logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

×
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Kurdistan û Sînor(pirtûk-pdf)

Nivîskar: Eslîxan Yildirim

Kurdistan û Sînor(pirtûka Eslîxan Yildirim)

Ev zêdeyî dused salan e Kurd û Kurdistan di nav êgir de ne. Di serê sedsala 19emîn de li dinyayê guhertinên mezin pêk hatin, lê Împaratoriya Osmanî li paş mabû û bi gelek pirsgirêkan re rû bir û mabû. Di vê demê de Împaratoriya Osmanî çav berda Kurdistan û gelek mîrekiyên Kurdan yê serbixwe ji holê rakirin. Di vê demê de Kurdan û Kurdistanê windahîyê mezin dan. Bi qelsketina Kurdistanê, Dewleta Osmanî jî bêhtir kêm ket û di serê sedsala 20’emîn de ruxiya. Di Herba 1emîn ya Dinyayê de Dewleta Osmanî hat dagirkirin, Kurdistan jî hat parçekirin û parvekirin. Di nexşeya dinyayê ya nuh de sînorê Kurdistanê tune bûn û gelek sînor di hundirê wê de derbas dibûn. Bi parçekirina Kurdistanê gelek dewletan, li ser tunekirina kesayetiya Kurdan jî li hev kirin û ev zêdeyî sed salan e ku Kurd di bin vê êrîşê de ne…

Mijara pirtûka “Di Sedsala 20’an de  KURDISTAN Û SÎNOR” sînorê di hundirê Kurdistanê de ye û lêkolînên ji gelek aliyan ve yê li ser van sînoran hatine kirin tê de cih distîne. Xebat ji du cildan pêk tê. Di cilda I’emîn de bi kurtayî dîroka sînorên di hundirê Kurdistanê de heye. Di cilda II’yemîn de jî “Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn?” xal bi xal raxistiye ber çavan.


ÇAVKANİ

https://wesanxaneyaazad.net/wp-content/uploads/2020/08/KURDISTAN-%C3%BB-S%C3%8ENOR-Cild-I-II-Eslixan.pdf

Nivîsén tékildar

DÎROK/HERODOTOS(pirtûk-PDF)

Ev pirtûk derdora du hezar û pêncsed sal berî niha ji alîyê Herodotosê Karyayî ve hatîye nivîsandin û cara ewil e wergera wê ya Kurdî-Kurmancî tê çapkirin. Hin rexneyên biçûk hebin jî, ev berhemeke bêhempa ye. Herodotos li gelek welat û bajarên cîhanê geryaye, gelek tişt, cih û war dîtine, li gelek kesan guhdar kirîye û tevde li ber me raxistine. Ew ji Anatolyayê heta Rojhilata Nêzîk, ji Misirê heta Hîndîstanê, ji Bakurê Afrîkayê heta Efxenistanê, ji serî heta dawîyê li welatê Med û Farisan hemû agahiyên kevn û nû berhev dike û kevneşopî, bazirganî, siyaset, erdnîgarî û çanda wê tomar dike. Li gor şertê wê heyamê ev serkeftinên mezin in. Pirtûk herî zêde behsa pêşîyên Kurdan, welatê wan û derdorê dike, di pirtûkê de beşên bi serê xwe yê di derbarê Medan de hene, Med bav û kalen Kurdan in. Em karin bêjin ku ji bilî nivîsên mîxî û yê ser keviran, çavkanîya herî kevn ya nivîskî ya dîroka bapîrên Kurdan û derdora wan ev pirtûk e...


BÎRA QEDERÊ - roman - PDF

Romana Mehmed Uzun a bi navê “Bîra Qederê” cara ewil di sala 1995an de hatîye çapkirin. Berhema Bîra Qederê di romana modern a Kurdî de xwedî cihekî girîn e. Mijar jiyana zimanzan û rewşenbîrê payebilind Mîr Celadet Bedirxan e. Neviyê Mîrê Botan Bedirxan, Mîr Celadet, li sirgunê di sala 1893yan li bajarê surgunê li Stenbolê di dayik bûye. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê hakimê cezayê ye. Mîr Celadet di herba Yekemîn a Cîhanê de li enîya Qefqasê tev li şer dibe. Ji têkçûn û belavbûna Dewleta Osmanî û pê de, jiyana wî tevde bi xebatên Kurdewarî derbas dibe. ‘Bîra Qederê’ esas navê romana ku Celadet Bedirxan xwestiye binivîse ye. Dest pê kirîye lê piştî demeke kin wefat kirîye û negihaye ku romana xwe binivîse. Mehmed Uzun bingeha romanê ji vir stendiye û bi çend hevokên Mîr Celadet Bedirxan dest bi romanê kirîye.


Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4)-(Pirtûk-PDF)

Navê Pirtûkê: Hezar û Yek Şev(Cild 1-2-3-4) Wergera Ji Erebî: Menaf Osman Çîrokên Gelêrî


PDF
f-139-107233235463711f19188b76.89816958.p