logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
TARÎXA DEWLETA KURDAN(pirtûk-pdf)

Tarîxa Dewleta Kurdan(pirtûka Mihemed Brahîm yê Xezrecî)

Ev kitêb zêdeyî 750 sal berê hatiye nivîsandin û kitêba ewil e ya bi navê Dîroka Dewleta Kurdan hatiye nivîsandin. Heke berî wê hin xebat hebin jî îro di dest me de tune ne(Berî wê, Îbnul Ezraqê Farqînî li ser Dewleta Merwaniyan ya Kurdan nivîsîye, lê bi navê “Tarîxu'l Meyyafariqîn” e). Nusxeya vê kitêbê ya orjînal li Stenbol di Kitêbxaneya Suleymaniyê de ye. Behsa heyama Dewleta Eyyûbiyan û Selahaddîn Eyyûbî dike. Ji sala 1175’an dest pê dike û sal bi sal behsa bûyera, şeqsa û behsa heyamê dike heya sala 1257’an.

Kitêb 2 beş in, beşa Erebî ya kopîya orjînal û beşa wergera Kurdî. Ji ber ku kitêbê Erebî ji rastê dest pê dikin beşa orjînal ji dawiya kitêbê dest pê dike, beşa Kurdî jî di serê kitêbê de ye. Wergera wê ya Kurdî M. Emîn Narozî kiriye û pêşgotin jê re nivîsîye. Di serê wê de jî nivîsa Mehmet Bayrak ya ku behsa kitêbê dike heye.


ÇAVKANİ

https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/08/TAR%C3%8EXA-DEWLETA-KURDAN_Be%C5%9Fa-Wergera-Kurd%C3%AE.pdf

Nivîsén tékildar

DÎROK/HERODOTOS(pirtûk-PDF)

Ev pirtûk derdora du hezar û pêncsed sal berî niha ji alîyê Herodotosê Karyayî ve hatîye nivîsandin û cara ewil e wergera wê ya Kurdî-Kurmancî tê çapkirin. Hin rexneyên biçûk hebin jî, ev berhemeke bêhempa ye. Herodotos li gelek welat û bajarên cîhanê geryaye, gelek tişt, cih û war dîtine, li gelek kesan guhdar kirîye û tevde li ber me raxistine. Ew ji Anatolyayê heta Rojhilata Nêzîk, ji Misirê heta Hîndîstanê, ji Bakurê Afrîkayê heta Efxenistanê, ji serî heta dawîyê li welatê Med û Farisan hemû agahiyên kevn û nû berhev dike û kevneşopî, bazirganî, siyaset, erdnîgarî û çanda wê tomar dike. Li gor şertê wê heyamê ev serkeftinên mezin in. Pirtûk herî zêde behsa pêşîyên Kurdan, welatê wan û derdorê dike, di pirtûkê de beşên bi serê xwe yê di derbarê Medan de hene, Med bav û kalen Kurdan in. Em karin bêjin ku ji bilî nivîsên mîxî û yê ser keviran, çavkanîya herî kevn ya nivîskî ya dîroka bapîrên Kurdan û derdora wan ev pirtûk e...


BÎRA QEDERÊ - roman - PDF

Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîn e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li enîya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestiye binivîse ye. Dest pê kirîye lê piştî demeke kin wefat kirîye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendiye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.


Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4) Wergera Ji Erebî: Menaf Osman Çîrokên Gelêrî


PDF
f-138-89561535663711b4c18d0e2.15945242.p