logo Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

Amadekarîya

Ansîklopediya Kurdistanê

× Navdarên Kurdistan Dînên li Kurdistan Amûrên Muzîkê Muzîka Kurdî Dengbêjî Berhemên Çandî û Hunerî Çek û Libsên Kurdan Orf û Adetên Kurdan
Dîrok Erdnîgari Çand û Huner Wêje Kurdolojî Vîdeo
Armanc Kedkar Têkili Derbarê malperê de Desteya Amadekariyê
Seywan Saedian

Nivîskar: Seywan Saedian

Seywan Saedian sala 1972ya de li bajarê Mehabadê-rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hunermendekî pir alî ye, ev zêdetirî bîst salan e bi awayekî aktîf di nav beşên cuda yên hunerê de cih digire. Xebatên hunerî bi xweşnivîsî dest pê kiriye, piştre bi wênevanî, grafîk dîzayn, fotografî, peykervanî, sînema, hunerên postmodêrn, wergêrtî, helbest û çîrokan domandiye.

Xwendina xwe ya pêşî li Mahabadê qedandiye. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehranê, Sine û Bokanê kiriye. Di sala 2001 de ji naçarî, tevî hevjîna xwe ji rojhelat penaberî başurê Kurdistan bûye û 13 salan li wir jiyaye. Wan salên dirêj pir dijwar û bi êş derbas bûne. Di vê navberê de li zanîngehê xwendina xwe dom kiriye û li Zankoya Silêmanîyê Beşa Wênesaziyê di sala 2008an de qedandiye. Di sala 2014an de tên Amedê, ji wir hez dikin û hest bi xerîbîyê nakin. Sala 2016an xwendina xwe li beşa Kurdolojî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê berdewam dike lê ji ber hin sedeman neqedandiye. Sala 2018an jî derbasî Swêdê bûne û niha li Swêdê dijîn.

Seywan Saedian ji zarokatiya xwe de bi hunerê ve mijûl bûye û heya niha jî didomîne. Li bakurê Kurdistan zêdetir wekî peykarvan hatiye naskirin û bi taybet jî peykerên ku bi hesinên xurde çêkirine balê dikşîne. Heya niha bi dehan pêşangehê wî yê hunerî li gelek welatan çêbûne, weke Îran, Iraq, Tirkiye û Swêdê û eleqeyek mezin dîtiye. Li çend welatan hin peykerên mezin jî çêkirine. 

 

Li gor çalakîyên wî yê hunerî, çalakîyên wêjeyî zêde ne li ber çav in. Yek ji sedema vê ew e ku bi piranî berhemên xwe belav nekirine. Ji sala 1999 ve dest bi helbestan kiriye û heya niha jî dinivîse, lê tenê di sala 2012an de beşek biçûk ya helbestên xwe çap kirine. Herî dawî, helbestek têkelî çîrok û dengbêjîya gelerî bi navê “Seydewan û Keçên Şengalê” nivîsîye lê hîn nehatiye weşandin. Helbestên wî bi piranî nûjen in û çend yê klasîk jî hene ku 2 ji wan wekî stran hatine bikaranîn. Helbestên wî bi Soranî ne.

Sin’etkarê Kurd Seywan Saedian di gelek waran de jêhatî ye; çîroka jî dinivîse, hem kurteçîrok û hem jî çîrokên zarokan. Çend kurteçîrok di kovarên Raman û Sipîtir de hatin çapkirin û çend çîrok jî hîn nehatine çapkirin. Heya niha 12 çîrokên modern yê zarokan nivîsiye. Yekemîn çîrok bi navî ”Jûjî” heya niha bi Soranî, Kurmancî, Siwêdî û Îngilîzî çap bûye. Wêneyên wê pertûkê bi avayekî gelek pîşeger û serkeftî ji alî hevjîna wî Rûnak Resûlpûr ve hatine nexşandin, niha jî pertûka duyemîn ya bi navê Zêbra ji çapkirinê re amade ye û Rûnak Resûlpûr li ser pertuka sêyemîn dixebite. Di sala 2020a de dest bi nivîsandina romanê jî kirîye, lê hîn neqedandiye.

Di navberê salên 2012 heya 2014an goşeyek wî li ser hunerê di heftenameya Edeb û Huner ku paşkoyek ji rojnameya Kurdistanî Niwê bû hebû û bi dehan gotarên wî yê li ser huner û çandê hatine belavkirin. Wekî din, Saedian, ev bîst sal in li ser projeya xwe ya vejîn û navneteweyîkirina “Seva Mêxekrêj/Sêva Evînê” jî dixebite. Di vê derbarê de bernameya li dar dixe. Bi saya vê tevgerê ev adeta Kurdan belav dibe û Seva Mêxekrêj dibe sembola evîndariyê.

Demek dirêj e ku wek dîzaynerê grafîkê kar dike û çarsed bergê pirtûkan, çakêtên CD, poster û logo dîzayn kirine. Di van salên dawî de wî dest bi karê wênekêşiyê jî kiriye û çend pêşangeh li welatên curbicur li dar xistiye. Di salên dawî de bi giranî li ser peyker û sînemayê rawestiyaye. Derhêneriya filman kiriye, her wiha wî bixwe kurtefilm û belgefilm amade kiriye.


ÇAVKANİ

https://pasariartproduction.com/seywan/

https://www.dengeamerika.com/a/huner-hunermend-kurd-siw%C3%AAd-peykersaz%C3%AE-mehabad-rojhilat-/4960435.html

https://bianet.org/kurdi/huner/239089-bernameya-valentayna-kurdi-we-online-pek-were

Nivîsén tékildar

Çopî Fetah

Hunermenda Kurd Çopî Fetah sala 1983ê li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Ji ber komkujî û sîyaseta erebkirinê li ser bajara Kerkûkê ya rejîma Beasê, ji mecbûrî Çopî Fetah tevî malbata xwe di sala 1988a de berê xwe dan xerîbîyê û li Holandayê bi cih bûn. Piştî salên dûdirêj vegerîya başûrê Kurdistanê. Çopî ji zarokatîya xwe ve hez ji muzîk û stranan kirîye. Ji 7 salîya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grubekî re stran gotîne û carna jî bi serê xwe stran gotine. Li dibistanê jî Çopî gelekî zîrek bûye û di salekê de bûye xwendevana yekemîn li dibistana xwe...


Mela Ehmedê Palo

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatîye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina Kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kirîye “Güllüce”.) Di roja 9ê Gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye...


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licê-Diyarbekir hatîye dinyayê. Tenê çar sal dibistan xwendîye. Lê paşê ji derve dibistana navîn, lîse û unîversîte xwendîye û ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî tehsîla lisansê temam kirîye. Di sala 1991ê de, di demên qedexe de, dest bi nivîsandina Kurdî kirîye lê ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Nivîsên wî li gelek kovar û rojnameyan bi Kurdî (Zazakî û Kurmancî) û Tirkî weşîyane. Heta niha, 19 kitêbên ku wî bi xwe nivîsîne, 22 jî kitêbên ku wî wergerandine weşîyane...