezin nedikir û yên ku xwe mezin dikirin jî wî ew fihêtkar dikirin. Feqîr û sofî hemû dihatin cem, wî ji wan re sema û şahîyên muzîkê li dar dixistin û gava yek ji wan ji bo semayê yan jî muzîkê radibû ew jî bi wan re radibû û rûnedinişt, li benda wan dima heya ku semaya xwe diqedand.
Wî kincên bêşerî‘etî qet li xwe nedikir, ew pir zana û çavnas bû, li gotinan guhdarî dikir û dida guhdarîkirin. Bi tevayî, di wê serdemê de yê mîna wî pir kêm bûn. Wî pir qencî û karên baş dikir û li cenga pîroz ya ji bo rizgarîya axa Îslamê gelekî miqate bû, ji xwe vegirtinên wî jî îspata vê yekê ye. Wî li pey xwe hivde zaroyên kur hiştibû.”
Siltan Selahedîn pir ji zana û aliman bi taybetî jî yên mezin î dersdar hez dikir û qîmet dida wan, çawa ku ji her cûre xwendin û zanînê jî hez dikir, loma jî li her deverê ku vedigirt ji bilî avedanîyên din li yên xwendin û zanînê jî miqate bû. Mînak: Medreseya Selahî, Medreseya Henîfîyan, Medreseya Hiseynî ya Meşhedê, Medreseya Fazilî, Medreseya Hedîsê ya Kemalî, Medreseya Salihîye. Herweha li Feyûma Misrê jî bi Melik Tiqyedîn du medrese dabû avakirin, yek ji bo Malikîyan û yek jî ji bo Şafi’îyan ku Selahedîn bi xwe jî li Îskenderiyeyê medreseya Şafi ́îyan ava kiribû. Ibn Cibeyr gava çûbû Misrê diyar kiribû ku şanazîya vî welatî du tişt in, medrese û tekye/dergah ku bi saya wan zanîn û şarezayî û ilm û îrfan belav dibin. Tiştê ku Ibn Cibeyr şaşmayî hiştîye ew bû ku Qerafe hemî mizgeft û medrese û avayî bûn ku rêwingî/biyanî, zana, qenc, feqîr lê diman û mesrefê hemîyan jî Siltan dida û herweha mesrefê medreseyên Misir û Qahîreyê jî tev wî dida.
Di heyama Dewleta Eyûbîyan de gelek nexweşxane, cihê alîkarîya zarokên bêkes û kesên feqîr hatibûn avakirin. Ji aliyê din ve sin’et û teknîk bipêş ketibû; bi hilberîna kaxet, eşyayên ji hesin û ji camê, qumaşên ji hirî, hevrêşim û pembo navdar bû. Bi kinayî, li gor heyama xwe Siltan Selahedîn hem di warê fermandarî û leşkeriyê de, hem jî di warê çand û zanyarîyê de pir pêşketî bû û li her derê dewleta xwe gavên girîng avetine. Di hêla wêje, ziman, civaknasî, zanistên fenî û olî de gelek şexsiyetên mezin gihandine. Ji ber van tevan tesîra wî heya roja me jî berdewam dike. Di xelaseka sala duhezarî de, rojnameya Swêdî ya Dagens Nyheterê û kovara Îngilîzî ya Timesê Selahedînê Eyûbî yek ji her deh navdarên salên hezara duyemîn nîşan daye. Roja îro jî di Rojhilata Navîn de gelek cih û war li ser navê wî hene, kitêb û roman li ser têne nivîsandin û hîn jî mînake ji bo pêşerojê.
Siltan Selahedînê Eyûbî di sala 1193yan de koça dawî kirîye, tirba wî li Şamê li Camîya Emewîyan e. Gelek xelk û navdarên dinyayê, bi taybetî tirba wî zîyaret dikin.
Tarîxa Dewleta Kurdan, El Xezrecî, Weşanxaneya Azad, 2015
Ji bo PDF ya pirtûkê:
https://wesanxaneyaazad.net/pdfviewer/tarixa-dewleta-kurdan/
Nivîsén tékildar